ANALÎZ

Berxwedaneke gelerî ye yan şerekî Îranî ye?

Her roj, pêngavên cûda li bakur û rojhilatê Sûriyê tên  encamdan ku sivîlên girêdayî Rêveberiya Xweser û kesayetên leşkerî û ewlehiyê yên girêdayî Hêzên Sûriya Demokratîk( HSD); tevî navendên leşkerî yên Amerîkî, dikin armanc. Di encama dubarekirina van pêngavan de ku pirê caran  kûrahiya ewlehî û leşkerî li van deveran dikin armanc, gotina  milîsên “Berxwedana Gelerî” pir belav dibin.

Îcar ev milîs kî ne?

Komek çekdar ji endamên hin êl û eşîrên Ereb ên li bajarê Reqayê, bi daxuyaniyeke vîdyoyî ku li ser malperên tora civakî ku di reşmîya  2018’an de hate weşandin, tê de damezrandina girûpine nû bi navê”berxwedana gelerî li herêma rojhilat”ragihand. Li gor angaşta wan ev girûpên çekdar ji bo şerê dagirkeriya Emerîkayê ye. Her wiha di daxuyaniya xwe de jî; ji welatiyên Reqayê xwestin ku bi her awayî pişgiriya wan bikin. Di dawiya daxuyaniya wan de jî silogana”mirin ji bo Amerîka ” hate gotin ku ev siloganeke Îranî ya kevn e .

 Ev koma qaşo “alîgirê Esed” in, lê  li dû şopa Îranê ye û tê gotin ku ev komanan bi Îranê ve girêdayî ne. Jixwe ev dîmen tevgerên Islamî  yên  ku di sala 2003’an de dema Amerîka  ket  Îraqê hatin damezrandin, tîne bîra mirov.

Destê Îranê  di damezrandin û bihêzkirina hin komên şîe yên çekdar de hebû; mîna Rêxistina Bedir, milîsên Muqteda ElSedir”Artêşa Mehdî” û piştre jî Heşda Şabî, ew jî yên ku Îranê ew di şerê li dijî hêzên Amerîkî li Îraqê bi kar tanîn ku wan jî silogana “bemire Amerîka” bi kar tanîn.

Koka van milîsan

Di 2014’an de destpêka ku Daiş derbasî bajarê Reqayê bû, hin malbatên ji aliyê rêjîma Sûriyeyê ve ber bi Şamê ve hatin veguhastin, her wiha hejmarekê navendên perwerdeyê hatin vekirin û bi bihaneya “Em ê li Reqaya xwe vegerin” hejmara yên ku tevlî wan bûn pir zêde bû, hemû jî zarokên Reqayê bûn. Bi vî awayî yekem rêxistina saloxgêr ya ku bi navê “Leqên Artêşa Erebî ya Sûrî” hat avakirin û durişmeya wan jî ev bû “Sivîl, aşitiyane û veşartî û divê rêjeya şaştîyan tê de sifir be”. Ev şane ketin nava Reqayê û çalakiyên pir hestiyar li dijî komikên rêxistina Daişê pêk anîn û hêzên wan ên leşkerî û  ewlekariyê armanc digirtin.

Her wiha dikarîn di wê demê de ala Sûriyeyê li ser gelek sazîyan hildin. Ev çalakiyên wan heyanî ku Reqa ji destê Daişê ji alîyê HSD’ê û hevpeymana navneteweyî ve hat rizgarkirin berdewam kirin. Gelek çalakî li dar xistin û HSD’ê û Asayîş armanc girtin. Bi vê yekê heyanî roja me ya îro bi nav û rengên cuda rêzearmancgirtinên wan berdewam dikin. Ji bo ku ev milîs gumanan ji xwe dûr bixin rêxistineke mîna xwe bi navê “Berxwedana gelêrî ya li herêma rojhilat” da avakirin ku bi wê re çalakiyên wan li tevahiya herêma rojhilat belav bibin.

Êdî van ilîsan berjewendiyên Amerîkî ji xwe re armanceke sereke dibînin, her wiha gelek çalakî pêk anîn; mîna armancgirtina kesayetên leşkerî û ewlekarî yên bi ser HSD’ê ve nr. Lê kêleka wê jî bi karên handankirinê radibin û pelevokan belav dikin, da ku niştecihên herêmên di bin serweriya HSD û Amerîkayê de ne,  xwepêşandanan bikin.

Raporeke Enstîtuya Waşontonê a Siyaseta Rojhilata Nêzîk di sala 2019’an de, bal kişand ser rola rêjîma Sûriyeyê ya Şamê di piştgirtina pilanên Îranê yên li herêma rojhilat ku hêzên ” Pasdarên şoreşa Îranê” dikeve nav tevna civakî ya piraniya neşteciyên Ereb ên Sunî bi rêya hin çalakiyên civakî û aborî yên Ku dibin alîkar ji vê hêzê re, da ku mezheba Şîî li ser neşteciyên herêmî yên ku di rewşeke darayî zordar re derbas dibin bisepînim.

Pêngavên darayî yên birêxistinkirî ku “Pasdarên şoreşa Îranê” pêşkêş dikin yên ku ji pergala ewlekariya “belawela û îflaskirî” ya rejîma Esed bêtir in, Sûriyên bê kar û xizan dikişînin ber xwe. Her weha hin eşîrên herêmî jî di cîbicîkirina vê rojevên Îranê de xwedî roleke sereke ne. Li herêmên weke Sibêhan û Meyadîn de, “Pasdarên şoreşa Îranê” ferman dan şêxên eşîran ku gazî neştecîyan bikin, da ku beşdarî çalakiyên ku li Huseyîniyeke Şîî hatine rêxistinkirin bibin, her wiha çavkaniyên herêmî destnîşan kirin ku Salih Mihemed Îsmaîl Al-Baaj ê ku yek ji berpirsyerê eşîra Al-Baajîn li Meyadîn e, di belavkirina mezheba Duwanzdehan de, bi hevkariya “Navenda Çanda Îranê” ya li Şamê, hevkarê sereke yê Tehranê ye.

Pasdarên şoreşa Îranê bi awayên curbecur hewl didin ku eşîrên Ereb kontrol bikin, da ku wan ji bo rojevên xwe bikar bînin û êşên wan di nav kirîza ku li welêt de bidomînin. Pêvajoyên şîîtiyê yên ku di nav eşîrên Sunî de belav bûne yên ku Îranê bi rêya wan hewl dide ku pilanên mezhebî li wê herêmê bicîh bike û li dij Hevpeymana navneteweyî û Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) derkevin; ji reseniya eşîrtiyê ve pir dûr in.

Teqînên ku di dema dawî de li bajarên Reqa, Tebqa û Dêrazorê diqewimîn, ev kom ji ber gelek sedeman li piş wan teqînan bû, piştî her pêngavekê medyayên civakî daxuyaniyên berpirsyariya Daîşê ji van çalakiyan re parve dikirin, lê ya balkêş ew bû ku hemû daxuyanî dîroka Zayrndî li şûna dîroka Koçeyî  bikar anîbûn ku berevajî rêbaza ku Daîşê bikar danî û hîn jî bikar tine.

Ebdilkerîmê Hefil ku yek ji şêxên êla Egêdat e, sala borî wisa got:”Berxwedana gelêrî li herêma rojhilat, li dijî hêzên Amerîkî û HSD’yê ye”. Her wiha wî da zanîn ku berxwedên  taybet li dijî hêzên Amerîkî li zeviyên “el- Umer” û “Konîko” pêk anîn. Wî tekez kir ku “Berxwedan heya armancên xwe yên qewitandina dagirkerên Amerîkî û QSD û hwd pêk bîne, dê berdewam bike.

Mîlîsên bi navê “berxwedana gelêrî” yên ku ji derve ve alîgirên Esed in û Îran wan bi pere dike, tenê şaneyeke ewlekarî ne ku ji hêla odeyên saloxgerên basî-îranî ve tên birêvebirin, da ku ewlekariya li herêma rojhilat têk bibin û rewşeke tirsê di nav gel de berbelav bikin. Her wiha tu hembêzeke gelrî ya ku vê milîsan bihewîne tune ye. Ew xwe dispêrin demokrasiya ku Rêveberiya Xweser li herêmê peyda kiriye (sistbûna ewlekariyê.

 Weke mînak,  pêvajoyên dawî yên ku ev milîs wan digire ser xwe, di demekê de pêk hatin ku çeteyên Dîfelwtenî rageşî li dijî Hêzên Ewlekariya Hundirîn li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêk anîn. Ango, her ku pirsgirêkek di ewlekariyê de derdikeve, ev milîs dest bi operasyonên xwe dike. Ji ber wê jî ev milîs di rewşên asa yên herêmê de lewaz û bêçare me. Jixwe tê zanîn ku gelek operasyonên ku ew dikin di demekê de pêk tên ku milîs û rêxistinên girêdayî Îran li dij berjewendiuên Amerîka hevalbendên wê de êrîş kirine yan jî dema ku ziyan digihên armancên binirx li ba Pasdarên şoreşa Îranê; her wekî rûdanên dawî li Txa Tey.

Van milîsan daxuyaniyek weşand û tê de berdewamiya “berxwedanê” ragihandin û ji endamên ereb ên di nav HSD’yê de Xwestin ku dev jê berdin û tevlî “berxwedana gelêrî” bibin. Her wiha bang li êl û hozên erebî li herêma Cizîrê kir da ku li dijî HSD’ê bibin yek û li gorî ku wê gotî, wê refeke leşkerî ya girêdayî  HSDê li gundewarên bakur ên Dêrazorê kirin kemenînekê. Her wiha wisa zêde kir: Ev pêvajo weke alîgirî ji bo xizmên me yên li Cizîra Sûriyeyê û lehengên Eldîfawiwetenî hat.”

Ev rûdan û bûyer hemû me vedigerînin hevdîtina “Rûsya 24” bi Serokê Rêjîma Sûrîyeyê “Beşar Esed” re ya sala 2020’an, Esed di hevdîtinê de wiha got: “Hêrsa gel dê hin bi hin li dij dagirkerê Amerîkî û komikên ku ji wan re kar dikin li aliyê rojhilat gurtir bibe û dê berxwedan dest pê bike. Lewra ji dewletê tê xwestin ku piştgiriyê bide her karekî ku hêza dagirker armanc bigire”. Şirovekirina hin dahûrîneran ji vê danezanê re ew bû ku Esed artêşa xwe rasterast naxe rûyê hêzên Amerîkayê, lê dibe ku di qonaxekê de hin şane bi navê :berxwedana gelêrî ” bên damezirandin ku rewşa deverê baş zanîbin.

Me ev yek di çalakiyên ku van mîlîsan pêk anine û pêk tîne de dît. Ne jixwe re ye ku berjewendîiyên vê komê bi keda ku hêzên Îranê li jerêmê didin li hev bikin; ew jî êrişa bi ser berjewendiyên Amerîkayê û hevbendên wê de. Her wiha vê komê logoya dest û çekê ji xwe re hilbijartiye ku ev sembol heman sembola ku hêzên Îranê ji bo rêxistinên leşkerî yên girêdayî wê li Îraq, Sûrîye û Libnanê bi kar tîne.

Li gor  agahiyên heyî, dixuye ku herêma Bakur û Rojhilatê Sûrîyeyê bûye xaleke germ ji bo derketina hin tevgeran ku ewlehî û aramiya herêmê armanc digirin. Her wiha ji agahiyên ku ev mîlîs diweşînin û liv û tevgerên wan dixuye ku çalakiyên armancgirtina sembolên leşkerî û sivîlan dê dema bê zêde bibin.

Beşa Ragihandinê

زر الذهاب إلى الأعلى