ANALÎZ

Encûmena Niştimanî ya Kurdî û nakokiyên navxweyî

Tevî ku qada siyasî li bakur û rojhilatê Sûriyê rojane rûbirûyî bûyer, guhertin û pêşhateyan tê, Ji êrîşên DAIŞ û dewleta Tirk û gefên berdewam ji aliyê rejîma Sûriyê û hevalbendên wê Rûs û Îran ve, lê beşek  ku ji partiyan di bin sîwana  Encûmena Niştimanî ya Kurdî cihê xwe digirin; ku qaşo ji destpêka aloziya Sûriyê xwedî helwest bûn, ta niha bêdeng in û tu karvadan û helwesteke zelal ne dane.

Çalakî û helwesta Encûmena Niştimanî ya Kurdî ji destpêka vê sale ve, tenê helwestek bû ku ji aliyê serkirdeyên Encûmena Niştimanî ya Kurdî Ebdulhekîm Beşar û Cîgirê Serokê hevpeymaniya Niştimanî ya rikberiyê û endamê Komîteya Pêwendiyên Derve IBrahîm Biro bû ku dan xuyakirin; binpêkirin di herêmên di bin dagirkeriya Tirkiyê  de qet nîn û giranî dan ser pêwîstiya vegera koçberên herêmên Serê Kaniyê, Girê Spî û Efrînê bo bajarên xwe yên di bin dagirkeriya dewleta Tirk de. Helbet em dûr nabînin ku mebesta ji vegera koçberan bo bajarên xwe di dema niha de, ku têkiliyên xwe bêtir  bi Hevpeymaniya Niştimanî xurt bikin, nemaze piştî hewlên Tirkiyê û Qeterê ji bo aktîvkirina Hevpeymaniya Niştimanî û zindîkirina wê.

Der barê rewşa navxweyî ya Encûmena Niştimanî ya Kurdî de, tê dîtin ku atmosfera siyasî ya Encûmenê ne zelal e,  û di ne aramiyekê de jiyan dike. jixwe wek tê zanînin ku zêdeyî şepêlekê  di nava Encûmena Niştimanî ya Kurdî de heye, li milekî Partiya Demokrat a Kurdistan – Sûriye  heye û li milekî din jî Partiya Yekîtî ya Kurdistan – Sûriye  û partiyên di Serokatiya Encûmena Niştimanî ya Kurdî de ne ku piştgiriya Partiya Yekîtî ya Kurdistan – Sûriyê dike heye. Ji aliyekî din ve jî , hewlên hin partiyên din hene ku vê dawiyê tevlî Encûmenê bûne û dixwazin bandorê li ser mala hundirîn ya Encûmena Niştimanî  bikin, ew jî Partiya Yekîtî ya Azad a Kurdistanî ye ku  yekîtiyek bi Partiya Yekitiya Demokratîk li Sûriyê (Yekîtî) ku Hejar Elî serperiştê wê bû, çêkir û tevlî   Encûmena Niştimanî ya Kurdî bû  .

Ji aliyeke din ve, alozî û nakokiyên ku partiyên Encumena Niştimaniya Kurdî rastî wê tê, hişt ku hinek kesên xwedî tecrûbe û xwedî bandor û biryar di nava Encûmena Niştimanî ya Kurdî de, lidarxistina kongireya giştî ya Encûmena Niştimanî ya Kurdî neyê lidarxistin. ji ber ku lidarxistina kongir, dê gelek kesayetên xwedî bandor û yên ku niha biryara Encûmenê di destên wan de ye; werin dûrxistin, loma ta ji wan were nahêlin ku ev kongir ronahihiyê bibîne. ji bo danûstandina kurdî –kurdî, berî niha Encûmenê rojane dişopand û gotarên serkirdeyên wê li ser medyayê dihat dîtin, lê niha, tevî ku  çend caran bi nûnerê Amerîka ra civiyan û amerîkanan ji wan ra teqezî li ser pêwîstiya danûstandina kurdî kurdî kir, lê encûmen di vê dema dawî de bê deng e û tu daxwiyanan der barê vê mijrarê de nedaye.

Ji ber van helwest û nerînên cuda derbarê rêjeya nûneratiyê û cudahiya nerînan di nav Encûmena Niştimanî de, em Karin bêjin ku Encûmen di qonaxeke pir dijwar û aloz re derbas dibe û ne dûre ku hinek ji partiyên di nava Encûmena Niştimanî ya Kurdî de, ji nava Encûmenê veqetin û tevlî Rêveberiya Xweser bibin

.

زر الذهاب إلى الأعلى