ANALÎZ

Karvedanên Erdhejê Li Ser Qada Sûrîyê

Di Navbera Rastî û Siyasetê De

 

Hîna herêm bi taybetî û cîhan bi giştî, di rewşeke xemgîn û hevdilîyê de bi qurbanîyên erdhejê er dijî, ew erdheja wêrankar ya ku di 6 reşemehê de  Sûrî û Tirkî rastî wê hatin, erdheja yekem bi hêza 7.8 pile û dûvre erdhejeke din bi hêza 7.6 pile bû, her wiha di pey re jî gelek lerzên vedayî çêbûn, ev erdheja ku di herêmê de ya herî dijwar bû, gelek ziyan kirin ku gelek kesan jîyana xwe ji dest dan ku hîna jimar bi berdewamîya lêgerîna di bin kavilan de bilin dibe û gelek kes jî birîndar bûn, ev yek li gel kesên ku di bin kavilan de hîna winda ne û tîmên parastinê nikarîbûn bigihêne wan, ew jî ji ber hin sedeman; mîna lawazîya karînan, qelsîya alavan û firehîya qada herêmên ziyandîtî, her wiha bi ser van ziyanên canî de pir ziyanên darayî jî rû dan.

     Di vê şîrovenameyê de em ê hin xalan ronî bikin, weke dema hestîyar a erdhejê ya herêmê û rewşa siyasî ya giştî û rastîya alîyên beşdar ku erdhejê di alozîya Sûrîyê de diyar kir, her wiha em ê helwesta Rêveberîya Xweser a Bakur û Rojhelatê Sûrîyê derbarê bobelatê de diyar bikin, her wiha sedemên ku rêjîm û Rikberîyê  ji ber wan alîkarîyên Rêveberîyê wernegirtin.

  • Erdhej û Dema Hestiyar a Herêmê:

Ev erdhej di demekê de hat ku Sûrî û Tirkî di nava nakokî û alozîyên hundirîn de dijîn, jixwe Tirkî li bendî hilbijartinên serokatî û perlemanî ne ku hemû alîyên hevrik di hilbijartinan de di nava rewşeke rikber de ne, ev yek jî tevî alozîya wê ya aborî ya ku barê ferwerîyê giran dike û fişareke mezin li ser wê çêdike.

   Rewşa Sûrîyê jî nayê veşartin, jixwe ew jî welatekî lawaz û parçebûyî ye, ev yek jî ji ber alozîya ku ev bihtirî deh salan e ku ew di nava wê de ye û encamên ku wê alozîyê li ser zemînê kirine ku şerê navxweyî di nava hemû alîyê nakok de berdewam e, her wiha rewşa aborî ya lawaz a ku barê welatîyan û alîyên nakok giran kirîye, ew yek jî ji ber daketina nirxê lîreya sûrî ta jimarne pir kêm û metirsîdar, jixwe destwerdanên herêmî û navneteweyî di alozîya Sûrîyê de, rewşa welêt roj bi roj aloztir kirine.

     Ev erdheja tund mîna xêza awarte bû ku nexşeya heyî pir guhert, bêgoman dema piştî erdhejê dê ji ya berî wê cûda be, ew jî ji ber ku tundî, ziyan û nişkatîya erdhejê, hemû alî matmayî hiştin.

  • Erdhejê Rastîyên Li Ser Zemînê Diyar Kirin:

Her dem bobelat û arîşe, rûyê rastî yê mirov, kom û helwestên welatan diyar dikin, lewra tişta veşartî  piştî vê erdhejê diyar bû û rastîya her yekî ji alîyên li ser zemîna Sûrîyê eşkere bû.

     Tirkîye û  Milîsên Rikberîya Sûrîyê: Diyar e ku milîsên Rikberîya Sûrîyê yên ku di nava xwe de li ser dabeşkirina talanan nakok in li herêmên ku Tirkîyê dagîrkirine, bi fermanên Tirkîyê tev digerin, lewra ceger nakin ku biryarekê an jî helwestekê li ser bûyerekê bêyî erêkirina desthelata Tirkîyê diyar bikin, Bêgoman Tirkî li ser derbasbûna alîkarîyan ji herêmên Rêveberîya Xweser ji bo herêmên Rikberîyê , erê nekirîye û dê erê neke jî, ne tenê neerêkirin; lê li gor hin zanyarîyan hin milîsên desthelatdar li bakurê Sûrîyê yê dagîrkirî, ferman wergirtine ku guleyan berdin her milîs an kesekên ku hewl bide alîkarîyan ji alîyê Rêveberîya Xweser derbas bike û  werbigire, ev helwesta Tirkîyê jî ji ber tirsa wê ji pêşketina ku dibe di navbera Rikberîya Sûrîyê an jî bi kêmanî di navbera hin milîsên wê û Rêveberîya Xweser de li ser asta siyasî çêbibe.

    Ne dûr e jî ku hin milîsên Rikberîyê  (nemaze yên dijî lihevhatina Tirkîyê bi rêjîma sûrîyê re) berê xwe biguherin ber bi alîyê lihevhatinê bi Rêveberîya Xweser re, jixwe Tirkîye vê yekê napejirîne, ne ku Tirkîye ji wan milîsan û rola wan ditirse, lê ew ditirse ku ji alozîya Sûrîyê bi giştî re çareserî were dîtin, êdî tu bihane ji Tirkîyê re namîne ji bo ku li ser xaka Sûrîyê weke dagîrkerekî bimîne, jixwe dema alîyên sûrîyê nêzîkî hev bibin, dê tu pêdivî bi hebûna Tikîyê tune be.

     Jixwe nêzîkatîya komên Rikberîyê ji karvedanên erdhejê re, diyar kirin ku ew herêm di rewşeke tevlîhev, kêmanî û pirbûna hêzên heyî de dijî, êdî di encamê de jî biryar pir dibin. Jixwe baştirîn mînak ji bo tekezkirina gotina borî, derengmayîna wan komên Rikberîyê  ji bo çareserkirina encamên erdhejê ye ku gelek malbat bi kêlî û rojan di bin kavilan de man; ew jî bêyî ku tîmên hawarçûnê û hêzên berevanîya sivîl, destwerdanê bikin, êdî tenê kar li wan herêman bi rêya destpêşxerîyên kesane û alavên hêsan û sivik bi rê ve diçû, vê yekê jî hişt ku jimara mirîyan bilin bibe, ev yek jî diyar dike ku ew kom li wê herêmê sivkatîyê bi jîyana welatîyan dikin, lewra encama ku dê ji erdhejê jî derkeve ji bo wan ne pir girîng e, tenê ji wan re girîng e ku ew li ser xakê weke desthelatdar bimînin.

Rêjîma Sûrî: Encamên erdhejê diyar kirin ku herêmên rêjîmê ji rewşa herêmên komên Rikberîyê, ne di rewşeke baştir de ne, jixwe rewşa lawaz a ku herêmên rêjîmê ji hemû hêlan ve tê de derbas dibe diyar bû; aborîya têkçûyî, binesazîya lawaz û kêmbûna xizmetguzarî û pêdivîyên rojane.

Êdî di navbnera van rewşan de jî, welatîyekî ku dehsalên alozîyê ew westandine maye, jixwe alîkarîyên ku ji hin welatên erebî hatine pêşkêşkirin, hinekî zehmetîya rewşê sivik kirin, lê tevî wan alîkarîyan jî, hin zanyarîyan tekez kirin ku ew alîkarî nagihên wan kesên xwedî pêdivî û ziyandîtî, her wiha tevlîhevî di şêwaza belavkirina wan alîkarîyan û gihandina wan ta kesên xwedî pêdivî de heye.

  • Wernegirtin û Nepejrandina Alîkarîyên Rêveberîya Xweser:

Ji ber ku  Rêveberîya Xweser li ser xaka Sûrîyê alîyekî bi bandor e, dê bê dudilî gavine li ser zemînê avêtin ku di cih de karwanekî alîkarîyê ji heyberên hawarçûn, bijîşkî û sotemenîyê amade kir, daku ew berê wî karwanî bide herêmên ji erdhejê ziyan dîtine ku ew jî herêmên Rikberîyê  û rêjîmê ne.

     Ev yek ji hêla Rêveberîya Xweser ve hat ragihandin; ew jî tevî hemû nakokîyên siyasî û leşkerî li ser xaka Sûrîyê, lê vê Rêveberîyê dît ku her çendî nakokîyên alîyan pir bin jî, lê di van rewşên hestyar de, ew nakokî dane alî, êdî danûstandin bi alîyê din re li ser bingeheke mirovî û niştîmanî dûrî alozîya siyasî li welêt tê kirin, daku ziyan sivik û kêm bibin.

   Ev gav ji hêla Rêveberîya Xweser ve hat avêtin; tevî ku alîyên din nepejrandina wan alîkarîyan ragihandin, hin alavên ragihandinê û berpirsên Rikberîyê  angaşt kirin ku Rêveberîya Xweser bi vê gava xwe hin merc ji bo radestkirina alîkarîyan danîne, her wiha li gorî angaştkirina wan Rêveberîyê dixwaze wêneya xwe li pêş cîhanê paqij bike; daku Rêveberî hin qezenc û takemafan bidest bixe.

  Lê tevî wê yekê jî Rêveberîya Xweser tekezî li ser derbaskirina alîkarîyan û gihandina wan ji bo kesên ziyandîtî li herêmên wêrankirî kir, ew jî ji bo sivikkirina êşa wan ya giran. Ji alîyê xwe ve berpirsên Rêveberîya Xweser ragihandin ku her yek ji komên Rikberîyê û hêzên rêjîma Sûrî alîkarîyên wan nepejirandin, her wiha navgînên ragihandinê yên xwecihî, erebî û cîhanî tekez kirin ku karwanên alîkarîyê ji bo çend rojan li ber dergehên di navbera Rêveberîya Xweser û herêmên her du alîyan de li bendî rêdayîna derbasbûnê bûn.

Jixwe ev jî ne cara yekem e ku Rêveberîya Xweser dibe sedema yekkirina helwesta Rikberî û rêjîmê, jixwe ev helwest ji hêla Rikberî û rêjîmê ve ne nû ye ku ew di rewşên bobelatên suriştî de jî, siyset û karvedanên wê bikar tînin, lewra mirov dikare bibêje ku ew wan alîkarîyan  ji ber hin sedeman wernagirin, ji wan jî ev in:

 1- Rikberî û rêjîm dibînin ku wergirtina alîkarîyan ji dest Rêveberîya Xweser mîna kêmanîyekê û danpêdana bi hebûna Rêveberîya Xweser li ser zemînê ye, jixwe Tirkî vê yekê napejirîne.

2- Her du alî ditirsin ku ev gav ji bo Rêveberîya Xweser bibe mîna kaxezeke xurt, êdî dibe ku Rêveberî di guftûgoyên siberojê yên di navbera alîyên sûrî de, sûdê jê werbigrin.

3- Pêşkêşkirina alîkarîyan ji alîyê Rêveberîya Xweser ve ji bo wan herêman, nîşaneya hestê niştimanî yê sûrî li gel Rêveberîya Xweser e, ev yek jî berovajî wê nerîna ku her du alîyan didan xuyakirin e ku daxwazên perçekirinê li gel Rêveberîyê hene, her duyan ew alîkarî wernegirtin, daku ji civaka navneteweyî re tekez nekin ku ev Rêveberî niştîmanperwer e û ew bi tenê li gor pîvanên niştimanî tev digere.

4- Her du  alîyan hin merc ji bo wergirtina alîkarîyan danîne, ya herî diyar ji wan mercan wergirtina rêjeyeke mezin ji wan alîkarîyan e, ew jî beramberî gihandina rêjeyeke pir kêm ji wan alîkarîyan ji bo welatîyên ku ji erdhejê ziyan dîtine.

Rêveberîya Xweser netenê alîkarî ji bo herêmên ku ji erdhejê ziyandîtî re pêşkêş kirin, lê wê di roja şemîyê (12. 2. 2023) de vekirina hemû dergehên xwe li pêşîya alîkarîyên mirovî ji bo derbaskirina wan ji bo herêmên ziyandîtî, ragihand ku agahî ji bo hêsankirinê dan, her wiha di roja duşemê (13. 2. 2023) de ragihand ku wê rê li ber derbaskirina karwanekî alîkarîya hawarçûnê vekir ku ew karwan bi ser rêxistina “Bijîşkên Bêsînor” ve bû, jixwe berê wî karwanî li herêmên ku ji erdhejê ziyandîtî bû, ew karwan jî di dergehê Um Cilûd de ya li Minbicê derbas bû ku ber bi bakurê rojavayê Sûrîyê ve çû.

     Li dawîyê em dikarin bibêjin dibe ku ev bobelata wêrankar bi ser hemû xemgînîyên ku di pey xwe re anîn, ew derfeteke baş be, daku hemû alêyên li ser zemîna Sûrîyê li xwe vegerin, dibe ku ev erdhej ji alozîya sûrî re di şeveke tarî de, mîna ronahîyeke kêm be, her wiha ne dûr e ku ev erdhej di warê siyasî, leşkerî û aborî de ji Sûrîyê re bibe sedemek ji bo çareserîyekê, tevî ku tişta li ser zemînê diqewime vê yekê napejirîne jî, lê rewşa Sûrîyê ji bo hemû sînaryoyan dimîne vekirî, ne dûr e jî hin guhertin li ser zemîna Sûrî bigiştî rû bidin, nemaze piştî erdheja dijwar ya ku dibe qada siyasî li Sûrîyê bihejîne, êdî dibe ku encamên lerza sîyasî ji gelê Sûrîyê re xêr bin.

زر الذهاب إلى الأعلى