ANALÎZ

Gelo li bin bêdengiya Tirkiye û Rûsyayê li bakurê Sûriyê çi veşartî ye?

Aliyên dijber li Sûriyeyê û misogervanên pêvajoya Astana, xwe ji bo destpêkirina civîna şazdehem amade dikin. Hin agahî hene ku dewleta Qeterê jî ya ku ji destpêka aloziya Sûriyeyê destê wê tê de heye tevlî vê civînê bibe. Her wiha di dema ku ev amadekarî ji hêla Rûsya û Tirkiyeyê ji bo vê civînê tê kirin, liv û tevgera wan zêde bûye û gavên bilez  tên avêtin.

Çapemeniya Tirkî û rikberiyê, xalên derbarê pêşniyarên Rûsî ji bo Tirkiyeyê di derbarê cihên kêmşer de li Idlibê weşandin, ev pêşniyar ji sê xalan pêk tê, ew jî ev in:

Yekem: Rûsya  napejirîne ku çavdêriyeke navneteweyî têkeve nav pêşniyara Rûsî ya ku ji bo Tirkiyeyê pêşkêş kiriye. Ji ber vê yekê, Tirkiyeyê da zanîn ku ev pilan dê kêmasiyên peymanên berê yên li ser nebûna çawaniyeke piratîkî ji bo şopandina agirbestê ji hêla navneteweyî ve,  vegerîne. Tirkiyeyê pêşniyar kir ku divê Neteweyên Yekbûyî di şopandina agirbestê de bibe xwedî rol , bi mercên  ku Tirkiye û Rûsya di çavdêriya çawaniya çavdêriyê ya di navbera wan de  ya der barê binpêkirinên ku rû didin  de xwedî rol bin.

Duyem: Mijara vekişîna hêzên rêjîmê ji herêmên ku  piştî Peymana Soçî hatiye kontirolkirin, were gengeşekirin. Pêşniyara Rûsiyeyê destnîşan dike ku polîsên leşkerî yên Rûsî van herêman û di bin çavdêriya şalyara Navxwe ya ferweriya rêjîmê û saziyên sivîl de,  birêve bibe.

Sêyem: Têkildarî daraştina giştî ya agirbestê ye ya ku ji hêla Rûsyayê ve hat pêşniyar kirin. Rûsiyayê pirojeya agirbestê pêşniyar kir ku her şeş mehan carek were nûkirin, lê ji hêla Tirkiyeyê nehat pejrandin û xwest ku agirbest mayînde be.

Liv û tevgerên Tirkîye û Rûsyayê

Bê guman heta ji hêzên Rûsyayê tê hewl didin ku kar û barên Sûriyeyê  bixin destê xwe û Amerîkeyê di helwesteke şermok de bihêlin; bi taybet di mijara çarenivîsa parêzgeha Idlibê de, mijara ku di çareya yekem ji vê salê de bûbû cihê balkişandina gelek navgînên ragihandinê yên Amerîkî û rêxitinên ku Amerîka piştgiriya wan dike, ew jî girîngiya çarenivîsa vê xakê di pêvajoya çareserkirina sîyasî de ya dibe ku Sûriyeyê di demên bê de derbasî wê bibe. Dibe ku van nîşanan hişt ku Rûsya hin tiştan pêşkêşî Tirkîyeyê bike, ji wan a herî xuya zivirîna li sînorên rêkeftina Soçî û jinûvebelavbûna hêzên Tirkîyeyê û komikên wê li deverên rojhilatê Idlibê û bakurê Hemayê. Her wiha dibe ku ev sedema wê gavê be ku Tirkiyeyê di nîsana bihûrî de baregeheke leşkerî li Cisirişixûr ava dike; piştî ku 60 rojî avakirina xalên çavdêriyê rawestandibû.

Ji aliyekî din ve û ji bo balê ji ser tevgerên ku dibe li parêzgeha Îdlibê di vê dema bê de rû bidin dûr bixe, pêvajoya veguhestina baregehên leşkerî yên Rûsî pêk hat. Her wiha hejmarek hêzên ku Rûsya piştgiriya wan dike ji Îdlib û gundewarên bakurî Helebê hatin vekişandin. Vekişandina dawî jî ji “baregehên Minix û Keştear” bû. Li şûna van hêzên vekişiyayî, hêzên Îranî (di serî de milîsên Fatimiyên Efxanî) bi cih bûn. Hêzên Rûsî bi tevahî giringî dane gundewarên başûr yên Reqayê û paşê Rûsiya da xuyanîkirin ku wê dest bi pêngaveke herî berfereh ji bo têkbirina endamên Daişê ên ku li çolistana Sûriyeyê mane, kiriye. Rûsiyayê berî wê Alaya Heştem û girda Pêncem anîbûn, her wiha endam ji hin parêzgehên Sûriyeyê di nav de Îdilib, kom kiribûn û ber bi parêzgeha Reqayê ve şandibûn, da ku xwe ji bo şerê paqijkirina Çolistana Sûriyeyê amade bike. Di dema ku tevgerên Rûsiyayê pêk tên de, pêvajoyên leşkerî yên berfereh ji hêla artêşa Tirkiyeyê ve pêk tên. Van pêvajoyan di vê dema borî de, bi awayekî rasteras herêmên Tilrifet, Ên Îsa û Tiltemirê armanc girtin.

 Li milekî din jî, dewleta tirk kozik û sengeran li ser sînorê di navbera Rojava û Bakurê Kurdistanê;  li bakurê Kobanê dikole û pê re jî ragihandina dewleta Tirk van kiryaran gur dike û dide zanîn ku pîwîst e artêşa Tirk êrîşî HSD`ê bike. Hemdema liv û tevgera artêşa Tirk, di nîsana bûrî de balefirên hêzên Rûsî bargehên hin komên sawkar ên bi ser Tirkiyê ve ne li bakurê Eyn Îsa, Idlib, Bab û Efrînê kire armanc. Ji bo sedema van êrîşan, ragihandina Rûsî eşkere kir ku ew komên sawkar xwe ji bo armanckirina baregehên Tirkiyê û arteşa Tirk  amade dikin. Jixwe mebest ji vê yekê ew e ku Rûsya hewl dide dilsoziya xwe bermberî Tirkiyê, nîşan bide.

Senaryoyên ku dibe bibin:

Yekem: Bê guman daxuyanîyên ku Tirkiyayê li ser piştgiriya xwe bi Ukraniyayê re dan; ew jî dema ku bikeve nava şerekî li hemberî çi hêzê be, ew jî dikevin çarçoveya fişara li ser Rûsiyayê da ku hinek berjewendiyên xwe pêk bîne. Lewre dibe ku Rûsiyayê ji bo ku Tirkiya dest wernede aloziya Ukraniyayê dest ji hin herêmên Bakur û Rojavayê Sûriyeyê ji Tirkiyeyê re berdabe. Her wiha jinûvebelavbûna hêzên Tirkî û çeteyên wê û rawestandina pêngavên leşkerî jî dikevin nava vê çarçoveyê de.

Duyem: Di dema ku rêjîm ji bo hilbijartinan li tevahiya Sûriyeyê amade dike, hêzên Rûsî hewl didin ku bi rêya Tirkiyayê fişarê li ser MSD`ê bikin ku rê bidin sendoqên hilbijartinan li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê werin danîn; bi taybetî Qamişlo û Hesekê.

Sêyem: Jinûvebazarkirina kelûpelên Tirkî di nava Sûriyeyê de, ew jî bi rêya vekirina derîyên sînorî yên di navbera Tirkiye û Sûriyeyê de ku hejmara wan li Bakur û Rojavayê Sûriyeyê sê ne ku dê bi rêya wan aboriya Sûriyeyê ji nû ve rabe ser lingan û li kêleka wê jî dê danûstandina bazirganî di navbera Tirkiye û Sûriyeyê de zêde bibe. Ew jî di heman dema ku Rûsiya hewl dide ku dewletên Kendavê balî xwe de bikşîne û bi rêya beşdarkirina milîsên Îranî di şerê çolistanê de ku artêşa Rûsî amadekariyên wê dike, hebûna Îranê li Sûriyeyê  teng bike.

زر الذهاب إلى الأعلى