ANALÎZ

PÊŞVEÇÛNÊN LI IDLIB û BAKURÊ HELEBÊ Li HERÊMÊN ARTÊŞA NIŞTIMANÎ Û HEYETTEHRÎRELŞA Û SÎNARYOYÊN PÊKAN

 

Li Idlib û  bakûrê Helebê pêşveçûnên bilez di navbera Artêşa ku tê binavkirin “Artêşa Niştimanî” û Heyettehrîrelşam de rûdan, armanc ji wan pêşveçûnan xwebicihkirin û firehkirin ji bo afirandina hevsengîyên siyasî û leşkerî ye.  Di encama destpêkirina xwepêşandanan li di dijî Heyettehrîrelşam de gelek sînaryoyên pêkan hene, jixwe her kes li benda encama wan bûyeran e.

Yekem: Herêmên desthelatê li bakurê rojavayê Sûriyê:

Bê goman, eger em HSD wek hêzekê li bakurê rojhelatê Sûriyê bidin alîyekî, wê demê em dikarin bakurê rojavayê Sûriyê li ser du herêmên leşkerî dabeş bikin li gel rêjîma Sûrî; herêma yekem di bin kontrola girûpên çekdar de ye, herêma duyem bi ser Heyettehrîrelşam ve ye.

1- Dabeşkirina nexşeya desthilatê di navbera Artêşa Niştimanî û Heyettehrîrelşam de:

Her çendî ev dabeşkirina han li gorî çarçoveya cugrafî û herêmî Be, yan jî li gorî belavbûna leşkerî ya van hêzan di encama operasyonên leşkerî yên Tirkiyê li ser xaka Sûriyê de be, lê ev dabeşkirin bihtir li gorî herêmên desthelatê û hebûna siyasî ya her du aliyan e, ew jî ji bo naskirina giranîya wan ya leşkerî. Jixwe ji sal 2020 de tu guhertinên lêşkerî û siyasî di nexşeya hebûna wan de çênebûye, li ser nexşeya kontrol û desthelatê tu guhertinên mezin rû nedane, tevî ku her alîyek hewil dide desthelata xwe li ser herêma alîyê din deyne. (1)

Herêma yekem:

Hebûna rikberîya çekdar vedigere destpêka şoreşa Sûrî 2011 dema ku li herêmên bakurê sûrî mîna başûrê wê Deraa û Humsê xwepêşandanên aştiyane rû dan, ew xwepêşandan bi demê re li dijî rêjîma sûrî veguherîn tevgereke çekdar, tevî ku rêjîmê ew herêm jidest dan jî lê rikberîya nikarîbû desteyek leşkerî û siyasî yekgirtî ji bo birêvebirina wan herêman ava bike.

Ev guhertina di rêgeha ciyosiyasî de hişt ku herêma di bin kontrola rikberîyê de carnan fireh û carnan teng bibe, jixwe di wan herêman de tevlîhevî û nearamî pir diyar bû, serkirdeyên rikberîyê jî ketin xizmeta berjewendîyên Tirkiyê de, komên çekdar jî ji bo qizinckirina saman û serbarîyên kesane ji vê derfetê sûd girtin, vê yekê hişt ku komên terorîst û tundrew mîna Daiş û Heyettehrîrelşam (ku berê bi navê Cebhetunusra dihat naskirin) diyar û çalak bibin.

Ji sala 2016 de Tirkiyê rêzeêrîşên leşkerî li Bakur û Rojhelatê Sûriyê pêk anîn, ji xwe ew êrîş di çarçoveya stratejîya taybet ji bo cîbickirina Mîsaqa Milî de ne, her wiha armanca wan êrîşan bihêzkirina desthelata tirkî û firehkirina bergeya wê ya sereke ye, Tirkiyê di vî alî de – çi li hundirê Sûriyê  û çi li derve- pişta xwe bi artêşa “niştimanî” girêda, ev yek jî beramberî ku hinek herêmên parastinê li devera bi navê herêmên kêmkirina şer tê binavkirin ji artêşa niştimanî re were dabînkirina, hinek penaberên Sûrî jî li herêmên di bin desthilatdariya Tirkiyê de werin bicihkirin. Di nava van komên çekdar de bi kêmanî 40 komên leşkerî hene; hemû komên çekdar -ji bilî yên ku li Idlibê çalak dibin- ji sala 2017 de bi ser 3 feyleqên di nava artêşa bi navê ” artêşa niştimanî ya Sûrî” de ne, ev artêş ji 30 hezar leşkerî pêk tê ew jî bi ser wezareta berevanîyê di ferwerîya rikberîyê de ye, ku navenda wê ferwerîyê li Tirkiyê ye. Ev ferwerî herêm, gund û bajarokên li bakur û rojavayê parêzgeha Helebê li xwe digire, di navbera bajarê Girê sipî ji rojhilat de û Efrîna dagirkirî ji rojava de ye. Li ser zemînê, ev komên çekdar ( artêşa niştimanî) nexwedîyê tu bawerîya artêşeke pispor û rahênankiriî ne tevî ku ew kom li ser herêmên berfireh belav dibin, di wan koman de gelek nerîn û bawerî hene mîna herêmî, islamî, êlî û neteweyî.  Tevî wê yekê jî dibe ku di nava komekê de nerîn û bawerîyê cuda hebin lê ew kom bi giştî alîgirîya Tirkiyê dikin.

Vê hevrikîya di navbera artêşa niştimanî û Heyettehrîrelşam de metirsîyên Tirkiyê li ser dilxwazîyên xwe yên herêmî zêde kirin, di encamê de nakokîyên siyasî yên Tirkiyê li gel Emerîka û Rûsiyê rû dan, nemaze Tirkiyê dixwaze cih û hebûna xwe wek hêzeke leşkerî li Sûriyê bi hêz bike.b (3)

Herêma dûyem:

Ev herêm pişt şerê wê yê du salan bi komên çekdar re ket bin kontrola Heyettehrîrelşam de ( ku berê weke Cebhetunusra dihat naskirin) vê yekê jî carnan hêza wê lawaz kir û hişt ku gelek ji wê hêzê veguhêze bakurê Helebê, û carne din di encama pêşketina hêzên hikûmetê de bi piştgirîya rûsî, desthelata wê bipaş de vegerîyaye.

Di wan herêman de Heyettehrîrelşam şêwayekî taybet ji xwe re ava kir, ku sîstemeke birêvebirin û dadmendîyê heye, di nava vê sîstemê de nakokî û nelihevîyên mezin hene, ew nakokî ji hevrikîya di navbera nasnameyeke cihadî ya tundrew û rewşeke ji bo hebûna siyasî ya sînordar de tên, ku desthelat  tev di destên Heyettehrîrelşam de ye û civaka xwecihî ya ku bawer dikir ku ew xwedîyê tevgera şoreşgerî ye, bêpar maye. Lewra ji Heyettehrîrelşam tê xwestin ku civakê neçarî nerîna xwe ya tekane û ramanên xwe yên tundrew neke, her wiha jê tê xwstin ku rê bihtir li pêş azadîyê û pejirandina ciyawazîyê xweş bike, van kiryaran hişt hevkêşîyeke hundirîn ya kûr rû bide ku civaka xwecihî azadî û demokrasîyê bixwaze, lê li ser zemînê rewş cuda ye ku Heyettehrîrelşam civakê neçarî îdyolojîya xwe dike.

Heyettehrîelşam bi sedema dorpêçkirina azadîya kesayetî û kiryarên zordestî li dijî sivîl û endamên xwe, rastî rexnekirinê hat, vê yekê hişt ku ew bi tawana têkilîya bi alîyên din re hinek serkirdeyan desteser bike. Kiryarên HTŞ ne tenê di sînorê hundir de bûn, lê wê hewil da ku li ser hesbê herêmên desthelatdarîya komên din xwe fireh bike, jixwe di sala 2023 de HTŞ derbasî nava bajarê Efrîna dagîkirî bû, gihîşte dergeha Elhemran a sînorî, û bi piştgirîya Tirkiyê jî pilan kir ku xwe bighîne Rojhelatê Ferêt, lê Emerîka ev xwestekên han bi tundî nepejirandin, vê yekê jî hişt ku HTŞ vê rakişîna û firekirina xwe rawestîne. (4)

  1- Hevkêşîya HTŞ û artêşa niştimanî:

Têkilîya HTŞ û artêşa niştimanî ne baş bû, bi sedema nelihevhatina armancên wan di Sûriyê de, tevî ku her du qaşo şerê rêjîma sûrî dikin, ev têkilî  carnan rastî gelek nakokîyan û carnan rastî şer jî hat, nemaze artêşa niştimanî (ku Tevgera Ehrarelşam- milê rojhilatî, Liwaeltewhîd, hinek komên nava Tevgera Nûredînzenkî, û firqeya 50 li xwe digire) Tecemuelşehbaa bi alîgirîya HTŞ tawanbar kir (5) di dema ku çar hewildan ji alîyê HTŞ ve hebûn ji bo xwebicihkirina leşkerî di bakurê Helebê de.  Du armanên HTŞ hebûn: armana yekem, bihêzkirina xwe di bakurê Sûriyê de bi rêya firehkirina herêmên kontrolkirin û desthelatdarîya xwe, her wiha desteserkirina dergehan nemaze dergeha ElHemran, wekî hewldanekî ji bo kontrolkirina aborîya dergehên nefermî ji bo piştgirîya darayîyê û pêşkêşkirina xizmetguzarîyan ji niştecîyên Idlibê re. her wiha HTŞ hewil dide kirîza navxweyî ku artêşa niştimanî (pêkhateyên leşkerî li Helebê) rastî wê tê, xurt bike.

Armanca duyem: hewildana bihêzkirina cihê xwe di her çareserkirineke di pêşerojê de, her wiha hewil dide ber bi herêmên artêşa niştimanî ve pêş bikeve, ji bo zêdekirina fişarê li ser Tirkiyê û astengkirina nêzîkatîya di navbera Tirkiyê û rêjîma Sûrî de, jixwe nedûr e ku ev gav HTŞ ji ser tabloyê tune û winda bike, ev yek jî nameyekê dide ku pêwîst e HTŞ parçeyek ji her çareserkirinekê ji Bakurê Sûriyê be, nemaze ku herêmên berfireh di bin kontrola wê de ne û ew dikare her lihevkirinên pêşerojê asteng bike.(7)

Duyem: pêşveçûnên Idlib û Bakurê Helebê

Li gelek herêman li Idlib û gundewarê rojavayê Helebê li dijî kiryarên HTŞ xwepêşandan drketin, xwepêşanderan gelek silogan bilind kirin, ji wan siloganan xwesteka dûrxistina serkirde Ebû Muhemed ElColanî, û azadkirina girtîyên zindanan(8). Di demekê de ye ku hîna ev xwepêşandan li gelek herêmên bakur û rojavayê Sûriyê berdewam in, bêyî ku tu dem ji wan re were diyarkirin û li benda pêşveçûna bûyeran di pêşerojê de ne.

1- Armancên xwepêşandanên li dijî HTŞ: 

Di çarçoveya dosya sîxurîyê de xwepêşandanan li dijî HTŞ destpê kirin, piştî girtina bi sedan ji çalakvanên sivîl û girtîyên siyasî û milîsên çarenûsa wan nediyar di girtîgehên HTŞ de, her wiha piştî ku Ebdulqadir Elhekîm yê bi navê Ebûubeyda Tilhedya di bin işkenceyê de hat kuştîn, vê yekê jî gel nerazî kir û ew daketin kolanê, nemaze piştî diltengîya ji hinek şepêlên di nava HTŞ de ku diyar bû ku çend girtî hatin îşkencekirin û hinekan jî ji girtîgehê bazdan, di nav wan de serkirdeyên berê jî hebûn. Ev yek jî ji tundîya xwestekên gel diyar bû.

Jixwe xwepêşanderan gelek silogan bilind kirin ku ew jî di çarçoveya nameyên li dijî kiryarên HTŞ bi giştî de bûn, lê siloganên herî balkêş ev bûn: Dûrxistina Ebû Muhemed Elcolanî, rawestandina kiryarên endamên ewlekarîya giştî ji ser sivîlan, azadkirina girtîyên zindanan, diyarkirina çarenûsa kesên bizorê veşartî (10), her wiha daxwaza mafê nerîna azad kirin, amaje bi tunebûna dadmendîyê di sîstema dadgehkirinê de kirin, her wiha daxwaz kirin ku destên HTŞ ji nava bazirganîyê û danîna baceyên bilind li ser welatîyan werin rawestandin. Birêveberên xwepêşandanan soz dan ku dê berdewam bin ta ku xwestekên wan werin bicihkirin, nemaze nepejrandina kiryarên HTŞ ku ew weke kiryarên rêjîma sûrî û hêzên wê yên ewlekarîyê û danûstendina tund in.(11)

2- kartêkerên ku bandorê li xwepêşandanên gelêrî dikin:

Ji ber ku xwepêşandanan hemû dever li xwe girtin vê yekê fişarek li ser HTŞ çêkir ku ew rûbirûyî xwepêşanderan neyê û xwestekan jî di cih de pêk bîne. Jixwe xwepêşandan li parêzgeha Idlibê li van deveran derketin: ( bajarê Idlib, Biniş, Teftenaz, ElFûaa, Sermeda, Kelelî, Etmê, kampên Dêr Hesan, Termanîn, Ihsim, Kefer Texarîm, Erîha û Cisir Elşuxûr), li Helebê: (ElEtarib, Daret Eza û ElEbzemo) di nav de jî navenda cihê giranîya HTŞ (Biniş,Teftenaz, Sermeda û Kelelî ) û hinek herêmên din yên Idlibê.(12)

– Çarçoveya giştî ya xwepêşandanan ew bû ku ew xwepêşandanên gelêrî ne û daxwaza çakzazkirin û guhertinan dikin da ku herêmê ji alozîyên jiyanî û aborî derxînin (13), tevî rewşa aborî ya xirab ku bêkarî zêde bûye û rêjeya hejarîyê bilind bûye, nemaze piştî ku serkirdeyên HTŞ destê xwe danîne ser beşên sereke yên aborîyê, nemaze beşê sotemenîyê.(14)

– Armancên xwepêşandanan bi hestên piştguhkirina kesayetên çalak re rastî hev tên, jixwe di nava xwepêşandanan de kesayetên leşkerî û dadwerî (şeriî) yên berê, hatin dîtin. Her wiha piştguhkirina herêmî jî mîna bajarê Etarib, nemaze hinek çalakvanan pêngava ( Na ji bo piştguhkirina Etarib) detpê kiribûn, (15) ev yek jî ta radeyekî li ser bajarê Daret Eza jî çêdibe. Jixwe belavbûna çalakvanan (gelek yan jî kêm bin) heye, ev yek dubarekirina xwepêşandanan li bajarê Idlibê û tunebûna wan li piranîya herêmên Cebel ELzawiya (ji ber kêmbûna niştecîyan li wan deveran), şîrove dike.

Sêyem- Sînaryoyên pêşerojê:

Tişta ku li bakurê Rojavayê Sûriyê çêdibe, çi li gel artêşa niştimanî be û çi li gel HTŞ be, bêyî nexşeya hevsengîyên siyasî û leşkerî ya xwecihî û navneteweyî nayê têgihiştin, ev nexşe bi çaksazkirin û guhertina di şêwaya derve de ku her du li ser kar dikin, girêdayî ye, ew jî bi armana ku ev her du laşê leşkerî di qada navneteweyî de werin erêkirin da ku karibin di lihevkirinên siyasî yên pêkan li Sûriyê bi rolekê bilîzin. Tevî ku her duyan xwe nêzî hev kiribûn û li Idlibê encûmeneke leşkerî bi hev re avakiribûn û odeyên operasyonan ji bo rûbirûkirina pêngavên leşkerî li ser herêma kêmkirina şer, avakiribûn jî(16), lê tiştên ku wan ji hev cuda û dûr dikin bihtir in.

Di ware pratîkê de, artêşa niştimanî bi piştgirîya Tirkiyê li ser cîbicîkirina pilaneke leşkerî di herêmên xwe de kar dike, armanc ji wê yekê ew e ku li pêş HTŞ û hewildanên wê rê bigre, daku vê pilanê biguhêze herêma HTŞ li Idlibê. Ev pilan van xalan li xwe digre: veguhestina çend girûpan ji bo polîsên leşkerî, firekirin û pêşxistina hêzên parastina sînor, hinek kom yan jî parçeyek ji wan werin guhestin bo hêzên awarte an jî hêzên taybet (17). Ev yek jî tê wateya bidawîkirina rewşa parçebûnê ku ji dema damezrandina wê de pê hatibû naskirin. Artêşa niştimanî van gavan bi rêya vê pilanê dide daku di pêşerojê de –tevî hemû binpêkirinên wê li dijî sivîlan- wek artêşa Sûriya pêşerojê were pêşkêşkirin.

Lê ji alîyê xwe de HTŞ hewil dide ku bi kûrahî derbasî nava herêmên artêşa niştimanî bibe, nemaze ji Tirkiyê re ku dibîne danûstandina li gel laşekî sûrî yekgirtî (HTŞ) ku tevaya herêmên rikberîyê kontrol dike, hêsantir û baştir e ji danûstandina li gel çend komên biçûk û hevkêş. hêjayî gotinê ye ku ev ramana han bihtir xurt bûye piştî ku HTŞ hewil da xwe wek hêzeke nerim bide diyar kirin (18) her wiha piştî hewildanên wê ku çavkanîyên diravîya xwe xurt bike bi rêya kontrolkirina dergehên sînorî û nemaze dergeha ElHemran.

di çarçoveya giştî de, ewa ku bi navê artêşa niştimanî tê naskirin, diyar e ku li ser zemînê -tevî hemû piştgirîya Tirkiyê jê re- neamade ye ku bibe laşekî leşkerî yê yekgirtî.

 di demekê de ye ku HTŞ hewil dide xwe ji lîsta terorê derxîne û xwe di mile civakî, siyasî û îdyolojî de biguherîne tevgereke nerim û pragmatîk, her wiha bi rêya alîkarîya wê ji dewletên rojavayî re di şerê terorê de (19), li li ser zemînê xwepêşandan li dijî HTŞ hene, ku sînaryoyên pêkan jî hene û girêdayî pêşveçûnên tevgerê ne. Jixwe dê HTŞ hewil bide ku nas bike kî pê re ye û kî li dijî ye, her wiha kî dikare van xwepêşandanan rawestîne, daku karibe li ser kesayetên herî çalak di nava xwepêşandanan de, bandorê bike.

Çavkanî:

1-عبد الوهاب عاصي. المعارضة السورية المسلحة: ترسيم خريطة قواها وثقلها السياسي. 30،1، 2023.

2-Bbc. ما هي الجماعات المعارضة المنتشرة في شمالي سوريا؟ 30 8, 2018.

3-euronews. كيف غير دخول هيئة تحرير الشام خارطة منطقة النفوذ التركي في شمال سوريا؟ . 18 10, 2022.

4-أحمد السليم. ما هي فرص الشراكة بين المعارضة السورية وهيئة تحرير الشام؟ 25 ،2، 2024.

5-ضياء عودة. إسقاط الجولاني”.. تصاعد الاحتجاجات ضد المتشددين بشمال سوريا. 4 3, 2014.

6-عبد الوهاب عاصي. المعارضة السورية المسلحة: ترسيم خريطة قواها وثقلها السياسي. 10 ،1, 2023.

7-عدنان الإمام. الصراع على النفوذ يتجدد في شمال سورية. 27 ،9, 2023.

8-عنب بلدي. إدلب.. متظاهرون يرفضون سياسة “تحرير الشام” ويطالبون بتبييض السجون. 27 ،2, 2024.

9-محمد الفقي. لماذا تصاعد التوتر بين الجيش الوطني وتحرير الشام بحلب؟ 4،3، 2024

10-الحرة- المصدر السابق.

11- هشام النجار. موجة ثورية جديدة ضد حكم الإسلاميين تنطلق من سوريا. 11 3, 2024.

12- مركز الحوار السوري. المظاهرات ضد “هيئة تحرير الشام-هتش”.. محرّكاتها وآثارها ومستقبلها . 9 ،3, 2024.

13-محمد أمين. غضب ضد “هيئة تحرير الشام”: فاعلون متعددون في الاحتجاجات ومحاولات للاحتواء. 3 ،3, 2024.

14- مركز الحوار السوري- المصدر السابق

15- مركز الحوار السوري- المصدر السابق

16-محمد سرميني. ما هي فرص الشراكة بين المعارضة السورية وهيئة تحرير الشام؟ 19 4, 2021.

17-أحمد السليم. خطة جديدة لإعادة هيكلة جيش المعارضة شمال سوريا.. ما الهدف منها؟. 25، 2، 2024.

18- مركز الإمارات للسياسات-مصدر سابق

19- مركز الإمارات للسياسات-مصدر سابق

زر الذهاب إلى الأعلى