ANALÎZ

welatên erebî, li cem welatên gewre cihê girîngiyê ne

welatên erebî, li cem welatên gewre cihê girîngiyê ne

Afeta Kovîd 19, paşê şerê rûsî-ukrayînî (şerê rûsî-welatên rojavayî) ku ev her du kirîz ên herî mezin û tund û bibandor in li ser sîstema cîhanî. Vê yekê hişt ku dewletên rojavayî di rewşeke aborî ya nebaş de bin ku madeyên enerjiyê kêm bûn û nirxê wan bilind bû. Vê yekê jî barên aborî yên van dewletan girantir kir. Vê yekê girîngiya cyosiyasî ya dewletên erebî (bi taybet dewletên kendava ereban û Misir û Cezayer) vegerand.

Piraniya dewletên erebî (Sûriye û Cezayerê) hevpeymanên Amerîka ne yan jî hêzdariya wê li wan welatan mezin e, bi taybet li dewletên kendava Erevan, Ordun, Misir, Tûnis û Mexribê. Lê di van deh salên dawî de, guhertin kete siyaseta gelek dewletên erebî de bi taybet piştî bûyerên ku qewimîn (buhara ereban) û destwerdana dewletên herêmî (Tirkiye û Îran) di karûbarên hundirîn yên wan dewletên erebî  yên ku kirîz jiyan kirin (Tûnis, Lîbya, Misir, Sûriya, Yemen û Iraq). Di encama van bûyeran de, guhertin di sîstema desthilatê yah in dewletan çêbû. Vê jî metirsiyên derveyîn li ser dewletên erebî ji hêla dewletên herêmî û berjewendiyên rojavayî zêde kirin. Bi  kêmbûna rola amerîkî li herêma erebî û êrîşên wê bi ser wan de (bi taybet di wîlayeta her du serokên amerîkî yê borî Trump û  Baydin de) ku wan metirsiyên li ser dewletên erebî yên hevpeymanên wan in, piştguh kirin (dewletên kendavê, Misir û Mexrib). Her wiha wê tu alîkariyeke siyasî û leşkerî ji bo wan pêşkêş nekir da ku ev dewlet li hemberî aloziyên li pêşberî wan derdikevin, li ber xwe bidin (aloziya yemenî û lîbî) ku êdî ev alozî ewlekariya wê ya neteweyî dixe bin gefan. Ne tenê wisa lê belê hin dewletên rojavayî li kêleka dewletên herêmî di hin qonaxan de dikin (ew jî  li gor ku xizmeta berjewendiyên wan dikin) her wekî rêkeftina navokî bi Îranê re û piştgiriya Tirkiye ji rêxistina Ixwanan re…bêyî ku tu girîngiyê bidin tirsa şerîk û hevpeymanên xwe yên ereb. Vê siyasetê derfet da hin dewletên din (Rûsya û Çîn) da ku di herêmên hêzdariya amerkîkî de xwe bi cih bikin  û xwe weke hêzine ku dikarin aloziyan çareser bikin, bidin diyarkirin.

Di salên dawî de, hin qutbûyînên stratejîk di têkiliyên Waşintonê yên bi dewletên erebî yên hevpeymanên wê ne de çêbûn (her wekî Misir û Siûdiyê). Van dewletan têkiliyên hevkariya leşkerî û bazirganî bi Rûsyayê re çêkirin. Şerê yemenî hişt ku Siûdî û Îmaratê dest bi girêbestên çekan bi Rûsiyayê re kirin, çimkî Amerîka hejmarek şert û mercan li ser hinardeyên xwe yên çekan datîne, ku girêdayî mafê mirovan in, berovajî Rûsya. Ji ber wê jî Rûsya weke dahateke baş a çekan ji bo rêjîmên ereban e (ku demokrasî li cem wan tune ye û binpêkirinên mafên mirovan tên tewanbarkirin). Her wiha danûstandina nebaş a serokên amerîkî (Trump û Baydin) bi dewletên ereban re, bi taybet bi Siûdiyê re û şantajkirina wê bi doza Xaşiqçî, hişt ku dûrbûn di navbera wan de zêdetir bibe. Baydin di destpêka wîlayeta xwe de ew bi dewleta nehezkirî bi nav kir. Her wiha Trump jî ew weke çêleka bişîr bi nav kir û dewletên kendavê bi gencîneyên pereyan bi nav kirin û got ku Amerîka dê bi belaş berevaniya wan neke û wan neparêze û ew bê Amerîka ne tu tişt in.  ev siyaseta pozbilind hişt ku têkiliyên di navbera dewletên ereban û yên rovayaî de nebaş bibin. Komxebata Cede ya ku serokê amerîkî tê de amade bû, weke destpêka vê xerabbûna têkiliyan bû, çimkî Baydin di qonaxa aloziya enerjiyê û kirîza aborî ya cîhanî de nikarîbûn fişarê li Siûdiyê û dewletên Obikê bike da ku hilberîna xwe ya betrolê zêde bikin; berovajî wê Siûdiyê di civîna Obik Belas de, hilberîna xwe di 2 melyon bermîl kêm kir. Vê yekê jî Amerîka û dewletên ewropî bê zar kirin. Ev yek jî nîşaneya hebûna nakokiyan di têkiliyên amerîka yên bi dewletên ereban  re ye, ku komxebata Cede destpêka wan nakokiyan bû.

Ev xerabbûna têkiliyan, rê li ber Rûsya û Çînê vekir ku cihê xwe baş di Rojhilata Navîn de bigirin; bi  taybet di dewletên kendavê yên ku weke herêmên hêzdariya amerîkî tên dîtin. Mosko careke din bû jêdera çekan a sereke ji bo Misrê (ev cara yekem e piştî şerê Cotmehê 1973). Ji sala 2021ê de, têkiliyên bazirganî yên rûsî-misrî bi qasî %10 zêde bûne. Hin dewletên kendavê jî hejmarek rêkeftinên aborî û leşkerî bi Rûsiyayê re girê dan (hinan ji wan xwest ku sîstema  S400 a rûsî bikirin). Serokê amerîkî Potîn di peyameke xwe ya ku ji bo dwletên erebî (bi boneya lidarxistina komkara ereban li Cezaiyrê) şandibû de tekez kir ku welatê wî amade ye ku dansûstandina xwe ya bi komkara ereban re bi pêş bixe da ku ewlekariyê li ser asta herêmî û cîhanî xurt bikin.

Dewletên erebî di vê rewşa nakokiya rûsî-rojavayî de û di encamên ku jê derketin de (aloziya enerjiyê li dewletên rojavayî û bandora wê  li rewşa wan a aborî û hewcedariya wan a bi dewletên erebî), hişt ku dewletên erebî li pêşberî du rêyan bin; yan piştgiya dewletên rojavayî bi enerjiyê û arzankirina nirxê wan (jixwe ev dewlet ji aliyê mafê mirovan ve fişarê li wan dikin), yan jî piştgiya Rûsya bikin (ku ew jî destwerdanê di siyasetên hundirîn yên girêdayî azadiyan dike û di heman demê de hevsengiyeke navneteweyî bi têkiliyên xwe yên bi dewletên rojavayî re peyda dike û sûdê ji bilindbûna nirxên enerjiyê digire). Tevî ku dewletên rojavayî hewcedarî dewletên erebî ne (ji aliyê enerjiyê ve ku dibe bandoreke neyînî li Rûsyayê bike), lê tevî wê jî dewletên erebî naxwazin têkiliyên xwe yên bi Rûsyayê re xerab bike û wê weke jêdereke sereke ya enerjiyê ji bo Ewropayê, dûr bixe. Rûsyaya ku şerê dewletên rojavayî di Ukrayînê de dike û cezayên aborî li ser Rûsya disepînin û piştgiriya Kêf dikin, tevî wê jî hê Rûsya xazê ji bo dewletên rojavayî ( tevê ku kêm e jî); çimkî ew dixwaze herêmên xwe yên aborî biparêze.  Ji ber wê jî dewletên erebî yên ku xazê hinarde dikin, yan jî yên ku têkiliya wan bi Rûsiyayê re xurt e (Cezayir) -sûda ku ji hinardeyên xwe yên xaz û betrola ku ji bo Ewropa bişînin çi qasî gelek be jî- naxwazin bandoreke neyînî li Rûsya bikin.  Çimkî ew hewcedarên Rûsya weke dewleteke gewre ne ku xwedî giraniyeke siyasî û leşkerî di pêkanîna hevsengiyê di têkiliyên xwe yên bi welatên rojavayî re tê hesibandin.

Her wiha Çîn jî weke hêzeke aborî ya cîhanî (piştî Amerîka) nayê piştguhkirin. Çîn bi rêya pêkanîna projeya xwe ya mezin (yekkember û yekrê) û pêşkêşkirina alîkariya darayî û  pêkanîna projeyên xizmetguzatî di gelek dewletên  asyewî de, dest bi pêkanîna stratejîka xwe ya aborî kiriye. Gelek dewlet (di nav de dewletên ereban) dixwazin xwe bi vê rêyê ve girê bidin da ku sûdê jê bigirin. Ji aliyekî din ve Rûsya û Çînê rêxistinên siyasî, aborî û ewlekarî damezirandin, her wekî rêxistina Şangehay, Benka asyewî ya veberhênanên di jêrzemînê de ş girûpa Brîk û benka geşepêdana nû, her wiha bikaranîna pereyên xwecihî li şûna dolarê amerîkî… ev tev ji bo daraştina rêgezên lîsitika gihertina sîstema cîhanî ya ku Amerîka û dewletên rojavayî wê bi rê ve dibin,  bi awayekî nû. Ji berê wê hemû nîşaneyên qasa navneteweyî didin diyarkirin ku sîstemeke navneteweyî ya pircemser dê were afiradin.

Di vê rewşa ku roka çînî-rûsî heya niha hê baş li herêmê nehatiye zelalkirin, terazûya hêzan di navbera Amerîka û Rûsyayê de (Çîn jî) ber bi Amerîkayê ve meyl dibe. Ev yek jî dihêle Amerîka weke hêzeke ku nayê piştguhkirin, derkeve pêş. DYA ku hêza siyasî, leşkerî û aborî di destê wê de heye, hêzeke xurt e ku dewletên erebî nikarin wê piştguh bikin. Eger siyasetên amerîka tersî hin dewletên ereban ên tewereyî be, Amerîka dikare hin kirîzên nû li herêmê biafirîne  û di heman demê de weke jêdera misogeriyê ji parastina rêjîmên ereban ên hevlabendên wê ne, xwe bide diyarkirin. Îcar bijarteyek li pêşiya dewletên ereban dimîne, ew jî ka dê çawa dê kirîzan ji bo berjewendiyên xwe bi kar bînin. Ew tewereya nakokiya rûsî-rojavayî ya li Ukraynayê ne û ew lîstikvanên sereke di guhertin an jî parastina sîstema cîhanî de ne ku di karin bi rêya cihê xwe yê ciyosiyasî û dewlemedniya xwe ya bi jêderên enerjiyê û hêza xwe ya darayî, terazûyê ji bo aliyekî ji wan aliyan meyl bikin. Lê jevketina dewletên ereban û cudahiya berjewendiyên wan û helwestên wan der barê deswerdanên herêmî û navneteweyî, dihêle ew di cihê lawaziyê de bin, tevî ku Siûdiyê hewil dide durahiya di navbera dewletên ereban de kêm bike û cihê wan ji aliyê herêmî û navneteweyî ve bilind bike.

زر الذهاب إلى الأعلى