ANALÎZ

PIŞTÎ XEZA Û LIBNANÊ.. SÛRÎ DI NAVA BABLÎSOKÊ DE YE

Di encama lihevhatinin di navbera hêzên ku garantîya kêmkirina tundîya pevçûnan li Sûrîyê dikin de, ku bi salan e ku di nava van danûstandinan de tu bûyerên girîng çênebûne, êdî bi gavekê tenê, rewşa aram livand û tevaya çavdêran xiste nava matmabûnê de. Li gor wê, sibeha 27.11.2024 çeteyên Heyet Tehrîr El-Şam a terorîst (Cebhet El-Nusraya berê) û komên rikberîyê yên alîgirên Tirkîyê, êrîşeke berfireh li dijî rojavayê Helebê da destpêkirin. Bi hev re hevbendîyek bi navê “Fermandarîya Operasyonên Leşkerî” da avakirin da ku operasyoneke leşkerî ji bo rizgarkirina Helebê ji destê artêşa rêjîmê bi navê (Redi’ El’idwan) anku “Rawestandina Dijmin”  bide destpêkirin. Li gor wan, armanca wan lêdana derbeyeke pêşwext li hêzên rêjîma Sûrîyê ye. Jixwe ev yek binpêkirinek ji peymana “tirkî-rûsî” ya adara sala 2020an ji bo rawestandina şer re ye. Di du rojên şer û pevçûnan de, Xan El-Esel û focê \46\ ji destê rêjîma Sûrîyê derketin, her wiha derbasî Helebê -ku duyemîn bajarê mezin ê Sûrîyê ye- û bi keysbazkirina valatîyê ku tu berwxedanek ji alîyê hêzên ferwerîyê û alîgirên wê yên rûs û îranî ve nehat kirin, hat dagirkirin. Ev yek ji bo rêjîmê derbeyeke mezin bû.

Di roja me ya îro de li Sûrîyê bandorîyên mezin têne jiyîn. Ji sala 2011an ve û gava bizava gelêrî dest pê bû û tê de hat xwestin ku Beşar El-Esed biçe û rêjîm hilweşe, rêjîma Sûrîyê bi destekî ji agir bersiva wê daye û li beramberî wê jî komên çekdar û kesên ku ji artêşê veqetiyane bi tundîyeke dijber, li gelek bajar û cihan bersiva wê da.

Cebhet El-Nusra kî ye?

Piştî ku şaxê El-Qaidê li Iraqê sala 2006an ava bû, rêxistineke islamî tundrew bi navê Dewleta Islamî li Iraq û Şamê (DAIŞ) derket pêş. Êdî şaxê wê yê li Sûrîyê ku bi navê “Cebhet El-Nusra” dihat nasîn û li jêr fermandarîya “Ebû Mihemed El-Colanî” bû, parêzgeha Idlibê û derdora wê, her wiha gelek deverên di bin destê rêjîmê û Artêşa Azad de, xistin jêr serwerîya xwe. Piştî ku DAIŞê gelek dever li başûr û nava Sûrîyê, gelek bajarên mîna “Minbic, Reqa û Dêra Zorê” û Mûsila iraqê dagir kirin, her wiha piştî ku sawkarîyeke mezin da meşandin ku bû sedema revîna tevaya kom û artêşên Sûrî û Iraqê -ku di encamê de dest danî li ser gelek xenîmeyên diravî û leşkerî- êdî berê xwe da Kobanîyê da ku wê dagir bike. Lê piştî ku di Kobanîyê de têk çû, hevpeymanîya navneteweyî ku QSDê jî di nava xwe de dihewîne, hat avakirin. Êdî dest bi rizgarkirina deverên li jêr dagirkerîya DAIŞê ji Minbicê û -qaşo- paytexta wê Reqayê kir heyanî ku li Baxozê, an ku kozika wan a dawîyê, di adara 2019an de têk bir.

Di asta cîhanî de, Cebhet El-Nusra (şaxê sûrî yê rêxistina El-Qaidê) ji sala 2011-2013an ve weke rêxistineke terorîst tê nasîn ku ji alîyê “Ebû Mihemed El-Colanî” yê ku sala 2013an weke serekê Cebhet El-Nusra peyrewîya “El-Zewahirî” pejirand. Di tîrmeha 2016an de girêdana xwe ya bi El-Qaidê ve birî û navê xwe veguherî “Cebhet Fetih El-Şam”. Her wiha bi hevkarîya bi hin komên din re, di sala 2017an de bi destpêbûna danûstandinên Astanayê re ku weke beşek ji komploya li dijî şoreşa Sûrîyê dibîne, Heyet Tehrîr El-Şam da avakirin. Piştre bi beşdarbûna hejmareke komên çekdar di nîva sala 2019an de û bi armanca birêvebirina operasyonên leşkerî û hevrêzîya wan di nava deverên jêr kontrola wan de, (Odeya Operasyonan a Fetih El-Mubîn) da avakirin.

Bandorî û bertek:

Di destpêkê de weke êrîşeke ji nîşka ve hat xuyakirin û bêyî ku tu bersivdayîn jî jê re hebe. Li gor wê, hêzên wan ji Idlibê ber bi Helebê ve meşiyan û bêyî ku tu bersivdayîn an jî lêdana hewayî hebe ku li hêzên êrîşkar bixe. Zanyarî belav bûn ku serokê Sûrîyê serdana Moskoyê kiriye ku di nava bêdengîyeke navneteweyî de her tişt pêk hat. Rêjîmê ev binkeftin wiha pîne kir ku wan bi awayekî demkî xwe ji Helebê vekişandiye da ku xwe ji êrîşeke dijber re amade bike. Piştre daxuyanîyin şermdar ji hêla Rûsya û Îranê ve derketin ku Israîl bi çêkirina tevlîhevîyê li Sûrîyê tawanbar kir. Êdî tişta ku rêjîm, rûs û îranîyan di nava deh salan de ava kiribû, di nava du rojan de hilweşiya. Gelo sedema vê hilweşîna sosret a hêzên rêjîmê û hevalbendên wê çi ye? Kî li dû vê êrîşê ye?

Cebhet El-Nusra ya ku navê vê bizava xwe kiriye pêngava “Pelixandina Dijminatîyê” ji ber xwe û bêyî glopa kesk ji alîyekî sereke yê li ser rewşê serwer, nikare bi vê êrîşê ve rabe. Hin dahurîner dibêjin ku Israîl, Tirkî û Rûsya li dû vê yekê ne û bi pîrozkirina amerîkî pêk hatiye. Tişta balkêş jî ew e ku ev êrîş piştî rojekê ji peymana rawestandina şer li Libnanê pêk hatiye. Eger ev tiştekî destnîşan dike; elbet tê wê wateyê ku lihevkirineke navneteweyî ya mezin heye û li benda rawestandina şer li Libnanê bûn.

Nameyên Israîlî û Amerîkî ji Rêjîmê re:

Ji destpêka şerê Xezayê ve û piştre jî şerê li ser serê Hizbullah li Libnanê, êdî Israîl li destên Îranê yên li Sûrî û Libnanê dixe. Li gor wê jî bi dehan êrîşên hewayî li ser embar û fermandarên îranî yên li Sûrîyê di nava paytexta wê Şamê de, pêk anîne. Ji vê bêtir, gef xwar ku dê li hemû cihên wê bixe heyanî ku gihişt nêzîkî balafirgeha “Himêmîm” û mala “Mahir El-Esed” ku serekê firqeya çarem a alîgirê Îranê ye. Serwerzîrê israîlî (Netenyahû) piştî rawestandina şer li Libnanê daxuyand ku “Sûrî bi agir dilîze”. Dezgehên ragihandinê yên israîlî -li gor ajansa North Press- roja şemîyê 30.11.2024an eşkere kiriye ku “Til Ebîb pêşketinên bilez ên li Sûrîyê dişopîne û bi Amerîkayê re hevrêzîyê dike da ku ji hilweşîna rêjîmê re amade be”.

Xwestek û Namêyn Tirkî:

Di encama gelek nameyên tirkî yên ji bo hevdîtina bi El-Esed re û hevkarîya pê re da ku alozîya Sûrîyê çareser bikin û ji ber tunebûna bersivê ji El-Esed, ev êrîş pêk hatiye û tu têkilîya Tirkîyê pê tune ye. Ev yek li gor ku tirk didin xuyakirin. Lê belê li ser erdê tê xuyakirin ku Tirkîyê berê van koman dayê û hinek komên ser bi wê ve demildest beşdarî pêngavê bûne. Her wiha çeteyên xwe ber bi deverên Rêveberîya Xweser ên li Şehba û Minbicê ve bi armanca dorpêçkirina wê û dagirkirina Helebê û lixwegirtina wê li gor “Mîsaqa Milî” şandin. Hildana ala Tirkîyê li ser keleha Helebê zelaltirîn çespana vê yekê ye.

Hebûna Îranî Li Sûrîyê Yek Ji Armancên Vê Êrîşê Ye:

Tevaya palpiştan amaje pê dikin ku tu dewlet ji dewletên destwerdanî rewşa Sûrîyê kirine, hebûna îranî tê de napejirîne. Lewre her dewletek bi awayekî hewl dide ku têkilîya Îranê bi Sûrîyê re li gor berjwendîyên xwe bibire. Rûsya bi tevî ku hevalbenda wê ya destekdayîna rêjîmê û yek ji hevalên wê yên civînên Astanayê û ji bilî wê ji bo lêkolînkirina rewşa Sûrîyê ye, lê belê wê weke hevrika xwe ya ji bo serwerîya li aborîyê û cihê metirsîyê ji Israîlê re dibîne. Her wiha tirk jî wê weke hevrika xwe ya ji bo serwerîya Islama siyasî li herêmê dibîne. Amerîka jî hebûna Îranê li Sûrîyê û destekdayîna wê ji hêzên şîî re weke gefekê li ser ewlekarîya Israîl û Amerîkayê dibîne. Lewre gelek fermandarên wê kirin armanca xwe ku ya dawîyê jî armancgirtina fermandarê şêwirmendên îranî “Bor Haşimî” li Helebê di 28.11.2024an de bû, an ku piştî êrîşa Cebhet El-Nusra li ser rojavayê Helebê.

Tirkî Vekişîn Û Bêdengîya Rûsî Keysbaz Dike Û Berê Çeteyên Xwe Dide Herêmên Rêveberîya Xweser:

Tirkî ji berîya salan ve gefê li bakurê Helebê  (Herêma Şehbayê) dixwe ku dê dagir bike û wê girêdayî Misaqa Milî dibîne. Êdî li gor wê komên girêdayî wê êrîş berda ser wê devera ku penaberên Efrînê xwe lê girtine û ji 2018an ve di nava kampên wê de niştecih in. Êdî armanca wê ew e, ku piştî li rojhilatê Firatê nema dikarî bi rêya birîna avê, bombebarana bi dronan û armancgirtina jêrxaneyê bixe bin destê xwe, Rêveberîya Xweser li wir têk bibe. Nemaze ku Cebhet El-Nusra xwe ji pevçûna bi hêzên parastina Şêx Meqsûd û Eşrefîyê dûr xist. Ev yek bi rêya daxuyanîya Cebhet El-Nusra ya ku tê de ji yekîneyan dixwaze bi çekên xwe û bi awayekî ewle ji Helebê derkevin, hat raberkirin.

Helwesta Rêveberîya Xweser:

Rêveberîya Xweser di daxuyanîyeke xwe de, Tirkî tawanbar kir ku ew bi armanca parçekirina welêt li dûv vê êrîşê ye. Her wiha diyar kir ku êrîşa Tirkîyê, şêweyekî nû yê terora DAIŞê bi rehendên herêmî û navneteweyî ye û ne tenê deverekê, lê belê tevaya Sûrîyê dixe nava gefan de. Di nava vê daxuyanîyê de, Rêveberîya Xweser seferberîya giştî ragihand û doz li hemû sazîyan kir ku weke şaneya alozîyê bixebitin, her wiha bang li ciwanên bakur û rojhilatê Sûrîyê kir ku li derdora QSDê li dijî êrîşên Tirkîyê kom bibin.

Ji alîyê xwe ve jî QSDê di 1.12.2024 de daxuyand ku: “Planeke qirkirinê ya berfireh li dijî gelê me yê li Şehba û Helebê heye.. Bê guman QSD weke çawa di rizgarkirin û parastina deverê de bi erka xwe rabû û xwedî rol bû, dê li dijî van êrîşan jî raweste û bi erka xwe ya dîrokî ji bo parastina deverê û gelê sûrî rabe..”

Rêjîma Sûrî Li Ku Ye?

Pir zelal hat eşkerekirin ku rêjîm li Sûrîyê pişta xwe bi Îran û Rûsyayê xurt dikir. Li gor wê jî gava xwe ji pişta wê da alîyekî, me dît bê çawa deverên wê bi awayekî dramatîk û bêyî parastin an jî şer, hilweşiyan. Piştî ku êrîşakaran bajarê Helebê bê bersivdayîn xiste bin destê xwe, rêjîmê dest bi propagandayê kir ku hêza xwe komî ser hev dike da ku bajarê Hemayê biparêze. Her wiha serokê Sûrîyê di roja duyem a şer de li Moskoyê hat xuyakirin ku piştî wê bi du rojan vegeriya û bi ferwerîya Iraqê re tekilî danîn da ku alîkarîyê bi dest bixe. Her wiha wezîrê karên derveyîn ê Îranê li Şamê pêşwazî kir û wiha jê re eşkere kir ku “Ew amade ne ku hemû rengên alîkarîyê pêşkêşî Şamê bikin”. Lê alîkarîyeke çawa û kengî?

Rewş Li Sûrîyê Ber Bi Kur Ve Diçe?

Heyet Tehrîr El-Şam (Cebhet El-Nusra) di warê navneteweyî de weke tevgereke terorîst hatiye dîtin, gelo çawa îro li beramberî berfirehbûna wê bêdeng dimînin? Kî li pişta vê rêxistinê ye? Rewş ber bi ku ve diçe? Gelek pirs, nêrîn û pêşbînî hene; ji wan jî ev in:

Gelo ev yek ji Cebhet El-Nusrayê re dafek e ku li gor wê di hin deverên Sûrîyê de berfireh bibe û wan dagir bike da ku piştre ji ber ku di lîsta terorê de ye, wê têk bibin, nemaze ku rêxistina El-Qaidê serfeketina wê ya li Helebê pîroz kir?

Gelo dê Cehbet El-Nusra îdolojîya xwe ji tundrewîyê veguherîne nermahîyê da ku di warê hundirîn û navneteweyî de were pejirandin?

Gelo dê Rûsya destwerdanê tê de bike da ku hilweşîna rêjîmê rawestîne û tişta mayî biparêze? Ev yek li gor bombebarandina li ser baregeh û kombûnan ji paş ve, gengaz e. Pirs li vir e: Dê kî alîkarîya rêjîmê bike? Îranîyên ku didin xuyakirin ku dê alîkarîyê bidin? Jixwe tê zanîn ku şerê bajaran zehmet e.

Gelo Sûrî dê li gor van herêman were parçekirin: Herêma Rêveberîya Xweser a bakur û rojhilatê Sûrîyê – Herêmeke sinî ku di bin destê Cebhet El-Nusrayê de ye, ji bakurê rojava û Helebê heyanî kêlekên Hemayê – Herêmeke durzîyan li Suweydayê û deverên mayî jî heyanî astekê ferwerîya Şamê kontrola wê bike?

Weke amadekarî ji bo qonaxa guhêzî; gelo dê Sûrî veguhere dewleteke federal a nenavendî ku ji alîyê hemû herêmên federalîyê ve werin birêvebirin û bi awayekî demkî heman rêjîma Şamê wê bi rê ve bibe?

Gelo dê deverên li jêr kontrola çeteyên ser bi Tirkîyê ve yên li bakur (Cerablus, Bab, Izaz û Efrîn) bimînin herêmeke sûrî, yan dê tev li Tirkîyê bibin an jî dê bi Cebhet El-Nusrayê re bibin yek da ku cihekî xwe di nava rêveberîya Sûrîyê ya nû de bibînin?

Hinek bertek:

Berztirîn şîroveyên navneteweyî yên di vê babetê de, daxuyanîya Amerîkayê ye ku diyar kir tu têkilîya wê bi tişta li Sûrîyê pêk tê re tune ye û tişta ku çêbûye jî encama nehevkarîya rêjîma Sûrîyê bi civaka navneteweyî re li gor biryara navneteweyî \2254\ e.

Di 1.11.2024 şanderê Neteweyên Yekbûyî “Gîr Pêdrson” daxuyand ku “Pevçûna li Sûrîyê xwedî bandorîyin xirab e” her wiha bang li hemû alîyan kir ku tev li danûstandinên Cinêvê bibin û ji bo dîtina çareserîyeke aştîyane bicivin. Gelo ew hêza wî heye ku fişarê li hemû alîyan bike?

Lê belê komkara erebî û hinek dewletên erebî jî tenê daxwaza parastina yekbûna xaka Sûrîyê kir.

Di encamê de maska li ser rûyê rêjîma Tirkîyê rabû û hat nasîn bê kî di meydana wê de dilîze, her wiha van rojan sextebûna niyet û angaştên wê eşkere kirin ku yê bi rehenda demê dilîst ew bû da ku hebûna xwe li Sûrîyê xurt bike û gelek bajar û deverên Sûrîyê dagir bike, ew jî piştî ku çareserîya li Sûrîyê bi danîna têkilîyan bi rêjîma Sûrîyê ve girê da.

Heyanî vê çaxê, êdî gelê Sûrîyê yê ku şer û cengan ew wêran kiriye, dê bi bîr bîne ku alozîya Sûrîyê alozîyeke mirovî ya girêdayî mafên mirovî û dadmendî ye. Her wiha divê aştîyeke domdar ji vê herêma wêranbûyî re were dîtin û ji bo siberojeke bi aştî û dadmendî ji her kesî re, xebat were kirin.

Her wiha divê civaka navneteweyî careke din alozîyê di ber çavan re derbas bike û rêkarên demildest li gor peymanên navneteweyî bistîne.

زر الذهاب إلى الأعلى