Gerên Encûmena Sûriyeya Demokratîk û hevdîtinên wê bi aliyên têkildar ên dosyaya Sûriyê re, gelek nîşanan didin ku girîngiya pirojeya siyasî ya Meclisa Sûriya Demokratîk piştrast dikin. Hevdîtinên ku Encûmena Sûriya Demokratîk li Waşington û Moskovayê encam da, hat xuyakirin ku her du alî dixwazin MSD’ê bi alîyê xwe ve bikişînin, her wiha van geran hişt ku kampanyayên ragihandinê û reşkirina van tevgeran, bi taybetî ji hêla rejîma Sûriyê, dewleta Tirk û Ixwanulmislimîn ve zêde bibe.
Bêguman, serkeftinên ku HSD`ê li Baxosê; penageha dawî ya rêxistina terorîst a DAIŞ’ê bidest xist, hişt ku HSD`ê ji hêzeke leşkerî ya xwecih, bibe hevkarekî bi bandor ji bo hevpeymaniya navneteweyî li dijî rêxistina terorîst a DAIŞê.Tevê ku HSDê bi berdemamî ji sere DAIŞê xwe dida nîşan, lê vê gavê li gel rêjîma Baas û dewleta Tirk, bû cihê metirsiyê, herûher bi rêya şerê taybet û derûnî û bangeşeyên derew, hewil didan ku wêneya HSD û MSD’ê reş bikin û tevilheviyekê çêkin û gelê herêmê dûrî wan bixin.
Di vê dema dawî de, Ji bo ku rêgirî û kelemên ku di rêya çareseriya danûstanên sûrî – sûrî dibin asteng dûr bixe, MSD’ê nermayîyeke dîplomasî da pêş. Her wiha ji bo yekirina aliyên siyasî yên cuda yên rikberiya navxweyî û derve û danûstendin bi hikûmeta Şamê re, destpêşxerî pêşkêşkirin. Van gavên berbiçav ên HSD`ê, ji aliyê Amerîka û Rûsyayê ve hatin pêşwazîkirin û pesna helwesta HSD`ê hate dayîn, vê pêşwaziyê tempoya armancgirtina HSD û MSD`ê zêde kir.
Ji ber karîgeriya Hêzên Sûriya Demokratîk di şerê li dijî terorê de, dewleta Tirk bi rêya ajanên xwe yên Ixwanulmislimîn, ji alîkî ve û rêjîma Sûriyê ji alîkî din ve, hewil didin qadên ku MSD li ser hatiye avakirin bi taybetî ewlekarî û aramiya xwarinê, armanc digirin, her wiha di rêya lobiyên xwe yên taybet ku di çapemeniya Rojavayî de cih girtine, bangeşiya serbestberdana çeteyên Daişê bermberî bereyan derxistin hole, jixwe HSDê ev angaşt di dema wê de red kir, di heman demê jî pêvajoyên bangeşeyên rêjîma Bass jî dest pê kir, bi taybetî li ser qaşo nepaqijiya tofên ku( USAID) şandibû Bakur û Rojhilatê Sûriyê; ji bo piştgiriya aboriya herêmê, ji xwe ( USAID) jî ev yek red kir.
Ev dane hevdem tên bi armanca yekkirina eniya dijminane; bi rêya hevrêziya gefên Tirkiyê ji bo pêkanîna operasyoneke tund li herêmên ewle û pêvajoyên terorkirinê bi rêya balafêrlên bê mirov, li rex van kiryaran jî rijda garantorê Rûsî ku MSD’ê asta daxwazên xwe di danûstan de daxe . bi vê yekê her du alî MSD û HSDê dikin aramanc, ji xwe mebesta her du aliyan ji vê aramnc û reşkirinê ew e ku MSD’ê tawîzan li hember rêjîmê bide û daxwaz û çareseriya siyasî ku MSD’ê ji herêmên Bakur û rojhilatê pêşkêş kiribû nere serî û bidin xuyakirin ku pirojeya MSD’ê xwedî ajandyên cudaxwaz û neteweperest e. Armanca wan ji vê yekê, geşkirina nakokiyên nijadperestî di nava MSD û HSDê de .
Ji aliyekî din ve û li gor zanyariyên berdest, hewlên bihêzkirina MSD’ê hene ku li gorî agahiyan, ev yek di guhdna Washington û berpirsên navdar ên Amerîkî ji bo şanda MSD’ê hat xuyakirin ku Armanc jê MSD’ê tevlî hemû projeyên çareseriyê li Sûriyeyê bike. ji ber HSDê tekane hêz e ku hebûna xwe di nav civaka sûrî û di kirîza Sûriyê de parastiye û pêkan e ku Waşîngton li pey peydakirina daraştinekê be, ji bo pejirandina MSD’ê wekî aliyekî siyasî û sereke ligel Ereban, di çareseriya siyasî de.
Di dawiyê de, , bangeşe û kampanyayên xapandin û reşkirinê yên hêzên dijmin ên navborî, dê berdewam bin û bi her awayî û bê navber wê hewil bidin ku astengî û rêgiriyê li pêşiya