ANALÎZ

Hevdîtina sêqolî li Tehranê

Hevdîtina sêqolî li Tehranê

Kermilîn seredana Pûtîn ji bo Tehranê di 19 ê meha temûza borî de ragehand, û bi rastî seredan jî li gorî dema destnîşankirî pêk hat, û bi Erdoxan re hevdîtin kir, û bi serokê Îranê Îbrahîm Reîsî re hevdîtineke sêqolî li li Tehranê li dar xistin, ji bo misogerên rêbara Astana, û li rex civînê hevdîtinên duqolî di navbera Pûtîn û Erdoxan ji hêlekê ve û di navbera Reîsî û Erdoxan û Pûtîn ji hêleke din ve pêk hatin. Li wir doseya kêşeya Sûrî cihê herî girîng di gotûbêjan de girt. Wesa sêyeka diduwan ji meha temûzê navnîşaneke berfireh ” Baydin Li Si’ûdîyê û Pûtîn li Îranê” dixuye, di vê doxê de hevrûbûn û berhengarî li ser her du rexan diyar dibe, û ji mêj ve ku ev cara pêşîn e ku dengê dewletên navçeyê û herêmê tev lê dibe ku di vê berhengarîyê de hevber û hevrûyî dengê dewletên zilhêz dibe. û bi seredana Baydin ya Rojhelata navîn ya ku zemînekê dadimezrîne ji bo avakirina hevbendîyekê yan jî hevgirtineke destnîşankirî yan jî misogerkirina peywira hevbendanên berê, tev ku Si’ûdîyê xemsarîyek derbarê tiştên Baydin dixwest pêk were nîşan da, ew jî li ser hêvîya ku desthelatdarîya wî bi dawî bibe berî ku tu pêbendîyên demdirêj bide, ji ber ku  Si’ûdîyê  serederîyê komela Partîya Komarî dibijêre û sedema sereke jî ku nêzîkbûna serokên Dîmoqirat ya herheyî ji Îranê ya ku Mîrnişîna Si’ûdî wê napejirîne û qebûl nake, û di heman rêbazê de Welatên Yekbûyî heta jê tê û kare dixebite ji bo piştgermî û dilniyabûnê ji xwe û hevbendên xwe re dide  bi sînorkirinê yan jî bi qalibkirin û qewarekirina desthelatdarîya Rûsî û Îranî û heta bi Turkî jî li Rojhelata Navîn di bin sîbera guherînên navdewletî de, û nemaze ku leşkerkirina kêşeyan pirtir bûye ji berê, û tiştê ku sîbera xwe berda ser komcivîna sêqolî li Tehranê ji seredana Baydin ew bû ku “daxuyanîya Qudsê” ya wajokirî di navbera Welatên Yekbûyî û Îsraîlê ya ku ji ragehandinê hevpişkîya demdirêj di navbera her du dewletên de li xwe digire û ji giringtirîn bendên wê “pêbendîya Emrîkî ku rê nede Îranê bibe xwedî çekên Etomî û bikarhanînê hêzê ji bo misogerkirina vî tiştî”, û ev jî rê li ber Rûsîya û Îranê vedike ku rêkevtina bergîrî ya hevpişk wajo bikin ya ku Îran lê digere û ev jî yek ji armancên wê ye û her wesa kirrîna mûşekên “S400”  ji Rûsîya, ku ev dibe yek ji mijarên hevdîtina duqolî ya di navbera Pûtîn û Reîsî de, tê zanîn ku lutkeya (kompeta) Tehranê ne girêbesta hevbendîyekê di navbera her sê dewletên de ji bo beramber ger û geşta Baydin e, ji ber ku Turkîyê ne di hundirê rêbaza Îranî û Rûsî ya li dijî Rojava (Ewrupa û Emerîka) ye, lê belê bi wan re li hev dike û pişkdarîyê bi wan re dike ku ew daxwazîyê di firehbûna desthelatîya xwe  heta jê tê dike. Dêmek lutkeya (kompeta) sêqolî ji bo gotûbêjê bû li gora sepandina berjewendîyên her sî dewletan û bi taybet li ser asta doseya kêşeya Sûrîyê bû, û dibe ku di hevdîtina Pûtîn û Reîsî di pêçeyên wê de ji bo destpêka hevalbendîyeke veşartî hebe û paşê bêt ragehandin. Ji alîyê Turkî ve û li gora ragehandinên berpirsên Turkan ku ew ji amadekatrîyên serbazî û leşkerî û locistîk bi dawî kirine ji bo êrîşeke dijminane nuh li ser Bakurê Sûrîyê dest pê bikin, lê belê tiştê ku dihêle Turkîyê manore dike ku ew hêj tu nîşaneyên siyasî ji hêzên kartêker wernegirtine, lew ra çavdêr hevdîtina Rûsî, Turkî û Turkî  Îranî bi bi piroseya (kirdara) serbazî ve girêdidin ji ber ku Turkîyê hewl dide û tê dikoşe  ku bi alîyên navborî re bi lihevkirinan derkeve, û heger ruhnîya kesek ya destwerdanê wernegirtî bin dibe ku destkevtîyên din tekûz yan nîvcih ji armancên ku Turkîyê çavnêrîya wê dike, û her sê alî li ser daxwaza sepandina zext û fişarên zêdetir li ser Rêveberîya Xweser û Hêzên Sûrîya Demoqiratîk ya ku bûye hêzeke karîger di kirîza Sûrîyê de li hev dikin, û her yek ji wan ji Rûsîya û Emerîka dixwazin wê bi alî xwe ve bîne û dostanîya wê werbigirin, û hêj serkirdayetîya siyasî û leşkerî ya Qesed bi dîplomasîyekê kar dike û bi nermbûn û dînamîkîyetî xwe û bi sorbûn û rijdbûna xwe ji bo parastina destkevtîyên xwe û parastina komelgehên deverê ew hemû nişkavî kirin, û bi alozkirina helgotina di gel zaravê ku hêzên din bikartînin peyrewê dike. Lê li alîyê Rûsî ya ku şerê wê li Okrayîna bûye kar û mijûlîya wê ya sereke hewl da ku hemî gotûbêjên xwe sînor bike ji bo têgehîştinan bi Turkîyê re li ser dabînkirina rêya bazirganîyê kereste bike, her wesa ew belgeya doseya Sûrîyê bikartîne ji bo zextê li Turkîyê bike ji bo bicihkirina tiştê di Okrayîna de dixwaze, û di heman rêbazê de jî Rûsîya nerazîbûna xwe venaşêre li ser pejrandina Turkîyê bo tevlêbûna Siwêd û Finlindayê bo hevbendîya Natoyê, û wê nerazîbûna xwe bi çend derbeyan li Idlibê û Cebel Elzawîyê û derbeyên din li pêgehên çeteyan li gundewarê Serê Kanîyê yê rojhelat anî ziman. û serbarî hemî nêzîkahî ya ragehandî di kongirên ragehandinê de lê belê di pişt derîyên girtî û di quncikan de ew gotûbêja ku rênimayên dîplomasî li pêşberî ragehandinê diçespîne dirust nabin, tenê gotûbêjin germtir û tûjtir ji ya ku radigehînin ev ya ku berpirsên siyasî yên berê di bîrwerîyên xwe de dibêjin, lew divê hêj pirtir kûrkirin di şirovekirinê de bikin û li ser daxuyanîyên ku ji ragehandinê re pêşkêş dikin ava nekin, ji ber ku wergerandina tiştê li ser erdê ew dirustir e, ev jî derî li ber hemî bijardeyan vekirî û li piştê dihêle ji encamên vê hevdîtinê re di danîna kevirê aştbûnê yan jî veguhestina berev alozkirina qeyrana siyasî û serbazî di navbera Turkîyê ji alîyekî ve û Rûsîya û Îranê ji alîyekî din ve. Lê Îran ji vê hevdîtinê pêdivîya wê bi pileyekê pirtir divabû ji hevberên xwe, ew jî bi kêmanî ji bo bersivdana ger û geşta Beydin ya Îsraîlî – Kendavî yan ji Ragehandinê Qudsê çêbûyî, û şandina nameyan ku ew jî dikare tevlî hevbendîyekê bibe rûbirûkirinê misoger bike û piştrast bibe, ew rêzbenda û bineya ku Rûsîya û li gel wê Çîn û Hind û Kûrîya Bakur li xwe digire, ev hêz hemî radihêjin nîşaneyekê tenê ew jî veguhestin berev pergaleke cîhanî ya nuh pir alî û pir cemser e, ji alîyekî din ve Îranê dixebite ji bo hweldana avakirina rêç û kenalên nêzîkbûnê di navbera Rêjîma Sûrîyê û Turkîyê de, li pey xwezaya bar û doxê kongira ragehandinê ya dawî ji lutkeya sêqolî tu rêkevtin yan jî têgehîştin bi xwe re wernegirt ku ragehînin. Lê ya girankirî û biserkevtî  ku ev têgehîştinên han li pişt derîyan bimîne yan jî bibin tovê rêkevtinên ku di paşerojê de û di dema bê de şîn werin û geş bibin, ku nexşeya serbazî dîmenên wê diyar bike ya piştî vê lutkeyê tê. Nîşaneyên seretayî ji encamên vê hevdîtinê ew rijdbûna Îran û Rûsîya li ser redkirina pêdana ronîya kesek û dibe ku ev redkirin, bi şêwazeke dîplomasî ku Turkîya pê razî bibe, ew jî pişkdarîya Turkîyê di gelek armancan de ku ya girînga wan bikaranînê zêdetir zext li ser Rêveberîya Xweser û Hêzên Sûrîya Dîmoqirat daku hemî bajarên raçavkirî radestî Rêjîma Sûrîyê bike, û di hêleke hevkêşî  zextê ji bo wajokirina rêkevtinan ku Hêzên Sûrîya Dîmoqirat daşikandinên pirtir li dever in din pêşkêş bike, û di zextên xwe de gefên Turkîyê bikartîne, û ev jî şêweyekê ji hemahengî û hevkarîyeke sîxurî di navbera Rûsîya û Îranê û Rêjîma Sûrîyê û Turkîyê de bi kêmanî heye, û ji alîyekî din ve Turkîyê hêj her carê xwe dispêre alozkirina kirîzê û hêlên pêkvegehîştî bombebaraneke bê rawestan dibîne ku ew ya herî tund û xurt bû ji hingê aştbûnê ve ji ber ku qurbanîya wê bombebaranê gelek ji sîvilan û wêrankirina xanîyên xelkê tê de çûn, ev jî li ber ba dibe ku Turkîyê hêj dev ji karê dijminane bernedaye ku dibe di çi kêlîyekê de encamp bide, lê belê xuya dibe ku hindek soz û belên ji Rûsîya û Îranê wergirtî ye ji bo amadekirina kewdanin guncav li gorî destkevtîyan bê ku bi karekî diminane yê serbazî rabe yan bi kêmanî belavkirina hêzên artêşa Sûrîyê û radestkirina deverê ji Rêjîma Sûrîyê, ev jî dixuye li razîbûna Turkîyê ye ku helmeta dijminane li paş bixîne, lê ev ne bi razmendî û qayîlbûna Hêzên Sûrîya Dîmoqirat e, gava kar û kêşe bigehîje destkevtîyên şoreşê û qurbanîyên şehîdan û her alîyek ji wan alîyan hestyarîya vê helwestê dizane û pêgirêdana Hêzên Sûrîya Dîmoqirat pêve, lê li gorî ku diyar dike Rûsîya û Îranê li ser manoreya siyasî  li hevkirine ji bo parastina nexşeya leşkerî ku weke xwe aram bimîne bi kêmanî di vê dema nuha de nemaze di bin sîbera mijûlbûna her yekê ji wan bi şerê taybet pê. Lê ya balkêş ku Rûsîya û Îran karîbûn Erdoxan razî bikin bi daxuyanîyên dijî hebûna Emrîkayê li rojhelatî Ferat ya ku Rûsîya û Îran û Turkîyê hevpişkîya eşkera dike ji bo dagirtina valahîyê ya ku bi derkevtina Emrîkayê çavçilîya wê dikin daku ji wan re bibe qada firehkirina desthelatîyê, û ev ragehandin hindekî nişkavî bû ji ber ku divabû Turkîyê nêzîktir be ji Emrîkayê neku ji Rûşîya û Îranê re ji ber her du alî di hevbendîya Nato de ne, lê belê hemû tiştên borî neşîyana siyasî ya Erdoxan diyar dikin û têkevtina xwe di ragehandina karekî serbazî nepejîr û nerazmend ji hemîyan û têkdana berjewendîyên hemî alîyan ve, di bin sîbera wê hemî de diyar dibe ku Encûmena Sûrîya Dîmoqirat û Hêzên Sûrîya Dîmoqirat wek alîyekî nûnertîya gelê Sûrîyê li bakur û rojhelatê Sûrîyê dike nûnertîya siyasî û leşkerî dike û cihê xwe siyasî û leşkerî di gurûgerma kirîza Sûrîyê de mîna hêzeke nîştimanî girtîye. Welatên yekbûyî tekez dê bi manorekê rabe ji bo Turkîyê piştî hevdîtina Tehranê û ragehandinên vê dawîyê vegerîne rewta xwe, her weku zêdekirina alozkirina qeyrana serbazî pêkane di hemî xalên pêgehîjtinê de û ev jî pir zelal di kiryarên dijminane de ya ku dewleta Turkîyê di der heqê sivîlan û hemwelatîyan û rêveberên siyasî û leşkerî pê radibe li bakur û rojhelatê Sûrîyê diyar dibe.

زر الذهاب إلى الأعلى