ANALÎZ

Dêra zorê…ji nû ve tevlîhevkirina kaxezan û fitneyeke bi çêja berjewendiyan

Tevî ku 12 sal di ser aloziya Sûrî re derbas bûne, lê hê hişmendiya ku aloziyê bi rê ve dibe, nehatiye guhertin. Partiya Basê ya ku di sala 1963yan de bi rêya derbeyeke leşkerî gihaştiye ser desthilatê, hê bi hişmendiya leşkerî û destekî xwerû ewlekarî, herêmê bi rê ve dibe. Tevî ku ewqas dem derbas bû û jidestana hineh beşan ji xaka Sûrî û aloziya rewşa aborî ya ku hişt rewşa tevna civakî û çandî ya giştî li tevahî Sûrî lawaz bibe, lê pozbilindî û serhişkiya rêveberên desthilatdar li navendên biryarê li Şamê naxwazin serê xwe ji bin axê derxin. Piştî jihevketina rewşa aborî, bi taybet ji destpêka sala nû ve, tu rê û çare ku sivîlê sûrî bêna xwe tê de berde, nemaye. Xwepêşandanên başûrê Sûriyê weke bertekeke xwezayî li hember rewşa tevlîhev û paşguhkirî ya Sûriyê dest pê kirin. Ji bo ku bûyeran ber bi aliyekî din ve bibe, rêjîma Sûriyê hewil da bûyeran ber bi aliyê berovaj ve bibe. Vê carê jî rêjîmê herêmên di bin kontrola HSDê de (bi taybet Dêra Zorê û gundewarên wê) armanc girtin.

Dêra Zorê li ser asta tevna civakî:

Ji her kesî re belî ye ku herêma Dêra Zorê herêmeke erebî ya xwerû êlî ye. Ev herêm di dîroka nûjen de ya herî zêde ye ku li hember rêjîm û zagonên ku herêmê bi rê ve dibin, serî hildaye. Lê tevî wê jî xwezaya êlî ya ku herêm pê tê naskirin, reseniya gel, xak û dîroka wê ya bala dide diyarkirin û eşkere dike bê wê çawa welat ava kiriye û çawa qurbaniyên mezin ji bo berjewendiya giştî ya Sûriyê dane. Kesê tevna civakî ya Dêra Zorê bişopîne, dê piştrast bibe ku tevna niştumanî ya ku vê herêmê jê pêk tê, bi reseniya xelkên wê re, resen  û bala ye. Xelkên herêmê berî her kesî tevlî şoreşa Sûriyê ya ku doza azadî û rûmetê ji bo gelê sûrî dikir, bûn; da ku miletê sûrî mafên xwe yên mirovî û civakî di birêveberiya rastîn û demokratîk de bi dest bixin.

Ji aliyê siyasî û leşkerî ve:

Dêra Zorê ji aliyê rûberê ve, yek ji mezintirîn parêzgehên Sûriyê ye. Rûbera wê bi qasî 33 hezar km2 e. wate ew bi qasî 12.8 mîlên dam e. Sînorê wê û Iraqê bi hev re heye, loma têkiliyên ximetî û mirovantiyê di navbera wan de hene. Ji ber xaknîgariya wê ya zahemet û çolistanî, ew ji bo rêxistinên terorîst ên ku ji aliyê Iraqê ve dihatin (di serê wan de Daiş), hembêzeke guncav bû. Êlên ku ev rêxistin nepejirandin, rastî kuştinê hatin. Bi berferehbûna hêzdariya HSDê di şerê xwe yê li dijî Daişê de, xelkên Dêra Zorê tev li vê hêza niştumanî bûn da ku xaka xwe ji komên terorîst rizgar bikin. Di encamê de di 2019an de Dêra Zorê ji Daişê hat rizgarkirin û rêveberiyeke sivîlî û leşkerî ji xelkên herêmê hat avakirin, da ku xwe bi rê ve bibin.

Li gor Peymangeha Lêlolîna Şer a Amerîkî (ISW): “Di navbera 7 heya 12ê tîrmeha borî de, Îran û rêjîma Sûriyê hêzê û çek şandin cihê şer ên li dijî HSDê li bakur û rojhilatê Sûriyê û ji wê hingê ve, wan herduyan (Rêjîm û Îran) hêz û çek li wê herêmê belav kirin. Pêngavên belavbûna îranî û sûrî li rojhilatê Sûriyê, li kêleka hevrêziya zêdebûyî ya bi Rûsiyê re, pêk  tê. Ji destpêka tîrmehê ve, Feyleq el-Qudis a girêdayî pasvanên şoreşgerî yên islamî, milîsên xwe li parêzgeha Dêra Zorê belav kirin, bi taybet li herêmên şer ên dijî HSDê. Her wiha di navbera 19-20ê Tîrmehê /Hezîranê de Feyleq el-Qudis a girêdayî Îranê milîsên girêdayî xwe li herêmên çolistanî yên navîn yên nêzî herêma qedexekirî belav kirin. Di navbera 7-20ê Tîrmehê de, yekîneyên artêşa Sûriyê û pasvanên komarî (di nav de feyleqa pêncem a ku Rûsiya pişta wê digire) li parêzgeha Dêra Zorê nêzî hêzên girêdayî Îranê û li cihên şer ên li dijî HSDê belav bûn. Gelek palpişt hene ku gefên Daişê li Sûriyê zêde bûne, di nav de meşek ji bo piştgiriya Daişê di 7ê tîrmehê de li bajarokê Ezbayê yê nêzî xeta desteserkirinê.“

Ev tiştên navborî tekez dikin ku ev bûyerên dawî bi yek carê  têkiliya wan bi girtina birêveberên Meclisa Dêra Zorê ya Leşkerî re tune ye; çimkî ev babet mijareke hundirîn a leşkerî ya girêdayî HSDê û meclisên wê ye û ev tev rêkarine leşkerî bûn, girêdayî destpilîna hundirîn a hêzeke leşkerî ne û tenê girêdayî mala hundirîn e, ne zêdeyî wisa. Zêdebûna girûpên leşkerî yên di bin sîwana HSDê de, tu caran nayê wê wateyê ku ev yek dê tevlîheviyê çêke yan jî nepabendiyê bi biryarên ku ji hêla rêveberiya giştî ve derdikevin, peyda bike.

Birêz Ebdela Ocelan di bergîna pêncem a Manefîsto de dibêje: “ Tê dîtin ku dewleta neteweyî ya kurdî her tim weke kaxezeke yedek a veşartî dimîne û wisa propogenda jê re tê çêkirin mîna ku dê sibe ya du sibe were avakirin. Armanc ji vê yekê ew e ku dewletên neteweyî yên li herêmê werin kontrolkirin û tevgerên kurdî yên ku dixwazin hebûna xwe biparêzin bêçare û liv bihêlin. Her wiha armanc jê ew e ku bidin diyarkirn ku gelê kurd nikare bi tena xwe tu tiştî bike. Ev tev da ku bidin diyarkirin ku avakirina civakeke demokratîk a azad û wekhev nepêkan e.“

Tişta ku guman tê de tune ye, ew e ku herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê rastî êrîşeke dijwar ji gelek tewereyan ve tên; tewereya bakur (Tirkiye û girûpên terorîst ên bi navê artêşa niştumanî), tewereya başûr (rêjîm û Îran)  û tewereya rojhilat û çolistana sûrî (Daişa terorîst). Bi awayekî giştî gelek tiştên hevbeş di navbera van hêzên borî de tune ne, lê tişta hevbeş di navbera wan de û ya herî girîng, vekişîna hêzên amerîkî û lawazkirina HSDê ye. ji ber wê jî, bi destpêkirina tevlîheviyê re, ragihandinê jî dest bi şerê taybet kir da ku hêza êlan li dijî kurdan bi kar bînin.

Li hember wê jî, gelekî girîng e ji bo HSDê ku ewlehî û aramiyê li herêmê peyda bike û şerê şaneyên daişî yên sûcdar bike û wan qir bike. Ji tişta herî girîng ji bo hêzên hevpeymana navneteweyî jî, sînordarkirina rola îranî li herêmê û girtina rê di navbera sînorên sûrî-iraqî de û peydakirina atmosfereke guncav ji bo veguhestina desthilatê.

Ji aliyê aborî ve:

Her kes dizane bê çiqasî aboriya Sûriyê bi lez ji hev dikeve, nexasim bi destpêkirina vê salê re. Bi zêdebûna fişara navneteweyî li ser hevpeymanên sereke yên rêjîma Sûriyê re, rewş kambax bûye. Rûsiya bi domandina şerê wê yê li dijî Ukrayna re, rastî fişarên darayî yên cîhanî tê, her wiha Îrana ku di nava qutbûneke aborî ya cîhanî de dijî, rewşa wê kambax e. Bi zêdebûna çavdêriya Urdinê ji sînorên wê yên bi Sûriyê re û bi qutkirina jêderên qaçaxkirina kiptagonê (jêdera sereke ya vejandina aboriya rêjîmê ya jihevketî) re, xelekên aboriyê bêtir xwe li dor stûyê rêjîmê teng kirin. Jixwe ev tevgerên gelêrî yên dawî li başûrê Sûriyê, vê yekê tekez dikin. Ji bo ku hişê gel ji ser van xwepêşandanên Siwêdayê bibin, rêjîm tevlîheviyê li vir û wêdera han diafirîne; da ku binkeftina xwe ya birêvebirina dewletê pîne bike. Her wiha ji bo ku bide diyarkirin ku komên cihêxwaz ên ku hevkarên dewletên rojavayî ne (mebesta wê HSDê ye), dahatên sereke û stratejîk (betrol, genim, xaz…) desteser dikin. Bi vî awayî hêzên navborî yên ku li dijî projeya kurdî li herêmê ne, hewil didin vê tevlîheviya li Dêra Zorê bikin şerekî kurdî-erebî. Jixwe bê guman, birina vê tevlîhevîyê ber bi şerekî nijadî ve, dê bi rêya xwespartina li hin pêşewayên êlan ên alîgirên rêjîma Şamê û kenalên ragihandina çeteyan, pêk were. Armanc jê ew e ku hedarî û aramiya li herêmê heyî ji hev bixin û nerehetkirina HSDê û Hêzên Hevpeymana Navneteweyî çêbikin, her wiha ji bo ku pêşewa û rûspiyên din ên ku xwe dispêrin dengê mejî, bixin bin fediyê de.

زر الذهاب إلى الأعلى