ANALÎZ

Li hunidirê Encumena Niştimanî ya Kurdî (ENKS)

Careke din nakokî û nelihevî di navbera partîyên ENKSê û partîyên Yekîtîya Niştimanî (PYNK) peyda bûn. Li ber çavan e ku di heman dema ku Amerîka dixwaze formeke guncav ji bo berhevanîna her du alîyên dîyaloga kurdî-kurdî biafirîne, dîsa di navbera her du alîyên da atmosferke hevnepejirandin xwe didin pêş.  Tevî ku Amerîka hewl dide nakokîyên berê ji holê rake, lê li gor ku dîyar dibe, biderengxistineke bizanebûn ji alîyê ENKSê ve ji bo ji nû ve dîyaloga kurdî-kurdî dest pê neke, pêk tê.

daxwazên  ku  rayedarên ENKSê ji bo jinûvedestpêkirina dîyaloga kurdî-kurdî dest pê bike,  bi rengekî dijminane tê dîtin . Her wiha rayedarên ENKSê ji ya xwe nehatine xwarê û dev ji daxwaza nîvî bi nîvî (fîftî fîftî) di sazîyên Rêveberîya Xweser de bernedan. Ev xwestek di demekê de hat ku partîyên ENKSê pabendî qanûn û zagonên Rêveberîya Xweser nabin. Zagonên ku karê bêrêdan yê rêxistin û partîyên sîyasî   li herêma Cizîrê qedexe dikin, heta ku rêdanê ji alîyên peywendîdar wergirin ku bi rêya wê rêdanê navend û ofîsên wan ji alîyê Asayîşê ve tên parastin. Jixw vê dawîyê çend caran hin alîyên “nenas” êrîşî hin navendên Partî Demokaratî Kurdistan – Sûrîye kirin ku ev êrîş bi tenê bi ser vê partîyê da bûn, tevî ku nêzî 16 partîyên din di ENKSê da bi cih dibin.

Di heman çarçoveyê de ENKSê pêngavên xwe yên reşkirina Rêveberîya Xweser, ya ku dixwaze rêjeya ji sedî pêncî di sazîyên wê da bigire, gur kirin. Ku vê dawîyê ENKSê Rêvberîya Xweser bi ajantîya ji Rêjîma Sûrîyeyê re û pêkanîna ajandayên derveyî tawanbar kir. Tevî ku serkêşên ENKSê li ser ekranên televizyonan dibêjin ku ew ji bo dîyalogê amade ne, lê li alîyê din û li ser malperên soşel medyayê ENKSê dijminatî û şerê li dij Rêveberîya Xweser gurtir dike ku ev yek aşkere dike bê çiqasî danezanên wan li hev nakin bi taybet danezanên serkêşên ENKSê û xîtaba ku ENKSê ji bo cemawerên xwe û kolana kurdî araste dike.

Ev tevgerên han yên ENKSê di demekê de tên ku bingeh û rayên ramanî yên Encumenê tûşî bagereke dijwar tên û hin bi hin parçebûn derbasî nava wê dibe. Çimkî biryarên ENKSê ji du alîyan tên girtin. Alîyê yekem; alîyê ramanî ye ku xeta neteweyî ya hişk dinemîne û Siûd el-Mela serkirdeyê PDK-S serkêşîya wî dike ku ev partî yekser ketiye destê PDKya herêma Kurdistanê. Alîyê duyem yê ku Silêman Oso, serkirdeyê Partîya Yekîtî Kurdistan- Sûrîye, serkêşîya wî dike ku ev partî jî rasterast fermanên xwe ji Itîlafa Niştimanî ya Sûrî digire û hewl dide lingên wê di hundirê Encumenê da xweşik erdê bigirin.

Ev nakokî  di nava  Encumena Niştimanî  hino hino kûr dib ku Partîya Yekîtî Kurdistan- Sûrîye hewl dide partîyên di Desteya Serokatîya ENKSê de kom bike û han bide da ku li hember serdestîya PDKê li ser ENKSê rawestin. Ku me vê dawîyê hewldanên bihêzkirina serdestîya PDK-Sê dîtin, bê çawa endamê Komîteya Navendî ya PDK-Sê, Birahîm Mihemed Yûsif (navê wî yê tevgerî Dilovan Robarî ye) weke Fermandarê Giştî yê rêxistina bi navê Pêşmergeyên Roj, rêxistina ku bi destê mîtên tirkan li Herêma Kurdistanê hatiye damezirandin, erkdar bû.

Xurtkirin û bihêzkirina PDK-Sê bi serkêşîya Siûd el-Mela ne tenê li ser sazîya leşkerî sekinî, lê belê şepêlên xort û jinan di ENKSê de tev girtin, ew jî bi rêya piştgirî û jinûveçalakkirina Tevgera Ciwanên Kurd û şepêlên jinan yên din. Ev gavên han rastî nerazîbûna Partîya Yekîtî Kurdistan- Sûrîye hatin û kirin ku partî dest bi komxebatên berfireh bike li dij fermandarîya PDK-Sê û bixebite ku rola berê ya PDK-Sê di girtina biryarên girêdayî pirsên stratejîk de sînordar bike. Lewra Partîya Yekîtî berê xwe da dosyeya koçberên ku bi darê zorê ji “Serê Kanîyê, Girê Spî û Efrînê” hatin biderkirin û pêngavên zivirîna koçberan ragihand. Vê gavê helwesta PDK-Sê li hundirê ENKSê lawaz kir û kir ku pêwendî û hevkarî di navbera Itîlafa Niştimanî û Partîya Yekîtî Kurdistanî de zêde bibe da ku sefqeyên têkildarî vegerandina koçberan girê bidin.

Ji xalên li jor rêzkirî, em dikarin bigihin encamekê ku armanceke hevbeş ya ENKSê heye; ew jî biderengxistina dîyaloga kurdî-kurdî ye. Her wiha hevrikî di hundirê ENKSê de heye û xebatek lidar e ku bandora PDK-Sê û bixwegirtina wê ji hemû dosye û karûbarên ENKSê re çi yên derveyî çi karûbarên rêxistinî yên hundirîn, sînordar bibe.

زر الذهاب إلى الأعلى