ANALÎZ

Rewşa Leşkerî û Siyasî li Sûrîyayê

Ebas ŞÊXMÛS

Piştî ketina rêjîma basî hê jî rewşa sûrî ne aram e. Rêjîma nû gelek kêşeyên wê hene. Ew kêşe ji ber siyaseta wê ya yekreng e. Jixwe ev yek girêdayî ejindeyên hundirîn û derveyîn e çimkî bêyî hedarîya siyasî, hedarîya aborî tune ye. Rakirina cezayên aborî ji ser Sûrîyayê û rakirina navê wê ji nav lîsteya alîgirên terorê weke derfetekê ji bo rêjîmê were dan ku Sûrîyayê ava bike û wê bê teror bihêle, lê ev yek neyê wê wateyê ku civaka navdewletî bi ser Sûrîyayê ve vebûye û rêjîma nû bûye cihê bawerîyê li ba civaka navdewletî. Nepejirandina Hevpeymana Navdewletî ya şerê li dijî Daişê ku artêşa nû tev lê bibe, vê nebawerîya civaka navdewletî bi vê hêza leşkerî nîşan dide. Dibe ku Amerîka û dewletên rojavayî careke din Sûrîya bixin nav dewletên alîgirên terorê madem rêjîm (di bin navên cûr bi cûr de) hê jî komkujîyan der heqê pêkhateyên sûrî de pêk tîne.

Rewşa leşkerî:

Niha Sûrîya du hêzên sereke dihewîne; di serê wan de HSDê ye ku ji alîyê rêxistin û çekbûn û bawerîya civaka navdewletî ve li pêş e û civaka navdewletî di şerê li dijî Daişê de xwe dispêrîyê. Piştî wê jî artêşa sûrî ya nû tê ku hejmarek pirsnîşan li dor wê hene û rêxistina wê û girêdana wê lawaz û jihevketî ye. Her wiha artêşa niştumanî (weke ku nav li xwe dike) lê ew bi xwe çeteyên Tirkîyayê ne li bakurê Sûrîyayê yê dagirkirî, heye. Heya niha ew napejirîne ku tev li artêşa sûrî bibe, tevî ku hejmarek komên wê tev li artêşa nû bûn, her wekî emşat, hemzat, ehrar elşerqîye û ji bilî van girûpan ku çeteyên Tirkîyayê ne û hîna girêdan û pêrewîtîya wan ji bo Tirkîyayê ye. Ev yek jî pirsnîşanan li dor artêşa sûrî ya nû kom dike. Ji alîyekî din ve Artêşa Sûrîyaya Azad heye ku di bin sîwana artêşa sûrî ya nû de li Tenefê ye. Ew li gor siyaseta Hevpeymana Navdewletî ya li dijî Daişê tev digere. Her wiha Meclisa Leşkerî ya Siwêdayê heye ku ji ber hebûna nakokîyan di navbera komên wê yên çekdar de hê di qonaxa damezirandinê de ye lê tevî wê jî di van bûyerên dawî de xwe weke diranekî nîşan da.

Di demekê de ku hejmarek hêzên ku pêrewîtîya her yekê ji wan ji alîyekî re ye, hene û di demekê de ku hizrên  gawerkirinê berbelav bûne û ewlehî tune ye, Sûrîya nikare bi awayekî aram û hedar bijî. Teqîna dêra Mar Ilîyas li devera Diwêlia li Şamê û berî wê komkujîyên beravê li dijî elewîyan (jixwe raporên navneteweyî çespandin ku komên çeteyên Tirkîyayê yên mîna hemzat û emşat û hin çekdarên biyanî yên girêdayî artêşa sûrî ya nû  ev komkujî bi piştgirîya fermandarên xwe yên leşkerî pêk anîn) her wiha komkujîyên nû der heqê dirzîyan de li Siwêdayê ku heman kesan lê vê carê bi navê “hêzên eşîreyan“  pêk hatin, tev tunebûna hedarîyê li Sûrîyayê nîşan didin.

Hişmendîya leşkerî ya ku rêjîma nû dimeşîne ku ew danpêdanê bi hêzên leşkerî yên ji derveyî çarçoveya xwe ya leşkerî napejirîne (tevî ku artêşa nû dûrî bawerîya niştumanî ye û tevî ku girêdanên wê bi alîyên cihêreng ve heye) dihêle ev rêjîm bêtir nêzî şêweyê rêjîmên cîhadîst be, ne dilsozîya wî ji Sûrîyayê re be ku hewil bide hedarî û ewlehîyê pêk bîne.

HDSa ku ji ber zêdebûna hejmara şervanên wê hema hema bûye artêşeke fermî, dibêje madem ev artêş bi vî awayî ye, ew ê tev lê nebe bêyî ku ew xwedî taybetmendî be û weke hêzeke hevgirtî be. Sedema vê yekê jî binpêkirinên van komên terorîst e ku bi navên cûr bi cûr di bin sîwana artêşa sûrî de ne û binpêkirinan der heqê gelê sûrî de pêk tînin.

Nakokî hê kûr in, nexasi ku komên terorîst ên mîna hemzat, emşat û ehrar elşerqîye di bin sîwana artêşa sûrî ya nû de ne ku fermandarên wan koman bûne fermandarên firqeyên leşkerî di hundir artêşa sûrî ya nû de.

Dibe ku sedema binkeftina rêjîma nû ya avakirina artêşeke niştumanî, ew be ku wî di avakirina artêşa sûrî de bilez bû û komên terorîst tev li avahîsazîya artêşê kirin û civîn ji bo hêzên leşkerî yên niştumanî çênekirin da ku bizane ka gerek e çawa artêşa sûrî ya nû were avakirin. Xuya ye rêjîma nû xwedî hişmendîyeke leşkerî û olî ye ku zora hişmendîya niştumanî dibe, ji ber wê jî jê re ne der de ku komkujî li dijî elewî û dirzîyan pêk werin û nerazîbûna gel jî ne xema wî ye bi qasî ku ramanên xwe razî bike û dewleta Tirkîyayê razî bike û sûdê ji komên çete û piştgirîya tirkî bigire da ku hukmê xwe xurt bike.

Eger rewşa leşkerî wisa bimîne, dibe ku encamine metirsîdar li ser Sûrîyayê bîne, nemaze di demekê de ku hêzdarîya Daiş û têgeha “hêzên êlan“ li herêmê xurt dibe û bawerî di navbera HSDê û rêjîma nû de tune dibe. Tevî hebûna rêkeftinekê di navbera Mezlûm Ebdî (fermandarê HSDê) û serokê demkî Şeri de jî lê rêjîma nû û bi piştgirîya dewleta Tirk hewil dide hêzdarîya xwe li ser herêmên Rêveberîya weser bêyî tu tawîzan bisepîne. Ev rêjîm hewil dide fitnetê biafirîne û diyaloga bi HSDê re napejirîne. Ev siyaset ne dûrî ya rêjîma basî ye ku demokrasî û azadî diçewisandin û danpêdan bi mafên pêkhateyên sûrî nedikir.

Siyaseta mandelekirin û paşguhkirinê ya ku rêjîma nû dimeşîne û rêbazê rêjîma rûxiyayî yê ku dimeşîne û destwerdana dewletên herêmî di hin herêmên sûrî de (Tirkîya di bakur de û Israîl di başûr de) li gel mana rewşa leşkerî li ser vî halî, dibe ku encamên metirsîdar bi xwe re bîne û dê herêmê ji alozîyekê ber bi alozîyeke din a bêtir metirsîdar ve bibe (şerê navxweyî). Jixwe bûyerên dawî li Siwêdayê nîşaneyeke zelal û metirsîdar a rewşa bêserûberîya leşkerî di artêşa sûrî ya nû de ye. Her wiha ev piştrast dike ku hikûmeta demkî -weke ku nav li xwe dike- nikare van hêzan kontrol bike (navê wan çi be bila ew be, her wekî çekdarên bedû-koçer, hêzên êlan). Jixwe hat tekezkirin ku artêşa sûrî û hêzên ewlekarîya giştî şerîkên van hêzan bûn. Dibe ku ev siyasetek be ku rêjîma nû dimeşîne da ku binpêkirinên artêşa sûrî ya nû û hêzên ewlekarîya giştî yên pêk tînin, veşêre û biçesipîne ku ew ne berpirs e li ser komkujîyên ku li dijî dirzîyan li Siwêdayê pêk tên.

Dibe ku ev bûyer xizmeta hin alîyên herêmî bikin ku hêzdarîya xwe li herêmê fereh bikin. Ne dûr e ku hin alîyên herêmî li kêleka hikûmeta nû van komên bi navê “hêzên êlan“ ku ji hêla desthilata Şamê ve weke hêzên ji derveyî hêzdarîya şamê tên diyarkirin, ber bi rojhilatê Feratê ve werin dehfdan da ku fitneyeke kurdî-erbî biafirînin û aştîya navxweyî di navbera pêkhateyên herêmê de têk bibin da ku HSDê û Rêveberîya Xweser a bakur û rojhilatê Sûrîyayê lawaz bikin.

Rewşa siyasî:

Sûrîya di bin sîwana vê rêjîma nû de gelekî dûrî hedarîya siyasî ye. Rêjîma sûrî ya nû hê di bin bandora ejindeyên herêmî de ye û nikare xêzên sor li hermber destwerdana hêzên herêmî dayine da ku bandorê li biryara siyasî nekin. Sedema vê yekê jî têkilîyên wê yên kevin bi wan hêzan re ye (ev ji alîyekî ve) û hişmendîya vê rêjîma nû ya ku sîstema pirreng û demokratîk napejirîne, ne tenê wisa lê ew bi yek carê bawerîyê bi demokrasîyê naîne(ev ji alîyê din ve). Dibe ku ew bawerîyê bi hukmê mîratgir jî tîne (mîna xîlafeta umewî), nexasim ku serokê demkî êdî gelek rayeyên (karbidest/selahîyat) di destê wî de hene ku derfetê didinê ku desthilata cîbicîkar, zagonsaz û dadwerî bixe bin destên xwe. Ji ber wê jî ji alîyê metirsîyê ve rewşa siyasî ne kêmî rewşa leşkerî ye. Hişmendîya siyasî li ba vê desthilatê ji ya leşkerî ne cuda ye. Ew Rêveberîya Xweser û pêkhateyên ne sunî û ne erebî (elewî, dirzî, êzîdî, xiristîyanî, kurî û ji bilî wan) weke dijmin ji xwe re dibîne. Daxuyanîyên ku rayedarên rêjîma nû di navbera dem û demekê de didin ku tijî kîn in, nîşaneyên vê hişmendîya şofînîzm in.

Tişta ku leşker xerab dikin, siyasetmedar ava dikin û berovajî wê . lê di rewşa sûrî de hişmendîya leşkerî û siyasî gendel in çimkî ew tu diyalogeke niştumanî napejirînin û li ser sîstema navendî rijd in. Ji ber wê jî rêjîma nû nikare Sûrîyayê ber bi ewlehîyê ve bibe. Her çiqasî civaka navdewletî bi ser vê rêjîmê de vekirî be û her çiqasî ceza li ser rakiribin jî lê ew ê bêyî hedarîyeke siyasî û leşkerî li Sûrîyayê, bê qîmet bin. Piştgirîya siyasî û aborî ji derve ve bêyî hember nabe. Ji ber wê jî piştgirî xizmeta berjewendîyên wan dewletan berî berjewendîyên gelê sûrî dike lê dibe ku xizmeta rêjîma nû bikin û temenê wê dirêj bikin.

Destwerdanên derveyîn:

Sûrîya berî ketina rêjîma basî bûbû çêrgeha dewletên herêmî, nexasim Tirkîya û Israîl ku di navbera wan de şerekî neyekser heye. Ev destwerdan ji bo ferehkirina hêzdarî û ejindeyên xwe ye. Ji ber lawazîya rêjîma nû, bandor dê li rewşa siyasî û leşkerî li Sûrîyayê bibe.

Tirkîya:

Tirkîya ji destpêka alozîya sûrî di nav de ye. Ew bi roleke neyînî tê de lîst; çi bi rêya guhertina komên leşkerî li bakurê Sûrîyê weke komên çete ku xizmeta ejindeyên wê dikin, çi jî bi rêya piştgirîya Daişê be. Li şûna ku ew alîyekî piştgir ji bo hemû alîyan be da ku Sûrîyayeke demokratîk ava bibe û hemû rêxistinên terorîst tê de têk bibin (eger weke ku dibêje rastî jî ev yek xizmeta ewlehîya wê ya niştumanî dike) lê rewş berovajî vê yekê nîşan dide, çimkî Tirkîya heya niha hê siyaseta xwe ya xerabkirinê li Sûrîyayê dimeşîne. Tirkîya sê armancên wê yên sereke di Sûrîyê de hene:

  1. Peymana milî pêk bîne, ew jî bi rêya dagirkirina bakurê Sûrîyayê, çimkî ew dibîne ku ew dever cihên hêzdarîya Tirkîyayê ne. Tirkîya hewil dide wan hêdî hêdî tirik bike û bi herêmên tirkî ve girê bide. Her wiha dixwaze xwe li berava Sûrîyayê berfereh bike çimkî ew di nav cihê nakokîya enerjîyê li Rojhilata Navîn de ye.
  2. Bidawîkirina HSD û Rêveberîya Xweser. Ew jî bi rêya piştgirîya navendîbûnê li Sûrîya û rawestîna li hember guhertinên demokratîk ên ku dikarin bandorê li rêjîma navendî bikin. Ji ber vê yekê rêjîma nû li ser navendîbûnê rijd e û dide diyarkirin ku nenavendîbûn tê wateya parçekirinê. Her wiha ji ber vê yekê ew tu diyalogeke niştumanî ya ji bo avakirina Sûrîyaya pêşerojê napejirîne. Dibe ku Tirkîya hewil bide ku bi rêya piştgirîya hin dewletên ereban ên mîna Qeterê, êlên ereban li dijî rojhilatê Feratê tev bigerîne û komkujîyan der heqê pêkhateyên herêmê de pêk bîne.
  3. Piştî binkeftina wê di avakirina hikûmeteke ixwanî li Sûrîyê, dixwaze hikûmeteke selefî ava bike û bi rêya tevlîkirina komên çekdar ên girêdayî xwe (hemzat, emşat, ehrar elşerqîye û çekdarên biyanî) artêşa sûrî desteser bike û piştgirîya leşkerî û lojistîk pêşkêşî rêjîma nû bike.

Israîl:

Sûrîya alîyekî sereke yê “tewereya berxwedanê“ (weke ku nav lê dihat kirin) bû. Ew xwedî hêzdarîyeke mezin a li ser tevgerên cîhadîst ên li Filestîn û Libnanê bû. Wê ev tevger li dijî Israîlê bi kar dianîn lê rêjîma sûrî tu pêngaveke leşkerî ya yekser li dijî Israîl nekir; ne berî alozîya sûrî ne jî piştî wê. Lê belê li şûna wê Sûrîya li hember lêdana israîlî vekirî bû; ew jî bi rêya armancgiritina rêxistinên radîkal û çekên stratejîk da ku ew çek negihêjin destê rêxistinên ku mîna metirsîyekê li ser ewlekarîya neteweyî ya israîlî pêk tînin. Her wiha wê her tevgereke ku dixwest hêzdarîya îranî li Sûrîyayê vegerîne, armanc digirt. Hejmarek armancên israîlî li Sûrîyayê hene:

  1. Nehêle hêzeke leşkerî ya xurt li Sûrîyayê di pêşerojê de çêbe çimkî dibe ku ew gefan li ewlekarîya wê ya neteweyî bixwe. Her wiha rê nade hêzên leşkerî ku derbasî başûrê Sûrîyayê bibin, ji bilî meclisên leşkerî yên xwecihî yên ku tu gefan li ewlekarîya wê ya neteweyî naxwin. Di heman demê de dixwaze Sûrîya lawaz bimîne, nemaze ji alîyê saloxgerî ve. Her wiha dixwaze şervanên biyanî û tevgerên cîhadîst li Sûrîyayê kontrol bike.
  2. Dixwaze li deverên ku dagir kirine li başûrê Sûrîyayê bimîne û herêmeke bêçek saz bike ku her sê parêzgehan (Quneytire, Dera û Siwêda) bihewîne. Ji alîyekî din ve “şervanên koçeran“ an jî “hêzên êlan“ weke ku nav li xwe dikin, li başûrê Sûrîyê dibin cihê metirsîyê ji bo ewlekarîya neteweyî ya Israîlê çimkî ew girêdayî ejindeyên derveyîn in ku di dema pêwîstîyê de dikarin wan li dijî Israîlê bi kar bînin. Armancgirin Israîlê ji van hêzên bêserûber li gundewarên Siwêdayê û girtina rê li ber derbasbûna wan di Siwêdayê de, nîşaneyeke zelal a qasîya metirsîya wan li ser ewlekarîya israîlî diyar dike.
  3. Levkirina bi Sûrîyê re li gor şert û mercên Israîlê. Dibe ku di vê dema niha de ev levkirin bi rêjîma sûrî re pêk neyê û pêwendîyên her du alîyan tenê di dosyeyên ewlekarî û leşkerî de bimînin. Lê eger danpêdan bi Colanê weke xaka Israîlê were kirin û başûrê Sûrîyayê bibe herêmeke bêçek di bin çavdêrî û serpereştîya artêşa israîlî de, wê hingê dibe ku levkirin pêk were.

Ji bo Îranê jî piştî jidestxistina tevahî hêzdarîya xwe li Sûrîyê piştî ketina rêjîma basî ya rûxiyayî,  ew hewil dide hêzdarîya xwe li Sûrîyayê vegerîne; ew jî bi rêya êlên erebî yên li Dêra Zorê.

Ji bo dewletên mezin ên têkildarî dosyeya sûrî, her wekî Amerîka û Rûsîya, ew xwedî hin ejindeyan e ku ji ejindeyên hermî cuda ne lê ew girêdayî ewlekarîya israîlî li Sûrîyayê ne. Dibe ku di babeta hiştina Sûrîya weke dewleteke binkeftî û xwedî sîstemeke navendî, ew ji ejindeyên herîmî cuda be, çimkî hin dewletên herêmî dixwazin Sûrîya dewleteke ku ji alîyê leşkerî, aborî û siyasî ve binkeftî be û xwedî sîstemeke navendî bimîne, çimkî ev rewş bi ejindeyên wê yên li Sûrîyayê re digunce. Lê ji bo Amerîka ya girîng jê re destpêkê berjewendîyên wê ne ku heya astekê girêdayî hedarîya leşkerî û siyasî li Sûrîya ne bêyî ku destwerdaneke yekser di şêweyê rêjîma wê de bike. Nexasim ku rêjîma nû di her tiştî de bi ya wê dike. Pêwîstîya Amerîkayê bi hedarîya herêmê heye lê bi şertê ku herêm di bin destê wê de be da ku rê li ber berferehbûna çînî bigire û projeyên xwe yên aborî li herêmê pêk bîne.

Pêşeroja Sûrîyayê li gel vî dîmenî:

Her du alîyên sereke (rêjîma nû û HSDê) dosyeyên nakokdar di navbera wan de hene û her alîyek dev ji nerîna xwe ya der narê pêşeroja Sûrîyayê de bernade. HSD tekez dike ku ew amade ye tev li artêşa sûrî bibe û sazîyên Rêveberîya Xweser jî tev li sazîyên hikûmeta nû bibe lê li gor hin pîvanên diyar. Heya niha her du alî jî çareserîya leşkerî napejirînin; sedema vê nepejirandinê yan ew e ku Sûrîya ber bi alozîyeke hundirîn ve neçe ku bibe sedema şerekî navxweyî yan jî rêjîma nû nikare şerekî li dijî HSDê bike (her çiqasî fişarên herêmî hene ku vê hikûmetê ber bi şer ve dibin) yan jî rêjîma nû li benda hin guhertinên navdewletî li hember Rêveberya Xweser û HSDê ye. Dibe ku ev guhertin girêdayî levkirina bi Israîlê re bin. Têkilîya xurt a di navbera HSD û Amerîka de û hevkarîya HSDê bi Hevpeymana Navdewletî, li gel hêza leşkerî û gelêrî ya li ba HSDê, astengîya herî mezin a li hember rêjîma nû ye. Ji ber wê jî rêjîma nû dixwaze têkilîyên xwe bi Amerîka re xurt bike û rêkeftinan bi Israîlê re girê bide; ew jî da ku xizmeta berjewendîyên wê yên teng bike û cilikê ji bin HSDê bikişîne û hevkarîya wê ya bi Hevpeymanê re bi dawî bike û fitneyê li herêmên di bin sîwana Rêveberîya Xweser de yên ku piranîya wan ereb in, peyda bike; ew jî bi rêya wergirtina alîkarîyeke xurt û mezin ji dagirkerîya Tirk.

Ji bo HSDê jî, ew li ser parastina taybetmendîya xwe ya di nav artêşa sûrî ya nû de, rijd e. her wiha li ser nenavendîbûnê rijd e û sîstema navendî û paşguhkirina pêkhateyên herêmê ji dehên salan ve napejirîne. HSDê hewil dide ku Sûrîya venegere weke rewşa xwe ya berî alozîya 2011; çi di şêweyê desthilatê de be yan jî siyaseta rêjîma rûxiyayî ya der heqê herêmê de be ku rêjîma nû niha heman rêbaz û siyasetê dimeşîne. HSDê di vê yekê de xwe dispêre îdyolojîya xwe ya demokratîk û piştgirîya hemû pêkhateyên alîgirên projeya wê ya demokratîk.

Astengbûna danûstandinan di navbera her du alîyan de, tevî ku zemînek heye ku dikarin xwe bispêrinê (rêkeftina ebdî-şeri) dihêle rewşa Sûrîya ber yekê ji van alîyan ve here:

  1. Dibe ku rewş weke xwe bimîne bêyî ku rêkeftinek ji bo bidawîkirina alozîya sûrî were pêkanîn. Dibe ku ev yek li benda helwestên navdewletî yên têkildarî dosyeya kurdî bimîne. Dibe ku ev helwest jî li gor muadeleya siyasî û leşkerî ya li herêmê werin guhertin û di encamê de bêtir sûd bigihêje alîyekî ji alîyên sûrî. Lê dibe ku ev yek şer di navbera her du alîyan de pêk bîne, çimkî her alîyek li benda guhertinekê ji kokê ve ne ji hêla dewletên bikêr li Sûrîya da ku desthilata xwe bisepîne li şûna çûna beg bi danûstandin û diyalogan ve.
  2. Pêkanîna rêkeftinekê bi piştgirîya hin dewletên rojavayî (Fransa û Amerîka) û avakirina sûrîyeke demokratîk. Lê ev yek girêdayî qasîya fişarên navdewletî li ser hin dewletên herêmî ye ku dikarin bandorê li biryara siyasî ya Şamê bikin da ku nehêlin ew dewlet destwerdanê di karûbarê hundirîn ê Sûrîyayê de bikin. Dibe ku ev yek niha zehmet be û dibe ku girêdayî destpêşxerîya birêz Ocelan a pêkanîna aştîyê li Tirkîya û herêmê be.
  3. Handana êlên erebî (hêzên êlan) ên ku girêdayî desthilata rêjîma rûxiyayî yan Îran û yan jî Tirîyayê bûn, da ku li dijî herêmên Rêveberîya Xweser tev bigerin. Ev yek bi piştgirîya hin dewletên herêmî dê pêk were, nemaze ku ev êl bûne mîna lîstikekê di destê rêjîma nû û hin dewletên herêmî de. Rêjîma nû angaşt dike ku ew ji derveyî desthilata wê ne lê di rastîyê de piranîya endamên wê di artêşa sûrî yan nû de ne. dibe ku ev yek Sûrîya vegerîne rewşa wê ya pêşîn ku tev alozî bû, çimkî herêmên Rêveberîya Xweser ji herêmên berav û başûrê Sûrîyayê gelekî cuda ye; çi alîyê birêxistinkirinê ve be çi jî ji alîyê hêzên leşkerî ve be.

Rewşa hundirîn a sûrî -tevî ketina rêjîma basî li Şamê- hê astengîyan ji ber alozîyên hundirîn dikişîne; ew jî ji ber siyaseta tevlîhevî û bêserûberîya ewlekarî, leşkerî û siyasî ya ku rêjîma nû der heqê gelê sûrî de pêk tîne. Ev siyaseta wî girêdayî hişmendîya vê rêjîmê ya li hember Sûrîyaya pêşerojê ye. Komkujîyên ku der heqê pêkhateyên elewî û dirzî pêk tên û berî wê jî guhertinên demografîk der heqê kurdan de ku dewleta Tirk li bakurê Sûrîyayê yê dagirkirî dimeşîne, bandor li hevjiyana aştîyane di navbera pêkhateyên sûrî de kir û kîneke hundirîn û nepejirandineke tîreyî û olî li Sûrîyayê peyda kir. Ji alîyekî din ve çi tevgereke leşkerî di bin çi navî de li dijî HSDê dê tevlîhevîyeke mezin li Sûrîyayê pêk bîne û dibe ku Sûrîya ber bi şerekî tîreyî ve bibe. Her wiha rewşa siyasî û leşkerî li Sûrîyê girêdayî serkeftina destpêşxerîya birêz Ocelan a aştîyê ye. Dibe ku ev destpêşxerî ejindeyên tirkî li Sûrîyayê bi dawî bike û alîkarîyê di serkeftina danûstandinên Rêveberîya Xweser û hikûmeta nû de bike û komkujîyên hikûmeta demkî li dijî pêkhateyên sûrî bi dawî bike da ku qonaxa damezirandina sîstema nenavendî dest pê bike û avakirina Sûrîyeke nû were destpêkirin.

زر الذهاب إلى الأعلى