ANALÎZ

Tirkîyê Cihê Xwe yê Cîyûstratejîk Roj bi Roj Winda Dike

Tirkîye di 20 salên dawî de gav bi gav cihê xwe yê Cîyûstratejîk winda dike. Gelo sedemên windakirina rol û cihê wê yê cîyûstratejîk çi ne? Çima Emerîka, hêzên Rojavayî û Îsraîl nema weke berê girîngîyê didin Tirkîyê; tevî ku Tirkîye zaroka wan a delalî bû? Sedemên rasteqînî yên li pey vê çi ne? Gelo helwest û polîtîkayên berfirehkirinê yên Partîya Dad û Geşepêdan û serokê wê Receb Teyîb Erdogan sedemê vê windakirina cihê Tirkîyê yê cîyûstratejîk e an sedem in din hene? Gelo çi guhartin di navbera sedsala 20. Û 21. de çêbûne? Di vê lîkolîna analîzî de em ê hewl bidin ji hemû alîyan ve rewşa Tirkîyê analîz bikin û binirixînin.

Bi hukmê ku Trikîye Europa û Asîya bi hev ve girêdide û dibe derbazoka veguhestina çavkanîyên enerjîyê ber bi Europa ve, her wiha li gorî Rojavayînan qaşo dewleteke pêşketîye ku her kes dikare wê ji xwe re weke nimûneyekê bigire, ji vî alîyî ve girîngîya Tirîkîye ya cîyûaborî derdikeve pêş, vê yekê kir ku bi dirêjîya sedsala borî Tirkîye cihê xwe yê cîyûpolîtîk – cîyûstratejîk biparêze û weke lîstekvanekî sereke û bawerî pê tê ku çanda Rojava li herêmê belav bike derket pêş.

Lê di demeke ku gotûbêj li ser vekirina korîdora aborî ya navebera Hind-Rojhilata Navîn- Europa (India-Middle East-Europe Economic corridor(IMEC) bi hev girêdide şensê Tirkîyê di parastina cihê xwe yê cîyûstratejîk di sedsala 21. de lawaz dikeve, nexasim Qiralê Saûdîyê Bin Selman di meha Îlona 2023`an di civîna lotkeya 20 li Hindê bi awayekî fermî ev proje ragihand. Ev korîdor ji Hindê dest pê dike, derbasî Îmarat-Saûdîye-Urdon û Îsraîlê dibe, ji Îsraîlê bi rêya deryayê derbasî Europa dibe. Tirkîye û Îran derveyî vê projeyê hatine hiştin, Şerê li Xeze tê kirin di çarçoveya vê projeyê de ye, bi vê mijarê ve girêdayî Receb Tayîb Erdogan serokê Tirkîyê dema ragihandina vê projeyê gotibû ku nepêkane ev proje bêyî me pêk were, nimêjkirina Xalid Meşel (lêderê Hemsê) -roja êrîşa Hemasê (7 Cotmehê) ser Îsraîlê- li mizgeftên Tirkîye gelek wateyan radixe ber çavan.

Eger ev korîdor di navbera Îsraîl û welatên ereban de were vekirin ev tê wateya ku ereb û îsraîlî di mijara lihevhatinê de gihîştine astek pêşketî, bêguman ev lihevhatin ne di berjewendîyên Îranê de ne, ji ber eger Îsraîlî û ereb li hev bên, kaxeta Filîstînê ji dest wê derdikeve, ev jî Îranê zêdetir hirs dike.

Dema mirov helwest û nêzîkatîya hêzên Rojavayî û Emerîka di çarîyeka sedsala 21. de nexasim di krîza Sûrîyê piştî 2011 di derbarê Tirkîye de bişopîne mirovê bi hêsanî bibîne ku ew girîngîdana dewletên navborî di sedsala 20. de ji Tirkîye re hatibû dayîn roja îro hema hema nemaye, dest ji wê germbûna têkîlîyan û xwedîderketina li Tirkîyê ji alîyê hêzên hemgemonîya Cîhanî ve berde, van salên dawî valahîyeke mezin di navbera Tirkîye û dewletên mijara gotinê de çêbûye, bi vê tenê bes nekir heta gihaşt astekê ku seza û boykotkirin li dijî Tirkîye dest pê bike.

Ji bo mirov guhartinên ku roja îro çêbûne nas bikin divê em hinekî li destpêka sedsala 20., damezirandina Komara Tirkîye, şert û mercên wê demê û rola ku ji Tirkîye hatibû dayîn vegerin.

Çima Di Sedsala 20. Girîngî ji Tirkîyê re Dihat Dayîn?

Di avakirina Komara Tirkîyê de rolekî berbiçav yê Itîhad Tareqî hebû ku gelek hêmanên wê bi esil Cihû bûn, lobîyên cihûyan di avakirina komarê de bi bandor bûn, hin erk û rol spartibûn komara Tirkîy ya nû hatibû damezirandin. Ji wan erkan xwedîderketin û parastina ewlekarîya Îsraîl a ku dê paşê were avakirin bû. Tirkîyê yek ji wan dewletên destpêkê bû ku itîraf bi Îsraîlê kir, piştre destekên îsraîl yên madî-manewî; ji dayîna çekên pêşketî bigire, şêwirmendîya leşkerî û istîxbaratî û gelek cûrên din ji ser Tirkîyê kêm nebûn. Hêjayî bi bîrxistinê ye ku Îsraîlê desteke mezin da Tirkîyê di şerê wê li dijî Partîya Karkerên Kurdistanê bi dirêjîya 40 salî, rayedarên Îsraîlî li xwe mikur hatin û dîyar kirin ku wan di girtina Rêber Ocalan de rol lîstîye, bi rêya operasyoneke navnetewî ku gelek dewlet beşdar bûn di serê wan de jî Emerîka.

Îsraîl bi ereban re di nava şerekî de bû, lewma divîya hin hêz û dewletan Îsraîl biparastana, di vî alî de Tirkîye û Îran nimûne bûn di xwedîderketin û parastina Îsraîlê de. Lê van salên dawî têkîlîyên Îsraîl û ereban bi awayekî posîtiv pêşketin, niha sefaret û konsolxaneyên Îsraîl li gelek welatên ereban vebûne, bi ragihandina projeya korîdora aborî 2023 ya ji Hindê dest pê dike, Saûdî, Îmarat, Urdon û Îsraîl digire nava û digihêje Europa, têkîlî gihîştin asteke pir pêşketî ku êdî ereb û îsraîlî li hev bên. Lê şerê Xeze ku destê Tirkîye û Îranê têde hebû hinekî leza vê lihevhatinê kêm kir.

Em dizanin ku komara Tirkîye li ser bingehê qirkirin û înkarkirina netewa kurd her wiha neteweyên din yên weke ermen, sûryan, rom hwd de ji alîyê hêzên Hevpeyman ya wê demê ve (Brîtanya û hevalbendên wê) hat damezirandin. Komara Tirkîyê îlhama xwe ji şoreşa Fransa girtibû, çand û nirxên Rojavayî bingeh digirtibûn, laîklîzm weke hîmê bingehîn yê dewletê hatibû destgirtin, hêman û çanda îslamî ya ku Împeretorîya Osmanîyan xwe spartîbûyê hatibûn beralîkirin.

Ev dewleta nû hatibû avakirin hem di alîyê aborî de hem jî di alîyî sîyasî de di xizmeta polîtîyayên hêzên Rojavayî de bû, weke dergehekî vekirina Rojhilata Navîn dihat hesibandin, ev dewleta ku li ser çand û nirxên welatên Rojavayî hatibû avakirin dibû nimûneya dewletên nûjen ku weke wê gelekên din jî dê bihatana avakirin. Erk û berpirsyarîyên komara Tirkîye ya nû hatî avakirin weke me anî ziman di pileya yekemîn de parastin ewlekarîya Îsraîlê bû, di pleya duyemîn de astengkirin û nehiştina belavbûna sosyalîzma ku Rûsya pêşengtîya wê dikir li Rojhilata Navîn, di pleya sêyemîn de polîtîkayên hêzên Rojavayî yên li ser herêmê di ser komara Tirkîye pêk dihatin.

Sedsala 20. Nexasim piştî Şoreşa Cotmehê, şerê Cîhanê yê 1. û 2. tişta herî metirsî ji hegemonîya Cîhanî re çêdikir Rûsya-Sovyet û belavbûna ramanên sosyalîzm û komonîzm li welatên Rojhilata Navîn bû, lê piştî Yekîtîya Soveyet bi xwe rûxîya û bû dewleteke kapîtalîst,  Cîhan weke yek cemserî ji alîyê Emerîka ve hat birêvebirin, rewş hat guhartin, êdî nakokî ji mijarên fikrî û îdeolojîk zêdetir bûn nakokîyên li ser sermaye û parvekirina hegemonîya Cîhanê.

Li beramber xizmetên Tirkîyê pêşkêş dikirin Îsraîl, Emerîka û hêzên Rojavayî ji destpêka damezirandina komarê û heta berîya krîza Sûrîyê desteka xwe ya madî û manewî ji ser Tirkîyê kêm nekirin. Van welatan çav û guhên xwe girtin derbarê sîyast, binpêkirin û komkujîyên ku Tirkîyê dikir derbarê hemwelatîyên xwe yên kurd û gelên din de. Bi kurtî berjewendîya navbera Tirkîye û alîyên din(Emerîka, Europa û Îsraîl) dibû sedem ku evqas girîngî di sedsala 20. De bidin Tirkîyê.

Hêzên Rojavayî vala komar bi navê tirkan bi nav nekiribûn, wan dîrok têra xwe lêkolîn kiribûn, wan dizanî ku Tirkîyê dê xizmetek baş ji wan re bike, krîkter û kesayeta tirk ê çors û hişk ê dipelixîne û komkujîyan pêk tîne ku çawa ketibû xizmeta Xîlafeya Îslamê baş xwendibûn, bi rastî komara Tirkîyê di vî alîyî de qusor nekiribûyê, gelên resen yên weke kurd, ermen, rom û asûr di komkujî û qiran re derbaskirin, dîsa partî û rêxistinên komonîst-soyalîst û çepgir piştî salên şêstî tev tasfîye kirin.

Piştî Krîza Sûrîye (2011) Tirkîyê Bû Qadeke Perwerdeyê ji bo DAÎŞ û Komên Îslamî:  

Di sedsala 21. de nexasim piştî kîrza Sûrîye xeterîya tevgerên tundraw yên îslamî DAÎŞ û yên din zêdetir bû. Emerîka û hêzên Rojavayî bi xeterîya belavbûna Îslamîyan hesîyan. Tevî ku Îslama Sîyasî di çarçoveya Rojhilata Navîn a mezin de projeyeke Emerîka bû û amadekarî ji demeke dirêj ve jêre dihat kirin. Li Tirkîyê piştî salên heştê pêşîya hêmanên bi kok îslamî hat vekirin, piştî salên nodî bi awayê Îslama Umetê Partîya Refah ku serokatîya wê Necmeddîn Erbekan dikir cihê xwe di deshilatê de girt, di pey re sala 2002 rê hat vekirin ku Partîya Dad û Geşepêdan (APK) li Tirkîyê deshilatê bigire dest xwe, bêguman ev tev di bin çavdêrîya Brîtanîya û Emerîka de dihat kirin.

Di Partîya AKP de Fethûlla Golen weke kesayetekî bi bandor derdiket pêş, wî hem li hundirê Tirkîyê hem jî li derveyî Tirkîyê xwe baş bi rêxistin kirinbû, ji bilî yên ku li hundir vekiribûn, bi sedan dibistanên wî li derveyî Tirkîyê li zêdeyî 100 welatî hebûn, xwe weke îslama civakî bi rêxistin dikir, şiklî be jî wî wekî Necmeddîn Erbekan dijîtîya Îsraîl, Emerîka û hêzên Rojavayî nedikir, berûvajî, hevkarî dikir û heta ji alîyê wan de hatibû erkdarkirin ku rola Îslama navîn ya ne tundraw bilîze.

Lê di pey re Receb Teyîb Erdogan (şagirtê Fehûlla Gulen) yê ji heman partîyê ye, xwedî meyla îslama sîyasî ku Umetê bigeh digire, li hember şêxê xwe serî rakir û bi darbeyekê dest danî ser deshilatê û hemû dibistan û zanîngehên ol-şerîetê, her wiha ragihandinên girêdayî Fehûlla Gulan kirin bin destê xwe. Piştî deshilatî girt dest xwe, hin bi hin di nava sazîyên dewletên yên fermî de xwe bi rêxistin kir û îdîa kir ew ê Tikîyê ji krîza aborî ya ku hingê Tirkîyê têre derbas dibe rizgar bike û ew ê hemû pirsgirêkan bi derve re çareser bike. Di vê çarçoveyê de maf da xwe ku zagonên têkildarî laîkbûna dewletê dike derbixe, çawa Erdogan deshilata Serokê Tirkîyê bi zagonekê zêde kir, her wisa destwerdan li beşa hîndekarî û perwerdê kir, mufredatên(menahic) dibistanan guherî û dibistanên îmam xetîban fermî kirin.

Erdogan xeyal û armancên xwe yên îslamî venedişart, di gelek boneyan de dîyar dikir ku laîkan sed salî dewlet bi rêve birine(mebest Partîya Gel a Komarî(CHP)), niha dora me ye em ê dewleta xwe ya îslamî ragihînin, hêjayî gotinê ye ku ev gotinên wî rastî salvegera 100 salîya Lozanê dihatin.

Hêvîya hêzên Rojavayî û Emerîkî heta sala 2010 jî hebû, ku tişta ew dixwazin Erdogan dê pêk bîne, nexasim Erdogan soz dabû ku xwe biguhere û di alîyê demokrasî, çareserkirina pirsa kurd, başkirina rewşa mafê mirovan û ketina Yekîtîya Europa de gavina bavêje.  Lê piştî ku Erdogan hevpeyman bi Partîya Tevgera Netewperest a xwedî meylên şoven û netewperest û serokê wê Dewlet Baxçelî re çêkir, meqes zêdetir di navbera Tirkîyê û Hêzên Rojavayî û Emerîka de vebû. Piştî wê li Tirkîyê du bere dîyar bûn: ya yekem; berfirehbûn, vegerandin û zindîkirina xewnên Osmanîyan nû, û li herêmê lîstina rolekî weke Îranê. Ya duyem; Tirkîye bi rêya kom û gropên îslamî hewl dide hegemonîya xwe ya îslamî di asta herêmî û navnetewî de çêbike. Bi vî awayî tiştê ku dewletên Rojavayî û Emerîka dixwest pêk nehat. Piştî 2011 û destpêkirina krîza Sûrîyê Tirkîyê veguherî qadeke perwerdê ji bo DAÎŞ, Cebhet El Nûsra, Elqîîde, Brayên Misulman û hemû komî îslamî yên din.

Çawa ku Tirkîye di destwerdana Emerîka ya li ser Îraqê destek neda Emerîka û nehêşt baregeha Încirlîkê bê bi kar anîn, di şerê Sûrîye de jî herçendî bi nav cihê xwe di nava hêza Hevpeymanîya dijî DAÎŞ de cih girtibe jî lê bi awayekî pratîkî li dijî DAÎŞ`ê şer nekir, netenê şer nekir heta DAÎŞ`î bixwe parastin.

Ji kesî nayê veşartin ku Tirkîye komên îslamî ji bo acendeyên xwe li Sûrîyê û welatên din bi kar anîn, hemû hêsankarî ji DAÎŞ`yan re kir ku derbasî Sûrîye bibin, ji dabînkirina pasportan, vekirina cihên perwerdê li Entab û deverên nêzî sînorê Sûrîye her wiha destekên locistîkî û çek didan DAÎŞ`ê. Rûsya bi Qemer Sînaî dîmenê rêza tirên dagirtî bi petrol ku derbasî Tirkîyê dibûn belav kir. Bi ajotina Erdogan ji komên çekdar yên îslamî ser kurdan ku komkujîyan derheqê kurdan de bikin, xwest kurdan û ereban li dijî hev bide şer kirin ku şerekî etnîkî û olî di nava pêkhateyên Sûrî de çêbike û bi xwe jî lê temaşe bike. Ev tev di bin serpereştîya Mîta Tirk û şexsê Erdogan bi xwe de dihat birêxistinkirin. Li alîyê din me dît ku çawa hêzên Hevpeyman ligel QSD bi operasyonekê de Ebû Bekir Ebexdadî kuştin, her wiha Ebû Îbrahîm Heşîmî El Qereşî di sala 2022`an de dîsa Ebû Hesen El Mûhacir û gelek lîderên DAÎŞ`ê yên din li herêmên di bin kontrola Tirkîye de hatin kuştin û hinêd din jî hatin girtin.

Bi awayekî giştî di alîyê şexsî de Erdogan û partîya xwe sûd ji hêz û enerîya çeteyên van komên îslamî û giştî penaberên Sûrîyê girt, nexsim bikaranîna wan di daîreyên fermî yên dewletê de wekî dezgeha istîxbaratê, ragihandin, navendên lêkolînên stratejîk, dibistanên olî û hwd.  Li ser zarê rayedarên dewleta Tirkîyê dîyar bûye ku nasnama tirkî ji 200 Sûrî re hatîye dayîn. Dibe ku Erdogan û partîya xwe di alîyê şexsî de sûd ji bikaranîna komên îslamî û penaberên Sûrîyê dîtibin lê bi awayekî giştî gelek zerer dan Tirkîyê nexsim di mijara parçekirina civaka tirk û têkîlîyên dostane yên bi derve re.

Piştî herdu partîyan(AKP û MHP) hevpeymana Stratejîk çêkirin û herêmên Sûrîye û Îraqê dagirkirin û destdirêjî Lîbya, Nîcîrîya, Qerebax û deverên din kirin, serxoşîya serkeftinê Erdogan û Dewlet Baxçelî girt, ketin xeyala nûjekirina Osmanîya nû û hêrsa berfirehkirinê li ba wan pêş ket. Erdogan xwest derveyî bernama ku Emerîka û hêzên Rojavayî jêre dîyar kirine weke hêzeke hegemonîk di asta herêmî de derkeve pêş. Li alîyê din tevgerên Tirkîye û nêzîbûna wê ji Rûsîya nexasim vala derxistina sizayên Emerîka yên ser Rûsya ji alîyê Tirkîye ve kir ku nakokîyên Emerîk bi Tirkîye zêdetir bibin. Dîsa binpêkirinê Tirkîyê di warê huqûqî de ji alîyê hêzên Rojavayî ve gelekî hat rexne kirin. Van sedemên me li jor dîyar kirin nakokîyên hêzên Rojavayî-Emerîka û Tirkîye zêdetir kir.

Li Şûna ku Erdogan Pirsgirêkên Tirkîye bike Sifir, Kir Hezar Pirsgirêk û Ti Giranîyek ji Tirîkîyê re nehêşt:

Salên 2000-2002 Tirkîye di krîzeke aborî ya fetsînok de bû, di alîyê sîyasî de jî têkîlîyên wê bi derve re ne zêde li ser hev bû, van salan  alîyê Erdogan ê sîyasî derdikeve pêş, piştre bi îdîaya ku ew ê rewşa Tirkîyê ya aborî baş bike ligel ekîba xwe Ehmed Dawûd Oglo dest bi kar kir. Destpêka hatina xwe ya ser deshilatê de gelek soz di alîyê pêşxistina demokrasîyê, alîyê huqûqî, bingehgirtina krîterên Yekîtîya Europa û çareserkirina pirs kurd de dan. Di alîyê derve de jî li gorî tewrîya Ehmed Dawûd Oglo sifir problem tevgerîya, wê demê bi hinek çareserîyên demkî – reforma di mijara aborî de – bi zagonekê rakirina 6 sifiran ji pereyên tirkî. Bi vî awayî bo çend salekî ta 2008 gel xapand ta cihê xwe di deshilatê xurtir kir.

Ji bo vê rewşê em baştir nas bikin, em ê li 20 salê dawî binêrin û berawerdkirineke pratîkî ji destpêka hatina wî ya ser deshilatê û heta roja îro bikin dê dîyar bibe ku wî Tirkîye bi pêş de birîye an paşde xistîye. Bi destpêkirina pêkanîna reforma aborî û rakirina 6 sifiran ji pereyê tirkî, dolar bû 1  beramber 0,7 lîreya tirkî lê vê zêde dirêj nekir, di sala 2006 bû 1 beramber 1,42 piştî krîza Sûrîye sala 2014 bû 1 dolar =2,27 L , lêbelê piştî salên 2016-2018 her çû pereyên tirkî nirxê xwe winda kir beramber dolar, vê gavê em di destpêka sala 2024 de ne 1 dolar beramber lîreya tirkî bûye 32 lîre. Rêjeya imflasyonê li Tirkîye di Çileya 2001-2002 de 5.32% bû, di Nîsana 2012 bû 11.14%, di meha Çile 2024 rêjeya imlfasyonê derket 64.86% bêguman ev jimar ya fermî ku dewletê bi xwe daye lê jimara imflasyonê ya rasteqînî ji % sed jî derbas kirîye.

Di warê sîyasî de di demê deshilata Erdogan de li şûna ku di têkîlîyên derve û hundir de bibe sifir problem bû hezar problem. Di alîyê hundir de Erdogan çawa destpêka hatina xwe li ser deshilatê soz dabû dewleta kûr ku kurdan nexasim Tevgera Azadîya Kurdistanê tune bike, bi wê xeyalê tevgerîya, parelel bi artêşa heyî re artêşeke dîrek girêdayî xwe ji teşkîlatên polîs û konter gerîla û çeteyên Sûrîyê avakirin û bi hemû hêza xwe bi ser kurdan de çû ku kurdan biqelîne lê di vê de jî bi ser neket û nekarî kurd û tevgera wê tune bike, çalakîyên gerîlla yên zivistanê destpêka sala 2024 li dijî artêşa Tirk li Başûr û windayî wê yên zêde dan Erdogan û hêza wî kirin nava fikaran.

Weke me li jor anî ziman di alîyê derve de ji sifir problem bû hezar problem, di majar doza Cemal Xaşiqçî û kuştina wî de tiştek nehêşt ku ji Saûdîyê re negot, Saûdîye kel û pelên Tirkîyê boykot kirin, têkîlîyên wan hatin ber rawestandinê. Li alîyê din Sedat Bekir rastîya desthilata Erdogan û rayedarên wî yên ku dîrek têkîlîya wan bi mafya û firotina madeyên hişbir re heye aşker kir, vê mijar kir ku têkîlîyên Tirkîye û Îmarat bibin sifir, û hingê jî Erdogan gelek gotinên xirab ji Îmarat û serokê wê re kirin.

Ji ber xwedîderketina Erdogan li Îxwan musilmîn û cihdayîna wan ku li Tirkîye bijîn têkîlîyên wê bi Misirê re gelekî xirab bû, bi taybet derketina Sîsî weke serokomarê Misir hêrsa Erdogan zêdetir kir ku Sîsî bi darbekar û dîktator bi nav dikir, jixwe Lîbya tevlihev kiribû, li vir dîrek hêz û destekê locistîk û çek û her tişt pêşkêşî hukûmeta Wîfaq û Fayêz Serac dikir. Li welatên ereban yên weke Tûnis û yên din ji bi rêya Tevgerên Îxwanan (Raşid El Genûşî) û yên din hewl dida cihê lingên xwe di nava van dewletan de çêbike. Nakokîyên wê bi Yûnanê re ji ber lêgerînên wê yên gazê di deryayê hatibûn asta herî xerab, bi kurtî di encama sîyaset û kiryarên Erdogan ên tewş Tirkîyê bûbû welatekî nayê hezkirin.

Tişta balkêş û sosret e mîna ku tiştek neqewimî be, piştî evqas dijûn û xeber arasteyî lêderên Misir, Îmarat û Saûdîye kirin û dawî jî çû ber lingên lîderê her sê welatan û daxwaz kir ku wî efû bikin û rûpeleke nû di têkîlîyan de vekin. Di vê ziviradina sed û heştê dereceyî de Erdogan tu giranîyeke ji xwe re nehêşt, her wiha ji hukûmeta xwe re jî, bi vî rengî Tirkîyê cih û rola xwe di asta herêmî û navnetewî de winda kir. Dibe ku hinek vê helwesta Erdogan bi polîtîk û pargmatîk bi nav bikin, lê di rastîyê de zivirandin li ser hesabê Tirkîyê bû û Erdogan wî tawîz dane, ne ku Saûdîye û Îmarat û Misirê. Erdogan di gelek dosyeyan de tawîz dan; mîna êdî bes lîstina bi Lîbya, her wiha qewitandina Îxwan Misulmîn ji Tirkîyê û girtina qenala wan (Oryent) û gelek mijarên din.

Kengê Nakokîyên Erdogan û Emerîka-Hêzên Rojavayî Derketin?

Dema em bala xwe bidin têkîlîyên dewletên Rojavayî – Emerîka bi Tirkîyê re ji salên 2000-2002 ta krîza Sûrîye 2011 em ê bibînin ku têkîlîyeke germ e, her tişt li gorî ku çawa bi Tirkîye re hatîye plankirin wisa bi rêve diçe, bi gotineke din di çarçoveya Rojhilata Navîn ya mezin(nû)de pêşîya îslama sîyasî li Tirkîye û di asta herêmî de hatîye vekirin, Tirkîyê desteka xwe ji hêzên hegemonîya Cihanî di serê wan Emerîka û di pey re Brîtanîya digirt. Erdogan jî li gorî tişta dihat xwestin tevdigerîya.

Destwerdana Tirkîyê ya rasteqînî ji dewletên ereban re di alîyê çandî de(mebest dagirkirina aqilan) piştî salên 2000 dest pêk kir, ew jî bi rêya rêzefîlmên tirkî yên ku ji tirkî hatin wergerandin ji alîyê şîreketên dublajê yên Sûrî û Îmaratî ve. Ev dihat wateya şêwazekî dagirkirina çandî, bi vî awayî çanda îslama nerm bi rêya wan rêzefîlman gav bi gav li herêmê dihat ferzkirin, bi rêya rêzefîlman Tirkîyê di çavên xelkê de bi hêz didan nîşandan û şîrîn dikirin, Başûrê Kurdistanê jî parê xwe ji vê serdestkirina çandî bi rêya ragihandin û qenalên Tv girtibû.

Mirov vê weke gava yekemîn ya dagirkirin ango destwerdana Tirkîyê li welatên herêmê bi nav bike ne şaş e, Erdogan piştî zemînê fikirên xwe di nava civaka ereb de çêkir serdana Sûrîyê kir û hevdîtin bi Beşar Esed re kir û peymana Stratejîk di navbera herdu welatan de çêbû, lê ev rewşa piştî krîza Sûrîyê bi carekê de guherî û bûn dijminê hev, di pey re em dibînin ku dagirkirin û destwerdan bi şêwazên leşkerî li Sûrîye, Îraq, her wiha me dît xwe têkilî kar û barên Lîbya, Qerebax û başûrê Efrîqiya, Somal û gelek cihên din kir. Lewma jî em dikarin bêjin ku Tirkîyê di deh salên dawî de bi rêya bikaranîna dironên xwe rolekî neyînî, broveketor û tevlihevîyê lîstîye, ev yek bi mebesta pêkanîna armancên xwe kirine, ew jî  pêkanîna“Mîsaqî Mîllî ye“ û avakirina Osmanîyan nû ye.

Serdestkirin û berbelavbûna çanda Îslama sîyasî li herêmê bi erêkirina Brîtanîya û Emerîka dihat kirin. Wê demê; kengê nakokî di navbera hêzên Rojavayî – Emerîka û Tirkîye de derketin? Dema ku êdî Erdogan li gor berjewendî û acendeyên xwe yên taybet bi armanca berfirehkirin û zindîkirina Osmanîyan nû tevgerîya, ne ku li gor planên ku jêre hatibûn danîn ji alîyê benîyên wî ve, her wiha kirrîna sîstema S 400 ji Rûsya û têkîlîyên Tirkîyê yên germ bi wê re, Emerîka, NATO û dewletên Rojavayî bi giştî tûre kirin.

Di vî warî de Ceo Baydin gotibû, eger ez di hilbijartinê de bi ser bikevim, ez ê wî ji ser deshilatê daynim, ew kesekî dîktator e. Ya rastî xirabûna têkîlîyên Tirkîyê û Emerîka piştî salên 2014-2015 dest pê kir, nexasim piştî darbeya ku li Tirkîyê pêk hat, ku hingê Emerîka hat tawanbarkirin ku ew li pişt wê darbeyê ye. Li alîyê din ev dîrok rastî rawestandina pêvajoya aştî ya ku danûstandin bi rêber Ebdullah Ocalan re li Îmralî berdewam bûn. Dîsa ev dem rastî têkoşîna li dijî DAÎŞ`ê tê, wê demê Tirkîye pir dixwest beşdarî şerê li dijî DAÎŞ`ê ya rizgarkirina Mûsilê bibe, her wiha dixwest beşdarî rizgarkirina Reqa jî bibe, ne ji ber ku bi rastî Tirkîye jidil dixwet li dijî DAÎ`ê şer bike, ya rast di bin navê DAÎŞ`ê de dixwest xwe bigihêje van herêman, Tirkîyê van axan yê xwe dibîne, li gorî “Mîsaqî Mîllî“ hesab dike, ji ber ku Emerîka ev armancên Tirkîye dizanî lewma jî nehêşt ew bi hêzeke mezin beşdar bibe, û rol bigire, ji ber Emerîka dizanî ku eger Tirk bikevinê dernakevin.

Emerîka û hêzên Rojavayî dewleteke îslamî ya bi ramanên tund barkirî çi di asta heremî de çi jî di asta Gerdonî de naxwazin çêbibe, wê ji xwe re xeter dibînin, Tevgera Îxwan Musilmîn ku projeyeke Brîtanî ye, û qaşo nerm xwe dida dîyarkirin, dema derfet ji wan re vebûn, dîyar bû ku ti cûdatîya wê ji tevgerên tundraw yên din nîne.

Di vê pêvajoya şerê Sûrîyê de aşkere bû ku çawa tevgera Îxwan Musilmîn ket bin xizmeta Tirkîyê û dijmintîya xwe bi rêya ragihandinê bi awayekî aşkere dîyar kir, di serî de kenala El Cezîre ku du bername(sifir mesafe û kurd dewletekî li Bakurê Rojhilatê Sûrîyê çêdikin) weşandin, di van bernameyan tirk sor (broveke) dikirin û handidan ku êrîşî Rêveberîya Xweser ya Bakur Rojhilatê Sûrîye bike, dîsa kenala Oryent zimanê Îxwanan di bûyerên Dêra Zorê de xwest gelê kurd ereb berde hev, propandeyeke gelek xirab li dijî kurdan dabû destpêkirin, oldar û melayan li mizgeft, li ser Tv û li kolanên Efrînê fetwayên kuştina kurdan didan.

Di krîza Sûrîyê de nexasim van deh salên dawî xeterîya Îxwanan ji Emerîka û Rojavayîyan re aşker bû, îxwanên ku xwe weke îslama sîyasî didan nîşandan, dema derfet ji wan re çêbûn zû bi hêzên tundraw yên re bûn yek û rastîya wan dîyar bû. Lewma jî pêşî li Misirê û piştre jî li welatên din yek bi yek pêşîya Îxwanan girtin û li gelek welatan ji deshilatê hatin dûrxistin.

Me dît ku çawa Mihemed Mûrsî li Misirê di helbijartinan de derket û bû serokê Misirê lê piştre pêşî lê hat girtin di nava şev û rojekê de hat girtin û di zindanê de jîyana xwe ji dest da. Li Tûnisê dadgehê biryara girtina û zindanîkirina Raşid El Genoşî da û ji desthilatê hat dûrxistin. Li Lîbya pêşîya hukûmeta WÎfaq ya bi rêbertîya Fayêz El Serac  girtin. Li Sûdanê destwerdan li Omer El Beşîr kirin û di pey re li welatên din ku Îxwan di deshilatê de bûn destwerdan li hemûyan kirin û pêşîya wan girtin.

Erdogan ê xwedî heman fikir û bawerîyê Tevgera Îxwan Misulmîn li Tirkîyê hembêz kir û hemû cûrê destek û alîkarîyê piştî 2011 pêşkêşî wan kir, Erdogan jî weke yên din rastî zextan hat ji aîlîyê Îsaîl, Emerîka û Brîtanya ve nexasim di mijara destekdana wî ji Tevgera Hemas re û bi navkirina wê bi “Tevgera berxwedêr“. Şerê Xeze hişt Brîtanya û hin dewletên din pênaseya tundrawîyê ji nû de bigirin dest, di nîqaşeke navbera wezîrên Brîtanî de hat gotin divê zagonên nû bên derxistin derbarê yê teşwîqa “tundrawî, kîn, nijadperestî û olperestî“ dike de, di nîvê meha Adarê de Wezîrê Civakên Herêmî Maykel Gof got: “tundrawî bi destpêkirina şerê navbera îsraîl û Xeze de bilind bûye ev jî xeterîyeke rasteqînî ye li ser Brîtanîya. Gotara kîn, tundrawî, netewperestî û olperestî a ku di nava wezîrên Brîtanî de bûye nîqaş û yên provekasyonan çêdikin mînaka wê Tevgera îxwan misulmîn e.

Sîyasetên Tevgera îxwan misulmîn, nêzîkbûn û helwestên wê nexasim di krîza Sûrîyê de provekatorî û dijîtî bû. Ji destpêka krîza Sûrîyê de armanca îxwan misulmîn a sereke li Sûrîyê bi destxistina deshilatê bû. Gelo ma îxwan misulmîn dê kar bikin ku Sûrîyê demokratîze bikin? Na, zihnîyeta wan jî taîfî û mezhebgerayî ye, fikirandina wan ne cûdatire ji fikirê Erdogan ê ku dibêje; “laîkan li Tirkîyê dewlet 100 salî bi rêve birin, niha jî dora me ye“, îxwan jî dibêjin elewîyan pêncî salî Sûrîyê hukûm kirin, niha jî dora me ye“. Dîrokê piştrast kirîye ku yên ku şer û dijmantîyê bi kurdan re dikin ew tune dibin. Nimûna DAÎŞ`ê li ber çavên me ye, DAÎŞ`a ku Îraq û Sûrîyê girt kesî nekarî wê asteng bike, lê dema xwe şaş kir û berê xwe da kurdan, li ser destê QSD têk çû, her wiha Îxwan Misulmîn a Erdogan wê di xizmeta berjewendîyên xwe de bi kar tîne dema berê xwe dan kurdan ew ê zererê bigihîne xwe, kurd dê kiryarên Îxwan Misulmînan ji bîr nekin. Va ye ew bixwe (Tevgera Îxwanan) têk diçin, ji alîyê hêzên hegemonîya Cîhanê ve hatîye tecrîdkirin.

Li pêşîya Erdogan du rê hene, ya yekemîn: Erdogan dê li gor bernameya xwe ya şexsî ya ku armanc dike li herêmê pêk bîne tevbigere bê ku pirsa xwe bi Emerîka û hêzên Rojavayî bike. Ya duyemîn: Ew ê di çarçoveya armanc û xetên ku jêre hatine dîyarkirin weke berê û modela ku Emerîka û Rojavayî dixwazin weke hêzeke sîyasî ya îslama navîn ku xeyalên berfirehkirinê ji serê xwe bavêje û têkildarî kar û barên dewletan yên navxweyî nebe û weke hêzekê di bin kontrola Emerîka û hêzên Rojavayî de debe, Eger Erdogan li gor van şertan tevbigere dê şensê xwe hebe û dê pêşîya wî bê vekirin ku di asta herêmî de rol bileyîze.

Erdogan bi dengên berbijêran di hilbijartinên 2023 bi ser neket, lê bi sandiqên berê dagirtî bi ser ket, ew bi lihevkirinek di navbera hêzên Rojavayî – Emerîka de dubare hat ser deshilatê, erêkirina Erdogan ji tevlêbûna Siwêd ji NATO re dîrek piştî hilbijartinan bi çend rojan encama wê lihevkirina em behs dikin bû, li gor dixuye ev şensê dawî ji Erdogan re hatîye dayîn, eger Erdogan vê şensê xwe baş bi kar neyne dê wî jî weke lîderên Îxwanan yên Misir, Tûnis, Sûdan û Lîbya ji ser deshilatê bidin alîyek, dê hinan bînin ku hemaheng bin bi polîtîkayên wan re mebest hêzên Rojavayî û Emerîka re. Gotinên Erdogan yên ku berî hilbijartinê kiribûn “Ev hilbijartinên min ên dawî ne“ rastîya em dibêjin piştrast dike, Erdogan ketîye vê hewl dide carek din xwe nêzî Emerîka û Rojavayîyan bike û têkîlîyên xwe xweş bike da ku heyameke din li ser deshilatê bimîne.

Cihê Kurdan Di Rojhilata Navîn ya Nû de Heye:

Di sedsala 21. de kurd dê li ber çavan bêne girtin, rol û cihekî wan di avakirina Rojhilata Navîn ya nû  de dê hebe, dibe ku tam ne wekî kurd dixwazin be lê cihê wan dê hebe.

Piştî şerê 40 salan ku Emerîka û NATO bi xwe di nav de bû û hemû cûrên destekê didan Tirkîye lê nikarîn bi awayê leşkerî Tevgera Azadîya Kurdistanê li Bakurê Kurdistanê têk bibin, niha û piştî dîyar bû ku Tirkîyê nikarî bi awayekî leşkerî PKK têk bibe, wê demê neçare dubare hevdîtinan bi Rêber Ocalan re li Îmralîyê dest pê bikin,  dest ji sîyaseta înkarê berdin û mafên gelê kurd ên rewa bipejirînin.

Geşedan û guhartin sîyaseta Emerîka di van du salên dawî de derbarê Sûrîyê de, rawestandina paşdekişandinê leşkerên xwe ji Sûrîyê, her wiha trafîka dîplomasî û serdana fermandarên Emerîkî yên payebilind ji li Bakur Rojhilata Sûrîyê, ev nîşana wê yekê ye ku guhartinek di stratejîya Emerîk ya derve de çêbûye nexasim derbarê paşdekişandina ji Sûrîyê. We dîyar e Hevpeymanîya Emerîka bi Hêzên QSD re di çarçova şerê dijî DAÎŞ`ê encamgir bû, lewma Emerîka dixwaze vê têkîlîyê berdewam bike ta zelalîyek di rewşa Sûrîye de çêdibe û gavine pratîkî di proseya çareserîyê bêne avêtin.

kurd îro di rewşekê de ne ku mirov hêvî dikin di wê rewşê de bin, çi di alîyê sîyasî de be çi jî di alîyê leşkerî de be, kurd herî bi rêxistinkirî û perwerdekirî ne li her çar parçeyên Kurdistanê(Tirkîye, Îraq, Îran û Sûrîye). Ti nîyetek van netewdewletên statûkû parêz polîtîyên xwe biguherin nexasim derbarê kurdan de û jixweber ber bi alîyê demokrasîyê de xwe biguherînin, li vir girîngî û rola kurdan di demokratîzekirina van dewletan de heye, ji ber ku kurd civakeke zana û pêşktîye, di warê sîyasî û leşkerî de bi rêxistinkirî ye, şoreşa jinê ya ku Bakur Rojhilatê Sûrîyê pêşket vê rastîyê piştrast dike. Kurd ne nijadperestin weke beşekî tirkan, ne jî olperestin weke beşekî ereban, kurd dikarin hevsengîyeke stratejîk di navbera van gelan de li her çar parçeyên ku me gotin çêbikin.

Lewma jî pêwîstîya Emerîka bixwe pir bi kurdan heye, nexasim pêwîstîya wê bi PKK heye, divê Emerîka di çaresrkirina pirsa kurd de gavine cidî bavêje, ji berjewendîya Emerîka ye ku kurd li cem wê bin, ew dikare zextan li Tirkîyê bike ku bi kurdan re lihev were û li mafê kurdan mikur bê ku pirsgirêka sedsalê çareser bibe û êdî dawî li xwîn herikandinê bê anîn.

Di vê mijarê de eger rol ji Rêber Ocalan bê dayîn û ew bê azadkirin, ne tenê di pirsa kurd de dikare di asta Rojhilata Navîn de rol bilîze û pirsgirêkên heyî çareser bike. Rewşa kurdan ne mîna Şerê Cîhanê yê Yekemîn e, guhartineke mezin di kurdan de çêbûye, nexasim jina kurd, wê gavên mezin avêtine di pêşentîyê de, me ev yek di serhildana jinên Îranê ya bi droşmeya “Jin, Jîyan, Azadî“ ya ku îlhama xwe ji jinên Bakur Rojhilatê Sûrîyê girtibûn, rewşa kurdan ne weke dema Şerê Cîhanê yê Yekemîn e, gelekî hatîye guhartin.

Çawa kurd dê pêşeroja Sûrîye dîyar bikin, di asta Rojhilata Navîn de jî kurd namzetin ku guhartinan pêk bînin û pêşengtîyê bikin. Hêjayî bi bîrxistinê ye ku mîsyonerekî Brîtanî Hêjayî di dema Şerê Cîhanê yê yekemîn de di raporeke xwe de ku pêşkêşî welatê xwe kiribû têde anîye ziman ku “kurd ne di wê astê de ne ku dewletan bi rêve bibin, teng in, eşîretwarî û oldarî difikirin“. Kurdan ders û ezmûn ji serhildan û şerên dane meşandin girtine, wan xalên lawaz û hêzê ên xwe nas kirine, va ye îro artêşek avakirine ku zêdetirî sed hezar şervan di bin ala QSD de şer dike, her wiha Rêveberîya Xweser ya demokratîk ya xwe dispêre fikira netewa demoratîk ji sîyan yek axa Sûrîyê bi ereb, kurd û suryanê wê ku hejmara wan pênc mîlyonan derbas dike bi rêve dibe.

 Di dema şerê DAÎŞ`ê de Kurdan şer di ber tevahîya mirovahîyê de kirin, tişta herî biha li ba wan kirin qurbanî, 12 hezar şehîn û 20 hezar birîndar pêşkêş kirin bi wî awayî belavbûna DAÎŞ`ê li Sûrîye û Îraqê dane rawestandin. Êdî dem hatîye ku civaka navnetewî mafên kurdan ên rewa li her çar parçeyên Kurdistanê bipejirîne. Îro kurd hatine wê astê ku êdî xwe bixwe bi rêve bibin. Tevî dagirkirina sê herêman li Bakur Rojhilatê Sûrîyê ji alîyê Tirkîyê ve, êrîşa hema hema rojane û dorpêça fetsînok ji alîyê dijberên kurdan ve Rêveberîya Xweser ya Demokratîk li Bakur Rojhilatê Sûrîyê karîbû bi dirêjîya 12 salan di warê sîyasî, aborî û leşkerî de van herêman bi rêve bibe, ev bi serê xwe mûcezeyekî tê hesibandin di sîya krîza girabûyî, şerê Sûrîyê yê malwêran û ne aramîya heyî.

Di Avakirina Rojhilata Navîn ya Nû De Stratejîya Hevsengîya Hêzan:

Li gor dixuye di ji nû de avakirina Rojhilata Navîn a nû de hêzên hegemonîk dê stratejîya hevsengîyê bingeh bigire di rêvebirina herêmê de, ku bi awayekî hêzek ji ya din ne xurtir be, hemû weke hev bin, da ku bi hêsanî bêne kontrol kirin.

Ligel ku projeya Îslama Sîyasî projeya Brîtanîya û Emerîka bû ku nûnertîya xwe di Tevgera Îxwan El misulmîn de didît ku wê serdestî herêma Rojhilata Navîn bikin, lêbelê di van deh – duwazdeh salên dawî de guhartinek stratejîk pêk hat. Bi bihara erebî re rewş hinekî din zelaltir bû, bi girtina Mihemed Morsî lêderê Îxwanan ku di hilbijartinan de weke serokê Misirê bi ser ketibû û zindanîkirina wî, her wiha destwerdanên ku li welatên din li ser Îxwanan pêşketin re Tevgera Îxwan Misulmîn qadê bi dûr xistin. Ev nîşana wê yek ye ku Tevgera Îxwanan ya xwe navîn nîşan dide jî di navê de rê ji kom û gropên Îslamî yên tundraw re nayê dayîn ku cihê wan di avakirina Rojhilata Navîn ya nû de hebe, dê cih ji îslama navîn ya ku nirxên Emerîka û dewletên Rojavayî red nake re hebe. Dîsa ji alîyê hêzên hegemonîya Cîhanî ve hewl tê dayîn ku hêzên çepgir û sosyalîst jî kedî û lawaz bikin û wisa têkilî pêkhateya Rojhilata Navîn ya nû bikin.

Di Rojhilata Navîn ya nû ku tê payîn ku di paşerojê bê avakirin de Emerîka û hêzên Rojavayî hewl didin ku hevsengîyekê li ser erdê di nava hêzan de çêbikin. Em ne di wê bawerîyê de ne ku cihek ji Tevgera Îxwan Misulmîn a ku dem dem xwe nerm nîşan dide û dem dem jî  ber bi tundî û tundrawîyê de diçe re hebe. Û Erdogan ê xwedî meylên Îxwanî yê ku tundî û gotara dijminatîya sor dike, çawa di bûyerên Dara Zorê de – mijara Ehemd Xibêl(Ebû Xewle) kir ku fitneyekê di nava gelê kurd û ereb de çêbike – her wiha desteka wî ya aşkere ji tundîyê re di 7 Cotmehê dema êrîşa Hemasê li ser Îsraîlê, Erdogan jî di hedefê de ye, eger ku ew ji vê helwesta xwe ya heyî danekeve çarenûsa wî jî dê wek wan lîderên Îxwanan yên ku ji desthilatê hatin dûrxistin bibe.

Tirkîyê Bêyî Erêkirina Emerîka yan jî Îranê Nikare Operasyonê Di Kûrahîya Îraqê de Pêk Bîne:

Korîdor aborî ya bi serpereştîya Emerîka çawa be jî dê çêbibe û biçe serî, Vebûna wî korîdorî ne di bejewbendîya Tirkîye û Îranê de ye, di encam de hemû dewletên navborî ji vî korîdorî sûdê dibînin. Tirkîyê û Îran dê nehêlibin ew pêk were. Weke gaveke pêşwext Tirkîyê ligel Îranê hewl dide korîdorekî aborî ku Tirkîye dest pê dike, bi rêya Basra digihêje kendava Farisî vebike da korîdora aborî ya Emerîkî-Saûdî-Îsraîlî vala derbixe û xwe ji dorpêça aborî ya li ser wê rizgar bike. Serdan û trafîka dîplomasî ya rayedarên Tirkîyê (Derve, hundir û istîxbartê) ji Emerîka, Îraq û Herêma Kurdistanê re di vê çarçoveyê de ye. Bi hihaneya elwekarîyê û şerê bi PKK re Erdogan hewl dide erêkkirina Emerîka bi dest bixe, herêmine din li Başûrê Kurdistanê dagir bike û qaşo kembera ewlekarîyê pêk bîne, li alîyê din hewl dide ku Îraqê Îqna bike ku beşdarî operasyonê bibe.

Di vê derbarê de nîşane hene ku Barzanî beşdarî operasyonê bibe ji ber ku ew berê hemû cûrên destek û alîkarîyê dide Tikîye li dijî PKK, lê ev tenê têrê nake di demeke ku nîqaş li ser dagirkirina herêmeke berfireh ji axa Îraqê tê kirin ku kûrahîya wê li hin cihan digihêje sed kîlo metre, di vê rewşê de pêwîstîya Tirkîye bi erêkirina Emerîka yan jî Îranê heye da ku vê operasyona xwe ya leşkerî bide destpêkirin, eger ku yek ji dewletên navborî erê neke, Tirkîyê bi tena serê xwe nikare vê operasyonê pêk bîne.

 Rewş pir aloz û di nava hev de ye, ne di berjewendîyên Emerîka de ye ku PKK tune bibe, PKK nebe hevsengîya sîyasî ya li Sûrîye pêk nayê, Emerîka bixwaze nexwaze girsyeke mezin ji kurdên Rojavayê Kurdistanê bi fikir û felsefeya Rêber Ocalan re ne, Emerîka neçare vê li ber çavan bigire. Li alîyê din eger qada Sûrîye ji wan re bimîne dê DAÎŞ û komên tundraw yên girêdayî Tirkîye ango Tirkîye dê dest dayne ser Sûrîye, Emerîka vê yekê naxwaze. Lewra jî pêwîstîya Emerîka bixwe hem li Sûrîyê, hem li Tirkîyê û hem jî li Îranê bi PKK heye, ji ber ku girseyeke mezin ya gel li van her çar dewletan bi PKK ve girêdayî ye. Ne di berjewendîyên Îranê de ye jî ku bi carekê de PKK were tunekirin, dijminatîya Îran û Tirkîyê ya îdeolojîk a dîrokî nepêkane bi carekê de ji naverastê rabe, Îran naxwaze PKK bi carekê de bê tunekirin, çima? Bi kurtasî ji ber ku ew jî ji hebûna PKK sûdê dibîne, eger hêza QSD ne li Bakur Rojhilatê Sûrîye be tevgerên sunnîyan yên weke Îxwan û DAÎŞ û hwd vê valahîyê dadigirin, ev jî ne di berjewenîyên Îranê de ye. Li alîyê din mayîna PKK weke şûrekî li ser stûyê Tirkîyê ku ew bi dirêjîya salan xwîn birêje bêguman dikeve xizmeta Îranê. Tirkîyê kaxeta avê li dijî Îraqê bi kar tîne û zextan li ser Îraqê dike ku acendeyên wê bipejirîne, ya rastî pêwîstîya Îraqê bi korîdorekî aborî ku Tirkîyê serpereştîya wê dike nîne, ji ber ku petrola Îraqê jixwe berê di ser dewletên kendavê re derbas dibe û tê firotin, ev korîdor di pleya yekem de dikeve xizmeta acendeyên Tirkîyê yên sîyasî, leşkerî û aborî, di vê mijarê de gotina dawî ya Îran û Emerîka ye. Îraq têdigihêje ku armancên Tirkîyê hene û hewl dide ku bi rêya Barzanî û sunnîyên Îraqê dest danyne ser Îraqê mîna ku bi komên çete li Sûrîyê kir, her wiha ne ji berjewendîyên Îraqê bixwe ye jî beşdarî operasyona Tirkîyê bibe, beşdarbûna wê ji operasyoneke wiha re û anîna hêzeke din ya zêde ya Tirkîyê ji nava erdê wê re nakeve berjewendîyên Îraqê, ev ê alozîyeke mezin ji Îraqê re derbixe. Di alîyekî de jî Erdogan van gef û êrîşên xwe yên li ser kurdan li Sûrîye û Îraqê pê hundir bê deng dike, pirsgirêkên xwe hinardeyî derve dike.

Em ne di wê bawerîyê de ku Tirkîyê destûra operasyoneke wiha berfireh di asta ew pê difikirin de li ser Garê, her wiha Qendîla ku dikeve herêma YNK nêzî sînorê Îranê pêk bîne weke ku hatîye plan kirin, nexasim Erdogan û partîya xwe di hilbijartinên 31 Adarê de encama dixwest bi dest nexistin û di hilbijartiên de li hember hevrikê xwe (CHP) têk çû. Lê bi armanca lawazkirin û teslîmgirtinê Tirkîyê dê operasyonên qismî an operasyonên noqteyî li hin xal û herêmên ku ew bo xwe girîng dibînin pêk bîne, gelo ev ê encam bigire an negire ne dîyar e.

Li alîyê din di newrozê de fermandarê Hêzên Parastina Gel Mûrad Qaraylan mizgînî da gelê kurd ku çekên pêşketî yên xistina dironan di destê wan de çêbûye, çûna Qendî û Garê ne seryraneke, dibe ku çûn hêsan be lêbelê derketin jê nepêkane, xwezaya dijwar ya çîyayî her wiha bajarên ku PKK li van herêman di binê erdê de çêkirine, şerê tunelan ne karekî hêsane, par û pêrar me şahîdîya wê kir Tirkîyê bi mehan li şikeftekê dadiqelizî nikarî zû bi zû kontrol bikira, ancax bi bikaranîna çekên kîmyawî ya navnetewî qedexekirî dikarî şikeft kontrol bikira.

Weke Encam:

Piştî ereb û Îsraîlî li hev bên, û korîdora aborî ya Hindê û Europa bi hev ve girêdide vebe êdî ti pêwîstîya Îsraîl bi Tirkîye namîne, di leyîstina rola berê dileyîst di sedsala bîstemîn de, ji ber ku ti xeterîya ereban li ser Îsraîlê namîne, her wiha ev ji bo hêzên Rojavayî û Emerîka jî wiha ye, ew jî ew girîngîya ku berê didan Tirkîyê îro li holê nema ye, Emerîka bi xwe îro hem li Îraq e hem jî li Sûrîyê ye, rolên ku Tirkîyê berê dileyîst îro pêdivî pê nema ye, lewma ew girîngîya ku berê ji alîyê îsraîlîyan û hevalbendên wan ve ji Tirkîye re dihat dayîn wekî berê nemaye, nexasim xeta Erdogan û xwedîderketina wî li Hemasê û zindîkirina osmanîya nû, Emerîka, hêzên Rojavayî û  îsraîlî hêrs kirine, vê hiştîye ku têkîlîyên Tirkîye û îsraîlê dem dem ji hev bikevin. Têkîlîyên îsraîl û Tirkîyê di pêncî salên dawî de her germ berdewam kirine.

Nakokîyên îsraîlê  bi şexsê Erdogan ê ku meyla wî bi ser tevgerên îslamî yên tundraw ve ye, ne bi Tirkîyê giştî re ne, ev helwestên Erdogan bi demê re ber bi tundîyê ve diçin li beramber îsraîlê, mîna şova li Davosê li forma aborî kirî(one minute) dîsa şandina gemîyan ji Xeze re ji bo şkandina dorpêça li ser Xeze û kuştina hin endamên taxima gemîyê ji alîyê îsraîlê ve, her wiha demên dawî binavkirina Erdogan ji Hemasê re weke(Tevgera Berxwedanê) û gotinên wî yên provekekirina Natanyaho, ev helwest hemû weke xalên neyînî li ser Tirkîyê têne tomarkirin, ev jî dibin sedem ku sarbûn di têkîlîyan de çêbibin. Li alîyên din tevgerkirina Erdogan ji derveyî refên NATO û vala derxistina sizayên Emerîka li ser Rûsya birîne, ev sedem hemû û hwd dibe sedem ku Tirkîyê cihê xwe yê cîyûstratejîk bi demê re winda bike.

Di alîyê sîyasî de van deh salên dawî eger em bala xwe bidinê Tirkîyê hatibû tecrîdkirin, têkîlîyên Tirkîyê bi Sûrîye, Îraq, Îmarat, Saûdîye, Misir, Lîbîya, Yûnan, Ermenistan û hwd gelekî xirab bûn, bi Îran re her çendî di hin xalan de li hev dikin jî lê di gelek alîyan de dûrî hev in, nexasim di alîyê îdeolojî de.

Di alîyê aborî eger korîdora aborî ya Hind-Eurpa were vekirin, xeta enerjîyê ya Tirkîyê derveyî dewerê dimîne ango dê bandoreke neyînî lê bê kirin. Erdogan ketîye ferqa vê yek, lewma hewl dide car din têkîlîyan bi van welatên navborî re ji nû de vegerîne weke berê, piştî ewqa xeber û dijûn ji lîderên van welatan re îro ew bixwe çû ber lingê lîderên van welatan, rica û lavan dike ku bi serokê Sûrîye rûne.

Çavkanî:

1- inflation.eu

2- Aljazeera.net  

3- bbc.com/arabi/articles/c28zddp8dko.amp

زر الذهاب إلى الأعلى