ANALÎZ

Alîgirên Tirkiye û Îranê di hevkêşeya hilbijartinên Iraqê de

Piştî hilweşandina rêjîma Sedam Hisên di 2003an de, Îraqê ji wê serdemê de,  rastî tevlihevî û nearamiyeke siyasî tê ku hêzên siyasî û berjewendiyên partîtî yê mezhebî hişt ku bêtir Îraqê ji hêla dewletên herêmî rastî destwerdan were û timî di nava aloziyeke domdar de bimîne.

Bêguman vekirina sindoqa reş li ser destê Amerîka û dewletên rojava ku bû encama”ne aramiya siyasî û têkçûna serweriya Îraqê” , rê li ber dewletên herêmî veke ku her yek ji wan alîgirên xwe çêke û li gorî ajanda û berjewendiyên xwe yên stratejîk; ne tenê li Îraqê lêbelê li Rojhilatanavîn bigştî wan têxe liv û tevgerê. Berztirîn dewletên ku bi xurtî rewşa Îraqê ji xwe re bikar anîn û alîgirên xwe di Îraqê de avakirin, Tirkiyê û Îran bûn. Tirkiyê bû palpiştê serekê yê PDKê û komên Tirkumen.Îranê jî bi sedan blokên siyasî û komên leşkerî avakir û piştgiriya gelek kesayetên ku dilxwazê wê ne kir.

Jixwe, têkçûna aramiya siyasî û negihîştina bo  daraştineke lihevhkirinê ; ji bo avakirina hikûmeteke niştimanî yan jî hevpeymaniyeke niştimanî, bû yek ji hêmanên destwerdana dewletên herêmî di Îraqê de. Helbet bi serketina  bloka Muqteda  Seder di hilbijartinên  perlementoyê de, ne li gorî xwestek û berjewendiyên  Tirkî û Îranê bû ku her du dewlet bi zanebûn bandor û destwerdanê di hilbijartinên Îraqê de dikin. Tirkiyê bizanebûn di rêya PDKê hemû partiyên siyasî yên kurdî dûr xist û hişt ku hewil bide ku posta serokomarî jî desteser bike û lihevkirina ku di navbera PDKê û YNKê de, der barê dabeşkirina desthiladariya di Herêma  Kurdistanê û Îraqê binpê bike ku di encamê de  Hoşyar Zîbarî ji bo namzetê serokomar hat pêşniyarkirin, ji bo ku   ev pêngav bibe hewldanek ku  biryara serweriya Iraqê jî desteser bike

Li milekî din jî serdana Fermandeyê Supayê Quds a Pasdarên Îranê Îsmaîl Qaanî bo Îraqê û hevdîtina wî bi hemû serkirdeyên Şîî re, yên ku di hilbijartinan biser neketin, bû cihê lêpirsîn û gumanê, ji ber ku piraniya blok û kesayetên nêzî Îranê, encamên baş bidest nexistin û hatin dûrxistin. Serdana Qaanî jî ji bo her nêzîkbûnek di navbera blokên Şîe asteng bike, li milekî din jî têkbirina pêşniyara serokê berê yê Herêma Kurdistanê Mesûd Berzan ku nêzîkbûnekê di navbera blokên Şîe de çêke. Ji ber her nêzîkbûnek di navbera blokên şîe li Iraqê de, dikare derî li ber pirsiyarkirina hebûn û çalakiya Îranê li Îraqê veke.

Bêguman dîmena siyasî li Iraqê pir aloz e, bi taybetî piştî desteserkirina piraniya kursiyên parlamentoyê ji aliyê bloka Muqteda Sedr ve, vê yekê hişt ku kaxezên ajandayên herêmî û Navneteweyî li Îraqê tevlûhev bibin, li milekî din jî bêdengiya Amerîka jî der barê rewşa Îraqê, tê wateya berdewamiya nezelaliya dîmena siyasî û nezelaliya pêşeroja Îraqê

زر الذهاب إلى الأعلى