ANALÎZ

Girtina Deriyê Sêmalka… Pirsgirêk û Armanc

 

Herêmên Rêveberiya Xweser bi rêya gelek deriyan bi herêmên derdora xwe ve girêdayî ne, hinek ji wan girtî ne, weke deriyê Til Koçer “El Yerûbiya” bi Îraqê re û Nisêbîn bi Tirkiyê re, û sê deriyên din vekirî ne, ew jî deriyê Sêmalka bi Başûrê Kurdistanê re, Tebqa bi herêmên rejîmê re û Minbic bi herêmên bi navê opozisyonê re. Bi rêya van Deriyan Rêveberiya Xweser hewl dide ku pêdiviyên herêmê yên weke xwarin, pêdiviyên pijîşkî, pêdiviyên avahîsaziyê û hwd, ligel tevgera welatiyan û rewşên mirovî dabîn bike.

Lê belê tevgera di van deriyan re bi guhertinên siyasî û leşkerî yên li Sûriyê ve têkildar bû, û girêdayî têkiliya aliyên din ên deriyan “Hikûmeta Herêma Kurdistanê” bi dewleta Tirk a dagirker, rejîmê û heta Rûsyayê re bû li gorî berjewendiyên xwe yên li herêmê, vê yekê zexteke mezin li ser Rêveberiya Xweser di warê dabînkirina pêwîstiyan kir, ji ber ku Tirkiyê û çeteyên wê û Rêjîm û li pişt wê jî Rûsya ji aliyên ku herî zêde şerê herêma Rêveberiya Xweser di warê siyasî, aborî û leşkerî de dikin e. Vê yekê gelek astengî û pirsgirêk li pêşiya hewldanên Rêveberiya Xweser di warê peydakirina kelûpel û madeyên bingehîn ji bazara hundirîn re û hinartina kelûpelên xwe yên zêde ji derveyî herêmê re derxist holê. Ev yek jî nîşana planeke bi armanca dorpêçkirina aborî li ser herêmê dike, nemaze ku li herêmê pêleke hişkesaliyê ku bandoreke neyînî li ser çandiniyê kiriye heye, her weha rê li ber geşbûna sektora pîşesazî ya hundirîn digire bi rêya rawestandina herikîna madeyên xam, perçeyên yedekê alavan, alav û hwd, her weha hewldana çêkirina kirîzeke tenduristî bi rêya rêgirtina li ber nexweşên ku diçin Herêmê da ku li nexweşxaneyên wir derman bibin.

Di dawiya sala borî de, desthilata Herêma Kurdistana Îraqê (Başûrê Kurdistanê) deriyê Sêmalka ku yek ji girîngtirîn derîçeyên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye li ber tevgera bazirganî û rewşên mirovî di encama dorpêçka li ser herêmê de girt, bêyî ku hincetên pêbawer ji raya giştî re ragihîne, ku bi hinceta meşa nerazîbûnê ya Tevgera Ciwanên Şoreşger ji bo daxwaza radestkirina cenazeyên hejmareke ji şehîdên Rojava yên di şerê li dijî artêşa Tirk a dagirker de şehîd bûn, ji ber ku hikûmeta herêmê radestkirina wan red dike. Girtina deriyê sêmalka, li gel girtina deriyê El-Welîd, metirsiyeke mezin li sektorên jiyanî dike û êş û azarên nêzî pênc milyon mirovên ku li herêmên Rêveberiya Xweser dijîn zêde dike.

Girtina her du deriyan bi girtina rejîmê ji deriyê Tebqayê re hevdem bû, û herêm rastî gelek zextên leşkerî û gefên ewlekarî yên ji aliyê dijminên Rêveberiya Xweser ve tê, ev yek nîşana lihevkirineke herêmî ji bo fetisandina herêmê dike û zêdebûna zextê li ser Rêveberiya Xweser dike da ku deriyê Til Koçer “El Yerûbiya” di berdêla vekirina wê de radestî rejîmê bike.

Desthilatdariya Herêma Kurdistana her weha hewl dide karê rêxistinên hewarhatiniyê (alîkariyê), xêrxwaziyê ​​û xizmetguzariyê yên ku weke girêdaneke di navbera civakên herêmê û civaka navdewletî de kar dikin asteng bike, û Encumena Niştimanî ya Kurdî ya ku nikarîbû konfêransa xwe ya giştî lidarxîne, û bandora wê weke hêzeke siyasî li herêmê nemaye ji nû ve jiyan bike, ji ber xuya bû ku pêwendiya wê bi aliyên ku li pişt girtina deriyên bi herêmên Rêveberiya Xweser re, û hewldana têkbirina Rêveberiya Xweser weke nûnerê rewa yê hemû pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, zêde bûye.

Di vê siyasetê ajandayên taybet ên her dewletekê hene, ji ber ku stratejiya Tirkiyê ji aliyê raya giştî ve baş tê naskirin, ku ew dê dudilî nebe ji her derfetê sûd werbigire û êrîşî Rêveberiya Xweser bike, tevî ku girtina deriyê sêmalaka bi xwe ziyanê dide aboriya Hevalbendên wê li başûrê Kurdistanê (Herêma Kurdistana Îraqê). Rejîm û li pişt wê Rûsya jî hewl didin ku kontrola xwe gav bi gav li ser herêmê bikin.

Di vê çarçoveyê de jî girtina deriyê Sêmalka dikare weke beşek ji stratejiya bikaranîna deriyan weke amûreke şantajê li dijî Herêma Rêveberiya Xweser ji bo radestkirina wê ji rejîmê re were dîtin, û bi vî awayî têkbirina destkeftiyên pêkhateyên Herêmê di rêvebirina kar û barên xwe de û hewildanên tevlîbûna hevkarên artêşa Tirk a dagirker di nava Rêveberiya Xweser de li gorî şert û mercên wan ên ne pêkan, û bi vî awayî jî têkbirina nasnameya niştimanî ya Sûrî ya Rêveberiya Xweser; Di vê çarçoveyê de mirov dikare bêje ku heta hêzên ku di kirîza Sûriyê de bi bandor di girîngdayîna berjewendiyên xwe li ser berjewendiyên gelê Sûriyê de bi israrin dê ev doz bi gelek pêşketin û pirsgirêkan re rûbirû bimîne.

زر الذهاب إلى الأعلى