ANALÎZ

Komkujiyên DAIŞ’ê û metirsiya vegera wê

Komkujiyên DAIŞ’ê û metirsiya vegera wê

Di serdema nûjen de, rêxistinek belî bû, ku dikaribû ji hemû aliyan ve bibe xaleke mezin di dîrokê de, ta piştî hilweşîna wê ya erdnîgarî jî, ji her alî ve bandora wê hîn jî berdewam e, ku ew jî rêxistina “DAIŞ” e. Ev terora ku komgujiyên wê û hovîtiya çi kuştinên kesan be yan  kuştina bi koman mirovan be; mirov dikare hovîtî û kiryarên  wê têxe rêza herî hovane di dîroka nûjen de. Dema ku behsa komkujiyên DAIŞ’ê tê kirin, yek ser komkujiya Şiêtatan ya ku di Tebaxa 2014’an de pêk hat, tê bîra mirov. Komkujiyeke ku tevahiya vê êlê li herêma Dêrezorê kir armanc, ku yekem çirûska wê bi kuştina ciwanekî di mala xwe de ji aliyê endamên DAIŞê ku bi nijada xwe Mexribî bûn  li bajarokê Ebû Hemam derket holê. û piştre cîranê wî bi kêrê li bazara El-Qehawî li pêş çavê xelkê bi kêran kuştin. Û dema Şiêtatan li hember terorîstên serî hilda  û navendên wê şewitandin û ew ji herêmê derxistin. Bersiva rêxistinê hovane bû, bi anîna tabûra xwe ya herî terorîs, lîwaya bi navê “El-Bettar” a Mexribî, û bi awayekî bêserûber bajarok bombebaran kir. Şer sê hefteyan bi awayekî diwar dewam kir, berxwedana kurên El-Şiêtat mezin bû, DAIŞ neçar kir ku bi deh hezaran terorîst ji Iraqê bîne, eşîra El-Şeitat neçar kir ku ber bi Qelemûna rojhilat ve vekişe. tenê kesên sivîl man, ku paşê kolan û meydanên “El-Kişikêşa, El-Granîç û Ebû Hemam” tijî termên wan bû. Ne wilo tenê emîrê wan yê terorîst “Ebû Ebdullah El-Kiweytî” ferman da ku hemû ciwanên El-Şiêtat bikujin, malên wan talan bikin  û bidizin û wan koçber bikin, ku di encamê de 70 li meyadîn, 150 li Hecîn û 170 li Işara kuştin, herwiha li zeviyên Umer 500 kes girti, ji wan 300 kes kuştin. li gorî Rewangeha sûrî ya mafê mirovan, DAIŞê bêtirî 700 kesî kuşt û 5000 jî koçber kirin û ta niha jî çarenûsa bi sedan ne diyare. Jixwe her devera ku DAIŞê diketê, bi rêya tires û kuştina meydanî   ew dever kontirol dikir.ev hovîtî û terorîsta wan li hember gelê herêmê pir qirêj bû. Jixwe berî komkujiya Şiêtatan, DAIŞê di meha tebaxa 2014 an de mezintirîn komkujî di dîroka nûjen de; di derheqê Îzdiyan li Şengalê pêk anî, ev komkujî gihişt asta paqijkirina nijadî û qirkirina bi komî ku di encamê de 83 gorê komî hatin dîtin û hîn jî gelek gorên komî hene nehatine dîtin, ji ber ku 5000 Êzdî di wê êrîşê de şehîd bûn

Bêguman, li hember vê terorîsta hovane û wêranker, berxwedaniyek mezin ji hêla QSDê ve hat kirin û ji bo ku vê rêxistina terorist têk bibin bi hezaran şehîd danîn û karîbûn vê rêxistinê ji hêla leşkerî ve têk bibin û  ta roja îro jî şerê şanên wê yên veşartî dike. Lê mixabin hêzên Navneteweyî vê berxwedana ku li hember vê rêxistinê tê kirin nabînin û niha jî li hember êrîşên dronên dewleta Tirk li ser herêmê ku zarok, jin  û kal dibin qurbanî bê, deng e

Ew aramî û ewlekariya ku Hêzên Sûriya Demokratîk bi xwîna şehîdên xwe bi dest xist, niha ji aliyê Tirkiyê ve bi hemû rê û rêbazan bi şerekî siyasî, leşkerî û aborî ku temenê krîza Sûriyê dirêj dike tê binpêkirin. Her wiha rê li ber  şaneyên DAIŞê vedike da ku xwe vejînin û her kêliyekê êrişî herêmê  û cîhanê bikin, ji bo ku rêxistina xwe ya têkçûyî dîsa vejîne.

Gefên Tirkiyê dibe ku dîsa deriyê vegerê ji bo DAIŞê veke, ji ber ku ya herî zêde dixweaze aramiya bakurê Sûriyê têk here DAIŞê ye, da ku ji nû ve xwe vejîne aramiya herêmê têk bibe. Helbet gefên Tirkiyê û êrîşên wê li ser herêmê, dihîle bi hêsanê şaneyên DAIŞê çalakiyên xwe pêk bîne.  Hêjayî gotinê ye ku êrîşa li ser zindana Xiwêran li Hesekê dibe nîşana metirsiyeke mezin ku hîn jî hêza DAIŞê heye, û gelekî pêkane ku  di bin van gef û êrîşên Tirkiyê û mijûlkirina QSDê dîsa  DAIŞê serî hilde. Her wiha divê ev yek jî li ber çavan bê girtin ku kampa Holê bombeyeke demkî ye û di her kêliyê de dikare biteqe, û nîşaneyên wê jî ku  di hundirê kampê de  gelek caran kuştin çêdibe û tunel tê kolandin, ev  hemû jî hebûna rêxistinê di hundirê kampê de nîşan dide.

Ji ber vê yekê, divê civaka navdewletî li ser hesabê aştî û ewlehiya cîhanî û metirsiya dubarekirina komkujiyên din ên weke komkujiya şiêtatan an jî paqijkirina nijadî ya mîna ku li Şengalê li ser Êzidiyan hat kirin, li hember  Tirkiyê raweste. Her êrîşeke Tirkiyê çirayek kesk ji bo DAIŞ ye ku vegere û planên nû yên terorîstî pêk bîne û ev yek jî bigûrbûna  gefên Tirkiyê û bombebarankirina dron û topan re tê dîtin. Her wiha tê gotin ku şaneyên DAIŞ’ê kuştina kesayetên eşîran pêk tînin, ji ber ku ev eşîr bi siyaseta Rêveberiya Xweser ve girêdayî ne ku armanca wê hêzên ewlekarî û leşkerî jihev bixe ku di serî de xizmeta ajandeyên dewleta Tik dike û bi yekê diyar dibe ku di navbera van şaneyan û îstîxbarata Tirk de hevkarî heye.

Guhertinên bilez di kirîza Sûriyê de û di helwestan  de, derî li ber hemû egeran vedike, ku hemû li ser pêkana vegerandina DAIŞê dizivire, û dema ew vegere, dibe ku piştgirî ji welatên herêmê yên ku dixwazin li herêmê serdest bin, werbigire. û dixye ku şaneyên wê bi awayekî hevaheng rênîşandan û alavên ji aliyên ku dixwazun  Rêveberiya Xweser bişkînin, werdigirin.

Tevî ku Hêzên Sûriyeya Demokratîk pêkhateyên herêmê û heta cîhanê ji komkujiyên DAIŞ’ê parastiye, lê ji civaka navdewletî ya ku tu alîkariyên ku hêvîkirin wernegirtine.

زر الذهاب إلى الأعلى