ANALÎZ

Sedemên veşartî yên vekişîna Amerîkî ji Afganistanê

 

Weke bertekeke tolhildanê piştî bûreyên 11’ê îlona 2011’an, Amerîkayê Afganistan dagir kir û sîstema hukmê Talîban ku hevpeymanê Qaîdeyê ye, hilweşand. Amerîka ev pêvajo di bin navê “şerê li dijî terorê û damezirandina hikûmetekê ku piştigira welatên rojavayê dunyayê be” dest pê kir. Piştî deh salan ji vê bûyerê û piştî têkbirina Usama Bin Ladin û mirina Mele Umer ku di rewşeke neaşkere de mir, gelek doz di hundirê Amerîkayê de derketin holê. Wan dozan, daxwaza vekişîna hêzên Amerîkî ji Afganistanê dikir. Vê jî rê li ber diyalog û danûstandina bi awayekî nerasterast di navbera Amerîka û tevgera Talîban de vekir. Di encamê de di reşemiya 2020’an de, rêkeftineke aştiyê li Dewhayê di navbera wan de hat îmzekirin. Di vê rêkeftinê de bi kurtasî hat diyarkirin ku gerek e Amerîka ji Afganistanê vekêşe û li hemberî wê, tevgera Talîban soz da ku ew ê bi tu kiryarên dijminatiyê li dijî Amerîka û berjewendiyên wê li herêmê pêk neyîne. Îcar vekişîna Amerîkayê piştî danûstandinên bi tevgera Talîban re, pêk hat.

Tevî ku rêveberiya Amerîkî tekez kir ku wê armancên xwe di vê operasyona xwe ya leşkerî ya bi ser Afganistanê de pêk anîn jî, lê gelek analîzvanên siyasî amaje kirin ku Amerîka di Afganistanê de bi bin ket û destvala jê derket. Ev analîzvan xwe di vê yekê de dispêrin wê yekê ku Amerîka nikarîbû ne tevgera Talîban ne jî Qayîdeyê têk bibe. Her wiha didin diyarkirin ku di vê operasyonê de, lêçêneke pir mezin ku bi qasî nêzî tirilyon dolarî ye hat xerçkirin û wê nikarîbû gencîneya kanzayî û jêderên enerjiyê yên ku Afganistan bi wan navdar e, veber bîne an jî bi kar bîne. Tê pêşbînîkirin ku hin dewletên cîran (her wekî Çîn û Îranê) van gencîneyan veber biînin. Lê gerek e ji bîra me neçe ku fatûreya şerê Amerîkî, ji gencîneyên herêmên di bin desteseriya Amerîkayê de tê dan (her wekî li Îraq û şerê Kendava Ereban û ji bilî wan). Şopînerên siyaseta Amerîkî ya kevin û nû, dibînin ku  piştî her gaveke wê, stratejiyeke lêkolînkirî heye. Ew stratejî ramana desteseriya li ser hin gencîneyan yan jî têkbirina tevgera Talîban derbas dike. Ji ber wê tê pêşbînîkirin ku ew ê destkeftîne mezintir ji destkeftiyên mayîna xwe bi dest bixe. Ji nîşaneyên vê yekê yên diyar, zêdebûna hêzdariya hin hêzêzn ku rikberiya Amerîkayê dikin. Ev hêzên han (her wekî Çîn, Rûsya û Îranê)  hewil didin rewşa cyosiyasî ya orta Asyayê desteser bikin. Li gorî pîvanên nûjen ên nakokiya navneteweyî, Amerîka nikare bi awayekî rasterast xwe rûbrûyî van hêzan bike. Ji ber wê jî hewil dide alozî û tevlîheviya bizanebûn li herêmê peyda bike da ku bandorê bi awayekî neyînî li stratejîkên wan dewletan ên aborî, leşkerî, siyasî û ewlekarî bike.  Xuya ye beşdarkirina Tirkiye di vê tevlîheviyê de  (mîna beşdarkirina wê di tevlîheviya ku li hin welatên Rojhilata Navîn heye), stretejîka Amerîkî ya nû ji bo desteseriyê, baş dide diyarkirin. Ji ber wê mirov dikare bibêje bi qasî ku babet, babeta nakokiyeke navneteweyî ya domdar e, ne babeta biserketin û bibinketinê ye.

Berî vekişîna Amerîkî:

  • Destpêşxeriya “Kembera Yekrêyê”. Ev destpêşxerî ji “rêya hevrîşmê ya cîhanî” hetiye nimandin. Serkeftinên çînî di lidarxistina rêkeftinên aborî bi gelek dewletên Asya, Ewropa û Aferîqayê re berdewam in. Ev rêkeftin xizmeta projeya wê dikin. Gelek dewletên cîhanê ji bo bibin beşek ji vê projeyê dikevin nava pêşbaziyan. Alîkarê wezîrê derveyîn ê çînî “Çin Şîyaw Dong” di 16’ê nîsana 2019’an de amaje kir ku Çîn rêkeftinên hevkariyê yên “Kembera Yekrêyê” bi 17 welatên Ereban re îmze kirin û hevşirîkatiyeke stratejîk û domdar bi 12 welatên Ereban re girê dan. Ev ji bilî veberhênanên çînî yên bi milyarên dolaran di gelek welatên Asyayê de; di nav wan de Afganistan. Her wiha bîrnameya levkirinê ya rêkeftina 25 salî bi Îranê re îmze kir. Hedariya ku hebûna Amerîkî li Afganistanê peyda kiribû, xizmeta vê projeya çînî dike. Ev proje jî weke gefeke stratejîk li dijî berjewendiyên Amerîkayê yên li vê leka cîhanê ne.

  • Tirkiye weke dewleteke misilman a endama Natoyê xwe ji bo birêvebirina dosyeya Afganî, hilbijart. Tirkiye piştgira herî mezin e ku piştgiriya Rêxistina Partiya Islamî ya Tirkistanî (çînî) dike û jêdera yekem a çeteyan li ser asta tevahî cîhanê ye; bi taybet çeteyên Sûrî yên Îtîlafa Sûrî. Niha jî Tirkiye hewil dide van çeteyan ji bo ku herin Afganistanê amade dike. Dibe ku ev yek jî bi xwe re alozî û tevlîheviyê li Asyaya Navîn peyda bike, (her wekî aloziya li Sûriye û Lîbyayayê). Dibe ku ev yek jî ewlekariya neteweyî ya dewletên derdora Afganistanê bixe bin metirsî û gefan de, nexasim ku Tirkiye xwedî kêşwereke mezin e bi rêya hêza xwe ya nerim li ser gelên ku bi tirkî diaxivin. Dibe ku siyasetek li pey beşdarkirina Tirkiye bi awayekî aktîv di Afganistanê û hevsengiya hêzan a di navbera Rûsya, Îran, Tirkiye, Çîn û Pakistanê de hebe.
  • Lawaziyek di tevgerên islama siyasî di başûrê rojhilatê Asyayê de heye. gelek dewletên Ewropî fêrî wê yekê bibûn ku van tevgeran ji bo dabînkirina hêzdariya xwe ya li ser herêmê bi kar bînin. Ji ber wê jî desteseriya rêxistineke tundrew li ser Afganistanê, dê vîna wan tevgeran xurt bike û bihêle ji nû ve dest bi çalakiyên xwe bikin; her wekî Keşmîr, Tirkistana Rojhilat û ji bilî wan. zêdebûna vîna Cebhet el- Nusre li Îdlibê piştî desteseriya Talîban li ser hukmê, yek ji nîşaneyên vê yekê yên berbiçav in.
  • Pêwendiyeke domdar a Çîn, Rûsya û Îranê bi tevgera Talîban re hebû. Wan di vê pêwendiyê de xwe dispartin rêgeza dijminê hevbeş. Îran milîseke şîhî ya Afganî ku weke Heşda Şabî ye, damezirand. Ji ber wê jî tê pêşbînîkirin ku Amerîka xwe zêde nespêre Talîban ji bo pêkanîna ajanên xwe. Jixwe tê zanîn ku çalakiyeke zêde ya Daiş û Qayîdeyê li Afganistanê heye û dibe ku piştî binkeftina ku Daiş li Sûriye û Îraqê rastî wê hat, Afganistan bibe wargehekî sereke jê re.

Vekişîna Amerîkî:

  • Hevrêziyeke tekûz di navbera vekişîna Amerîkî û hikûmeta Afganî de tune bû. Mîna ku Amerîka derfetê bide tevgera Talîban da ku bi awayekî lezgîn derbasî paytexta Afganî bibe. Wate, levkirinek di navbera Amerîka û tevgera Talîban de heye, di vê levkirinê de desthilatî dikeve destê Taîban de. Bendên rêkeftina aştiyê ya ku di sala 2020’an de di navbera her du aliyan de hatiye îmzekirin, vê yekê tekez dike.
  • Vekişîna Amerîkî ji Afganistanê, hişt ku cîhan careke din bikeve mitaleya zêdebûna fikrê cîhadîst û hişt ku cîhan careke din hisabên xwe vegerîne. Ji ber ku Afganistan û pakistan, jêdera komên tundrew û cîhadîst pêk tînin, ji ber wê jî ev yek gefan li ewlekariya neteweyî ya dewletên cîran ên mîna Rûsya û Çînê dixwe.
  • Levkirin ango rêkeftin di navbera Amerîka û Talîban de bêyî ku hikûmet amade be, pêk hat. li gorî daxuyanên Amerîkî, hikûmetê rêkeftina bi Talîban re nepejirand. Xuya ye gendeliya hikûmeta Afganî bû sedem ku leşkerên Afganî li hemberî pêşveçûna tevgera Talîban li ber xwe nedin. Revîna serokê Afganistanê û wezîrê berevaniya wî, vê rastiyê tekez dikin. Xuya ye gelek tîmên leşkerî dê bi hemû çekên xwe yên ku rêveberiya Amerîkî dane wan, tev li tevgerê bibin. Berfirehbûna hêzdariya Talîban a bilez li ser gelek herêman bêyî ku berxwedaneke berbiçav hebe, berferehbûna Daişê ya li Îraq û Sûriyeyê tîne bîra me.
  • Dîmenên biêş li balafirxaneya Kabul, hişt civaka navneteweyî bigihêjin wê baweriyê ku metirsiya ramanên cîhadîst ên tundrew zêde dibin û dibe ku hin rtêxistinên tundrew ên nû derkevin ku ji rêxistinên Qayîde û Daişê tundrewtir bin. Ev yek jî dû ewlekarî û aştiya navneteweyî bixe bin metirsiyan.

Rewşên herêmî:

Ev babet û ji bilî wan, dê bandorê li ewlekariya herêmî ya orta Asyayê bikin û her dewletek dê hewil bide ewlekariya xwe ya neteweyî û berjewendiyên xwe yên herêmî biparêze. Berjewendiyên tevahî dewletan di pêkanîna têkiliyên dostaniyê bi sîstema desthilatê ya nû li Afganistanê re hene. Dibe ku hevpeymana klasîkî di navbera Rûsya, Çîn û Îranê de bimîne û ew xwe di vê têkiliyê de bispêrin rêgeza rawestîna li hemberî gefên Amerîkî  û hevalbendên wê, nexasim piştî zêdebûna têkiliyên stratejîk di navbera Tirkiye û Pakistan ku her du jî ji aliyê Ewropayê ve tên piştgirtin. Tê pêşbînîkirin ku heger şerekî navxweyî li Afganistanê rû bide, hêzên Afganî dê di navbera van her du tewereyan de belawela bibin.

Bi vî awayî em tê digihêjin ku Amerîka bi vekişîna xwe ya ji Afganistanê – tevî gotinên ku behsa binkeftinn madî û pêkneanîna tevahî armancên xwe dikin jî- karîbû kaxezan li Asyaya Navîn tevlîhev bike. Bi cudahiya armanc û berjewendiyên navneteweyî li Afganistanê, dibe ku nakokiyên siyasî, aborî û leşkerî di navbera wan dewletan de biqewimin. Tirkiye bi siyaseta xwe  ya heyî, dê serkêşa sereke ya afirandina nakokiyan li herêmê be. Ev yek jî dê Rûsya û Çînê ji pêkanîna projeyên xwe yên taybet li herêmê mijûl bike. Ji aliyekî din ve dê rewşeke guncav ji bo vegera çalakiyên rêxistinên cîhadîst peyda bike; ev ji aliyekî ve, ji aliyê din ve jî kêmkirina lêçûnên Amerîkî di kirîzên navneteweyî de û bikaranîna wan bi awayekî lêkolînkirî li hin herêmên din, dê aboriya wê bi awayekî bileztir geş bike û valahiya aborî ya bi çînê re, firehtir bike. Lê meseleya ku dibêje Amerîka di vekişîna xwe ya ji Afganistanê de bi bin ket, ev girêdayî encamên ku piştî vekişîna wê pêk werin û girêdayî qasiya karîna wê ya parastina desteseriya xwe ya cîhanî û ewlekariya xwe ya neteweyî ye.

زر الذهاب إلى الأعلى