ANALÎZ

“Hilbijartinên Tirkî û  kêlîya Guherbar “Xwenideneke Seretayî

 

Hemû nîşane didin dîyarkirin ku tu guhertinên mezin û bibandor di pêkhateya rêjîma tirkî de dê pêk neyên. Lê bê guman odeyên ku sîyaseta wê nîgar dikin, dê bikevin bin desteserîya hevsengîyên navneteweyî, alîyên rikberîyê û cih û giranîya Tirkiyê di hevsengîyên navneteweyî de. Ev ji bilî qasîya mezin a alozîyên hundirîn û derve yên ku pişta rêjîma tirkî xûz dikin û wê li wê navrastê dihêlin û bijarteyan li pêşberî wê kêm dikin. Hevpeymana Komarî bi serkêşîya AKP ku Erdogan birêvebirina wê dike, MHP ya tundrew û hin partîyên din, rêjeya %49.37 ji dengan bi dest xistine. Li alîyê din Hevpeymana Gel a dijber bi serkêşîya Kilîçdaroxlo rêjeya %35.12 ji dengan wergirtin. Ev jî tê wê wateyê ku her çiqasî  partîya Erdogan û hevpeymana wî dê ji 600 kursiyî, 322 kursîyên perlemanê bi dest bixe. Jixwe wî di sala 2018 de 344 deng bi des xistibûn. Ev jî tê wê wateyê ku wî niha li gor sala 2018 22 kursî ji dest dane. Ji alîyekî din ve hevpeymana Kilîçdaroxlo ya dijber nêzî 213 dengî bi dest xist (li gor sala 2018, 24 kursîyên nû bi dest xistine, çimkî wê hingê 189 kursî bi dest xistibûn). Her wiha Partîya Kesk a Çepgir, 61 deng bi dest xistin (li gor hilbjartinên borî, 7 kursî ji dest dane).

Li gor van encaman, Erdogan li gel koma partîya xwe û hevpeymana xwe, karîbûn  biryarên sîyasî û aborî desteser bikin, çimkî koma perlemanî ya mezintir, ew dengên di perlemanê de kontrol dike (biryaran desteser dike) û dikare li gor xwe zagonan derxîne. Lê tevî wê jî ev yek dê nebe buhara Erdoganê ku di bin barê aborî yên zehmet de xûz bûye, nexasim li gel bilindbûna nirxê heyberan û daketina nirxê Lîreya tirkî. Pê re jî ji ber daketina asta dabara jîyanê û kêmbûna bitirs a nirxê kirînê bi Lîreya tirkî, fişarên gelêrî zêdetir bûne.

Ji alîyê sîyasî ve: Erdogan dixwaze xwe ji alozîyeke sîyasî ya herî dijwar derxîne, nexasim vegerandina têkilîyên xwe bi rêjîma Sûrîyê re. Ev têkilî jî gelek dosyeyên mezin û hestîyar bi xwe re tîne û gerek e Erdogan ji dil û dûrî bazarên sîyasî danûstandinê bi wan re bike. Dosyeya herî girîng di nav wan de jî, dosyeya dagirkirina tirkî ji herêm û bajarên sûrî re (Efrîn, Serê Kanîyê, Girê Spî, Idlib, gundewarên rojavayê Helebê û heya sînorê parêzgeha Hemayê), ev ji bi desteserkirina komên çekdar ên ku Tirkî piştgirîya wan dike, li ser van herêman. Dibe ku Rikberîya sûrî ya ku Ixwanûlmuslimînan dinîme (Hevbendî û ferwerîya wê ya demkî) û Erdogan wê hembêz dike, alozîya herî mezin li pêşberî Erdogan û ferwerîya wî be.
Îcar, dosyeya sûrî bi hemû alozî û şaxên xwe, têrê dikin ku Erdogan biwestînin, ji alîyê sîyasî ve ji hev bixin û pozbilindîya wî bişkînin, nexasim eger bixwaze bi yek carê bi rêjîma sûrî re li hev were. Jixwe ev yek li gor pêşveçûna sîyaseta wî ya nû, dîyar e.

Lê ya rast ew e ku Erdogan li ser werîsên sîyasetên navneteweyî û hevsengîyên wan dilîze. Ji ber wê jî li gor berjewendî û xwestekên xwe yên kesayetî weke mîratgirê osmanîyan, xelîfeyê misilmanan û parêsvanê masonîya cîhanî, xwe weke lîstikvanekî sereke xist nav wan sîyasetan û li ber bazarê dide û li wir dagîşê dike. Eger Erdogan li hember hilbijêrê dijber `Kilîçdaroxlo“ di gera duyem a hilbijartinên serokatîyê de bi ser ket, ev tê wê wateyê ku astengî û kelem dê li pêşberî HDP û Tevgera Azadîya Kurdistanê zêdetir bibin û dê serkirde û çalakvanên kurd bêtir di zindanan de werin bicihkirin. Tu nîşane û zemîna hundirîn tune ne ku Erdogan dê tu ji bo doza kurdî de serî danayne. Nexasim hemahengîya wî ya bêsînor bi şerîkê wî yê di perlemanê de (MHP). Ev her du alî dijminên kurdan ên herî zordar in, ew ê bi hev re her tiştî bikin da ku rê li ber destkeftîyên kurdan bigirin û wan tune bikin, çi li Rojava, çi jî li başûr bi xwe jî bin (tevî têkilîyên wê yên baş bi ferwerîya herêma Kurdistana û PDK re). jixwe tê zanîn ku baregehên tirkî li Başûr di bin behaneyên cûr bi cûr de hene.

Li vir jî ev pirs tên kirin:

Gelo Amerîka dê çawa danûstandinê bi sîyaset û xwestekên Erdogan re, piştî hilbijartinan bike…?

Gelo guhertinên navneteweyî û lîstika şerên cemseran li gel hemû guhertinên ku didin dîyarkirin ku dê cîhaneke pircemser biafire, dê karibin rê li ber xwestekên dijminatî û şer ên Erdogan bigirin û êrîşên wî yên leşkerî rawestînin…?

Jxwe ev yek piştre li gor sîyaset û nexşeyên ku ji herêmê re li kargehên navendên biryaran ên cîhanî tên nîgarkirin, dê xuya bibin.

زر الذهاب إلى الأعلى