ANALÎZ

Rewşa Sûriyeyê, piştî daxuyaniyên Çawîş Oglo (rehend û rêgeh)

Rewşa Sûriyeyê, piştî daxuyaniyên Çawîş Oglo (rehend û rêgeh)

Daxuyaniya wezîrê derveyîn ê Tirkiyeyê Mewlûd Çawîş Oglo ya bi boneya bidawîbûna çalakiyên kongira Balyozan a sêzdehem ku got: “Gereke em opozisyon û rêjîma Sûriyeyê li hev bînin an jî dê aştiya mayînde tune be“, her wiha diyaloga wî ya kurt bi wezîrê sûrî yê derveyîn (Fêsel Miqdad) re, bi qasî ku li ba opozisyonê (aliyê wê yê gelêrî) tiştekî seyr û nişkivîn bû, li ba dewleta Tirk ne tiştekî nişkevîn e. ji ber wê jî gel derket xwepêşandanên mezin li piraniya bajarên di bin dagirkeriya dewleta Tirk de.

Dewleta Tirk êdî li gor nerîneke biragmatîk a xwerû, hesabên xwe didosyeyên siyasî, aborî û leşkerî yên ku bi rêya wan danûstandinê bi dewletên erebî re dike, vedigerîne û tekez dike ku her yek ji wan ji ya din cudatir e. Têkiliyên tirkî-misrî ji ber alîgirîya diyar a dewleta Tirk ji Ixwanan re ku dixwestin piştî şoreşa îlona 2011 bigihêjin desthilatê, hişt têkiliyên tirkî misrî nebaş bibin. Ev yek bi Siûdiyê re jî dubare bû dema rojnamevan Cemal Xaşiqçî li Tirkiyeyê hat kuştin. Her wiha li Lîbiyayê piştgiriya himûmeta Wîfaqê li dijî alaya Xelîfe Hefter kir.

Ji vê siyaseta nehedar a Tirkiyeyê li herêmê tê diyarkirin ku ew dixwaze pêşewatiya xwe (li gor ku ew dibêje) vegerîne, nemze piştî ku pêşewatiya wê ya herêmî ji dest da. Ev yek bi rêya kêmbûna pejirandina erebî ji rola tirkî li herêmê re tê diyarkirin. Sedema vê nepejirandinê jî ew e ku Tirkiye ne faktoreke erênî ye, lê belê ewbûye faktoreke kirîz û aloziyê. Ji aliyekî din ve ew hewil dide aboriya xwe ya jevketî bi ser hev de bîne. Sedema wê kirîza aborî jî, kêmbûna nirxê lîreya tirkî li ser hesabê destwerdana wê ya di karûbarên hundirîn ên dewletan de ye.

 Mirov nikare bibêje ku dewleta Tirk heman siyaseta ku li dewletên navborî dimeşand, li Sûriyeyê jî dimeşîne; lê belê ew li Sûriye li gorî gotina ku dibêje “ew kuşt û di cenazeyê wî de jî dimeşe“ tev digere. Wê gelek alozî û pirsgirêk ji Sûriyeyê re anîn, her wekî: rêkeftina kêmkirina rageşiyê, Asetana, Sûtçî (ji aliyê siyasî ve) û destwerdana leşkerî ya rasterast  di Sûriyeyê de (ji aliyê leşkerî ve) û  alîkariya wê ya ji rêxistina Daişê re bi hemû rêbazan ku wê di encama hebûna xwe ya li herêmên ku desteser kirin de, gelek pere, dahat û gencîne bi dest xistin berî ku HSDê wan herêman ji Daişê rizgar bike. Eger mirov bixwaze behsa dizîna şûnwar, alavên kargeh û beşgehên pîşeyî û bazirganî bike, dê babet bi vî awayî bi dawî nebe û dê bigihêje dizîna hin tişran li ser asta dewletê.

Xwepêşandanên gelêrî yên ku di bin nave “pê re li hev neyê“ li herêmên di bin dagirkeriya dewleta Tirk de derketin, weke bersiv li hemberî daxuyaniyên wezîrê Tiriye yê derveyîn bûn. Van daxuyaniyan hinekî nêzîkatî di navbera Sûriye û Tirkiye de bi alîkariya rûsî çêkir. Ev yek jî di encama civînên Asetana û Sûtçî yên dawî de derket hole. Di heman demê de rewşek ji çavdêrî û tirsa ji tişta bê, konê xwe li ser helwesta gelêrî ya sûrî vedide. Îcar, gelo eger levkirinek an jî nêzîkatiyek di navbera dewleta Tirk û Sûriye de (li ser asteke bilind) pêk hat, ev yek dê bihêle dewleta Tirk çi rehendan pêk bîne? Ev yek jî berê me dide van xalên li jêr:

  1. Eger nêzîkatî yan jî levkirin di navbera serokê her du dewletan de çêbû (weke ku navgînên ragihandinê û malperên civakî reklama wê dikin), ev yek dê jib o rêjîma Sûriyeyê weke serkeftineke diplomasî be. Nemaze di demeke ku ev rêjîm dixwaze xwe vegerîne Komkara Erebî, têkiliyên xwe bi hin dewletan re baş bike (di nav de dewleta Tirk); nexasim ji ber ku ew dizane ku pir zehmet e ew bi rêya leşkerî xaka Sûriyeyê ya ku hatiye dagirkirin, vegerîne. Ji aliyekî din ve rêjîma Sûriyeyê dixwaze rewabûna xwe ya navneteweyî vegerîne; ew jî bi rêya pêkanîna nêzîkatiya diplomasî ya rages bi hin dewletan re. nexasim dema babeta vegerandina koçberên tirkî bo Sûriyeyê jî di nav hesabên wê de be. Ev yek dê cihê wê yên navdewletî xweştir bike; bi taybet eger em kaxeza vegera koçberên sûrî di ber çavan re bigirin.
  2. Dema ku Tirkiye gaveke wiha diavêje ku nakokîyên di navbera xwe û Sûrîyê de ji bîr bike, ev tê wê wateyê ku Tirkîye di civînên dawîn de li Astane û Soçîyê girêbestek (sefqek) bi dest xistiye. Lewra zimanê xwe li hember Rêjîmê nerm kiriye, bi taybet ku di destpêka şoreşa Sûrîyê de Tirkîyeyê banga çûna Esed ji desthilatê dikir û piştre bi demekê asta gotara daxist û doza çareserîyeke sîyasî li Sûrîyeyê kir û vê dawîyê jî derdor hemû şaşwaz hêla dema ku ragihand ku ew dixwaze bi Sûrîyeyê re li hev were. Heke em bibêjin bi zimanekî sîyasî ku Tirkîye kete xefka Rûsîyê de û Rûsîya ew ber bi çiravê ve ajot, lê niha ev daxwaza Tirkîyeyê jî piştî ku pirsa koçberan bû barekî sîyasî û aborî li ser milên wê.
  3. Dixuye ku rikberîya Sûrîyê bi her du beşên xwe ve ya sîyasî û ya çekdar di vê demê de pir lawaz bûye, bi taybet piştî ku Tirkîye li wan qulibî ku berê Tirîkyeyê digot ku ew piştgira gelê Sûrîyeyê ye û xaka Tirkîyeyê her dem li pêş gelê Sûrîyê vekiriye. Heke rewş wiha bi rê ve biçe dê rikberî li pêş hin bijardeyên nezelal be ew jî piştî ku nikarîbû pabendî van xalan be:

Rikberîyê bi yekcarî re xwe bi dest Tirkîyeyê ve berda çi li hundirê Sûrîyeyê çi li derveyî wê ku bû çete jê re û ev yek li dij hestê niştimanî yê rasteqîn e yê ku hemû sûrî wê red dikin.

  1. Rikberî ne xwedîya projeyeke sîyasî bû, lewra bê rêxistin û pergal bû û di dîtina sîyasî û leşkerî de li xwe girtî bû.
  2. Êdî hew bawrîya sûrîyan bi rikberîyê heye, bi taybet piştî ku nikarîbû tu pêşketina sîyasî bi dest bixe û daxwazên wan pêk bîne.
  3. Rikberîyê hemû bangên dîyalogê yên Meclisa Sûriya Dempkratîk red kirin.

Di encamê de heke rikberîya Sûrîyeyê bixwaze xwe ji vê tengasîyê rizgar bike, divê li wan xalên li jorê rêzkirî vegere berî ku Rêjîm bi carekê re wê bi dawî bike.

Em vegerin daxuyanîya Wezîrê Derve yê Tirkîyeyê, Mewlut Çawîş Oglo ku girêdayî rikberîyê bû û bû eger ku milet li deverên di bin dagirkerîya Tirkîyeyê de derkevin xwepêşandanan. Heke rast Tirkîye ev gav li hember bidestxistina girêbestekê avêtibe, gelo rewşa deverên Rêveberîya Xweser li bakur û rojhilatê Sûrîyeyê piştî vê daxuyanîyê dê çawa be, gelo ew ji vê tevgerê dûr e û gelo divê çi bike?

Bi rastî em nikarin xwe ji ber van rûdanên sîyasî yên ku li ber derîyê me ne bidin alî ka gelo ev rûdan çi ji me dixwazin û em çi ji wan dixwazin?

Li gor xalên navbihûrî, divê Rêveberîya Xweser cidî li ser pêşketinên sîyasî bisekine ku em dikarin wan pêşketinan li gor hin şopan destnîşan bikin:

  1. Şopa Tirkîyeyê: Her dem û gav rêjîma Tirkîyeyê dijminatiya xwe ji Rêveberîya Xweser re aşkera dike ku ji ber vê yekê jî ew amade ye xwe nêzî rêjîma Sûrîyê bike ku berê dijminatiya wê jî dikir. Sîyaseta Tirkîyeyê rastîya projeya neteweya demokratîk nas dike ku rêyek e ji bo hemû pirsgirêkên deverê di nav de pirsgirêkên dewleta Tirkîyeyê yên hundirîn jî û di serî de dosyeya ramanger Ebdela Ocalan û bi vî rengî pirsa kurd jî çareser dibe. Lê ji ber ku Tirkîye vê yekê naxwaze, şerê kurdan dike bi rêya lihevkirina bi Rêjîma Sûrîyeyê re li gor prensîba “Dijminê dijminê min hevalê min e” da ku zextê li Rêvevberîya Xweser bike û wê ji milê ciyosîyasî ve dorpêç bike û bi vî rengî bihêle ku hêzên Amerîkayê vekişin piştî ku hemû li hev werin çimkî madem serwerîya Sûrîyeyê vegeraye pêş, êdî tu pêdivîya mana van hêzan namîne.
  2. Şopa Sûriyeyî: Rêjîma Sûriyeyê baş dizane ku di dema dûrketina wê ji çareserîya siyasî de, civaka navdewletî li gorî encamnameyên Cinêvê bawerîyê pê nayîne ku li ser desthilatê be. Lewra jî berê xwe dide siyaseta nermbûyînê ya bi dijminên xwe yên klasîk re û ji wan jî dewleta Tirk e. Rêjîma Sûriyeyê bi rêya nêzîkbûna xwe û ji ber dewlemendîya hêrêmên di bin destên Tirkiyeyê de mîna Efrînê, pêşketinên aborîyî dibîne û zehmetîyên aborîyî yên li serê sivik dike. Li gorî vê jî û di heman rêyê de bi rêjîma Tirkiyeyê hevdîtinan pêk tîne, her wiha bi rêya wê sûdê ji pereyên kesê li derve ku bi diravên zehmet tên digire û ew di vê demê de pir pêdivîya wê pê heye. Pê re jî dê dora opozisyonê di mala wê de asê bike. Diyar e ku têkilîyên herdu alîyan ne ji niha ve ne, lê belê ji 2017’an ve behsa têkilîyên neyekser di navbera rêjîmên Sûriye û Tirkiyeyê de tê kirin; bi tevî ku herdu alîyan ev mijar derewand. Piştî wê jî herdu alî jî li xwe mukur hatin ku li ser asta saloxgêrî têkilî di navbera wan de hene û piştî wê bi pênc salan, wezîrê derve yê Îranê derket û got ku hewldanên Tehranê yên ji bo “rakirina nerehetîyan di navbera Şam û Enqereyê de” hene. Piştre jî daxuyanîyên Tikriyeyê yên fermî ku vê dawîyê datin dayîn egerên vegera têkilîyên di navbera herdu dewletan de dipeyitîne.
  3. Şopa Rûsiyayî: Rûsya hewl dide di Sûriyeyê rola polîsê trafîkê bi hemû alîyan re bilîze. Ew hîn jî bi rêya destekdayîna eşkere ya bi rêjîmê re di warê siyasî, leşkerî û aborî ve qezencên xwe pir dike. Der barê dewleta Tirk de jî, hewl dide wê mîna serbazekî siyasî li pêşîya dewletên rojavayî, nemaze ku ew endameke NATO’yê ya alîgirê Ukraynayê ye, han bide. Her wiha Rêveberîya Xweser jî dê bimîne li beramberî hewldanên Rûsyayê yên qezenckirina gelek berheman; çi ku ew lîstikvana yekem e ya ku bawerîyê bi silametîya wê – li gor dide xuyakirin – di herêmê de tîne.
  4. Şopa Amerîkî: Bi tevî ku Amerîka dibîne ku Esed mafdayîyên siyasî yên têkildarî bendên Cinêvê pêk neanîne jî, lê belê ji bo mayîna wî dike şert ku dest bi proseseke siyasî ya gelemper ku hemû alîyên Sûriyeyê tê de beşdar bin, bike; jixwe ev yek pêk nayê. Ev şertê amerîkî dihêle ku hemû hewldanên pêkanîna têkilîyan bi alîyekî, çi kes an jî kompanîyan re be, di nava metirsîyan de bin; nemaze ku ji bo her kesê ku tiştekî wiha bike dê rastî sizayan were. Jixwe hebûna Amerîkayê ya di nava Koalisyona Navdewletî ya li Sûriyeyê ji bo şerê li dijî DAIŞ’ê de, xwedî giranîyekê ye di herêmê de û dihêle ku pêkanîna têkilîyan di navbera rêjîmên Sûriye û Tirkiyeyê de ne xwedî bandorên giran be li ser herêmên Rêveberîya Xweser.
  5. Şopa Rêveberîya Xweser: Tiştekî berçav e gava em daxuyanîya wezîrê derve yê Tirkiyeyê Mewlût Çawûşoglu ya der barê niyeta welatê wî ji bo pêkanîna lihevatinê bi rêjîma Sûriyeyê re, bi gotina “di siyasetê de dijmin tune ne” ve girê bidin. Rêveberîya Xweser li beramberî guherînên siyasî yên ji kokê ve ye. Di encama guherîna hevbendîyên navdewletî û nemaze piştî şerê Rûsya – Ukraynayê, vegherîna Ewropayê ya di warê enerjîyê de bo Rojhilata Navîn, alozîyên Iraqî û Libnanî, dosyaya nûklerîyê ya Îranê û hewldanên jinûveavakirina DAIŞ’ê di Sûriyeyê ji alîyê Tirkiyeyê ve, bi giştî teqez dikin ku di siyasetê de tiştekî xweragir tune ye. Li beramberî vê jî Rêveberîya Xweser a bakur û rojhilatê Sûriyeyê hewldanan dike ku projeya Neteweya Demokratîk di navbera tevaya gel de xurt bike; çi ku ew bingeha sereke ye ya ku dê bikare li dijî projeyên li dijî Rêveberîya Xweser in derkeve, jixwe vê yekê bi rêya pêkanîna komcivîn û semîneran pêk tîne. Eger li dijî Rêveberîya Xweser tewereyek ji alîyê dewletên garantor ên Astanayê ve çêbibe, dibe ku QSD û koalisyona navdewletî asta têkilîyên xwe hildin asta hevkarîya stratejîk, ne tenê di warê leşerî de, lê belê warên din mîna warê siyasî de. Hevkarîya stratejîk dibe faktoreke hêzê ji MSD’ê re di prosesên siyasî de û ev yek bi awayekî erênî di danûstandinên siberojê de vedigere. Her wiha hewldanên wê yên firehkirina têkilîyên xwe yên diplomatîk, nemaze bi derdora erebî ya çalak re ku li ser tevaya herêmê xwedî bandor e.
زر الذهاب إلى الأعلى