ANALÎZ

KOMARA TIRK A DUYEMÎN A ÎSLAMGÊR Û BIKARANÎNA BÛYERAN

Rejîma Ixwanî ya Tirkiyê yekser mijarên sereke yên ereban, “mîna pirsgirêka Filistînê”, qeyranên wek qeyranên Sûriye, Lîbya û Iraqê û bûyerên niha yên ku di navbera Îsraîl û Şerîda Gazeyê de diqewimin, bi kar tîne. Yan jî tişta ku li herêma Rojhilata Navîn diqewime, dixe xizmeta projeya xwe ya mêtinkar, her wiha ji bo xizmeta berjewendiyên xwe, welatên Ereb di warê siyasî, aborî û leşkerî de bikar tîne.

Ji ber vê sedemê Tirkiye di siyaseta xwe ya derve de; siyaseta du durûtiyê dimeşîne. nakokiyên erebî-erebî û cudahiya di îdyolojiya wan de rê ji rejîma Tirk re vekir ku destêwerdanê di karûbarên Ereban de bike û wan ji bo xizmetkirina armancên xwe yên berfirehtir bikar bîne, bêyî  ku biryareke Erebî  hebe ku rê li armancên nû yên Tirkiya Osmanî li herêma Ereb bigire.

Îslamgerî  amûreke îdeolojîk a sermayedariyê ye

Ramandarê Kurd Abdullah Ocalan di berga pêncan de dibêje Pirsgirêka Kurd û Çareseriya Neteweya Demokratîk rûpela 437-438″Çi Îslama radîkal, çi Îslama Nerm û çi jî Îslama Şîa dibe, bi tevahî nêzîkatiyên mîlliyetgir ên Îslamî ku dixwazin li şûna modernîteya kapîtalîst bi cih bikin, ji sextekariyeke mezin pêve tiştekî din nînin. Ji ber ku ev Îslamgerî ji serê sedsala 19. ve şaxekî mîlliyetgiriya hegemonya modernîteya kapîtalîst e, ti têkiliya wê bi şaristaniya Îslamî re nîne, amûrekî îdeolojîk ê kapîtalîzmê yê xweserî welatên

Îslamî yên Rojhilata Navîn e. Îslamgeriyên siyasî yên di dused salên dawî de ji ajanên bi maske yên hegemonya kapîtalîst wêdetir nikarin bi roleke din rabin. Ji ber ku bi modernîteya kapîtalîst ve girêdayî hatine hûnandin û xistine nava tevgerê. Jixwe di dused salên dawiyê de ev tevgerên Îslamî ji kûrkirina pirsgirêkên civakî û neteweyî yên li Rojhilata Navîn wêdetir bi roleke din ranebûn û ev jî rastiya em behsa wê dikin piştrast dike. Lewma li pêşiya kominalîzmê û neteweparêziya demokratîk astengên îdeolojîk û polîtîk in. Îslama çandî mijareke cuda ye, û di çarçoveya rêûresmê de xwedîlêderketin û parastina wê, aliyekî xwe yê manedar û erênî heye”

Rejîma Tirkiyê ku Partiya Dad û Geşepêdanê(AKP) serkêşiya wê dike, ji hemû partiyên berê zêdetir partiya dewletê ye, û hikûmeta Tirkiyê ya niha hukûmeta“şerê taybet”e;  ji hemû hikûmetên berî wê zêdetir neheqî û sitemkarî  li kurdan, li welatên cîran, heta li dijî ereban û heta li cîhanê  kiriye

Rejîma niha ya Tirkiyê li pey avakirina rêxistineke îslamî ji bo kontrayan, kar dike ku hemû rêxistin, partî û komeleyên olî têxe  xizmeta şerê xwe yê taybet de, li rex bikaranîna çanda olî da ku têxe xizmeta armancên xwe de.

Pirsa ku mirov dikare bike: mahiyeta dewleta Tirk çawa ye, gelo ew dewleteke îslamî ye ku ji bo parastin û belavkirina Îslamê dixebite û piştgirî dide doza Ereban, ji ber ku di dema desthilatdariya Osmanî de piraniya welatên Ereban dagir kiribû?

Erdogan angaşt dike ku ew  avakerê komara duyemîn “Komara Îslamgerî” ye û serokatiya Îslama Sunî li xwe digire. Belê, ya rast ew e ku Komara Duyemîn li ser destê pergala cîhanî û Erdogan hatiye afirandin û Erdogan tenê amûrek di destê wê de ye.

Mirovê guncav  ji bo pêkanîna planên pergala cîhanî li Rojhilata Navîn

“Erdogan” nekarî bigihêje desthilatdariyê û sîstema sekuler a Tirkiyeyê ya ku Mustafa Kemal Ataturk piştî rûxandina Sultanetiya Osmanî ava kir, bike sîstemeke îslamî ya sunî, heger stûxwarî li hember rojava û Îsraîlê nekiriba ku ew zilamê guncave ji bo cîbicîkirina planên pirgala cîhanî li Rojhilata Navîn. Ew yekem kes bû ku di serdana xwe ya dewleta Îsraîlê de di sala 2005an de, berî ku Trump Orşelîm wek paytexta Îsraîlê nas bike, Orşelîm wek paytexta Îsraîlê nas kir, her wiha yekem serok bû  ku serdana  gora damezrînerê dewleta Îsraîlê  û Muzexaneya Holokostê kir.

Ji ber vê yekê, ji bo ku pirgala cîhanî serweriya xwe ya li ser Rojhilata Navîn bidomîne û pilanên xwe bi cih bîne, dihat xwestin ku Tirkiye xwedî meyla îslamî be, ji ber ku guhertinên ku di salên 1920’an de li Rojhilata Navîn, bi taybetî li welatên Ereban pêk hatin, bi damezrandina yekemîn Komara Tirk a sekuler bi destên rojava û Cihûyan dest pê kir.

Tirkiya îslamegêrî tenê kaxezeke di destê pirgala cîhanî de ye ku li gor xwe dide pêş û rejîma Tirkiyê nikare ji rêya ku jêre ku jêre hatiye diyarkirin derbikeve, ji ber wê jî Erdogan li gorî pêwîstiya Rojava bi Tirkiyê re hewil dide pişka xwe ji  destkeftiyên ku pirgala cîhanî ji Rojhilata Navîn bi dest dixe zêde bike, di encamê de Erdogan Efrîn, girê Spî, Serêkaniyê û Bakurê Sûriyê dagir kir û hişt ku destwerdanê di kirîza Lîbyayê û aloziya Azerbaycan û Ermenistanê de bike. Bêdengiya navneteweyî ya li hember tawanên mirovî yên li dijî gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi taybetî û Sûriyê û hin welatên krîzdar û heta di nava Tirkiyê de, berhema rola Tirkiyê li herêmê ye.

Angaşta Erdogan a piştevaniya doza Filistînê û di nav wan de Tevgera Hemasê ya ixwanî, tenê ji bo xizmeta berjewendiyên xwe ye; yên navxweyî û derve û li ser hesabê gelê Filistînê ye,ev jî ji bo bihêzkirina peywendiya xwe bi Îsraîlê re di warê aborî, leşkerî û îstixbaratê de. Serokomarê Tirkiyê piştî pêşwazîkirina Serokomarê Îsraîlê Îshaq Hirtzog li Enqerê, ku ev serdan bi  “serdana dîrokî ” pênase kir. Jixwe qebareya danûstandinên bazirganî di navbera welatê wî û Îsraîlê de sala borî %36 zêde bû û giha 8.5 milyar dolarî û da zanîn ku ew bi hêvîne bigihêje 10 milyar dolarî.

Tevî vê yekê em îro dibînin ku hin tevgerên Filistînî yên ixwanî piştgiriya Tirkiyê û rejîma wê ya faşîst dikin û destekê didin tawanên hovane yên li dijî gelên Rêveberiya Xweser li Bakur û Rojhilatê Sûriyê. Mînaka vê yekê jî, tişta ku li Efrînê diqewime di warê avakirina bajarokan bi pereyên Qeterî.

Dirûtiya Erdogan

Erdoganê ku di gotarên xwe de  piştgiriya doza Filistînê dike û kuştin û koçberkirinê red dike û êrîşên leşkerî yên Îsraîlê li ser Şerîda Gezayê şermezar dike û şînî ji bo kuştina sivîlan ragihand, ango tenê axaftinin li dijî Îsraîlê, bêyî ti  zext û gavên “siyasî û aborî” hebin .

Beriya operasyona Îsraîlê, binesaziya herêmên Rêveberiya Xweser wêran kir, 17 saziyên neft û gazê, 11 navendên elektrîkê, 2 stasyonên avê, 2 nexweşxane, 48 dibistan û navendên perwerdehiyê, 3 navendên pîşesazî, 580 bombebaranên hewayî û bejayî, 12 kuştî û 55 birîndar ku piraniya wan sivîl bûn, krîzeke mezin a aborî li herêmê çêkir, ev hemû

Her kes dizane ku ev rejîm li ser destê pirgala cîhanî hatiye çêkirin, êdî siyaseta dualî dimeşîne û hemû aliyan bikar tîne. Tevî wilo jî  pozê xwe hildide û dibêje ew damezrênerê rejîma îslamî ye, dirûşmên bibandor derdixe, xwe xwedî sinc dibîne û bi olê dileyize. Erdoganê ku Muzeya Ayasofyayê veguherand mizgeftê û Mislimanên dilpak xapandin ku ew Siltanê nû yê Mislimanan e, di heman demê de ji bo li Tirkiyeyê laşfiroşî û bêsinciyê belav bike.

Tirkiye yek ji wan welatên îslamî ye ku laşfiroşî tê de herî zêde tê de belav dibe û sendîkayên wan jî hene. Ji dema AKPê ve rêjeya laşfiroşiyê zêde bûye. Di rapora ku ji aliyê dezgeha Maat a ji bo Aştî, Pêşketin û Mafên Mirovan ve hat weşandin de ku Tirkiye di bazirganiya laşfiroşiyê de li cîhanê di rêza dehemîn de ye û diyar kir ku li gorî xala 227 a Qanûna Cezayê ya bi hejmara 5237’an, li Tirkiyeyê laşfiroşî weke pîşeyekî hiqûqî tê dîtin, salane 4 milyar dolar ji bo Tirkiyê berhem tîne.

Li milekî din jî penaberên Sûrî yên ku ji tawanên Partiya Baas, teknîka şer a Rûsî û milîsên Îranî koçber bûne, û bi zorê wan vedigerîne bakurê Sûriyê ji bo armanc û mebestên hundirî û derve, piştî ku karta penaberiyê  û bandora wê li ser dewletên rojava winda kir û Erdogan ket himbêza neteweperestên tirkan.

Metirsiya Tirkiyê li ser ewlehiya neteweyî ya Ereban

Jixwe ev tişt  ne tenê li ser dirûtî û dualiya di navbera piştgirîkirina doza Filistînê bi zirt û gotinan û piştgirîkirina Îsraîlê di ware cîbicîkirinê de û tawanên mirovî yên li herêmên Rêveberiya Xweser an jî deverên din pêk tê diraweste,  Tirkiyeya îslamgêr  karekî wê yê din jî heye û metirsîdartir e ku ji aliyê(pergala cîhan) ve hatiye erkdarkirin, û dibe ku bandorê li ser ewlehiya neteweyî ya welatên erebî bi giştî bike, ku ji wan dixwaze serpereştiya rêxistinên terorîst bikin û pişta wan bigire ku pergala cîhanî bi rêya dewleta Tirk a ku cewhera wê Îslamî ye û bi peredana Qeterê terorê  rêxistin bike û wan bike çete  ku li gorî rojeva Tirkîyê li herêmê tev bigerin. Jixwe bandora vê yekê li Sûriye, Lîbya û Iraqê eşkere xuya dike û bi bi guhertina hevsengiya hêzên navneteweyî dibe ku di paşerojê de, li welatên din ên ereb jî belav bibe. Ji bilî hebûna partî û rêxistinên siyasî û olî di nava welatên erebî de, ku piraniya van partî û rêxistinan, girêdayî Ixwanulmisilmîn, El-Qaîde û DAIŞ’ê ne û hezkerê Împaratoriya Osmanî ya nû ne ku ewlekarî û aştiya navxweyî ya welatên erebî û ewlehiya neteweyî ya ereban gef dike, ji ber ku ew şaneyên xewê  yên razayî ava dikin ku dema bang li wan were kirin dê şiyar bibin û ajendeyên wan pêk bînin .

Komara Tirkiyeyê ya “Îslamewî” û rola wê li herêmê û cîhanê

Di vê çarçoveyê de Komara Tirk a duyemîn a “Îslamgêr” piştgirî nedaye Misilman û dozaEreban, nemaze pirsgirêka Filistînê,lê belê dibe yek ji welatên herî metirsîdar ji bo Îslamê û welatên Ereban. Bi maskeya olê Erdogan dest bi cîbicîkirina pîlanên xwe yên mêtinakar kir, bakurê Sûriyê û Iraqê dagir kir, fobya ereban a ku kurd dixwazin ji xwe re dewletekê ava bikin bikar anî, û got ku  projeya neteweya demokratîk armanca wê parçekirina Sûriyêye û bakurê Sûriyê dagîr dike. rêjîma Tirkiyê Herêma Kurdistanê dagîr dike, û di rêya Ixwanulmislimîn destêwerdan di krîza Lîbyayê di warî siyasî  û aborî î û heta leşkerî de dike, ku ev yek jî bû metirsiyek li ser ewlehiya neteweyî ya Misrê. Her rwiha nakokiyên Erebî-Erebî, wek nakokiyên Qeter-Kendavê û tirsa Kendavê ji berfirehbûna Îranê bi kar tîne, bêyî ku roleke erênî di bidawîanîn û kêmkirina qeyranên welatên ereb û cîhana îslamî de hebe. Di encamê di bi kirasê olê dixweaze ku Rojhilata Navîn di bin sîwana cîhanê de bihêle û nehêla azad bibe. Hemû nêzîkatiyên îslamî yên neteweperest “çi Îslama radîkal, çi Îslama nerm, çi Îslama Şîî” be, ên ku dixwazin dewsa modernîteya kapîtalîst bigirin,  mîna angaşta Tirkiyeyê ku ew  li dijî dewletên rojava ye” durûtî ye. Ev meyla îslamî tenê amûreke îdeolojîk a taybet bi kapîtalîzmê û hegemonyaya wê ya li ser welatên îslamî yên Rojhilata Navîn e û tu girêdana wê bi şaristaniya Îslamê re nine, tenê ajaneke nixumandî ya hegemonyaya kapîtalîstê ye.

زر الذهاب إلى الأعلى