ANALÎZ

Hebûna Rûsiyayê li Rojhilata Navîn; gelo jêdera hedarî yan şantajê ye?

Ji destpêka ku di gulana 2000`an de Pûtin  desthilatdarî bi awayekî fermî bi dest xist; kar kir da ku bi rêbaza encama sifir; Rûsiya vegerîne Rojhilata Navîn. Êdî eger Waşinton girîngiyê neda herêmê, Rûsiya dê nêzîkatiya xwe ya bi Îranê re bi lez bike û bi awayekî sereke pêşeroja Sûriyeyê diyar bike. Dibe ku ev yek jî bi xwe re çêbûna hin têkiliyên zelaltir û metirsîdartir di navbera van aliyên çalak de peyda bike.

Her tim Rojhilata Navîn beşek ji herêma lewaz a Rûsiyayê bû, êdî hewil dida ku  wê ji xwe re dabîn bike. Ew jî di demekê de bû ku Rûsiyayê dixwest ku roleke sereke di siyaseta Ewropî de bilîze û danpêdanekê bi hebûna xwe weke dewleteke mezin bi dest bix. Destwerdana Rûsiyayê ya leşkerî ya di îlona 2015`an de di Sûriyeyê de da ku piştgiriya dîktator Beşar el- Esed bike; hişt ku gelek kes şok û matmayî bimînin. Lê ew bi xwe encameke vacî (mendiqî) ya armancên berferehtir ên bi salan bû, da ku keleman li pêşberî dewletên Rojavayê  çêke, ew jî aliyek ji tevlîhevkirina siyasetên Rojavayî ye.

Berovajî Yekîtiya Sovyetî, Pûtin  hemû aliyên bikêr ên sereke bi ser xwe de kişandin û heya niha jî; tevî ku carinan ev alî li dijberî hev radiwestin jî, Pûtin  hê vê siyaseta xwe dimeşîne. Ev rêbaz ji rêbaza Yekîtiya Sovyetî ya îdyolojîk ku dost û neyarên wê diyar bûn, nerimtir û bikêrtir e. Stratejiya Pûtin  bi ser ket; nemaze ji ber levketina pabendiyên Rojavayî der barê herêmê de. Bi vî awayî, Moskovavayê hin têkiliyên baş bi Îran û nûnerên we û Israîl û dewletên Kendava Arî (Erebî) – weke mînak – diparêze û ji her aliyekî re dibêje ku ew dikare di pêkanîna aştiyê de bi rolekê bilîze. Moskova  hemû alavên peyda ji bo bicihanîna hêzdariyeke berbiçav bi kar tîne; ne tenê di warê hêza leşkerî de, lê belê di warê nêzleşkerî, saloxgerî, bazirganî û hêza nerim de jî.

Ji vê zêdetir, ji Pûtin  re hat diyarkirin ku dewletên Rojavayî lewaz in; bi taybet piştî ku serokê Amerîkî Barak Obama xêzeke sor li Sûriyeyê di 2013`an de nîgar kir; lê pêk neanî, ji ber wê jî bawerî li cem Pûtin  çêbû ku bê tirs dikare destwerdanê di Sûriyeyê de bike. Nakokiya Amerîkî alîkariya Pûtin  kir ku li herêmê pêşkeve. Nêzîkatiya ku Moskovayê  li Rojhilata Navîn pêk tîne, xwe dispêre encama sifir, ango ta ku Ptîn bi ser bikeve; divê Rojavayî têk biçe. Pûtin  naxwaze hedariyeke rastîn pêk bîne, lê berovajî wê nehadrî dihêle ku cihnê wî yê karîgêriyê baştir bibe.

Sûriye navenda çalakiyên Kirêmlin e, Pûtin  wê mîna xalekê ji bo diyarkirina hêza xwe ya di herêmê û tevahiya Ewropa û Afrîkayê de bi kar tîne. Girîngiy adayîna Moskovavayê di dema dawî de ku Rûsiyayê paç ji ser peykerê pîroz ê fermandarê artêşa Rûsî Alexander Nifski li barageha Himêmîm a Rûsî li Sûriyeyê rakir, hat xuyakirin. Bi vê yekê pabendiya Rûsiyayê ya piratîk û sembolî bi hev re hat diyarkirin, êdî bengvedana sembolî li Rojhilata Navîn û Rûsiyayê belav dibe.

Ji aliyê leşkerî ve dê Rûsiya li gorî hevpeymana ku di navbera Moskovava û Şamê de pêk hatî, ne kêmî 49 salan bimîne. Rûsiya hewl dide ku gavên piratîkî bavêje, da ku desthilatiyên xwe berfireh bike û bigihêje encamên ku ew dixwaze. Cihê stratejîk ê Sûriyeyê yê ku li rojhilatê deryaya Spî ye, rê dide Rûsiyayê ku li aliyê başûrê Natoyê û Ewropaya Başûr hêza xwe bide diyarkirin. Di vê babetê de Lîbyaya têrpetrol û xwedî cihê stratejîk; jê re gava din a herêmî bû  (weke ku di destpêka sala 2017`an de min nivîsandibû). Bi rastî jî, di van çend salên dawî de çalakiya Rûsiyayê li wê derê di warê diplomatîk de zêde bû (bi tevî hewldanên Moskovavayê ku xwe mîna navberekî bide diyarkirin) û bi rêya belavkirina peymanderên leşkerî bi awayekî zelal û zêde mîna “Koma Fagner” ev yek pêk tê.

Berjewendiyên Moskovavayê di pileya yekem de jewsiyasî ne, lê belê aliyê wê yê bazirganî jî heye (yekser girêdayî wize û çekan e), her wiha aliyên wê yên olî û çandî jî hene. Bi tevî ku Pûtin  hewl dide ku têkiliyan bi her kesî re çêbike ku hevsengiyeke bi hêsanî nayê parastin e , lê giraniya hêzên bi alî hêzên dijberî Amerîkayê, her wiha bi aliyê Îran û nûnerên wê û Esed ve ye.

Amerîkayê bi rêveberiya Biden hîn jî siyaseta xwe ya li hember Sûriyeyê eşkere nekiriye, lê nayê texmînkirin ku Sûriye ji girîngiyên wê yên destpêkê be, ev yek dê bêhtir destekê bide Pûtin ku xwestekên xwe pêk bîne. Hîn jî gelek ziravî zelal nebûne, lê belê bi nêrîneke berfirehtir; Waşinton ji bo pêşbaziya hêzên mezin bi Rûsiya û Çînê re li herêmine din, hîn jî girîngiyê nade Rojhilata Navîn. Li beramberî vê yekê jî, Moskovavayê Rojhilata Navîn weke qada vê pêşbaziy ê dibîne. Eger wiha bimîne, dê Rûsiya têkiliyên xwe yên kûr bi Îran û nûnerên wê re berdewam bike ku di encamê de dê gotina dawî ya siberoja Sûriyeyê ya Rûsiyayê be. Dibe ku ev yek girêdaneke xurt di têkiliyên Rûsiya, Îran û Esed de çêbike û bi awayekî dê Rojhilata Navîn veguherînin ku bêhtir xalên lewaziyê ji Rojavayî û hevalbendên wê re çêbibin, hem di herêmê û hem jî di Ewropayê de. Senaroyeke wiha dê ziyanê bigihîne pêşbaziya Amerîkayê bi Çîn û Rûsiyayê re.

Ana Barşivkaya (Anna Borshchevskaya)

https://www.washingtoninstitute.org/ar/policy-analysis/wjwd-rwsya-fy-alshrq-alawst-hl-hw-msdr-astqrar-am-astfzaz

زر الذهاب إلى الأعلى