ANALÎZ

Geşbûna Cemseran û pêwêstiya guhertinê

Piştî şerê cîhanê yê yekemîn tempoya şerê sar di navbera her du peymanan de”Warso û NATO”`yê de xurt bû. Di wê serdemê de şerê sar li Ewrûpayê û her deverekê cîhanê belav bû. Ji bilî pêşxistina çekên Navokî, belavkirina hêzên leşkerî û pêşbaziya ezmanî, Sovêtê serweriya xwe li ser biloka Rojhilat xurt kir. Di haman demê de Emerîkayê serweriya xwe li ser Rojavayê Ewrûpayê xurt kir. Di encamê de gelek alozî derketin pêş, mîna  dorpêçkirina Berlînê (1949), şerê Koreyayê (1950-1953), pirsgirêka kenala Siwêsê (1956), dagirkirina Efganistanê (1979) û hwd.

Lê piştî ketina Yekîtiya Sovêtê, Emerîka bi tenê weke cemserekê(kutup) ma û di geşedana aboriyê de di asta xwe ya herî jor de bû. Êdî stratejiyên ku li Pintagonê dihatin saz kirin, armanca wê ew bû ku cîhanê li gorî xwe birêve bibe. Armanca diyar ew bû ku rêjîmên siyasî li hemû welatên ku ne li gorî wê ne, biguhere. Lê piştî bûyerên 11`ê Îlûna 2001`ê nema dijberiya welatiyên mezin dikir û ala şer li dij terorê hilda û weke bihaneyekê ji bo destwersanê di welatiyên stratejîk bike, bikar anî. Êdî li Orasyayê li dij Elqaîde û Talîban hêza xwe xiste Afganistanê, li Ewrûpayê êrîşî Yogoslafya kir, li Efrîkatê Somalê bombebaran kir û bi heman bihaneyê li navenda Rojhilata Navîn destwerdanî Iraq kir û ket Sûriyê..

Di van demên dewî de dawiya cemsera yekem û serweriya Emerîkayê li ser cîhanê dest pê kir û cîhana pircemser şênber bû. Êdî Rûsiya bi serkêşiya Botîn ê ku bingeh jinûvesazkirina hişmendiya leşkerî ya Rûsî avakir, Çînê û pêşketina hêza wê ya aborî û pejirandina endametiya wê di Rêxstina Bazirganiya Cîhanî (WTO) de û bi wan re Hindistanê; jinûve rolên xwe yî dîrokî vejandin û bi hev re careke din cemsera din çêkirin. Hinohino cilik ji bin lingê serdestiya Emerekî-Ewrûpî dikişînin. Êdî nexşeya hêza cîhanê hate û tê guhertin û bandora wê li ser pêşveçûna aloziyên navneteweyî diyar e, bi taybetî li Rojhilata Navîn. Jixwe tişta ku Rûsya dixe liv û tevgerê, daxwaza dîsa  cihê xwe yî navneteweyî di her warî de, vegerîne. ji ber ku xwe dibîne hêzeke navneteweyî û divê rola xwe li herêmê bilîze û kursiyekê li ser maseya danûstandinê û biryarên sereke bidest bixe û siyaseta xwe li ser bingeha ku neîdeolojîke da pêş . Rûsya ji bo berhemên xwe yî leşkerî bifroşe, destwerdanî herêmê bû, gelek danûstandin bi welatên Erebî û cîhanî mîna”Misir,Îran,Cezayir,Tirkiyê û hwd” kir. Di encamê de teşya du cemseran û atmosfera şerê sar di dema bi navê buhara erebî de di sala 2010`an li Tûnis, Misir, Sûrî û paşê di aloziya Okranyayê û îro di lîbyaya de eşkere bû. Her wiha di 2. 3. 2019´an de di şerê navbera Hindistan û Pakistanê de ku weke nameyeke  gefdanekê ji Hindistanê re bû ji ber nêzîkatiya wê li gel Rûsya û Çînê û di dawî de li Venziwêlayê xwe da der ku nakokî di nav wan de xurt bûn, êdî Rûsiya ji bo parastina berjewndiyên xwe û bi bihaneya parastina  Madoro  û hikûmeta Venziwêlayê  jimareke leşkerên xwe şandin wî welatî . Wekî din jî şerê her du aliyan  li ser Koriya Bakur û bêbandorkirina çekên wê berçav e, û têkçûna lûtkeya Trump û Kîm di 27. 2. 2019`an li  paytexta Viyetnamê Hanoî encama vî şerî bû. Li melekî din jî şerê xwe di rêya  siyaseta ferzkirina  sizayan dikin, ew jî dema ku Emerîka û welatên Ewrûpî komeke siza li Rûsiya û hevalbendên wê birîn, ew jî bi sedema aloziya tengava (Kerç) ku rê li welatên (BRICS) û hevalbendên wan  tengezar bike.  Lê hevrikiya di navbera wan de negihiştiye û nagihêje rûbirûbûnek leşkerî, ew jî ji ber van sedeman:

  • Hebûna mekanîzma diyalogê di nav her du aliyan de( Encumena NATO-Rûsî), ya ku di 2002`an de hatiye damezrandin û bi awayekî vedorî
  • Mezaxtina leşkerî li gel NATO`yê biqasî deh caran a Rûsyayê ye.
  • Rûbirûbûna Navokî dê li ser her du aliyan bobelatek be  .

Bi sedema vê hevrikiyê, gelên cîhanê bi giştî ji rojhilat ta rojava bi taybet Rojhilatan Navîn, rewşeke aborî û civakî yên dijwar dijîn û  jiyana wan asteng dike.  Tev wilo jî gelên vê cîhanê  li hemberî van astengiyan xwe kêm nabînin û xwe radest nakin. Em vê rastiyê û mînaka wê ya berbiçav di tevgera gelerî de ya ku di vê qonaxê de li gelek herêmên cîhanê rû da, mîna Cezayir û Sûdan dibînin. Ev tevgera ku pêwîstiya guhertinê weke mafekî  nîşan dike û her dem di hemû aliyan pêş dikeve. Bêguman yê ku li hemberî van guhertin û tevgeran radiweste jî,  ajenda û rêjîmên dîktator yên  her du cemserên navbûrî ne, yên  ku xêr û bêra vê gerdûnê talan kirine.  Lê guhertin wê bê û nemîne  girêdayî xwestek û rojevên aliyekî.  Ev rêjîm ji bo guhertinê du bijarte tenê li pêşberî wan in: A yekem  divê guhertinê bipejirînin û tawîzan bidin û bi rewşa nû re lihev bike.  A duyem bijarteya dînîtî û zordariyê ye, ew jî danpêdanê bi pêwîstiyan nake û dixwaze çerxa guhertinê rawestîne ku di encamê de rê li ber destwerdanên hêzên derve yên ku ji van welatan re  tevlihevî  wêraniyê dixwazin, vekin. Lê dibe ku pêngava guhertinê dirêj bike û berdêlên wê jî giranbuha bin û çemên xwînê biherikin, ew jî li ser destên rêjîmên diktator ên vê cîhanê, weke ku em li welatên Sûrî, Tirkî, Yemen, û hwd di dema îroyî de dibînin, diqewimin.

زر الذهاب إلى الأعلى