ANALÎZ

Tirkiyê Gav Bi Gav Ji Êrîşê Ber Bi Parastinê Ve Diçe

Ji ber sedema biryarên Rêveberiya Xweser ve yên der barê bilindkirina bihayê sotemeniyê û erkên xweparastinê de, çend  bûyer û tevgerên gelêrî rûdan. Ev daxwaz ji hêla Rêveberiya Sivîl û hêzên ewlehiyê ve bi hişyarî û bêdengî hat pêşwazîkirin û gelek xal û cih hatin valakirin, da ku aramiya mirovan were parastin.

Jixwe di nav wan kesên ku derketin kolanan li Minbicê, kesine rûnixumandî hebûn ku bi rêya handana serhildêran dixwestin bi kevir û daran samanên giştî wêran bikin û êrîşî hêzên ewlekariyê bikin. Bêguman  ev li û tevger bi ragihandina rêjîma Bas û dewleta Tirk û alîgirên wan hevdem bû. Ev bangeşe û gotegot ên ku girûpên çete der bare rewşa Mibicê belav dikirin de, li gel şopîner û çavdêran, cihê gumanê bû.

Di der barê gurkirina van bûyeran de û tevliheviya ku li herêmên rû dan, bêguman rola dewleta Tirk a sereke bû, êdî ji bo ku Rêveberiya Xweser lewaz bike û têk bibe û raya giştî bixapîne,  şerê derûnî û agahiyên çewt bi kar anîn. Jixwe ya ku bêtir bala mirov dikişîne û vî tiştî piştrast dike ew e ku dewleta Tirk bi giranî hewil daye êlên Ereb ên li hundirê bajarê Manbicê  handan bike, ew jî bi armanc ku wan li dijî Hêzên Sûriya Demokratîk û hêzên ewlehiyê bi kar bîne. Dibe ku armanaca dewleta Tirk û çeteyên wê ne dagirkirina bajêr bû, lê armanca wan ya serke têkbirina aramiya herêmê ye. tevî ku dewleta Tirk; ew jî bi alîkariya hêzên Rûsî hewil dide ku di warê herêmî de rewşên germ sar bike, lê di dem niha de; bi awayeke xurt hewil dide ku kesên dijî demokratiyê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê  gur bike.

Hêjayî gotinê ye ku herêmên îro di bin dagirkeriya dewleta Tirk û çetên wê de ne; li gundewarên bakur û rojavayî Helebê, rojane ji hêla gelên wan herêman ve, rastî nerazîbûnkê û xwepêşandnan tê , ew jî li dij binpêkirinên ku çeteyên dewleta tirk  li ser sivîlan û bi taybet li ser jinan pêk tînin, ji bilî gendeliya ku di nava rêxistinên wan ên leşkerî de belv bûye; bi taybet ku ev girûpan nema dikarin berê tevinga xwe bidin rêjêma Bas, di heman demê de, saziya leşkerî ya ku dewleta tirk li bakurê Sûriyê ava kiriye û li gel bi sedan efserîn artîşa Tirk,  bi binpêkirin û kiryarên destdirîjiya û bêsinc ku ji hêla civka herêmê ve nayê pejirandin pêk tînin.

Bêguman yek ji armancên van hewildanên ku dewleta Tirk dixwaze tevliheviyê li bakurê Sûriyê bide pêş, mijûlkirina hundirê Tirkiyê ye, ji ber ku îro rewşa hundirîn ya Tirkiyê di rewşeke aloz de dijî; bi taybetî di vê dema niha de ku gelek dosya girêdana hikûmetê û Partiya AKP`ê di dosyayên şûştina dirav û peredana rêxistinên terorîst li hundirê Sûriyê belî dibin. Dibe ku ev dosya bihêle gelê Tirkiyê li dijî vê yekê derkeve, ji ber wilo AKP hewil dide ku şaştiyên derdikevin holê bilez çareser dike. ji ber ku baş dizane ku rûdana her şaştiyekê, dibe ku bala rêveberiya Amerêkî û endamên Kongirêsê bikişîne û dosyayên girêdayê çewisandina  demokrasiyê têxin rojevê.

Jixwe daxuyaniyên ku ji hêla serokê Mafya tirk Sadat Bekr ve hatin weşandin, bû sedem ku serokomarê tirk Erdogan di medyayê de derkeve û hemû daxuyaniyên ku serokê mafya tirk daye, derew derxe. Newilo tenê,  di heman demê de gihişt hewildanên sîlkirina vîdyoyên ku ji hêla Sadat Bekir ve hatine belavkirin û astengkirina malperên ku van dosyayên germ di hundirê Tirkiyê de diweşînin.

Di dawiyê de, heger em van bûyeran bişopînin, em ê bibînin ku Tirkiyê bi her awayî hewil dide ku aloziya xwe ya hundirîn û herêmên  hundirê Sûrî; bi taybet herêmên dagirkirî rastî wê tê, derxe derve, ew jî bi herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê gur bike . Ji ber wilo dibe ku Tirkiyê heman kiryarên ku li Efrînê meşandin, dîsa li herêma Şehba û Mibicê, tevliheviyê û şerkî derûnî  ku binavê “Mêşên Elektronî” tê naskirin, bide meşandin.

زر الذهاب إلى الأعلى