ANALÎZ

YEKRÊZÎYA KURDÎ Û JÊNEREVÎNA WÊ DI BIRÊVEÇÛNA PÊŞEKTINÊN LI ROJHILATA NAVÎN Û SÛRÎYÊ PIŞTÎ HILWEŞÎNA RÊJÎMA ESED DE

Pêşgotin:

Rojhilata Navîn aniha di qonaxeke veguherînên mezin li ser astên siyasî, civakî û aborî de derbas dibe. Doza kurdî yek ji berztirîn dosyayên ku di nava veguherînên di herêmê de rûdidin de, pêşektinên mezin dijî ye. Kurd mezintirîn neteweya bê dewlet in û bi awayekî fermî di navbera dewletên Tirkî, Îran, Iraq û Sûrî de belav dibin. Bi mezinbûna rola kurdan re di van salên dawîyê li Sûrîyê de -nemaze piştî hilweşîna rêjîma sûrî- girîngîya yekrêzîya kurdan pir bûye. Êdî kurd rastî rûbirûbûyînên siyasî û leşkerî yên pirbûyî tên. Ev yek dihêle yekrêzî divêtîyeke stratejîk be da ku bi guherîn û vegûherînên heyî ve bigihêje.

Kurdan li Sûrîyê karîne hinek destekeftîyên siyasî û karîgerî yên girîng bi dest bixin; mîna damezirandina Rêveberîya Xweserîya Demokrat li bakur û rojhilatê Sûrîyê û danîna Hevpeymana Civakî ya pêşketî û bêyî dûrxistina tu beşekê ji beşên civakê yên gelek û cihêreng. Ev yekrêzî ji bo xurtkirina van destkeftîyan û parastina wan ji çi gefeke siberojê, divêtîyek e. An ku; ji bo parastina destkeftîyên siyasî û karîgerî nemaze piştî hilweşîna rêjîma sûrî, yan jî di lihevhatineke siyasî ku di siberoja Sûrîyê de pêk were de, ev yekrêzî kevirê bingehîn e. Dê ji kurdan were xwestin ku mafên xwe di çarçoveya dewleteke yekbûyî û xwedî serwerî yan jî pergaleke nenavendî de, bixwazin. Bi yekrêzîyê dê bikarin weke yek komê danûstandinê bikin. Dê ev gav delîveyên bidestxistina daxwazên wan ên niştimanî û demokrasî yên rewa, bêtir bibin. Bi tevî vê jî; ev destkeftî pêdivîya wan bi giranîyekê di binyadê de heye. Êdî bi awayekî domdar rastî fişarên derveyîn û rûbirûbûyînên hundirîn tên.

Kurd li Sûrîyê rastî gelek rûbirûbûyînan tên; berztirîn ev rûbirûbûyîn jî, gefên Tirkiyê yên serhev ku bi rêya komên xwe yên çekdar ên bi ajendeyên wê fermanên xwe digirin, pêk tîne. Armancgirtinên Tirkîyê li Minbicê di lutkeya xwe de ne -bi taybetî li ser Bendava Tişrînê û Pira Qerqozaqê yên stratejîk- li gor wê jî Hêzên Sûrîya Demokrat bi lehengî wan diparêze. Li beramberî van rûbirûbûyinan, yekrêzîya kurdî û biyekkirina helwesta wan û bangeşeya wan a hevseng, weke hêzeke siyasî û leşkerî, tê dîtin. Êdî ev yek dê helwesta kurdan di Sûrîyeke siberojê û herêmê bi giştî de, xurt bike. Her wiha dê kurdan bike hevkarekî siyasî yê pêbawer û bihêle roleke erênî di herêmê de bilîzin, çi bi hêzên herêmî re yan jî navneteweyî re. Êdî; dê delîveyên piştevanîya navneteweyî ji doza kurdî re xurt bike.

Ev tê wateya çûyîna ber bi avakirina sazîyin xurt û domdar ve ku rajeyê ji gelê kurd re di demeke dirêj de dikin. Nemaze piştî her du ezmûnên hemdem ên li herêma Kurdistanê û Rojava (beşek ji bakur û rojhilatê Sûrîyê) ku aramîyê û geşedayîna aborî û civakî li deverên kurdî û piştre li tevaya deverên Sûrîyê, xurt dike.

Girîngîya Yekrêzîya Kurdî:

Piştî 14 salan ji ragihandina pêkhateyên sûrî ku li dijî hişmendîya diktator a rêjîmê ku Sûrîyê serî hilda, têkoşîna wan bi hilweşandina rêjîma Esed û Beisê hat xemilandin û berhem da. Êdî kurd li bakur û rojhilatê Sûrîyê bêtir şiyan di destê wan de çêbû ku xwe bi rê ve bibin. Bi tevî vê yekê jî; ev pêşketin û destkeftîya pêşketî, bi hebûna gefên hundirin û derveyîn re, an ku ji nakokîyên di navera partî û hêzên cihêreng de bigire heyanî bigihêje destwerdanên tirkî, di nava nîgeranîyê de ye.

Bi hilweşîna rêjîma Esed û Beisê re, li Sûrîyê valatîyeke siyasî derketiye holê û metirsîyên heyî jî ew in ku ev valatî bidome û dibe ku veguhere tevlîhevîyeke mezin û bandorê li derdora herêmî jî bike. Ev rewşa nû ji kurdan dixwaze ku, weke pêşkarî, helwesteke yekbûyî der barê doza xwe de (weke doza xak û gel) bistînin, daxwazên wan zelal bin û xwedî boçûnên siyasî, mafî û çandî bin, nemaze di bi jinûvedanîna nexşeyêm siyasî li herêma Rojhilata Navîn re.

Mînak; em ezmûna herêma Kurdistanê bigirin dest. Bi tevî serkeftina wê di avakirina pergaleke federalî di nava komara iraqî de ku di destpêka salên notî yên sedsala borî de pêk hat, lê belê her demekê di nava xwe de rûbirûyî pirsgirêkên hundirin û derveyîn tê. Vê yekê bandor li cihê wê yê herêmî û navneteweyî jî kiriye. Êdî; dûrxistina van şaştîyan, pêdivîya wê bi yekbûyîna bang û boçûnê di navbera hemû alîyên kurdî û yên sûrî di nava yekîtî û serwerîya welêt de, heye. Ev ezmûn waneyin berz û hêja dide kurdan li Sûrîyê ku di ezmûna Rêveberîya Xweserîya Demokrat li Sûrîyê û rijbûna domdar a ji bo jiyîna li jêr pergaleke nenavendî, pirreng û demokrat de, sûdê jê bigirin.

Êdî yekrêzîya kurdî dê parastina destkeftîyan misoger bike û keddayîna ji bo derketina li dijî van rûbirûbûyînên siyasî û hebûnî li cem endezyarên nexşeya Rojhilata Navîn a nû, bike yek.

Rûbirûbûyîn Û Astengîyên Li Pêşîya Çareserkirina Doza Kurdî:

Gelek rûbirûbûyîn li pêşîya kurdan hene, berztirînên wan jî ev in: Redkirina dewletên herêmî, weke Tirkî û Îran, ji bo çareserkirina doza kurdî. Her du dewlet çi gaveke ber bi çareserkirina doza kurdî ve, weke gefekê li dijî yekbûyîna xaka xwe dibînin. Lewre fişaran li ser alî û hêzên kurdî pir dikin û keda wan an ji bo avakirina yekîtîya siyasî ya hevgirtî, berbelav dikin.

Ji van rûbirûbûyînan jî, cihêtîya berjewendîyên navneteweyî û yên hêzên mezin e. Her demê ew ne li ser nêrîneke yekbûyî ji bo çareserkirina doza kurdî ne, mîna Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê, Rûsya û Yekîtîya Ewropayê. Her yek ji vanên navborî xwedî armancin cihêreng e û êdî li gor îdolojîya fermî ya dewlet û hêzên tundrew rûniştî ye. Êdî bi awayekî nerênî tê keysbazkirin û di bingeha xwe de dûrî niyetên kurdan in. Jixwe ev yek e ya ku cihêtîyê di nav refên kurdan de çêdike, ew jî ji ber cudabûna têkilîyên bi van hêzan re. Her demê doza kurdî weke kaxezeke fişarê di hevrikîyên xwe yên jeosiyasî de bi kar tînin ku her dewletek hewl dide berjewendîyên xwe li ser hesabê kurdan bi cih bîne.

Ji van bêtir; hin hêzên herêmî û navneteweyî der barê doza kurdî de, rolin ji hev cuda dilîzin. Her wiha destwerdana tirkî weke gef û metirsîyeke hebûnî ya rasterast li ser kurdan tê dîtin.

(Birîtanya, bi taybetî, xwedî bandoreke mezin e. Êdî wê derî di rûyê çareserkirina vê dozê de, ji kongreya Qahireyê 1921ê ve girtiye. Em hêvîdar in ku ev derî, piştî serdana nûnerên Rêveberîya Xweserîya Demokrat û Meclisa Sûrîya Demokrat a di vê mehê, careke din vebe).

Her wiha nakokî û parçebûn di navbera hêzên kurdî bi xwe de jî hene ku dihêlin mijara pêşkêşkirina nêrîneke yekbûyî der barê doza kurdî de, bibe mijareke zehmet. Êdî di navbera partîyên kurdî yên sûrî de, cihêrengîya nêrînan derdikeve. Nemaze di navbera Partîya Yekîtîya Demokrat (PYD) ku xwe li “Ocalanîzm”ê weke rêbazeke ramanî digire ji alîyekî ve, ji alîyê din ve jî Encumena Niştimanî ya Kurdî (ENKS) ku têkilîyên wê bi alîyekî sereke yê ferwerîya herêma Kurdistanê, an ku Partî Demokratî Kurdistan (PDK) re xurt in, de.

Tê dîtin ku bi tevî bidestxistina kurdan ji gelek destkeftîyan li ser erdê jî, lê belê di rewşên aborî de zehmetîyan dikişînin ku şiyana sazîyan ji bo pêşkêşkirina rajeguzarîyên ji niştecihan re gerek, lawaz dikin. Bi dest xwe re ev yek rageşîyên hundirîn pir dike û binesazîya siyasî û sazûmanî ku dikarin bibin bingeha yekrêzîyê û pêşkêşkirina nimûneyeke demokrat a hêzdar ji tevaya sûrîyan re, lawaz dike.

Stratejîya Pêkanîna Yekîtîya Kurdî:

Pêdivîya kurdan bi stratejîyeke ku xwe dispêre stûnin hevgirtî û nêrîneke gelemper heye. Ew jî bi vê dest pê dibe:

  1. Gotûbêja hundirîn a di navbera hêz û partîyên kurdî de:

Divê kenalên gotûbêjê yên nû, rasterast û zelal di navbera hêzên kurdî yên sûrî de vebin, da ku ev gotûbêj bibe bingeha nêzîkbûna nêrînan û avakirina pirên bawerîyê di navbera alîyên cihêreng de. Divê gotûbêj gelemper, an ku bêyî dûrxistina tu alîyekî siyasî yê kurdî be û eger hat xwestin jî hin alîyin xêrxwaz û bêalî ku li ser hesabê alîyekî xwe nede alîyê din, serpereştîya wê bikin, da ku nakokîyên heyî derbas bikin û nêrîneke hevbeş (êdî nîşaneyên wê li ser astên kurdistanî û navneteweyî zelal dibin) ava bikin.

  1. Rêbaza ramanî ya bawerî ji bo siberoja hevbeş di navbera kurdan de:

Ya herî baş û kêrhatî ku ji kurdan tê xwestin ew e ku li ser hevpeymaneke siyasî ku bingehên siberoja kurdan datîne, li hev bikin. Dibe ku nimûneya peymanên Hewlêr 1 û Hewlêr 2 ji vê hevpeymanê re mînak bin ku pê re pêşketinên ku li Sûrîyê û deverê bi giştî rûdane, di ber çavan re werin derbaskirin. Êdî di vê hevpeymanê de daxwazin zelal ku berê di çi danûstandinin niştimanî gelemper de li ser wan hatiye lihevkirin hebin, çi di çarçoveya dewleteke federal an Rêveberîya Xweserîya Demokrat an jî çi şêweyekî pergala nenavendî, werin danîn. Êdî ev yek têgihiştineke rasteqînî û hebûnî dide diyarkirin.

Her wiha dikare mecliseke hevrêzî jî ku tevaya partî û hêzên siyasî yên kurdî dihewîne, were avakirin, da ku dozên hevbeş bi rê ve bibe, nakokîyên yekser dûr bixe û mekanîzmayên zelal ji bo birêvebirina nakokîyên siyasî û çareserkirina wan bi awayekî aştîyane, deyne. Pê re, rêzgirtinê ji pirrengîya siyasî di nava mala kurdî de bigire û weke çandeke siyasî û civakî ku divê pê re were jiyankirin, were dîtin.

  1. Gavên avakirina bawerîyê û pêşkêşkirina misogerîyên dualî di navbera hêzên ku banga yekrêzîyê dikin û ji bo wê dixebitin de:

Ev bawerî dikare bi rêya tunekirina pêngavên reşkirina çapemenî yên ji her du alîyan ve û dûrketina ji bangeşeya sorkirinê li dijî alîyekî din ê kurdî, pêk were. Her wiha lihevkirina li ser xwespartina yek bangê ku xwe dispêre berjewedîyên hevbeş; êdî nema xwe biavêjin alîyekî derveyîn da ku ziyanê bigihînin alîyê din. Her wiha dikarin der barê misogerîyên siyasî yan jî zagonî de yên di navbera alîyan de ku misogerîya pabendîya her alîyekî bi encamên gotûbêj û lihevhatinan dikin, li hev bikin.

  1. Xurtkirina têkilîyan bi hêzên niştimanî yên sûrî re:

Divê parastina têkilîyên baş bi hêzên sûrî yên niştimanî û demokrasîxwaz û tevaya pêkhateyên neteweyî û olî yên din re, armanceke ku nabe were derengxistin be. Her wiha divê bi awayekî bênavber danûstandin bi wan re li gor gelek nêrînên hevbeş çêbibin, da ku cihê neteweyî yê kurdan di Sûrîya siberojê de misoger bikin. Dibe ku nimûneya Meclisa Sûrîya Demokrat di vê yekê de xwedî rol be.

  1. Piştevanîya gelêrî ji pêkhateyên cihêreng ên bi hev re dijîn û sazîyên wê yên sivîl re:

Sazîyên sivîl û yên civakî, akademîsîyen û rewşenbîr dikarin rolekê di nêzîkkirina nêrînan de bilîzin û rengekî fişarê li ser alîyên siyasî pêk bînin da ku bigihêjin lihevhatinan. Ejî bi rêya beşdarkirina bingehên gelêrî di rêxistinkirina gotûbêjên vekirî û pê re jî civînên vekirî yên bandorker ku tê de babetên civakî, aborî û siyasî ji bo xurtkirina yekîtîya gelêrî, werin gotûbêjkirin. Ev yek dê bi xwe re fişarekê li ser rêveberên siyasî bike da ku nakokîyên xwe derbas bikin (Ev yek pêdivîya wê bi rawestandineke dirêj heye da ku bi awayekî çalak rola civaka sivîl di van demên movikî de, xurt bike. Her wiha ji bo ku roleke erênî di nêzîkkirina nêrînan di navbera hêzên kurdî û kurdistanî ji alîyekî ve û ji alîyê din ve hêzên kurdî yên sûrî de, bilîze û piştevanîya cemawerî berfireh ji bo yekîtîya siyasî di nava pirrengî û cihêrengîya heyî, nemaze di van rewş û pêşketinên dawîyê ku li Rojhilata Navîn û bi taybetî li Sûrîyê rûdidin de, bi dest bixe).

  1. Hînkirina siyasî û civakî bi rêya xwendina durist ji dîrokê re:

Ev jî bi rêya lidarxistina komcivîn û komxebatan da ku bi rêya wan kadroyên siyasî der barê girîngîya yekrêzîya kurdî û bandorên parçebûna wê li ser doza kurdî de, hîn bikin.

Her wiha dikarin ji serborîyên berê jî sûdê wergirin; ew jî bi rêya lêkolînkirina pevçûnên kurdî yên berê li Sûrîyê û dewletin din û derxistina encamên gerek da ku careke din dubare nebin.

Her wiha sûdê ji nimûneyên serkeftî bi rêya nihêrîna li ezmûnên gelên din ên ku dikarîbûn nakokîyên xwe yên siyasî derbas bikin û yekrêzîya xwe çêbikin, bigirin; mîna başûrê Afrîkayê, Êrlandaya bakurî, Meksîk, Kolombya yan jî Rêxistina Rizgarkirina Filestînî.

Yekrêzîya Kurdî Û Rola Wê Di Birêvebçûna Pêşketinên Rojhilata Navîn De

Bê guman, yekrêzîya kurdî dê rola wan weke hêmaneke aramîyê di herêmeke ku tê de pevçûn ji mêj ve hene de, xurt bike. Bi rêya yekrêzîya wan, kurd dikarin bibin hevkarin stratejîk ji hêzên çalak ên li herêmê re, çi di şerê li dijî terorê (Ezmûna şerê li dijî DAIŞê) de yan jî avakirina siberoja siyasî aram li dewletên herêmê. An ku; gava doza kurdî bi temamî li Rojhilata Navîn çareser bibe, dê roleke herêmî çalak bilîzin. Yekrêzîya kurdan dê nasnameya wan a çandî û siyasî biparêzê, nemaze di nava hewldanên tunekirina vê nasnameyê de ku ji alîyê hin dewletan ve, li pêşîya wan dewleta tirk, pêk tên.

Gelo Dema Çareserkirina Doza Kurdî Û Lihevkirina Hêzên Mezin Der Barê Wê De, Hatiye?

Doza kurdî yek ji dozên herî tevlihev di Rojhilata Navîn de ye û di seranserî dehên salan de, ji ber gelek pêkarên dîrokî, siyasî û erdnîgarî çareser nebûye. Êdî kurd -weke me di pêşgotinê de jî diyar kiriye- di navbera çar dewletan de belav dibin (Tirkî, Îran, Iraq û Sûrî) û rastî gelek rûbirûbûyînan tên; ji wan jî paşguhkirina siyasî, çewisandina çandî û hewldana pişaftina wan bi awayekî plankirî.

Bi guherînên kokî yên li herêmê rûdidin re, doza kurdî weke berztirîn dosyaya bingehîn û bandorker li ser ewlekarî û aramîya herêmî, derketiye pêş. Guherînên mezin ên ku li deverê çêdibin, ji alîyê demê û nîşaneyan ve, dihêlin ku ji bo çareserkirina doza kurdî dem guncav be.

Pirsa herî berz ev e: Gelo pêşketinên zelal ên ji bo çareserkirina doza kurdî çi ne?

Em dikarin wiha bigirin dest:

  • Jinûvesakirina nexşeyên siyasî:

Guherînên ku di hevsengîya hêzên li Rojhilata Navîn de çêbûne, çi ji ber cengên hundirîn an herêmî ku hîn jî bi rêya wekîlan didomin yan jî destwerdanên navneteweyî (şerê Xezayê û başûrê Libnanê weke nimûne) rê li pêşîyê vekiriye ku ji nû ve li dosyayên hilawistî û di nava wan de doza kurdî were nihêrin.

  • Rola kurdî ya pêşketî:

Kurd di şerê li dijî terorê de (şerê li dijî DAIŞê) roleke mezin lîstin. Vê yekê rewabûneke navneteweyî û piştevanî ji alîyê hin hêzên mezin ve weke Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê û dewletên ewropî bi dest bixin (di ezmûna Pêşmerga li Iraqê û Hêzên Sûrîya Demokrat li Sûrîyê).

Bi hilweşîna rêjîma sûrî re, êdî hevkêşeyên ferwerîyê hatin guhartin. Weke ku bi me re derbas bûye; êdî divê siberoja kurdan li Sûrîyê di nava çi lihevhatineke gelemper li welêt de, were gotûbêjkirin.

Sedemên Bingehîn Ên Ku Berê Hêzên Mezin Didin Çareserkirina Doza Kurdî:

  1. Çareserkirina doza kurdî dikare aramîyeke mezintir li herêmê pêk bîne, nemaze ku pevçûnên berdewam ên ku bandorê li ewlekarîya herêmî û cîhanî dikin, hene. Kurd ji gelên herî ku banga aştîyê dikin in û ji bo guncavbûna bi guhartinan re nerm in û nirxên rojavayî diperjirînin.
  2. Li gor hişmendîya rojavayî û berjewendîyên jeosiyasî yên hêzên mezin, wiha dibînin ku ji bo misogerkirina desthilatên xwe li Rojhilata Navîn, piştevanîya mafên kurdan û çareserkirian wê alaveke birêvebirina van berjewendîyan û şerê li dijî terorê ye. Bê guman divê kurd vê yekê ji xwe re bi kar bînin û jê sûdê wergirin.
  3. Hêzên navneteweyî her demê bang û angaştan dikin ku ew parastina demokrasîyê û mafên mirovan dikin; êdî çareserkirina doza kurdî bi vê arasteyê re dimeşe. Nemaze ku kurdan di van demên dawîyê de li Iraq û Sûrîyê destkeftîyên siyasî bi dest xistine.

Êdî; siyaseta ku hêzên mezin niha didin meşandin “ku çareserkirina doza kurdî li gor berjewendîyên wê ye” wiha ye:

Dest bi pêkanîna planeke gelemper û nêrîneke temambûyî bikin ku mafên kurdan bêyî xirabkirina yekbûna dewletên ku di wan de dijîn di ber çavan re derbas bikin. Her wiha misogerîyên navneteweyî ji kurdan û dewletên herêmî re pêşkêş bikin ku çareserî ne li ser hebasê alîyekî ye.

Her wiha destekdayîn û handana gotûbêja kurdan di navbera hev de û gotûbêja di navbera kurdan û dewletên ku lê dijîn de, da ku bigihêjin çareserîyin lihevkirî.

  • Pirsa herî ku di vê babetê de tê kirin: Çi dihêle ku ev hêzên cîhanî berê xwe bidin çareserkirina doza kurdî di vê demê bi xwe de?

Em dikarin bersivê di nava du xalên bingehîn de bînin zimên:

  • Guherînên li Sûrîyê pêk hatine. Êdî çi lihevhatineke siyasî li Sûrîyê, divêtîya wê bi danîna çareserîyeke temambûyî ji doza kurdî li Sûrîyê heye.
  • Fişara gelêrî û navneteweyî ya mezin ku pê re destekdayîna gelên cîhanê ji mafên kêmînîyan re pir bûye. Di vê babetê de dibe ku hêzên cîhanî rastî fişarekê werin ku ji dil destwerdanê di çareserkirina doza kurdî de bikin.

Gava em li mercên heyî dinêrin; em dikarin bibêjin ku delîve ji her demê bêtir hatiye ku doza kurdî li ser maseya hêzên mezin were danîn.

Bi tevî van merc û hewayên erênî yên herî li Rojhilata Navîn; lê belê barê çareserkirina doza kurdî xwe dispêre şiyana kurdan ji bo yekkirina mala xwe û pêşkêşkirina nêrîneke zelal û yekbûyî der barê siberoja xwe de. Ev kêlîya heyî dibe ku delîveyeke kêmpeyda be ku boçûnên xwe yên siyasî, mafî û mirovî pêk bînin. Her wiha dewletên herêmî jî amade ne ku “destjêberdanan” bidin û vîna hêzên mezin heye ku roleke çalak di çareserkirina vê doza ku gelek kes westandin û bûye xewneke kurdan ji nifşekî heyanî nifşekî din ku çareser bikin.

Di dawîyê de û li gor xwendina me ya befireh, em dikarin bibêjin:

Doza kurdî ne dozeke xwecihî yan herêmî ye; lê belê beşek ji hevkêşeya navneteweyî ya li Rojhilata Navîn e.

Di destên hêzên mezin de alavên gerekî çareserkirina vê dozê hene, lê belê pêdivîya wê bi vîneke siyasî ya rastîn û hevkarîyeke herêmî u navneteweyî heye. Ez dibêjim dema wê hatiye.

Encam wiha ye:

Di nava guherînên kûr ên li Rojhilata Navîn û bi taybetî li Sûrîyê rûdidin de, yekrêzîya kurdî û biyekkirina banga siyasî ya kurdan ne tenê bijardeyek e, lê belê divêtîyeke stratejîk e. Her wiha rêbaza tekane ye ku mafên kurdan li Sûrîyê misoger bikin, destkeftîyên wan biparêzin û şiyana xwe ya ji bo avakirina Sûrîyeke demokrat ji hemû sûrîyan re tekez bikin.

Ji bo pêkanîna vê yekîtîyê ji hêzên kurdî yên bandorker kedeke wêrek û biryarin dîrokî tê xwestin ku berjewendîyên partîtî yên teng derbas bikin û berê xwe bidin armanca mezin a tevaya kurdan, an ku çareserkirina doza xwe û jiyîna bi azadî û aştîyeke domdar bi gel û pêkhateyên herêmê yên cihêreng re ku weke motika Rojhilata Navîn a Demokrat bin.

زر الذهاب إلى الأعلى