ANALÎZ

Dergehê  Sêmalka

Piştî ku di 15 befanbara 2021 de hikûmeta Başûrê Kurdistanê deriyê Sîmalka(Pêşxabûr) yê ku herêmên Rêveberiya Xweser bi Başûrê Kurdistan ve girê dide girt, hişt ku herêm rastî aloziyeke aborî were û buhabûna hin kelûpelan  bilind bibe, ji ber ku ev derî dibe deriyê serke yê ku kelûpelên xwarinê û derman têre derbasî Rojava dibin.

Hemdem bi girtina vê derî re, rêjîma Sûrî jî hemû deriyên bi herêmên xwe re, li Minbicê, Tebqa û Reqayê girt, loma vê kiryarê jî bêtir rewşa jiyanî ya gelê herêmê  asteng kir. Ne rastîhevhatine ku beriya van bûyeran bi  çend rojan serdana  hin kesayetiyên navneteweyî bo  Başûrê Kurdistanê were encamdan, mîna nûnerê taybet ê serokê Rûsyayê û cîgirê wezîrê derve, “Mîxaîl Bekdanov” û hin kesayetiyên nêzî rêjîma Sûriyê û Rûsyayê, mîna “Perwîn Îbrahîm”..

Tevî banga çendîn rêxistinên Navneteweyî û Herêmî bo hikûmeta Başûrê Kurdistanê ku pêwîste ev derî vebe; lê venekir, lê piştî  navbeynkariya Amerîka niha ev derî bi awayekî demkî û bi şert û mercên taybet, vebû.  Ev jî li  gorî nûçeya malpera “Monitor” a Amerîkî bû, her wiha vê raporê jî da zanîn ku hikûmeta herêma Kurdistanê vî derî bi tamamî venake ta xwepêşandan li ser sînor neyê rawestandin û xwestin divê rêveberiya Xweser rêdanê bide komeleyên Kurdî yên Îraqî ku malbata Berzanî peredana wan dike û ev komele jî di bin navê  alîkariyên mirovî li Bakur û Rojhilatê Sûriyê çalakîne cuda dikin.

Bêguman pêngava bizanebûn a girtina dergehên sînorî ji hêla rêjîmê û Rûsyaû bi alîkariya hikûmeta Başûrê Kurdistanê di eynî demê de, armanc jê astengkirin û dorpêçkirina Rêvaberiya Xweser e, ji bo ku tawîzan bide van aliyê nav bûrî.  jixwe ev zanyarî jî di di rapora “Monitorê” de diyar bibû.

 

زر الذهاب إلى الأعلى