ANALÎZ

Piştî desthilatdariya “Tehrîr El-Şam“ dê li Idlibê çi bibe?

FERHAD ŞAMÎ

Êdî xuyaye ku lihevhatina Sûçî ya di derbarê Idlibê de di navbera serokên Tirkiyê û Rûsiyê de, hewceyî gelek guhrînan e, guherînên li gorî rewş û geşedanên li herêmê rû didin, piştî ku Heyet Tehrîr El-Şam (Cebhet El-Nusra) piraniya herêmên Idlibê xistin bin kontrola xwe. Ji ber ku herdû alî jî di dema niha de naxwazin ku ev lihevhatin bidawî bibe. Tevî ku herdû alî jî di derbarê lihevhatinê de jihev bêbawer in û yek li benda yê dine ku lihevhatinê binpê bike da ku li gorî berjewndiyên xwe pêk bîne.

Lê tişta xuya ye ku Tirkiyê di mijara pêkanîna lihevhatinê de têk çû û di bin barên giran ên rêxistinên bê dispilîn û berdayî de maye, niha pêdiviya wê bi tunekirina van rêxistinan heye yan ji nûve wan li eniyên dijberî Hêzên Sûriya Demokratîk de bicî bike û livir û wir hin pevçûnan çêbike, Tirkiyê di vê derbarê de planeke eşkere tuneye, tenê dixwaze hin geşedan û guherînan ji bo berjewendiyên xwe bikar bîne ku dibe ji îro pêde ne li gorî berjewendiyên wê be, bi taybet piştî hevdîtin û diyalogên herêmî û navdewletî yên di derbarê aloziya Sûriyê de piştî biryara vekişîna hêzên Amerîkayê.

Girîngtirîn ezmûna giran a li pêşiya Sûçî`yê tevgera dawî ya Tehrîr El-Şam e ku tevaiya Idlibê û gundewarên rojavay Helebê, û bakur û rojava ta bighêje Hemayê û peravên derya sipê, xist bin desthilatdariya xwe. Li gorî lihevhetina Sûçî`yê pêwîst bû ku Tikriyê vê rêxistinê ji hev belav bike, û piştî wê jî dê pêngavên din yên mîna vekirina rêyên navdewletî, çesipandina agirbestê bihate pêk anîn.

Lê tişta bû, pir komên ku weke ne tundrew dihatin nas kirin hatin belav kirin û desthilatdariya Elnusra li ber çavên Tirkan mezin bû, vê di derbarê rola Tirkiyê di geşdanên dawî de û helwesta wê ji vê û şûnd e, rê li ber gelek pirsan vekir, bi taybet piştî ku beriya mehekê di navbera istixbarata Tirkiyê û fermandarên hin komîn çete  ku Tehrîr El-Şam jî di nav de bûn, de civîn hate lidar xistin, di civînê de daxawa Erdogan ji wan re hate gotin go pêwîste hemû kom (El-Cebha El-Weteniye- El-Ceyş El-Wetenî El-Sûrî, Heyet Tehrîr El-Şam) di nava rêxsitekê de bibin yek, Tehrîr El-Şam ev tişt nepejirand û destpêkê êrîşî koma Elzinkî kir, ku ew weke hêza duyemîn bû di şerên Enqerê de, tevî hemû bangewaziyên Elzenkî lê hemû komên din bê helwest man.

Li gorî geşedanan, tê xuyakirin ku destên istixbara Tirkiyê di belavkirina (El-Cebha El-Weteniya) ku ji Ehrar El-Şam û Zenkî pêk tê, ji hev belav bike û neçar bike ku tevlî (artêşa netewî ya Sûriyê) bibin, ku destê Tirkiyê yê yekemîn e li herêmê. Lewma tu alîkarî nedane wan, wan jî heme rasterat berê xwe dane Efrînê, nêzî 4 hezar  çte û malbatên wan gihiştin navçeyên Bilbilê û Racoyê, tTirkiyê hewil dide hijmareke mezin ya çeteyan li Efrînê û eniyên li hember hêzên QSD`ê bicî be. Tirkiyê niha dixwaze herêmên dagîrkirî veqetîne bi taybet Efrînê û li wir hikûmeteke nû ava bike, bi alîkariya Qeterê guherinên demokgrafîk ên bilez pêk bîne, ji xwe Qeterê ji bo avakirina bi hezarên malan ji bo bicîkirina çeteyan û malbatên wan li Efrînê pere dane, Tehrîr El-Şam jî hemû komên ku berê nexwestin tevlî hikûmeta (Inqaz) bibin, tune kirin û deriyên sînor û rêyên navdewletî xistin bin desthilatdariya xwe.

Rewşa nû xuyaye ku li xweşiya rejîma Sûriyê û Rûsiyaê hatiye, ew li gorî ezmûnên berê bi Tehrîr El-Şam re vehesî ne, ew bi rewşa rojhilatê Firatê mijûl in, berê hemû hêz û aliyên herêmî û navdewletî ketiye wir, Rûsiya hêjî hewil dide ku bi rêya Tirkiyê Amerîka tengav bike ku dest ji projeyên xwe berde û fişarê li hêzên QSD`ê û MSD`ê bike ku mercên rejîmê bipejirîne ku rewş vegere mîna berî 2011`an.

Piştî ku Tehrîr El-Şam Idlib xiste bin kontrola xwe, pirsa ku derdikeve pêş ewe, gelo di demeke nêzîk de şerk biqewime? Tirkiyê dê li dijî Tehrîr El-Şam tevgereke leşkerî bike lê na?

Destpêka meha Tebaxa 2017`an, çeteyên Tehrîr El-Şam li dijî çeteyên Ehrar El-Şam li Idlibê şer destpê kirin û gelek herêm û deverên girîng û deriyên sînor bi bi Tirkiyê re jidest wan derxistin, wê çaxê şandêrê Amerîkayê bo Sûriyê Mayikl Ratnî got ku ewê li dijî endam û fermandarên Terîr El-Şam tevbigerin û tekez kir ku eger Tehrîr El-Şam Idlibê têxe bin desthilatdariya xwe dê pir zehmet be ku aliyên navdewletî bêne razîkirin ku tedbîrên leşkerî yê pêwîst negrin.

Îro piştî sal û nîvê dîsa Tehrîr El-Şam mijarê dubare dike, ev tişt rê li pêşiya Sûriyê, Rûsiya û Îranê vedike ku hemleyeke leşkerî li Idlibê bêk bîne, raya giştî dê ne li dijî vê hemleyê be, lê Rûriya bêyî koalisyoneke mîna ya li dijî DAIŞ`ê bi tena xwe nikare vê hemleyê bike, yan jî dê bi Amerîkayê re di derbarê mijarê de lihev bike. xuya bû ku bi alîkariya Tirkiyê nikarin şerê Tehrîr El-Şam bikin, niha rêya herî kurt li pêşiya Rûsyayê ewe ku ji bo paqijkirina rojavayê Firatê ji terorê li hin aliyên herêmî û navdewletî bigere. Bê guman dê Tirkiyê li dijî komên ku wê bi xwe çêkirine, û bi alîkariya wan herêm parçe kirine û demografiya wê guhertine, şer neke, niha Tirkiyê van hêzan li ser sînor kom dike, da ku dîsa wan bikar bîne û herêmên Sûriyê dagîr bike û rê li pêşiya tu hewildanên nirxandina hebûna leşkerî û ewlehî ya Tirkiyê li Sûriyê bigre, yan jî da ku ew kom wê biparêzin, Tirkiyê naxwaze komên ku bi destên xwe çkirine li ber çavên wê mîna DAIŞ`ê tune bibin.

Lê tevî wilo jî, Rûsiya her surprîzan derdixe, beriya 4 mehan her kes li bendê bû ku li Idlibê şer bibe, rejîmê û îranê piraniya hêzên xwe birin eniyan, Rûsya lihevhatina Sûçî`yê bi Tirkiyê re kir, dibe ku Rûsiya projeyên xwe yê  bi Tirkiyê re berhev bike û dîsa berê wê bide rojavayê Idlibê û gundewarên Helebê yên Bakur û mijarê li wir bi leşerî çareser bike û rojhilatê Firatê ji hevdîtinên rejîmê û QSD`ê re bihêle û ji dûr ve wan bişopîne, ta ku mijara vekişîna Amerîkayê zelal bibe.

Rûsya neçare ku mijarên rojhilatê Firatê û Idlibê jihev cuda bike ta ku nêrîna wê di derbarê derewên Tirkiyê de zelal bie, berî ku careke din Tirkiyê bi şêweyên nû terorê kûr û fereh bike.

زر الذهاب إلى الأعلى