ANALÎZ

BERÎYA KU DEM DERBAS BIBE.. ÇI TÊ XWESTIN

GOTÛBÊJA NIŞTIMANÎ Û QONAXA VEGUHÊZ LI SÛRÎYÊ

Xwendineke rasteqîn-ramangîr di rewşa sûrî ya dawîyê de:

Di van mercên heyî de, li cem gelek welatiyên vî welatê birîndar, metirsîyek heye; ku bandorîyên hilweşîna rêjîma El-Esed veguherin şerekî navxweyî yan jî tevlîhevîyeke mezin. Jixwe ev yek, weke tê xuyakirin, metirsîyeke rewa ye. Pirsa ku di vê dema dawîyê de tê kirin jî, ev e:

Gotûbêja sûrî-sûrî ya di navbera hêzên niştimanî de, di vê qonaxa hestyar a ku Sûrî tê re derbas dibe de, dê bibe derbasbûnek ji bo aramîyê û rizgarbûna ji bobelateke mezin ku careke din bi serê gelê sûrî de were?

Bê guman; em dikarin gotûbêja sûrî-sûrî ya di navbera hêzên niştimanî yên piralî de, weke alaveke siyasî di vê qonaxa ku aniha Sûrî tê re derbas dibe de, bibînin. Ev gotûbeja çaverê divê armanca wê biyekkirina hewlên hêzên niştimanî bi hemû alî û pêkhateyên xwe ve be, da ku bigihêjin nêrîneke hevbeş ji Sûrîyeke nûjen re û dûrî parçebûn û belavbûnê, an ku mîna ku gelek hêz û dewletên xêrê ji welatê me re naxwazin.

Em dikarin girîngîya vê gotûbêjê di van xalan diyar bikin:

  1. Rûniştina aramîya siyasî:

Di vê qonaxa heyî de û piştî hilweşîna rêjîma ferwerîya Şamê, em dibînin ku dê gava yekem a ber bi damezirandina pergaleke siyasî ya nû ku xwe dispêre demokrasî, pirrengî û dadmendîya civakî û dûrî hişmendîya yekalî, çi olî, neteweyî, tîreyî yan jî nijadî be (êdî em hin nişaneyên wê dibînin).

  1. Çareserkirina dozên hundirîn:

Gotûbêj dê delîveyekê li pêşîya çareserkirina dozên girîng veke, weke: Rûnandina ewlekarîyê, peydakirina mekanîzmayên pêşkêşkirina rajeguzarîyan ji welatîyan re, danîna planên jinûveavakirinê, vegera koçberên sûrî ji welatên biyanî, jinûveavakirina sazîyên ku serwerîya zagonê û mafên mirovan xurt dikin û pêkanîna pêkvejiyana di navbera hemû pêkhateyan de weke welatîyên pileya yekem û peyitandina wê di makezagonê de.

  1. Kêmkirina destwerdanên derveyîn:

Gotûbêja hundirîn a di navbera sûrîyan de, dê delîveyên sepandina ajendeyên derveyîn li ser siberoja Sûrîyê kêm bike, an ku mîna ku sûrîyan di destpêka alozîyê de azar jê dîtine, bi taybetî tişta bi dûv siyasetên dagirkerîya tirk de hatî. Bi vê yekê dê biryar bikeve destê sûrîyan bi xwe de. An ku; gotûbêj dê pira bawerîyê di navbera pêkhateyên civaka sûrî yên cihêreng de ava bike, ku dê rê li pêşîya hevkarîya berhemdar di soberojê de veke. Dibe ku gotûbêj bibe platformeke ji bo gotûbêjkirina awayên pêkanîna dadmendîya civakî di vê qonaxa guhêzî de û lihevhatina niştimanî di navbera sûrîyan de, ku dê bi dest xwe re raborîya biêş derbas bike û ber bi siberojeke ronîdar ve biçe. Serkeftina vê gotûbêjê jî bi awayekî mezin xwe dispêre hebûna vîneke siyasî ya durist li cem hemû alîyan, her wiha guncavkirina hewayekê ku tê de nêrînên cihêreng, bêyî dûrxistin an jî xayinkirina alîyekî li ser hesabê alîyekî din, werin dayîn.

Erkên ku di vê qonaxa heyî de têne xwestin:

Me amaje bi girîngîya gotûbêja sûrî-sûrî ya di vê qonaxê de kir da ku tu sînaryoyeke bobelatî çênebe; ew jî dê bi rêya dayîna hin gavên bilez pêk were:

  1. Nehiştina ku valatîya siyasî bidome:

Hilweşandina pergala ferwerîya Şamê bêyî hebûna berdêleke lihevkirî, dibe ku bi xwe re valatîyeke siyasî çêbike, ku alîyên tundrew an jî hêzên derve yên xêrê ji Sûrîyê re naxwazin, wê keysbaz bikin. Lewre; gotûbêja niştimanî dê delîveyekê bide, ku tê de plana guhêzî ya zelal bi razîbûna gelêrî a berfireh, were danîn.

  1. Sûdgirtina ji serborîyên berê:

Lênêrîna li serborîyên dewletên din ên ku tê de valatîya siyasî piştî hilweşîna rêjîman çêbûyî (weke Lîbya, Iraq û Yemenê) dê berê sûrîyan bide wê yekê ku heman şaştîyê nekin, ew jî bi rêya avakirina sazîyên xurt, demokrat û gelemper.

  1. Birêvebirina qonaxa guhêzî:

Bi rêya xwespartina gotûbêjê weke destpêkê, dê lihevkirin çêbibe ku desteyek an jî ferwerîyeke guhêzî ku hemû alîyên niştimanî di nava xwe de dihewîne, ava bike. Bi vê yekê, dê misogerîya birêveçûna qonaxa guhêzî bi awayekî nerm û dûrî telîhevîyê, pêk were.

  1. Misogerîya nûnertîya gelemper:

Gotûbêj dê nûnertîya hemû pêkhateyên civaka sûrî xurt bike. Ev gav, dê metirsîya rageşîyên olî, mezhebî, nijadî û neteweyî, ku dibe ew veguherin şerekî navxweyî, kêm bike.

  1. Jihevxistina alavên tundîyê:

Gotûbêj dê mekanîzmayên derxistina çekan ji destên komên çekdar ên nefermî misoger bike û wan têkelî nava ferwerîya hilbijartî bike û ji nû ve amade bike. Ev yek, dê gengazîyên çêbûna tundîyê sînordar bike. Ev xaleke hestyar û movikî ye û divê li serê were lihevkirin, pê re jî taybetmendîya herêman were parastin. Her wiha pêdivîya wê bi gelek guhdan û danûstandina berhemdar heye.

  1. Jinûveavakirina bawerîyê di navbera alîyan de:

Piştî 14 salan ji pevçûnê, dê gotûbêj bi roleke girîng a ji bo kêmkirina gumanan di navbera alîyên cihêreng de, bilîze. Ev yek dê zemînekê ji bo hevkarîya siberojî ava bike.

  1. Danûstandina bi zanebûn bi destwerdanên derve re:

Gotûbêja niştimanî dê Sûrîyê deyne ser rêgeha rast ku wê biparêze û nehêle di navbera hêzên herêmî û navneteweyî de bibe qadeke tolstandinê, her wiha dê delîveyekê bide gelê Sûrîyê ku çarenivîsa xwe diyar bike.

Em dikarin bibêjin ku tu rêbazeke din ji bilî gotûbêja gelemper a li ser nêrîneke niştimanî ya hevpar ava dibe tune ye, da ku dûrî tevlîhevîyê bikevin û yekbûn û serwerîya Sûrîyê û saxlemîya gelê wê bi hemû pêkhate û çandên wê ve, werin parastin.

Qonaxa heyî û girîngîya pêkanîna biryara navneteweyî ya \2254\:

Pêkanîna biryara navneteweyî ya \2254\ di vê qonaxa heyî de pir girîng e, em dikarin wiha wê bînin zimên:

  1. Danîna nexşerêyekê ji bo bidawîkirina pevçûnê:

Biryara \2254\ a ku Neteweyên Yekbûyî sala 2015 xwe spartiyê, dê çarçoveyeke gelemper ji bo çareserkirina alozîya Sûrîyê peyda bike.

Ev biryar, piştî hilweşîna El-Esed, nimandina lêvegereke zagonî û siyasî dike ku arasteya proseya siyasî dike û nahêle valatî yan tevlîhevî di hin deverên sûrî de, nemaze yên li jêr dagirkerîya tirk, çêbibe.

  1. Pêkanîna veguhêzîya siyasî:

Biryara \2254\ bang dike ku desteyên ferwerîyê yên pêbawer û gelemper ava bibin. Ev yek misogerîya veguhastineke birêxsitinkirî bo desthilatê, dûrî parçebûn an pevçûnên navxweyî, dike.

  1. Xurtkirina yekîtî û serwerîya Sûrîyê:

Pêkanîna biryarê dê rê li pêşîya parçebûnê yan jî belavbûna ferwerîya Sûrîyê ya demkî yan jî ya dê bê hilbijartin, bigire. Her wiha tekezîyê li ser serwerî û serxwebûna wê dûrî destwerdanên derveyîn dike.

  1. Destpêkirina qonaxeke makezagonî (Destûrî):

Biryara \2254\ xwe dispêre sazkirina makezagoneke nû bi rêya proseyeke gelemper û demokrat. Jixwe ev babeteke bingehîn a avakirina welatekî ye ku tê de mafên tevaya pêkhateyên gelê Sûrîyê dabîn bibin.

  1. Amadekarîyên ji bo hilbijartinin demokratîk:

Biryara \2254\ bingehekê datîne da ku hilbijartinên azad û paqij li jêr serpereştîya Neteweyên Yekbûyî werin lidarxistin, ku dê zemîneke guncav ji bo nûnertîya gelê Sûrîyê bi awayekî dadmend û demokrat, bide avakirin.

(li vir divê kurd xwe bikin yek û tevaya nakokîyên xwe yên partîtî û ramanî bidin alîyekî û bername û bangeke siyasî ya zelal deynin; an na, dê rastî bobelatekê û windakirina delîveyeke dîrokî ji bo bidestxistina mafên xwe ku dê careke din dubare nebe, werin)

  1. Bicîkirina aramî û jinûveavakirinê:

Biryara \2254\ derî li pêşîya jinûveavakirina Sûrîyê bi alîkarîya navneteweyî vedike, ku dê jêrxaneya wêrankirî careke din ava bike û mercên jiyanî yên gelê Sûrîyê bi giştî baş bike.

Ji bo pêkanîna vê biryarê ev têne xwestin:

  1. Pabendîya bi danûstandina niştimanî ya gelemper re. Li gor wê jî, divê hemû hêzên siyasî û leşkerî bikevin nava danûtandineke jidil ku tenê berjewendîya Sûrîyê û gelê wê, dûrî ajendeyên kesayetî, kategorî yan jî partîtî, bide ber çavên xwe.
  2. Divê hemû hêzên li ser xaka Sûrîyê karên leşkerî rawestînin û reşeke ewle û aram ji bo pêkanîna proseya siaysî ava bikin. An ku dev ji çareserîyên leşkerî berdin.
  3. Hevrêzî û hevkarî bi Neteweyên Yekbûyî û xebatên navneteweyî bi giştî re, da ku misogerîya bicihanîna bendên biryara \2254\ ku di nava xwe de avakirina komîteyeke ferwerîya guhêzî û lidarxistina hilbijartinên demokrat dihewîne, bike.
  4. Ji bo rawestandina destwerdanên derveyîn pêkanîna biryara \2254\ tê xwestin. Li gor wê, ev alî hewl didin bi rêya destwerdanên xwe, berjewendîyên xwe yên taybet li ser hesabê aramîya Sûrî, bi cih bînin.
  5. Divê hêzên rikberîyê û bijareyên siyasî nêrînên xwe yên der barê proseya veguhastina siaysî bikin yek û pabendîyê bi encamên biryara \2254\ bikin.
  6. Giranîyê bidin avakirina sazîyên ferwerî, bi awayekî xurt, zana û dûrî nijadperestî an netewperestîyê, da ku bikarin ji tevaya sûrîyan re, bêyî cudahî, xizmetê bikin. An ku, avakirina nasnameyeke sûrî ya komker.
  7. Dabînkirina parastina mafên pêkhateyan û rengerengîya li Sûrîyê heyî, her wiha pabendîya bi mekanîzmayên dadmendîya guhêzî û çareserkirina binpêkirinên ku di nava şer de rûdane, ku bi awayekî bawerîya gel bi proseya siyasî xurt bike.

Bê guman pêkanîna biryara \2254\ pêdivîya wê bi vîneke siyasî ya xurt ji hemû alîyan ve û pabendîyeke navneteweyî û herêmî ji bo destekdayîna vê rêgehê weke bjardeya tekane ya pêkanîna aştî û aramîyê li Sûrîyê, heye.

Serkeftina di vê qonaxê de xwe dispêre dîtina çarçoveyeke siyasî û leşkerî ya hevgirtî. Pê re jî dabînkirina berdewamîya destekdayîna navneteweyî û herêmî ji bo pêkanîna aramîyeke rastîn û domdar.

Êdî; gotûbêja niştimanî ya komker di navbera hemû alîyên niştimanî bi hemû alîyên xwe ve û bêyî dûrxistina kesekî, lihevkirina li ser nasnameyeke sûrî ya komker û pêkanîna biryara navneteweyî ya \2254\ dê bingeha destpêkê ya avakirina welatekî hêjayî tevaya sûrîyan, deyne.

زر الذهاب إلى الأعلى