ANALÎZ

Erdogan û Pêşxistina Helbijartinan

Erdogan û Pêşxistina Helbijartinan

 

 

Erdoganyê ku hêvîdar e desthelatdarîya Tirkîyê pênc sal din di dest bixe, dixwaze van pênc salan jî serbarî destheladarîya xwe ya 21 salî bike, ji ber vê yekê hemû rêk û rêbazan ji bo serkevtina di van helbijartinan de  bikar tîne, jixwe hilbijartinan weke çarenivîsîya xwe û desthelatîya xwe dibîne, ji ber vê yekê dema helbijartinan di 14 gulanê de li şûna nîva vê salê ragehand ku dema wan heyveke tenê hate pêşxistin, helbet ew dibîne ku ew pêşxistin dikeve berjewendîya wî û partîya wî, ji ber ku her kêliyek têkeve berîya helbijartinan cûdahîyeke mezin li nik AKP  ji bo encamê bi dest bixe, êdî jilewre pirsyar tê kirin ew e: Çima Erdogan dema helbijartinan li pêşxist ku ku kire di 14 gulanê bixwe de, her wiha çi armanca wî ji vê yekê ye?

Sê sedemên sereke hene ku hişt hilbijartin bikevin vê demê, ew jî ev in:

  • Rikberiya Tirkîyê her dem daxwaza pêrabûna helbijartinên pêşwextî dikir ku dikevte bin berjewendîya wê, ew jî ji ber xuya ye ku xwe baş jê re amade kirîbû, lê belê di nik vê dema nûa de mijar bi temamî cûda ye, vêca Rikberiya Tirkîyê heta nûa berbijêrkê hevbeş li navê xwe bi nav nekirîye, ew jî ji tirsa ku Erdogan astengîyan li pêşîyê deyne, da ku berbijêrk pê bimîne, jixwe nimûneya herî baş ya li ber çavan li ser vê yekê serokê şaredarîya Istenbolê Ekrem Îmam Oxlo ye, yê ku sizaya 11 mehan di zindan de lê hate birîn, her wiha ew ji karê siyasî rawestandibûn, ew jî bi tawana riswakirina Serokê Komarê, jixwe ew jî berbijêrkê herî giring yê Rikberiyê bû ku ji alîyê CHP û maseya şeşem ya Rikberiyê ye, êdî ji ber piştgiriya HDP dike, dibe ku HDP a ku partîya siyasî ya çarem a bi nav û deng li Tirkîyê ye; tev li wê bibe, yan jî bi berbijêrkê xwe yê taybet bikeve nava helbijartinan.
  • Di 14 gulana sala 1950 de Partîya Demokrat ya ku Ednan Menderîs û hevalbendên wî damezrandibû yên ku ji partîya Mistefa Kemal Ataturk cihê bibûn, bi piranî di helbijartinan de bi ser ket, jixwe piştî ragehandina komarê, helbijartinên tekane li Tirkîyê bû ku ne bi lêdaneke leşkerî pêk hat, ji lew ra Erdogan xwe bi weke pêşmayê Ednan Menderîs dibîne ku paşê hate bi dar vekirin, jixwe ew jî Serokwezîrê yekem Tirkîyê bû ku tê bidarekirin piştî ku lêdana leşkerî lê kirin, ji lew re di Tirkîyê de her du partî ji cûreyên partîyên Islamî ne.
  • Lidarxistina helbijartin di nîvê heyva hezîranê de, hemdema werzê serdana cihên pîroz yên Islamî (hec) ye, êdî ji ber ku Tirkîyê welatekî Islamî ye, bi dehê hezaran ji pîremêrên Tirk dixwazin biçin deverên pîroz û seredana gora Pêxember Mihemed bikin, ew jî ji bo dengê wan berîya dema werzê Hecê bi dest bixe, ji ber ku dengê her berbijêrekî ji bo Erdogan giring e ku derfeta serkevtina wî di van helbijartinên çarenivîsî ji bo wî û partîya wî AKP pir dike.

Bi kurtasî:
êdî ji bo pêkanîna armancên xwe, vejandina xewna xwe ya dîroka bapîrên xwe yên Osmanî û dagîrkirina  pirtir ji xakê ku pirojeya xwe ya “Mîsaqa Milî” pêk bîne, Erdogan dê hemû kertên xwe bikar bîne, ew jî bi rêya çêkirina şer di nav bera beşên Rikberiyê de yan lîstina li ser kerta penahberan yan jî pêşkêşkirina sozan ji Kurdan re, ew jî weke ku di her helbijartinekê de çêdibe ji bo li ser hesabê Rikberiyê bi ser bikeve.

زر الذهاب إلى الأعلى