Gotar li gor nerîna nivîskar e
Ji çaxa hilweşîna rêjîma Sûriyayê û avabûna ferwerîya demkî ya xwedî xûyeke tevlihev, ku di navbera komikên çekdar ên berê û hêzên sivîl û siyasî yên avakirî de têkel e, kêşeyeke cewherî derketiye pêşberî dewleta nû; ku ew jî jinûvesazkirina siyaseta derveyîn di nava jîngeheke tevlihev û tijî nakokîyên binyadî de ye. Êdî; ferwerîya ku di rastîyê de berdewamîya siyasî ya sabarinan e; ku berê ser bi Heyet Tehrîr El-Şam ve bûn, ku wê jî di nava xwe de çekdarên biyanî yên mîna ûygur û fransî û ji bilî wan, dihewand, aniha xwe li pêşberî mafdarîya jinûvedanasîna têkilîya di navbera hundir û derve de û di navbera pêdivîyên ewlekarîyê û xwestekên rewabûna navdewletî de, dibîne. Ev dualîtîya hestyar; rûbirûbûyîneke berdewam a xeta siyaseta derveyîn a Sûriyayê ya nû ye, ku hewl dide di navbera vebûna li ser cîhanê û barê mîrateya leşkerî û îdeolojî ku hîn jî tevgerîna wê dixe nava qeydê de û gumanên hêzên herêmî û navdewletî li serê çêdike, hevsengîyê çêbike.
Rewşa siyasî ya niha, di nava xwe de çînên tevlihevîya siyasî û ewlekarî dihewîne. Ji alîyekî ve; hîn jî hebûna çekdarên biyanî ji dewlet û civakê bi hev re, metirsîyeke nîgeran çêdike. Ji ber ku; hinek ji wan ser bi rêxistinên tundrew ve ne yan jî beşek ji komikên dersînorî ne. Ev yek; hiştiye ku mijara bidestgirtina van kesan û jinûvearastekirin wan, bibe yek ji dosyayên herî metirsîdar ên ewlekarîya niştimanî ya Sûriyayê. Ji alîyê din ve jî; ev mijar metirsîyên hêzên navdewletî yên ku van hêzan weke gefeke rasterast ji ewlekarîya xwe ya neteweyî re dibînin, geştir dike. Nimûne; Çîn weke jêdereke gefê li çekdarên ûygur dinêre; ku di çi demekê de xwe ji nû ve li dijî wê çalak bikin. Her wiha Fransa jî vegera welatîyên xwe yên ku xwe berdane nava alozîya Sûriyayê de, weke mijareke têkildarî ewlekarîya ewropî bi giştî dibîne. Di navbera van her du helwestên cihê de, Şam ketiye rewşeke xirab; ku hewl dide di navbera daxwazên derveyîn ên qutebir û pêdivîyên hevgirtina wê ya hundirîn di pêvajoya guhêzî ya jihevketî de, lihevkirinekê çebike.
Di vê çarçoveyê de, eşkere dibe ku; çi hewldaneke avakirina siyaseteke derveyîn a hevseng, eger mala hundir neyê birêkûpêkkirin û bi rêya bidestgirtina komikan, biyekkirina binyada ewlekarî û avakirina pergaleke zagonî ya zelal ji bo çarekirina dosyaya çekdarên biyanî, têgeha serwerîyê ji nû ve neyê pênasekirin, dê ne pêkan be. Êdî; ji bo ku danpêdaneke çalak a navdewletî bi dest bixe, ji dewleta guhêzî tê xwestin ku nimûneyeke siyasî û ewlekarî pêşkêş bike, ku dikare alîyên cihêreng aram bike ku êdî xaka Sûriyayê nema landikek ji bo rêxistinên dersînorî yan jî jêdera gefên ewlekarî ye. Jixwe ji bo vê yekê gotûbejeke niştimanî ya eşkere di navbera tevaya pêkhateyên sûrî de heye, ku armanca wê danîna bingehin makezagonî yên nû ye, ku li ser bingeha welatîbûna wekhev û mafên mirovan ava dibe û desthilateke zagonsaz ku li şûna rêbaza çekê û peyrewîyên komikî, bi zagonê hukimê xwe digerîne, dide sazkirin. Rewatîya siyasî di rewşa Sûriyayê ya nû de ne tenê li ser hevsengîyên hêzê ava dibe, lê belê li ser şiyana wê ya ji bo pêkanîna dadmendîyê û misogerkirina ewlekarîyê ji hemûyan re bêyî cudahî, pêk tê.
Bi tevî hewldanên ferwerîya guhêzî yên ji bo danîna xetên siyaseteke derveyîn a hevseng, ku li ser bingeha bêalîtîya erênî û vebûna li ser alîyên cihêreng ava dibe; lê belê ev hewldan li dîwarê rasetqînîyeke hundirîn a jihevketî diqelibe. Her gaveke ber bi avakirina têkilîyên dewleta nû ve; li bermaberî wê hesabin tekûz ên hundirîn derdikevin, ku têkildarî hevsengîya di navbera komikan de ne, her wiha metirsîya hinek alîyan ku çi nêzîkbûneke ji dewletên rojavayî yan jî Çînê re bandorê li cihê wê yê di nava desthilata guhêzî de bike. Ev têkelbûna di navbera derve û hundir de, dihêle ku siyaseta Sûriyayê ya nû bêtir nêzîkî proseseke hevseng a domdar di navbera berjewendî û metirsîyan de be. Di heman demê de ku Şam hewl dide danpêdaneke navdewletî bi dest bixe, ji nûveavakirinê bike û veberhênana rakêşe, xwe li beramberî danûstandina baldar a bi hêzên ku beşdarî hilweşîna rêjîmê bûne re, dibîne, ku di destên wan de çek hene û ji çi veguherîneke ku gefê li destkeftîyên wan ên meydanî û siyasî dikin, hestyar dibin.
Di rehenda herêmî de; kêşe gelekî tevlihev e. Êdî; dewletên cîran weke Urdun û Misir, bi baldarî li dosyaya ewlekarî ya Sûriyayê dinêrin. An ku metirsîya wan heye ku tevlihevî yan jî hevrikîyên cihadî careke din vegerin li ser xaka wan. Êdî; ev dewlet hewl didin ku bi rêya pêşkêşkirina destpêşxerîyan an jî mercdanînên ewlekarî yên diyarkirî, bandorê li encamên siyaseta Sûriyayê ya nû bikin. Ev hevsengî, pêdivîya wê bi pisporîyeke diplomasî ya pêşketî heye. Li gor wê; pêşkêşkirina destjêrbanên pir, dê heybeta dewletê ya hundirîn winda bike, li beramberî wê jî tundrewîya zêde, dê di warê cîhanî de wê dûr bixe û danpêdana pê weke alîyekî rewa di qada navneteweyî de, dereng bixe.
Ji alîyê binyadî ve; mijara jinûvesazkirina sektorên ewlekarî û parastinê, dimîne derbasgeha bingehîn a vegerandina hevsengîyê li hundir û piştre derve jî. Metirsî ne tenê di hebûna çekdarên biyanî de ye, lê belê di têkçûyîna têgeha girêdana niştimanî di nava hinek komikên çekdarî de ye. Jinûeavakirina sazîyan li ser bingeha peyrewîya ji dewletê re, ne ji komikan re; gava biryardar a peyitandina aramîyê ye. Êdî; gava dezgehên ewlekarîyê li jêr sîwana çavdêrîyeke sivîl û dadwerî be, dê bi awayekî rasterast li ser bawerîya civaka navdewletî ya bi karîna dewleta Sûriyayê ya birêvebirina alozîyên xwe, biteyisîne. Êdî; hevsengîya di siyaseta derveyîn de, nikare li ser xakeke sist ava bibe, lê belê li ser pergaleke zagonî û sazûmanî ku rewabûnê dide biryarên dewletê û têkilîyên wê bi derdora wê ya herêmî û navdewletî re bi dest digire, ava dibe.
Êdî zelal bûye ku siberoja siyaseta derveyîn a Sûriyayê ne li paytextên mezin tê danîn, lê li Şamê bi xwe tê danîn. Ew jî; bi rêya veguherîna siyasî ya hundirîn û karîna wê ya ji bo sazkirina peymaneke civakî ya nû ku bawerîyê di navbera pêkhateyên Sûriyayê de ji nû ve vedigerîne, pêk tê. Her çi qasî dewlet bikare dosyayên xwe yên ewlekarî û dadwerî bi zelalî û berpirsiyarî çare bike, dê ew qasî karîna ji bo vebûna li ser derve zêde bibe û hevsengîyeke domdar di navbera hêzên navdewletî yên li ser desthilatên li Sûriyayê hevrik in, pêk bîne. Hevsengîya rastîn ne bi bêalîtîya axêverî û ne jî bi xapandinên diplomasî yên demkî pêk tê, lê belê bi jinûveavakirina hundir li ser bingehên dadmendî û lêpirsînê, ava dibe, ku aramîya hundirîn bibe bingeheke serwerîya derveyîn, nebe xaleke lawazîyê ku ji alîyê hinek alîyên din ve were keysbazkirin.
Sûriya; îro li pêşberî xaçerêyeke biryardar e; yan dê veguhere nimûneyeke dewleta piştî hevrikîyê, ku dikare di navbera serwerî, wekhevbûn û vebûnê de komkirinê çêbike, yan jî dê bimîne girtîya di destê nakokîyên xwe yên hundirîn û fişarên derveyîn ku dê careke din alozîyên xwe bi şêwyên nû çebike. Ji bo ku dewleta guhêzî ji vê alozîyê derkeve, divê projeyeke niştimanî ya gelemper ku têkilîya wê bi wê û cîhanê re, ji nû ve pênase dike, bide destpêkirin. Hevsengîya di siyaseta derveyîn de, dê bi qasî pêkanîna hevsengîya hundirîn pêk were. Ev; rûbirûbûyîna herî mezin di rêwîtîya veguehrîna Sûriyayê ya niha de ye, ku tê de siyaset bi ewlekarîyê re, nasname bi dewletê re, rewabûn bi karîna li ser xebatê re, rastî hev tên.








