ANALÎZ

Hevdîtina Pûtîn – Erdogan û guherîna helwestan

Hevdîtina Pûtîn – Erdogan û guherîna helwestan

 

Lutkeya Soçîyê ya dawîyê dibe ku kaxeza dawîyê bû ku bi rêya wê Tirkiye hin tiştan bi dest Rûsyayê de berde, nemaze piştî ku Tirkiye kaxezên xwe yên kevin (komên çekdar) ku wê her dem li ser wan bazar dikir, di dewrên berê de winda kirin. Diyar e ku vê carê tiştek di destê Erdogan de nemaye ku pê fişarê li ser serokê Rûsyayê bike, an jî gengaz e ku gelek daxwazên Rûsyayê hene ku Pûtîn li ser Erdogan bisepîne, mîna (Jinûveavakirina têkilîyan bi rêjîma Sûriyeyê re û destekdayîna pê re ji bo ku bêhtir erdên li Sûriyeyê kontrol bike).

Careke din Erdogan hewl da Pûtîn razî bike ku êrîşeke nû li ser hin herêmên li Sûriyeyê, erê bike; bi tevî ku ew bawer bû ku hemû nîşane diyar dikin ku standina erênîyeke wiha zehmet e jî, lê dîsa jî hewl da. Erdoganê ku di vê dema dawîyê ketiye nava gelek qeyranên hundirîn de, ev rewş dihêle ku lezê bide gavên xwe da ku hîn bêhtir destkeftîyan bi dest bixe; nemaze ji ber sozên wî yên pir ku li pêşîya cemaweran dane û heta niha yek ji wan jî pêk neaniye.

Eşkere ye ku Tirkiye der barê êrîşa xwe ya leşkerî ya ku ev du meh in propagandayê jê re dike û rastî nerazîbûna navdewletî û herêmî hat de, bazarê bi kaxezên xwe yên dawî dike. Ev êrîşên wê yên dawîyê ku hem bi dronan û hem jî bi topan, ji piştî lutkeyê ve rojane pêk tîne, nîşaneyên eşkere ne ku êdî ev dosya hatiye girtin di vê demê de. An ku em dikarin bibêjin ku hema hema ji helwestên Amerîka û Rûsyayê piştrast bûye ku êdî rê nadinê ku êrîşeke rasterast pêk bîne; lewra jî em dibînin ku berê xwe dide derbeyên şantajkirinê; ku belkî karibe herêmê bikişîne bertekan an jî pevçûnên veqetiyayî, an jî rewş veguhere operasyoneke li gor nêrîna tirkan rewa. Her wiha piştî ku ew qasî gef û sozên ku li pêşîya hindirê Tirkiyeyê dane, rûyê xwe spî bike.

Piştî firehbûna çarçoveya armancgirtinan û pirbûna wan, em dikarin bêjin ku ne dûr e ku hevpeymaneke veşartî yan jî ne-eşkere di navbera herdu serokan de ji bo lêdana hin gund û bajarokên rojhilatê Firatê, çêbûne; da ku bihêle QSD hin tiştan ji rêjîma Sûriyeyê re ji dest bide ku di encamê dikeve nava berjewendîyên Rûsyayê de. Nemaze piştî daxuyanîyên serokê Tirkiyeyê –piştî lutkeyê– ku dê kembera ewlekarîyê ya bi kûrahîya 30 km li seranserî sînorê basûr ê Tirkiyeyê, di nava Sûriyeyê de girê bide.

Diyar e ku Rûsya û Tirkiye ketine heyra xwe de û nelihevkirina wan a der barê rewşa Sûryayê de hîn lidar e. Rûsya ji alîyê xwe ve dixwaze ku Tirkiye xwe berde herêma rojhilatê Firatê da ku Amerîkayê bi hêrs bike û li gorî wê jî her demê fişarê dike ku Erdogan operasyonekê li ser Kobanî û Til Temirê ku din bin serwerîya hêzên Koalisyona Navdewletî de ne, pêk bîne; bi vê yekê dê alozîyê di navbera Tirkiye û Amerîkayê de çêbike. Di heman demê de jî rê nade Tirkiyeyê ku ti êrîşekê li ser rojavayê Firatê pêk bîne (Minbic û Til Rifet) da ku Îranê razî bike.

Tirkiye vê yekê baş dizane, ne dixwze û ne jî diwêre êrîşeke yekser û vekirî bê erêkirina Amerîkayê pêk bîne; dibe ku ji bo xatirê derketina vê çalê be jî. Tirkiye hewl dide ji nû ve lihevkirina bi Rûsyayê re çêbike, bêguman ev ê ne bê bedel be; lewra jî dibe ku Tirkiye neçar be ku li Idlibê û derdora wê hin tiştan bi dest rêjîma Sûriyeyê de berde da ku alîyê Rûsî razî bike. Ev yek dihêle ku em daxuyanîyên wezîrê derve yê Tirkiyeyê fêm bikin ku amaje bi wê yekê dikir ku ew amade ne tavaya destekê bidin rêjîma Sûriyeyê ji bo şerê li dijî terorê; ev axaftina ji alîyekî ve qut û qalind e. Di heman dema ku di navbera herdu dewletan de tevlîhevîya dozan heye, dê ev destekdayîn çawa be?!

Dibe ku, eger rewş li gor plana Rûsyayê meşiya, dê Tirkiye hin serekên opozîsyonê -taybet leşkerî- li gorî demnameyekê di navbera herdu alîyan de, radestî hikûmeta Sûriyeyê bike. Pê re jî lihevkirina li ser radestkirina hin herêmên di bin serwerîya Tirkiyeyê de bo hêzên hikûmeta Sûriyeyê.

Bi gelemperî, çi hevpeymanek di navbera herdu alîyan de çêbibe, dê li dijî tecrubeya Rêveberîya Xweser be û ji bo derbaskirina hêzên hikûmeta Sûriyeyê bo herêmên sînorî yên di bin serwerîya QSD’ê de be; ku ev yek Erdogan bê tirsa li ser ewlekarîya xwe ya neteweyî ya ku behsê dike, lê dinêre.

زر الذهاب إلى الأعلى