ANALÎZ

Heyet Tehrîrulşam û Hewldanên Pînekirina kirasê xwe

Heyet Tehrîrulşam ya ku di lîsteya “terorê” de birêzkirî ye, hewl dide ji nû ve hêzên xwe li Idlibê binijinîne. Ev rêxistin dixwaze hêzeke nû û navînî ava bike ku ji hêla hêzên derve û hundir ve were qebûlkirin û bi berjewendiyên navneteweyî û herêmî di serî de yên Tirkiyeyê re bigunce.

Piştî ku Heyet Tehrîrulşam roleke sereke di damezrandina Hikûmeta Rizgarkirinê de sala 2017an lîst û sûcên li dij pîvanên mirovahiyê der heqê sivîlan de kirin û zagona navneteweyî binpê kir û ji bo ku rengekî ji rewabûnê li gor qonaxa nihayî li statûya xwe bar bike, hin guhartin di şopa xwe ya îdeolojîk de pêk anîn da ku navê wê ji lîsteya terorê rabe.

Her wiha her kesên ku ew gavên wê rexne kirin, dûr xistin û li şûna wan xortên ku perwerdeya îdeolojîk li kampên Heyetê li Idilbê dîtine bi cih kirin. Ji bo ku mizgeftan li gor rêbaza nû kontrol bike jî, şêxên ku gotina wan di nav civakê de li deverên “HTŞ” heq tîne her wiha alîgirên Hikûmeta Rizgarkirinê ne erkdar kirin.

Li milekî din û ji bo ku xelkê ber bi xwe ve bikêşe, Heyet Tehrîrulşam êdî hew may di karûbarên zagonsaz yên zanîngeh, peymangeh û hwd kir û li gor raporta Riwangeha Sûrî, “piştî ku berê alên xwe hildidan, niha ala Şoreşa Sûrîyeyê li deverên xwe bilind dike.” Her wiha rêya Helebê û Babil-Hewa vekir da ku liv û tevgera hemwelatiyan di navbera bajar û deverên di bin kontrola xwe de hêsan bike, her wiha ji bo rewatîya navneteweyî bi dest bixe.

Armanca van gavên han yên ku Tirkiye jî piştgiriya wan dike ew e ku Heyet Tehrîrulşam bi komikên çete re yên li deverên kontrola dagirkeriya tirk “Efrîn, Serê Kanîyê, Girê Spî, gundewarên Helebê” bibe yek. Ji bo ku ev yek bi cih were, “HTŞ” pergaleke îstîxbarata giştî ji bo birêvebirina deverên navborî ava kir ku ev gav weke rêxweşkirinekê ye ji gavine mezintir e ku dibe ku bigihîje asta biyekkirineke tam”; ev jî li gor ku rapora malpera Monîtor dibêje.

Lê belê tevî ku piştî civînên di navbera zagonsazên Heyet Tehrîrulşam ku Ebdela el-Mihêsinî (yê siûdî) yek ji wan bû û fermandarên Artêşa Niştimanî di nav de Feyleq el-Şam, Ehrar el-Şam, tîpeka Siltan Murad û el-Cebhe el-Şamiye de belgeyeke hevtêgihiştinê jî hat îmzekirin, lê xalên wê li ser erdê bi cih nehatin. Ev jî nîşana wê yekê ye ku nakokî û nelihevî di navbera çeteyên Artêşa Niştimanî û Heyet Tehrîrulşam ya terorîst de hene.

Li gor wê, her çiqas Heyet Tehrîrulşam hewl bide kirasê xwe pîne bike û xwe bi maskeke nerm bide xuyakirin, lê dîsa jî rengê terorê hîn jî di rêbaza îdeolojîk ya Heyet Tehrîrulşam de heye. Bi taybet ku hin fermandar li deverên wê hene ku di milê fikirî de girêdayî Rêxistina el-Qaîde ne; lewre bivê nevê dê terorê biafirînin.

زر الذهاب إلى الأعلى