ANALÎZ

Nûklerîya Îranî û alozîya Ukraynayê

Alozîya Ukraynayê di gelek dosyayan de bandor li rakêşanên hêzên navdewletî kiriye, di nava wan de jî dosyaya nûklerîya Îranî ye. Rêveberîya Amerîkayê ya bi serokatîya Joe Biden, di vê yekê de derfeteke bibaldarî dît ku pê verege hevpeymana 2015’an a bi Îranê re ku serokê berê yê Amerîkayê Donald Trump di 2018’an de jê vikişiyabû û sezayên giran li ser Îranê danîbûn.

Daxuyanîyên berpirsên Amerîkayî, Ewropî û Îranîyan jî eşkere dikin ku pêkanîna hevpeymaneke der barê vejandina hevpeymana nûklerîyê ya ku di navbera Îran û hêzên cîhanî de  hatibû îmzekirin, nêzîk bûye. Ev hevpeyman dê hin qeyd û bendan li ser bernameya nûklerîyê ya Îranî deyne û li bermaberî wê jî dê sezayên li ser aborîya Îranê werin rakirin.

Dema ku em helwestên alîyên têkildarî dosyaya nûklerîyê ya Îranê radixin li ber çavan, em dibînin ku nêzîkatîyeke nû ya Amerîkayê ji bo xebitîna bi danûstandinên Viyenayê re, heye. Ew jî lezkirina pêkanîna hevpeymanê ye; da ku nehêle ku çekên nûklerî bikevin destên Îranê û girtina dosya bi temamî ku bandora wê li ser tevaya herêmê heye. Her wiha baldarîya li ser stratejîya pêşbazîyê ya di navbera hêzên mezin de.

Her wiha rêveberîya Joe Biden dixwaze dema ku vegere hevpeymana nûklerîyê ya bi Îranê re, berîya hilbijartinên nûkirina nîvekî yên Kongresê di hundirê Amerîkayê de, hin destkeftîyên siyasî bi dest bixe. Ji vê bêhtir, pêdivîya Amerîka û Ewropayê pê heye ku gaza îranî vegere bazarên cîhanî; da ku hinekî alozîyê sivik bike (Ji alîyê nirx û gihandinê ve). Nemaze ku Jor Biden dahatên petrola Rûsî bo Amerîkayê qedexe kir, her wiha hewldanên dewletên Ewropî ji bo sivikkirin û piştre rawestandina kişandina enerjîya Rûsyayî jî.

Ji alîyekî din ve, Rûsya ji ber destwerdana wê di Ukraynayê de, di nava tecrîdeke rojavayî û sezayên aborî yên zor de ye. Wê hewl da ku hevpeymana nûklerîyê, bi rêya daxwazkirina garantîyên nivîskî ku wê ji sezayên ji ber destwerdana di Ukraynayê de bibûrîne, bi dewletên rojavayî re bike mijara bazarê. Ev yek hewcedarîya Rûsya ji Îranê re dide diyarkirin gava ku hevpeymana nûklerîyê were vejandin û seza ji serê rabin. Lê belê, li beramberî redkirina Amerîkayî û destnîşankirinên wê ku alternatîvên vê hevpeymanê hene, Moskova vekişiya da ku rê li pêşîya vê hevpeymanê vebe.

Ji alîyê xwe ve jî, Tehran dixwaze heyanî ji dest were, sûdê ji pêdivîya dewletên rojavayî bi petrol û gaza wê, bigire; li beramberî vegera li hevpeymanê, derxistina Pasvanên Şoreşgerî (Heres El_Sewrî) ji lîsteya terorê dike merc. Ev gav dibe ku ji danûstandinên Viyenayê re bibe asteng. Her wiha ev daxwaza ku ji derveyî hevpeymana nûklerîyê ye, fişarên hundirîn û derveyîn li ser Joe Biden zêde dike, ku ew vê gavê wekî gaveke sembolîk dibîne; çi ku ev sazîya leşkerî (Heres El_Sewrî) û piranîya fermandarên wê, di bin sezayên Amerîkayê de bûn.

Li beramberî vê yekê, daxwaza serokê Amerîkayê ya ji bo zêdekirina hilberandina petrolê di bazarên cîhanî de ku fişarê li Rûsyayê bike, rastî redkirina Imarat û Siûdîyê hat. Ev yek wek fişarekê li ser Waşintonê hat; da ku helwesta xwe ya ji bo bernameya Îranê ya nûklerîyê sererast bike û helwesta xwe ya ji bo şerê li Yemenê, ji nû ve di ber çavan derbas re bike.

Der barê Israîlê de; jixwe ew a herî zêde li dijî vê hevpeymanê û jinûve-vejandinê wê ye. Nemaze gava ku pê re, Waşinton daxwaza Tehranê ya derxistina Heres El_Sewrî ji lîsteya terorê, bipejirîne.

Rawestandina danûstandinên bi Siûdîyê re û armancgirtina Hewlêrê ya bi armanca lêxistina baragehên Israîlî yên li wê derê, wek nameyeke taybet ji bo hevalbendên Waşintonê yên li herêmê hat; gava ku hevpeymana nûklerîyê têk biçe yan jî berjewendîyên Îranê yên li herêmê bikevin nava metirsîtyê. Her wiha hin berpirsên Iraqî û Tirkî ji Reuters’ê re tekez kirin ku paldera bingehîn a vê yekê; planek ji bo dayîna gazê bo Tirkiya û Ewropayê bi hevkarîya Israîlê ye.

Diyar e ku armanc ji hevdîtinên vê dawîyê yên li Uman û Qahirayê û herî dawî civîna bilind a “Neqeb” ku Amerîka, Israîl û dewletên ku têkilî pê re girê dane li hev civandin, avakirina enîyeke herêmî bû ku yekdest be û fişarê li ser Îranê û çalakîyên wê, her wiha reforma wê di herêmê de bike. Her wiha şandina nameyan ji Waşintonê re ku li ser Îranê, der barê dosyaya wê ya nûklerî û projeya wê ya herêmî de, bêhtir hişk bike.

Dawîyê…

Li pêşîya vejandina hevpeymana nûklerîyê, rûbirûbûnên têkildarî alozîya Ukraynayê û helwesta hevalbendên Îranê li Rojhilata Navîn hene; ku wiha li vejandina hevpeymana nûklerîya Îranî û derxistina Heres El_Sewrî ji lîsteya terorê ya Amerîkayî dinêrin; qeydkirina şiyanên Tehranê yên nûlkerî û li beramberî wê jî berdana destên wê di herêmê de ye, bê ku kesek jê re bibe asteng.

Ji bo ku ti astengî di birêveçûna hevpeymanê û rakirina sezayan de çênebin û wek hewldaneke jihevkirina di navbera hevpeymana nûklerîyê û Heres El_Sewrî de, Tehranê pêşniyar kir ku mijara Heres El_Sewrî di hevpeymaneke cudayî ya nûkerlîyê de were îmzekirin.

Diyar e ku serdana wezîrê karê derveyîn ê Amerîkayê bo Til Ebîbê û hewldanên din, dikevin çarçoveya rehetkirina dilê Israîl û hevalbendên wê yên ereb e; ku Waşinton bi tevî dîplomasîya wê bi Tehranê re jî, ew berdewam e ku dê li hemberî gefên îranî raweste.

زر الذهاب إلى الأعلى