ANALÎZ

Hevpeymaniya navdewletî û pêkana sepandina qedexekirina esmanî li ser deverê

Rêveberiya Xweser bi deskeftiyên xwe yên leşkerî, mîna: (biserkevtina li dijî rêxistina Daişê û li peyketina şaneyên wê yên veşartî û bi berdewamiya pişkdariya wê bi Hevpeymana Navdewletî re) û destkeftiyên siyasî, mîna: (vekirina deriyê xwe li ber dewletên herêmî û cîhanî, û vekirina nûneratiyên xwe li ser erda wan) derbasî deh saliya xwe dibe, lê gefên Tirkîyê yên berdewam ku bandor li rewşa aborî û ewlekariyê li deverê kirin, bi ser wan hewl û xebatên mezin ku Hêzên Sûriyaya Demoqratîk û Asayîş di mukumkirina ewlekarî û aramiya deverê de, pê radibin. Civaka navdewletî derbarê danpêdana Rêveberîya Xweser wek kiyanekî siyasî xwedî taybetmendiyeke destnîşankirî û berçav, hîna dudilî ye , ev dudilî jî sedema wê jî derencama redkirina dewleta Tirkî ji avakirina pergala Fîdralî li bakur û rojhelata Sûrîyê ye, ya xwedî  taybetmendiyên siyasî û leşkerî û aborî, nemaze piştî têkçûna rejîma Tirkiyê di helweşîna rejîma Sûriyê de û di avakirina pergaleke Ixwançî (Rêxistineke Islamî ya Sûrî ye) ya alîgirê xwe, û têkçûna Rêxistinên tundrew di desteserkirina deverê de.

Îroj Erdogan hewl dide berê rênimayê biguhêre û peywendiyan bi rejîma Sûriyê re girê bide, li şûna ku şerê wê bike, û ev jî piştî nêzîkbûna dema helbijartinên serokatiya Tirkiyê  tê, vêca hewl dide ku du dosyeyên sereke û bingehîn yên di helbijartinan de xizmeta wî dikin dawîyê li wan bîne, doseya yekemîn ya penahberên Sûrî ye û raguhestina wan ji bo erda Sûriyê ye,  ya duwem jî têkbirina Rêveberiya Xweser bi rêya destdan û destgirtina destê rêjîma Sûriyê û Rûsiya ji bo şerê Rêveberiya Xweser bike, û vegerandina deverê ji rejîma Sûriyê re, û dagîrkirina gelek erdan ji Sûriyê.  beramberî vê yekê jî rejîma Sûrîyê daxwaza vekişîna artêşa dagîrker ya Tirkiyê ji bakurê Sûrîyê dike, û daxwaza radestkirina dosyeya Hevrikiya Sûriyê jê re dike, lê ji bo daxwza yekem ew jî dûrxistî ye ku dewleta Tirkiyê ya dagîrker artêşa xwe ji bakurê Sûriyê vekişîne, ya ku peymana (mîsaqa) millî bi dagîrkirina bakurê Sûrîyê re red dike, belê bi radestkirina hindek deveran wekî radestkirina bakurî rêya M4 ji bo rejîma Sûriyê, û radestkirina hinek dergehên sînorî ku xizmeta bazarganiyê di navbera her du aliyan de dike, lê derbarî daxwaza duwem vêca ne dûrxistî ye ku dewleta Tirkiyê ya dagîrker hinek ji kesayetên hevrikiya Sûriyê û nemaze yên ku jê re jêdera diltengiyê ne,  lewra em dibînin gelek kesayet ji hevrikiya siyasî û leşkerî xwe li dora helwesta Tirkiyê ya nû kom dikin, û behaneyê didinê, li ser hesabê gelên xwe yên li bakurê Sûriyê ya dagîrkirî. Û bi tevahî tiştê dibe dikeve xizmeta Rûsiyayê de, vêca ji aliyekî de dawîanîna hevbendîyê (Îtilaf) bi şêweyekî siyasî, û ji aliyekî din ve lawazkirina milîsên çekdar bi rêya wergirtina dosyeya serkirdeyên milîsan û cih û tevgera wan. paşê jî hiştina dosyeya Sûriyê di navbera Tirkiyê û Rûsîya de, û her du jî ji bo berjewendiyên xwe yên bilind bazarê li ser Sûriyê dikin.

Û ji encamên pêşbînkirî ji vê nêzîkahiyê re, pirbûna metirsiya leşkerî li ser Rêveberiya Xweser e, û zivirîna Daişê ye, û çêbûna gelaciyê û tevluheviyê li deverê dê bi neyînî li Emerîka û Hevpemana Navdewletî vegere, lewra em redkirina Emerîkî ji her lêvebûnekê re ya bi ser rejîma Sûriyê ve em dibînin (vegerandin û rahênana peywendiyan) nemaze ev rahênan di asta yekem de xizmeta Rûsiyayê dike, û ew jî li Ukrayînayê di berhingariyeke leşkerî ya “neyekser”  de ye pê re, ku armanca her du aliyan (Tirkiyê û Rûsîya) derkirina hêzên Emerîkayê ji Sûrîyê ye, û destdanîna ser deverên Rêveberîya Xweser li bakur û rojhelatê Sûrîyê ye, çi bi rêya  pevguhertinê be, yan jî bi vegera rejîma Sûriyê li deverê be, ya ku dê berjewendiyên Emerîkayê li deverê bi taybet û li rojhelata navîn bi giştî bixe nav metirsîyê de, û derxistina Emerîkayê ji dosyeya Sûriyê, lewra Emerîka û Hevpeymaniya navdewletî hewl dide belavbûna xwe ya leşkerî li deverê nû bike, û li bingehên xwe yên leşkerî -ku jê vekişiya bû di dema dagîrkeriya Girê Spî û Serê Kanîyê de- vegere, û rawestandinê li dijî çi rêkevtina di navbera Tirkiyê û Rûsîya de ku kartêkirinê di heyîna wê li deverê bike. Û bi pêşkevtina di hevdîtinên navbera her du rejîmên Tirkîyê û Sûriyê de bi çavdêriyeke Rûsî, û tevgera Tirkiyê ya li derveyî refê “Hevpeymana NATOyê” dê Emerîka bihêle di bin fişara Tirkî – Rûsî de, dibe ku rêveberiya Emerîkî hewl bide ku gav in xweparastinê yan jî bergirtinê bavêje, weke avakirina qedexekirina esmanî li ser erdê Rêveberiya Xweser li dar bixe, ku gotûbêjên di navbera Rûsîya û Tirkîyê de têk bibe, ew gotûbêjên ku behsa vekirina biwara esmanî li ber firokeyên Tirkîyê yên leşkerî dikiin, û nehêle firokeyên  Tirkiyê bifirin, ji bo jêrxane û dezgeh û avahiyên aborî yên Rêveberîya Xweser bombebaran nekin, û paşê jî dibe ku Emerîka ber bi gava girîngtir biçe, ya danpêdana siyasî bi Rêveberiyê, ev jî heger Tirkiyê bi siyaseta serhişkiyê li dijberî siyaseta Emerîkî li Sûrîyê rabe, Emerîka hewl da nêzîkatiyê di navbera Rêveberiya Xweser û rejîma Tirkîyê de dirust bike, lê belê hêj helwesta Tirkiyê nêzîkatiyê ji Rêveberîya Xweser re red dike,  bi ser derîvekirina Rêveberiya Xweser li pêş her gotûbêjeke yan nêzîkatiyeke ku xizmeta aştî û aramiya deverê bike li deverê pêşwazî dike. Û xaleke din li vir dimîne ya ku xizmeta siyaseta Emerîkayê li Sûriyê dike, ew jî redkirin û tengijîbûna gelêrî li bakurê Sûriyê yê dagîrkirî ji her lihevhatinekê bi rejîma Sûrîyê re, û daxwaza wan tevlîbûn yan jî lihevhatina bi Rêveberîya Xweser re û windakirina baweriya xwe ya siyasî û leşkerî bi rêveberîya xwe re, dibe ku (HeyetTehrîrElşam) ji vê redkirina gelêrî û nemana baweriyê sûdê bigire, û li bakurê Sûrîyê belav û berfireh bibe.

 Di vê çarçoveyê de, û tevî bilindbûna asta metirsiyê li ser herêmên Rêveberiya Xweser, çi ji aliyê Tirkiyê ve be, yan ji aliyê rêjîmê û Rûsya ve be, an bi rêya hewldanên lihevhatinê ji bo têkbirina Rêveberiya xweser, ev metirsî dê fişarê li ser Hevpeymana Navdewletî zêde bike, dê di encama siyaseta Tirkiyê de rêxistinên terorêst û bi taybet rêxistina DAIŞa terorîst  vegerin, her weha dê nakokiyên taifî li herêmê rûbidin, û temayîyên Tirkyê dê bandoreke neyênî li hebûna Hevpeymana Navdewletî û erkê wê di nehiştina vejîna terorê ji nû ve, û aramkirina herêmê, bike. Ji vê yekê û ji bo rêgirtinê li ber her sînaryoyeke ku dê bandoreke neyênî lê bike, dibe ku Hevpeymaniya Navdewletî di mehên bê de ber bi ferzkirina qedexeyeke hewayî biçe, eger rejîma Tirkiyê li ser siyaseta xwe ya dijî Emerîkayê israr bike.

زر الذهاب إلى الأعلى