ANALÎZ

Di serdema   rêveberiya Co Baydin de, Pêşeroja têkiliyên  Tirkî- Emerîkî

Destpêk

Têkiliyên Waşington û Enqerê yên xwedî berjewendiyên stratejîk û kûrahiyeke herêmî û cîhanî; pir bi heve girêdayî ne. jixwe her du alî di van salên dawî de, ji bo hevkariyeke hevbeş  der barê pirsgirêkên herêmê de û pêkanîna têkiliyên hevbeş dixebitin. Lê di heman demê de her du alî rastî çend dosyayên aloz hatin, di serî de alîkariya Amerîka ji bo kurdan, neradestkirina Fethûlah Gulen, geşdana têkiliyên Enqerê bi Rûsya re û destwerdanên Enqerê di herêmê de.

Ev têkilî di çend qonaxan re derbas bû, bi taybetî  di serdema rêveberiya Trump de ku  carnan geş dibû û carnan jî sar dibû. Di rojên destpêkê yên serokatiya Baydin de yê  ku gotinên wî yên rexnegir li ser  siyaseta hundirîn û derve ya Tirkiyê; gelek bertek vedan û piraniya partiyên Tirkiyê  ev daxuyanî nepejirandin û jê xwestin ku rêzê ji serweriya Tirkiyê re bigire.

Qonaxên girîng di têkiliyên her du alîyan de

Piştî şerê cîhanê yê yekem û tevlêbûna Tirkiyê li rex hevpeymaniyê, nêzîkatiya wê bi welatên rojavayî re, endambûna di Neteweyên Yekbûyî di sala 1945`an de û paşê bû endamek di hevpeymaniya Natoyê de; têkiliyên Amerîka û Tirkiyê pir pêşketin. Jixwe piştî tevlêbûna wê di hevpeymaniya Natoyê de, Tirkiyê bû pasvanê sînorê welatên rojavayî yê başûr rojava li hemberî Yekîtiya Soviyetê di serdema şerê sar de.

Jixwe piştî bidestxistina AKP`ê desthilata Tirkiyê têkiliyên Amerîka û tirkiyê di çend qonaxên ciyawaz re dewsrbas bû, berztirîn qonax jî ev bûn:

1- Qonaxa têkiliyên bihêz:

– Ji bo avakirina xeteke parastinê li hemberî Soviyetê, têkiliyên her du welatan di vê qonaxê de, ji hêla leşkerî ve; pir berfireh bû û pêş ket.

– Ji bo berevaniya hevbeş, her du welatan çend peyman li dar xistin. Li gorî van peymanan jî Waşingoton, ji bo pêşkêşkirina alîkariyên  lêşkerî pabend bû.

– Di vê qonaxê de gelek perwerdeyên leşkerî yên hevbeş çêbûn.

2- Qonaxa AKP`ê : Jixwe Tirkiyê weke endamekî hevpeymaniya Natoyê, têkiliyên wê bi  Amerîkayê re pir xurt bûn, lê ji dema bidestxistna AKP`ê desthilata Tirkiyê di sala 2002`an; ev têkilî bi vî awayî hatin guhertin:

– Guhertina  siyaseta derve ya Tirkiyê bi rengekî ku ji siyaseta berê ya peyitiyê cuda be.

– Birêvebirina  siyasetekî dînamîktir  û bizavtir li qadên navneteweyî û herêmî, êdî ji xitimîna ku di siyaseta wê ya derve ya berê de dihat birêvebirin dûr, ket .

– Parlamentoya Tirkiyê destûr neda Amerîka û Natoyê ku bingeha Incirlîkê  ji bo hilweşîna rejîma Sedam Husên li Iraqê di sala 2003`an de, bi kar bînin.

3- Qonaxa guhertinê di têkiliyê de: Di vê qonaxê de têkiliyên di navbera Waşington û Enqereyê de dest bi avakirina taybetmendiyên nû kirin, ji ber ku Waşington dixwest ku ji nû ve rola Tirkiya yê weke destekdarê berjewendiyên Amerîkayê yên li herêmê bêyî dijberî, vegerîne. Lê belê Enqerê bi siyasetên xwe yên nû xwest ku berjewendî û ewlebûna xwe tekez bike û tu serçimandinan li ser hesabê berjewendiyên xwe nede, gelek dosya; nakokiya di navbera her du welatan de eşkere kir, ji wan:

– Dosyayên herêma Rojhilata Navîn, nemaze bûyerên Buhara Erebî.

– Pêngavên leşkerî yên Tirkiyê li Sûriyê; Weke pêngava Mertala Firatê di 2016`an de ji bo piştgiriya rikberiya Sûriyê di şerê li dijî Daîşê de li gundewarê Helebê, pêngava bi navê “Şaxê Zeytûnê” di Çileya 2018`an de, ji bo ku bajarê Efrînê ya Sûriyê ji destê YPG`ê derxe, jixwe Enqere wê weke rêxistineke sawkar binav dike û pêngava bi navê “Kaniya Aşitiyê” di Cotmeha 2019`an de, li bakurê Sûriyê, bi armanca dûrxistina YPG`ê ji tixûmê sînorî yê Tirkiyê.

– Lêdana têkçûyî li Tirkiyê ya di 2016`an de ku Enqereyê Waşington sûckar kir ku ew piştgiriya pilana wê kir û parastina pilangerên payabilind dike, nemaze piştî ku Waşingtonê “Fethulah Gulen” yê ku tê sûckar kir ku lêdana leşkerî pilankiriye radestî tirkî nekir.

Stûnên hevkariyê di navbera her du welatan de

Merov nikare nakokiya di navbera her du welatan de di çarçoveya aloziyên vê dawiyê yên di navbera Amerîka û Tirkiyê de nas bike, ji ber girîngiya jostratejîk a Tirkiyê ji bo Amerîkayê, êdî jidestçûna Enqereyê ji Waşingtonê; tê wateya serûberkirina ewlehiyê li herêma Rojhilata Navîn. Li aliyê din, Enqere bêyî piştgiriya Amerîka dê nikaribe ji derfetên Natoyê sûd werbigire, her wiha bêyî Waşingtonê Enqere dê gelek derfetên ewlehî û leşkerî yên ku di dest de ye, winda bike. Jixwe stûnên herî girîng ên hevkariyê di navbera her du welatan de ev in:

Hevkariya Natoyê

Stûna herî girîng a ku hevkariya her du welatan li ser ava vûye; endametiya Natoyê û beşdariya mezin a Tirkiyê  ye. Artêşa Tirkiyê piştî Amerîka di Natoyê de duyem arteşa herî mezin e û endamê heştem di beşdarbûna budçeya Natoyê de ye ku digihêje 90 mîlyon Euro, her wiha li Tirkiyê 26 baregehên leşkerî û navendên şopandin û berhevkirina agahiyan yên Natoyê hene.

Biçûkkirina rola Rûsya

Pêdiviya Amrîka bi hevpeymaniya bi Tirkiyê re li herêma Rojhilata Navîn heye, ji ber ku Enqere di parastina herêmê ji ketina Rûsiya û berferehbûna rola Îranê de; roleke girîng dilîze,  êdî ji bo vê yekê Amrîka piştgirî da tevgera leşkerî ya Tirkiyê li Azerbeycan û Lîbyayê, ji bo ku hebûna Rûsyayê lawaz bike, her weha Tirkiyê hevsengiyekê di navber hêzên bi bandor di hundurê Sûriyê de çêkir û hêz da Amrîka da ku pêşiya berfirehbûna milîsên Îranê û milîsên Esed li ser tevahî axa Sûriyê bigre, her wiha karîbû misogeriyan peyda bike da ku nehêle komên din yên li Sûriyê êrişî hêzên Amerîkî li Sûriyê bikin.

Tirkî girîngîyeke mezin dide têkilîyên xwe yên bi dewletên Belqanê re û têkilîyên baş bi dewletên Belqan ên rojvavayî re çêdike, ji ber ku wê mîna xaçerêyeke şaristanî û çandî dibîne. Her wiha Moskova jî di dîrokê de herêma Belqan mîna kilîta ewlekarîya xwe dibîne, lewre bi hemû keda xwe hewl dide ku parastina vê mîrateya çandî ya li wir bike. Ew jî bi riya pêkanîna pirojeyên perwerdeyî, tenduristî û binesazîyê. Her wiha Enqere jî piştevanîya pirojeya “Albaniyaya Mezin” dike, ev têgîn tê wateya yekbûyîna Albanan li ser xaka ku weke welatê xwe yê dayikê dibînin.

Dosyayên ku di têkilîyên her du welatan de asteng in:

Tevî hevbendiya stratejîk a ku bi dehên salan di navbera her du welatan de çêbûye jî, lê belê têkiliya wan di hin dosyayan de şikestî ye, girîngtirîn ji van dosyan jî ev in:

  • Girêbesta kirîna pergala moşekên S400:

Alozî di encama hevpeymana Tirkî – Rûsî ya di tîrmeha 2019’an, ji bo kirîna pergala moşekên S400 de derket. Vê yekê hişt ku di navbera Waşinton û Enqereyê de alozî derkeve; çimkî Waşinton û Natoyê kirîna pergala moşekan, weke gefeke eşkere li dijî pergala parastinê ya Natoyê dibînin. Di heman demê de jî Enqere wiha dibîne ku kirîna wê ji pergala moşekan re pêwîstîyeke ji bo dezgehên wê yên parastinê; çimkî wê nedikarî bi mercên erênî di Natoyê de girêbestên çekan bi dest bixe.

Di encama biryara Enqereyê de, Amerîkayê di 14’ê berfanbara 2020’an desteya pîşesaziya Tirkiyê siza kir û navê şêwirmendê pîşesaziyê di serokatîya Tirkiyê  de Ismaîl Demir û sê berpirsiyarên din di desteyê de, xist nava lîsteya sizeyan. Di nava sizeyan de jî qedexekirina deynan ji sazîyên diravî yên Amerîkî û qedexekirina rêdanên hawirdeya Amerîkî hene, her wiha Koşka Spî ragihand ku dê tevlîbûna Tirkiyê  di bernameya balafirên şer ên F35 de rawestîne û Tirkiye nikare wan bikire, tev wilo, van hemû sizeyan jî nikaribûn bihêlin ku Tirkiye xwe ji girêbestê vegerîne.

Bi hatina Baydin re helwesta Amerîkayê nehat guhartin. Berdevkê Pentagonê John Kerby di 5’ê reşmiya 2021’ê de ragihand ku xwesteka rêveberiya Baydin bi destberdana Tirkiyê ji moşekên S400 heye û ev yek bi pabendiyên wê ku mîna hevalbendeke Amerîka û Natoyê ye, li hev nake. Ev yek dide gumankirin ku ji ber vê girêbestê dê tevlîhevî di navbera her du welatan de zêde bibe. Bi taybetî piştî daxuyanîyên Baydin li pêşîya kongireya Miyûnixê ya ewlekarîyê. Baydin soz da ku dê Hevbendî di navbera her du  qiraxên Atlantî vegere. Vegerandina Amerîkayê ji zindîkirina Hevbendîyê û rola wê, tê wateya zêdekirina sepandina sizeyan li ser Tirkiyê, ew jî dema ku Enqere daxwazên Amerîkayê pêk neyne û vê girêbesta ku weke gefekê li dijî pergala parastina Natoyê dibîne; nede rawestandin an jî nekeve danûstandinan ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê û başkirina têkilîyan di navbera her du yan de.

Piştgirîya Amerîkayê ji kurdê Sûriyê re:

Pir nakokî li ser doza kurdên Sûriyê yên alîgirên rêxistinên kurd yên dijber(PKK) li hundir Tirkiyê  hene ku Tirkîye weke sawkar wan bi nav dike, lê fermadarîya Amerîkeyê piştgirîya wan di milî sîyasî û leşkerî de dike. Wezareta Derve ya Amerîkayê gelek caran nerihetî li ser destwerdana Tirkiyê  di bakurê Sûriyê de anîye zimên. Her wiha da zanîn ku divê pêngav li dij yekîneyên kurd werin rawestandin û Tirkîye û komikên Sûrî yên ku Tirkîye pişvanîya wan dike bi armancgirtina kurdê sivîl tawanbar kiriye.

Dibe ku tu guherîn di piştgirîya Amerîkayê ji bo kurdan de çênebin di serdema Baydin de û dibe ku ducaran jî zêdetir bibe. Nîşaneyên zêdebûna vê piştgirîyê yên herî li ber çav ev in:

– Daxuyanîyên fermandariya Amerîkayê ya nû, bilindkirina asta hemahengiya Amerîkayê bi kurdên Sûriyê re, ji bo şerê li dij rêxistinên sawkar, piştrast dikin.

– Helwesta Wezîrê Berevanîyê yê Amerîkayê Loyd Austin li hemeber kurdên çekdar gelekî erênî ye û pir piştevanîya wan dike. Her wiha parastina hevpişkiya bi wan re dike û wê hevpişkîyê weke hevpişkîyeke stratejîk ji bo şerê sawkariyê bi nav dike. Austin, dema ku fermandarê Fermandariya Nvendî ya Amerîkayî de bû, ji nêzîk ve kar bi QSD`ê re kiriye.

– Birett Makork, weke Nûnerê Amerîkayê yê Rojhilata Navîn li Encumana Ewlekariya Neteweyî hat erkdar kirin. Makork bi rola xwe ya di hemahengiya bi QSD`ê re navdar e. Her wiha berveniya kurdan û rola wan di rajekirina berjewendîyên Amerîkayê de dike..

Lewra ev piştevanî ji hêla fermandariya nû ve ji şervanên kurd handa ku şerê ferweriya Tirkiyê  bikin. Çimkî piştî pêngava”Pença Eylo 2″, hêzên Tirkiyê  cendekên sêzdeh hemwelatiyên tirk dîtin û Tirkiyê angaşt kir ku ew li ser destê PKK`ê li devera Gareyê li Iraqê hatin kuştin, piştî ku zêdeyî çar salan ew girtibûn.

Ev rûdan serokatiya Tirkiyê  hêrs kir û kir ku serok Erdogan di 15`ê reşemiyê de, Amerîkayê bi tundî rexne bike û daxwaz bike ku êdî dest ji piştgirîya wan bikişîne. Weke hewldanekê ji bo hedinandina hêrsa Tirkiyê , Wezîrê Derve yê Amerîkayê bi riya telefonê ku yekem telefon bû di navbera wan de, sersaxîya Wezîrê Derve yê Tirkiyê  kir û got ku “sawkarên PKK`ê berpirên vê bûyerê ne”.

Tirkî dizane ku ew li ber qonaxeke nû ye di dosyeya şervanên kurd de, lewra hewl dide li pêş piştgirîya Amerîkayê ya zêde ji bo wan rêxistinan raweste. Ew jî bi riya  zêdekirina fişarê li ser fermandarîya Amerîkayê di vî milî de. Dibe ku rijbûna Tirkiyê  li ser temamkirina peymana moşekên S400, her wiha misogerkirina hin jêderên din yên biçekkirinê li derveyî çarçoveya Nato û Amerîkayê ji bo zêdekirina fişara li Washingtonê bin, da ku piştgiriya kurdên bakurê Sûriyê rawestîne.

Destnîşanerên paşeroja têkilîyê di navbera her du welatan de

Çend destnîşaner hene ku karîna Tirkî û Amerîka ya birêvebirina nakokîyên di navbera wan de bi awayekî diblomasî û bi riya  danûstendinê didin pêş ku çereseriyên bi dilê her du alîyan pêşkêş bike. Dibe ku destnîşanerên herî girîng ev bin:

  • Rêyên pêwendiyê di navbera her du welatan de:

Eger her du welat karîbin nerînên pêwendiyê yên çalak ji bo pêkanîna hevkariyê di milê ewlekarî û hevsengiya herêmê de peyda bikin û bi hev re li hemberî hebûna Rûsî û Îranî li herêmê rawestin; ev yek dê li ser vegera pêwendiyên di navbera Waşinton û Enqerayê de tekez bikin

  • Karîn û hêzên her du aliyan ên dîtina çareseriyekê ji bo dosyeyên S400 û F35.

Destpêkirina danûstaninên dualî, dê rê li pêşiya Tirkiyê  veke ku sîstema balafirên F35 a ku Tirkî di bernameya wê de 1.4 milyar dolar veberhênaye, bi dest bixe. Eger dosyeyên rêkeftinên çekan bi babeta alîkariya Amerîkî ji bo kurdên bakurê Sûriyê  ve were girêdan, dibe ku ev yek bihêle ku Tirkî di pêşerojê de berê xwe nede girêbestên çekan bi Rûsiyeyê re û sîstema S400 çalak neke.

Ji ber metirsiyên derdora wê û ji bo zêdekirina amadebnbaşiyan li ser sînorê xwe û ji bo parastina ewlekarî û berjewendiyên xwe li herêmê, zehmet e ku Tirkiye dev ji girêbestên ku sîstema wê ya parastinê xurt dikin, berde

  • Çawaniya vegerandina Natoyê:

Tirkî yek ji hîmên bingehîn ên Natoyê ye û bi roleke girîng di parastina endamên wê yên Ewropî ji aliyê dergehê başûrê rojhilat ve dilîze. Eger Amerîka bixwaze rola Natoyê ji nû ve vejîne, dibe ku rêyên pêwendiyê  di navbera wê û Tirkiyê  de zêdetir bibin. Ev jî dibe ku derfetê bide her du aliyan da ku li ser maseya gotûbêjê bi hev re rûnin û dosyeyên ne çareserkirî di navbera wan de,  çareser bikin.

  • Rewşa kurdan:

Nebaweriya di navbera her du welatan de ji aliyê dosyeya kurdî ve, gihaşt rêjeyeke pir bilind. Ji ber wê jî  eger her du alî karibin li ser vê dosyeyê lev bikin û çereseriyeke ku Tirkiye jê razî be di vê der barê de were dîtin, ev yek dê vegera hevkarî û hevrêziyê di navbera wan de han bide.

Dawî

Di vê dema dawî de û di encama pirsgirêk û aloziyên di navbera her du aliyan de ji aliyê strasejîk ve, têkiliyên di navbera Tirkiî û Amerîkayê de gihaştine rewşeke pir aloz û dosyeyên nakokiyan di navbera wan de zêde bûne. Ev jî dide diyarkirin ku zehmet e bi doblomasiyeke serkeftî ev pirsgirêk werin çareserkirin. Lê ev nayê wê wateyê ku rewş di navbera her du aliyan de dê bighêje asta rageşî û dijberiyê, çimkî Waşinton naxwaze hevpeymanekî xwe yê xurt ku berjewendiyên wê li Rojhilata Navîn diparêze, ji dest bide.

Dibe ku rêveberiya Amerîkayê ya nû berê xwe bide bragmatiyê di têkiliyên xwe yên bi Enqerayê re, ji ber wê jî dibe ku rola wê di Natoyê de çalak bike û di heman demê de rola Natoyê jî li herêmê çalak bike, her wiha dibe ku Amerîka danpêdanê bi rola Tirkiyê ya sereke li herêmê bike. Ev jî dibe ku bihêle Enqera di babeta sîstema S400 û hin dosyeyên din ên hundirîn û herêmî de bike.

Ji ber ku hikûmetên her du welatan hewcedarî hev in û naxwazin rêyên hevkariyê di navbera xwe de qut bikin, hin nîşaneyên başkirina têkiliyên di navbera wan de xuya dikin. Ji ber wê jî em dibînin ku her du alî dosyeyên hêsan ên di navbera wan de çareser dikin û dibe ku ev jî destpêka çareserkirina pirsgirêkên mezin be. Lê dibe ku pêngavên başkirina têkiliyên di navbera wan de demeke baş dirêj bixwe.

https://fikercenter.com/position-papers/%D9%85%D8%B3%D8%AA%D9%82%D8%A8%D9%84-%D8%A7%D9%84%D8%B9%D9%84%D8%A7%D9%82%D8%A7%D8%AA-%D8%A7%D9%84%D8%A3%D9%85%D8%B1%D9%8A%D9%83%D9%8A%D8%A9-%D8%A7%D9%84%D8%AA%D8%B1%D9%83%D9%8A%D8%A9-%D9%81%D9%8A-%D8%B8%D9%84-%D8%A5%D8%AF%D8%A7%D8%B1%D8%A9-%D8%A8%D8%A7%D9%8A%D8%AF%D9%86

زر الذهاب إلى الأعلى