ANALÎZ

Redkirina Tirkiyeyê li hember tevlêbûna Finlenda û Swêdê li Natoyê

Redkirina Tirkiyeyê li hember tevlêbûna Finlenda û Swêdê li Natoyê

Finlenda û Swêdê piştî ku Rûsya êrîşî Ukraynayê kir, ji bo tevlêbûna Natoyê, daxwazên xwe pêşkêş kirin. Her du dewlet piştî şerê Rûsya û Ukraynayê dixwazin ewlekariya xwe biparêzin û bi hêz bikin. Lê belê, tevî ku hemû endamên Natoyê tevlêbûna wan her du dewletan erê kir jî Tirkiyeyê ev gav nepejirand anku aniha tevlêbûna wan li ser erêkirina Tirkiyeyê maye. Di Natoyê de 30 dewlet beşdar in; heta ku dewleteke din bibe endama Natoyê, divê her 30 dewletên endam daxwaza wê erê bikin. Tirkiye hewl dide vê mijarê ji bo pêkanîna berjewendiyên xwe bi kar bîne; ji ber vê yekê pê re gihişt wê radeyê ku hemberî erêkirina tevlêbûna Stokholmê, dixwaze Swêd endameke perlemana swêdî Emîne Kakabafiye ku ev endam kurd e û ji Îranê ye li gel 32 kesên din radestî desthilatên Tirkiyeyê bike. Li gor rojnameya “Zeman” ya tirkî û rikber, Tirkiye ne tenê doza vê yekê dike, li kêleka wê jî çend mercên din jî danîne; her wekî piştgiriya QSDê were rawestandin û sizayên dewletên rojavayî yên li ser hawîrdekirina heyberên çêkirina çekên parastinê rabin.

Rastî ew e ku Ardogan di heys û beysa xwe de ye, piştî ku siyaseta wî ya hundirîn bi kêr nehat û Tirkiye ber bi kirîzeke aborî ya tirsnak ve bir. Çimkî radeya enflasyona salane di nîsana bihûrî de gihişt %70 û kêmbûna bazirganiyê gihişte derdora 25 milyar dolarî. Hewl dide bi rêya redkirina tevlêbûna Finlenda û Swêdê, Natoyê û wan her du dewletan neçar bike nihanan jê re raber bikin û bi vî rengî piştgiriyê ji bo projeya xwe ya bicihkirina biyaniyan li bakurê Sûriyeyê bi dest bixe, her wiha dewletên rojavayî rê bidinê ku operasyoneke nû li dij deverên bakur û rojhilatên Sûriyeyê pêk bîne. Piştî ku alîgiriya wî berî hibijartinên serokatiya perlemanê yên sala bê li kêmê çû, bi dîtina wî bikaranîna xîtaba neteweyî ji bo bidestxistina dengên netewperst û olpersatan rêyeke baş e. Lewre mijar ne girêdayî metirsiyên Tirkiyeyê li ser ewlekariyê ye, lê belê girêdayî metirsiyên Ardogan li ser cihê wî ye.

Tevî ku Enqereyê ezmanên Tirkiyeyê li pêş firokeyên Rûsyayê yên ku leşker û amûrên leşkerî dibirin Sûriyeyê girtin jî, lê niha ji Natoyê Tirkiye bêhtir nêzîkî Rûsyayê ye. Ew jî ji ber ku sizayên dewletên rojavayî li ser Rûsyayê bi kêr nehatin, ji ber vê yekê Ardogan têkiliyên xwe di asteke xurt de bi Moskoyê re hêlane. Salên bihûrî, têkiliyên Tirkiye û dewletên rojavayî bi paş de vegeriyan, lewre Tirkiye bêhtir bi aliyê Moskoyê ve çû û li ser gelek astan hevpişkî pê ra ava kirin. Lê li aliyê din rijdbûna hindek dewletên rojavayî, di serî de Amerîka, Brîtanya, Almanya û Fransa, li ser wê gavê ku Mosko biryarên wan yê girêdayî Ukraynayê bipejirîne, dê Ardogan neçar bike ku di demeke nêzîk de helwesta xwe ji Rûsyayê nîşan bide. Her wiha dê fişarê li Tirkiyeyê bikin ku tevlêbûna Finlenda û Swêdê li Natoyê erê bike. Dema ku Ardogan bibîne ku rewş li gor xwesteka dewletên rojavayî bi rê ve diçe û siza êdî bandorê li Rûsyayê dikin, hingê piştî ku hevalê putin bû, dê bibe dijminê wî û dê bi dewletên rojavayî re li dij Rûsyayê raweste. Wê demê Rûsya bê bertek namîne û dê Tirkiyeyê darizîne û bi vî rengî dê Tirkiye hesabê siyaseta Ardogan ya derveyî bide.

Di heman çarçoveyê de heke Tirkiye tevlêbûna Finlenda û Swêdê li Natoyê bipejirîne, dê ev gav bibe destpêka dawîbûna têkiliyên Rûsya û Tirkiyeyê û dibe ku nakokiya di navbera wan de bigihe Sûriyeyê jî. Dibe ku bakurê Sûriyeyê bibe cihê ku Rûsya lê hesab ji Tirkiyeyê bixwaze û dê operasyona rizgarkirina bakurê Sûriyeyê ji dagirkeriya Tirkiyeyê dest pê bike û dê sînorê rûbirûbûna di navbera Mosko û Natoyê de berfireh bibe ku Tirkiyeyê tev bigire û li ser erda Sûriyeyê be.

زر الذهاب إلى الأعلى