ANALÎZ

Kirîza Îranê û Armancên Emerîka

Ji destpêka vekişandina Emerîka ji peymana navokî û ferzkirina sizayên aborî li ser Îranê û piştî bexşandinên ji bo hin dewletên ku petrola Îranê hawirde dikirin bi dawî bû, hin helwestên herêmî li dij van kiryaran eşkere bûn. Emerîka ji hêla xwe ve helwesta xwe li dij welatên ku hewl didin li van zagonan bizîvirin û petrola Îranê bikirin, xurt kir. Berteka Îranê jî li hember van biryaran hişk bû, gef da û got heke hêzên navneteweyî li sozên xwe xwedî dernekevin ew ê careke din yoranyomê adan bike, her wiha gef da ku ew ê Tengava Hurmuzê bigire û li dewletên Kendavê bixe. Ji bo van gefan, dewletên Kendavê ji Emerîka xwest ku li hemberî metirsiyên Îranê roleke mezin bilîze. Emerîka ji bo ku biryarên xwe bi cih bîne, li hemberî gefên Îranê raweste, çavdêriya tengava Hurmuzê bike, sizayên wê bêtir bandorê bikin û Îranê li Kendavê basko bike, hebûna xwe li Kendavê pêwîst dît. Di encamê de balefirhilgira “Abraham Lincoln” anî Kendavê

Helbet, berfirehbûna Îranê li herêmê bi taybet li Sûriyê, bandoreke mezin li hebûna Emerîkayê dike, her wiha gefê jî li ser ewlehiya Îsrayîlê çêdike. Ji ber vê yekê, hebûna Emerîka li herêma Kendavê û bombebarandina pêgehên Îranê û milîsên ser bi wê ve li Sûriyê ji hêla balafirên Îsrayîlê ve, dê roleke mezin di lawazbûn û gemkirina Îranê de bilîze.

Li vir em dikarin armancên Emerîka ji gurkirin û êrîşên li ser Îranê, wiha rêz bikin:

Emerîka dixwaze dewletên Erebî ( dewletên Kendavê-Misr-Urdin) neçar bike ku natoyeke Erebî damezrînin.

Emerîka dixwaze serweriya xwe li ser herêma Kendavê bêtir rewa bike û biçesipîne, her wiha bi rêya vê hebûna leşkerî dixwaze tengava Hurmuzê ya ku dibe girîngtirîn rêya deryayî di cîhanê de, kontirol bike. Tê zanîn ku bi giştî di rêya vê tengavê re %30 ji bazirganiya petrolê derbas dibe û %85 petrola xav jî ber bi asyayê ve, bi taybetî bo Japon, Hindistan, Çîn û Korya başûr ve diçe. Bêguman ev pêngav dê fişareke mezin li Çînê bike.

Bi mebesta parastina ewlehiya kendavê ji gefên Îranê, desteserkirina çavkaniyên darayî yên dewletên Kendavê. Jixwe armanckirina lûleyên petrol û keştiyên petrolkêşiyê yên Erebistana Seûdî, dikeve xizmeta vê yekê.

Rawestandina hinardeyên petrola Îranê, da ku bibe fişareke mezin li ser Îranê û wê neçar bike ku bi Emerîkayê re li ser maseya danûstandinan rûne.

Emerîka dixwaze destkeftiyên aborî mîna gaz, petrol û veberanînê ji Îranê qezenc bike û ji dewlemendiya Îranê bibe sûdmendê sereke.

Emerîka dixwaze Îranê li Sûriyê lawaz bike û dest deyne li ser bajarê Bûkemalê.

Jixwe fişar, dorpêç û sizayên aborî yên Emerîkî li ser Îranê tenê ji bo pêkanîna van armancan bû. Emerîka naxwaze şerekî bi Îranê re bike, ji ber ku Emerîka ji tecrubeya Efganistan û Îraqê pir sûd wergirt û dizane ku Pêkanîna şerekî dê çirîskên wê bigihêje tevahiya herêmê û dibe ku Emerîka nema karibe vî şerî rawestîne û ev şer têkeve xizmeta dijminên wê weke Rûsya û Çînê. Ne tenê wilo jî,  ji ber qewimandina şerekî wê bihêle nirxê petrolê pir bilind bibe, ev yek dê zext û barekî mezin li ser milên Emerîkayê çêke. Bi giştî armanca Emerîka ji komkirina hêz û ceblilxaneya xwe li Kendavê û dirêjkirina dema vê kirîzê; tenê nehêle Îran petrola xwe hinarde bike, zextê li Îranê bike da ku tawîzan bide, reftara xwe biguherîne û wê naçar bike ku li gel Emerîkayê danûstandinan bike.

Civaka Navneteweyî jî ji ber metisiya qewimandina şerekî cîhanî, lêdana lêşkerî red dike û li milekî din ev zext û fişar dê bandoreke mezin li Îranê bike, di encamê de ew ê Îranê bajo ber bi du bijarteyan ve:

Radestî û pêkanîna daxwazên Emerîkayê, çi bi awayekî eşkere yan jî nepenî bin.

Rûbirûbûn û berxwedana beramberî dorpêç, siza û embargoyê. Ev helwest dê bihêle ku aboriya Îranê birûxe, di encamê de rêjîma Îranê wê rastî serhildan û bizaveke gelêrî bê, wê bihêle ku rêjîma meleyan mîna rêjîma Şah Riza Pehlewî hilweşe.

زر الذهاب إلى الأعلى