ANALÎZ

Hêzdarîya Tirkî li Bakurê Sûriyayê

Tirkiyê yek ji zedetirîn dewletên herêmî ye ku bi şêweyekî giştî destwerdanê di karûbarên herêmê de dike, û di Sûriyayê de bi şêweyekî taybetî, û herwiha Sûriyayê girîngiyeke xwe ya mezin ji Tirkiyayê re heye, ku bi armancên xwe yên embiryalîzmî li herêmê girêdayî ye, ku Tirkiyayê karîbû berî cenga cîhanî ya Duwem bi hemahengiya bi Firansayê re di wê demê de lîwa Iskenderonê ji Sûriyayê qut bike, û niha jî dixwaze Sûriyayê desteser bike bi rêya çete û delînên xwe di deselata nû ya Şamê de.

Piştî ku dewleta dagîrkeriya Tirkî di cîbicîkirina pilanên xwe de li Sûriyayê bi serneket, û nikarî bû Sûriyayê desteser bike û eyaletek Osmanî bi rêya êxwan elmûslimîn ava bike, Tirkiyayê çavên xwe danî ser Bakurê Sûriyayê û dest bi cîbicîkirina hejmarek ji gavan kirin wek rêxweşkirinekê ku ji Sûriya dayikê qut bike, destpêk bi desteserkirina  li ser Sê herêman Cerablis û Bab û Ezazê û dehfkirina rêxistina wê ya terorîst (Da’ş) li ser destê “Hêzên Sûriya Demoqratîk”, ta ku giha bi dagîrkirina wê ji herêma Efrînê re sala 2018an, û dagîrkirina herdu herêmên Girê Sipî û Serê Kaniyê di 2019an de, û hewlên wê yên berdewam ji bo fişarê li ser Eyaletên Yekbûyî  yên Emerîkî bike daku ji Bakur û Rojhilatê Feratê vekişe û çireya kesk bistîne ku êrişek hovane li dijî herêmên rêveberiya xweser pêk bîne.

Û piştî bi serneketina wê di dema rêjîma rûxwendî de di guherîna peymana Edenê de, û di  şerkirina rêveberiya xweser de li beramberî (Asayîkirinê) xuya dike Tirkiya Erdoganî, û piştî rûxwendina rêjîmê û desteserkirina Desteya Rizgariya Şamê li ser deselata Şamê, bi karîna wê ye ku pilanên xwe di Sûriyayê de cîbicî bike, Tirkiyayê xwedî deselatewiyek mezine li ser desteya rizgariya Şamê ( Deselata nû ya Şamê).

Armancên Tirkiyayê li Sûriyayê

Piştî desteserkirina îslama siyasî li ser deselatê li Tirkiyayê (Partiya dadê û geşepêdanê bi serkirdayetiya Erdogan), û pêşinyarkirina wan bi karûbarên di çarçewa pirojeya “Rojhilata Navîn a mezin” de ji aliyê sîstema cîhanî ve, û ji mercên wan ewe ku veguherîna Tirkiyayê ji dewleteke zanistî ber bi dewleteke îslamî, daku armancên Erdogan û xewnên wî di dûbarekirina dewleta Osmanî de xuya kirin, û çewisandina qeyranên Rojhilata Navîn, û jê desteserkirina li ser Sûriyayê bi rêya êxwanan, lê xewnên wî lawaz bûn û di Bakurê Sûriyayê de hate dorpêçkirin, ji ber encama guhertina rewşa siyasî û leşkerî piştî destwerdanên Rûsî yên rasterast li Sûriyayê sala 2015 Z, û ji encama lihevkirinên navdewletî (Erdogan li beramberî xizmetên xwe parek da) karîbû Efrînê dagîr bike, piştre herdu herêmên Girê Sipî û Serê Kaniyê, û niha jî hewl dide ku dagîrkeriyeke nû li dijî herêmên rêveberiya xweser pêk bîne, bi behaneyên ku bi tu şêweyî nagihên Tirkiyayê , (Behaneyên ewlehiya xwe ya netewî, ne parçekirina Sûriyayê, ramanên cudaxwaziyê,ne tevlîhevkirina HSDê di nav artêşa Sûrî ya nû de), ji bo firehkirina herêmên hêzdarîya xwe li Sûriyayê û cîbicîkirina hebûna wê li Bakurê Sûriyayê, ji bo berdewamiya pirojeya xwe ya Osmanî (Hevpeymana milî ya ku dagîrkeriya tevahî Bakurê Sûriyayê dike armamc).

Li gor nerîna wê ya Osmanî, Tirkiyayê armancên xwe li Bakurê Sûriyê hene, û ew armanc bi hevpeymana Milî ve girêdayî ye, û dike behane ku ev herêm bi Başûrê Kurdistanê re ye (Başûrê Iraqê tevî Mûsil û Kerkûkê) dibêje ew beşek bûn ji dewleta Osmaniyan, û bi rêya dewleta Tirkî ya nûjen, bi hemû amêran hewl dide ku tiştên ji vê herêmê mane (Herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyayê) desteser bike, lê heya niha nikare çireya kesk ji Eyaletên Yekbûyî yên Emerîkî bistîne.

Ji bilî herêmên rêveberiya xweser ên ku hewl didin dûbarekirina avakirina Sûriyak yekbûyî li ser pirensîbên dîmoqratî bin, Sûriyayê dabeşkirî ye di navber Desteya Rizgariya Şamê (Deselata nû ya li Sûriyayê) û di navber nandozên Tirkiyayê de yên li Bakurê Sûrî yê dagîrkirî, lewre tu deselatek rastîn ji Şamê re li ser Bakurê Sûriyayê nîne, û ne li ser Idlibê (Senger û kelaya desteya rizgariya Şamê ya berê), nandozên Tirkiyayê ( Emşat û Hemzat û Ehrar Elşerqiyê û Elcebhe Elşamiyê û paşmayên ku ji çekdarên bi artêşa niştimanî dihatin binavkirin) pabendiyê ji fermanên serokê demkî Ehmed Elşer’ re nakin û ne ji wezareta berevaniya Sûrî re dikin, tevî ku piraniya van nandozan tevlî artêşa Sûrî ya nû bûn, lê ev tevlêbûn qidûmî ye, û di piratîkê de ew bi fermanên Tirkiyayê tevdigerin, û li gor nexşeya leşkerî û desteserkirina ji herêmên deselata hikûmeta veguhêz re, ew herêm li ser Du beşan dabeşkirî ne: Bakurê Sûrî yê dagîrkirî (Herdu parêzgehên Heleb, Idlib, û herdu herêmên Girê Sipî û Serê Kaniyê), û ew  di destê nandozên Tirkiyayê de ne (Tirkiyayê di rastînî û piratîkê de, baregeh û xalên xwe yên leşkerî têde ava kirin). Tiştê ku ji van herêman maye, bi awarte herêma Siwêdayê, di destê deselata Şamê  de û ji ber destwerdanên herêmî di karûbûn Sûrî de, Ehmed Elşer’ hewl dide ku siyaseteke biragmatî li hember dewletên herêmî û navdewletî bigre daku deselata xwe biparêze, lê fişarên navdewletî yên mezin (Eyaletên Yekbûyî yên Emerîkî û Israyîl û Ewrupayê) jêre nahêlin ku vê siyasetê bigre ji bilî sînorin taybet, deselatewiya Tirkî li ser rejîma Sûriya nû, û pêçevaneya ejindeyên Tirkiyayê bi ejindeyên Rojavayî re, ber bi nikarîbûna rêjîma nû di standina tu biryarên niştimanî de dibe yan biryarên ji xizmet tu aliyan ji ber encama van fişaran. Û ku mirov wan fişaran bide ber hev xuya dike ku pença fişarên Rojavayî bi ser a fişarên Tirkî dikeve, û herwiha ji ber sedemên girêdayî bi sezayên Rojavayî re yan bidestxistina rewabûnê yan bi kesê ku hatiye Şamê. Û li ser wê, nakokiyên di navber Enqerê û Şamê de xuya dikin di dema ku berjewendiyên Tirkiyayê li Sûriyayê di bin gefên têkçûnê de ne.

Siyaseta Tirkî li Sûriyayê

Tirkiyayê li Sûriyaye siyaseta Du alîtiya pêweran “standardan” dişopîne standardsên, ji aliyekî ve ji Israyîlê daxwaz dike ku destwerdanê di karûbarên Sûriyayê de neke, herwiha jê dixwaze ku ji herêmên ku li Başûr dagîr kirine vekişe, û ji aliyekî din ve jî ew bi xwe destwedanê di karûbarên Sûriyayê de dike, û nahêle ku deselata Şamê desteserkirina xwe li ser Bakurê Sûriyayê rêxîne, û daxwaza tevlîhevkirina Hêzên Sûriya Demoqratîk wek nefer di nav artêşa Sûrî de dike ne wek bendek leşkerî, ji bo herêmê ji hêza wê ya leşkerî vala bike daku piştre desteser bike, û daxwaza bidawîkirina rêveberiya xweser dike ji ber ku rêveberiya xweser hilgirê pirojeyek demoqratîke li Sûriyayê, herwiha daxwaza guherîna peymana Edenê li gor armancên xwe dike, û firehkirina alanê xwe ji 5km ber bi 35km an ve, ji bo bidestxistina rewabûnê ku destwerdanên zêdetir di Bakurê Sûriyayê de bike berî rûdana guhertinên siyasî yên ne bendeman li Sûriyayê.

Herwiha Tirkiyayê li ser xetimandina danûstandinan kar dike û nahêle ku bighên peymanekê di navber Hêzên Sûriya Demoqratîk û Şamê de, lewre serdana cinêral Mezlûm Ebdî ji Şamê re û bi serpereştiyeke Emerîkî ji bo nehiştina destwerdanên Tirkiyayê di karûbarên Sûriyayê de û dûbarekirina avakirina artêşeke Sûrî bû, tu peyman zelal û nivîskî wek a rêkeftina 10 Avdarê rû neda, lê belê hate nasîn ku ew peymanek bi devkî bû, û dibe ku ev şêwe, bibe dergehek ku deselata Şamê bireve ji xalên ku li ser lihevkirine ji aliyekî ve, û tirsa deselata Şamê ji hêrsbûna dewleta Tirkiyayê ji aliyekî din ve, lewre wezirê derve Elşîbanî piştî civînê bi lez serdana Tirkiyayê kir daku hûrgiliyên ku di wê civînê de bi serpereştiyek Emerîkî li Şamê hatine gotûbêjkirin ji Tirkiyayê re xuya bike, û ji bo zanyariya destekarî û fermanên ku divê di dermafê Hêzên Sûriya Demoqratîk û peymana devkî de hene werin cîbicîkirin.

Bakurê Sûrî yê dagîrkirî

Herêmên Bakurê Sûrî yê dagîrkirî, û di bin desteserkirina nandozên Tirkiyayê de (Gundewarê Bakurî Helebê Cerablis û Babê û Ezaz û herêma Efrînê û herdu herêmên Girê Sipî û Serê Kaniyê), di rastiyê de ji deselata Şamê, û herêmên xwe dûrî Şamê birêve dibin tevî hewlên rêjîma Sûrî ya nû ku deselata xwe li ser herêmê bisepîne, lê hemû hewlên wê têk çûn ji encama fişarên Tirkiyayê bi nehiştina vegera deselata Şamê li wan herêman. Ew herêm di bin kontirola girûpên ku Tirkiyayê piştgiriya wan dike (Nandoz), û yên herî girîn ji wan Elhemzat û Elemşat û Ehrar Elşerqiyê û Elcebhe Elşamiyê û Siltan Mûrad in, û hin ji wan bi şêweyî tevlî artêşa Sûrî ya nû bûn, û tu deselata Elşer’ li ser wan nîne ji ber ku fermanên xwe ji Tirkiyayê dibin, û di rêya wan (Birêkarên Tirkiyayê) re Tirkiyayê hêzdarîya xwe ya li Bakurê Sûrî yê dagîrkirî diparêze.

Ev herêma li hember Du sînaryoyên newek hevin (Tirkî – Israyîlî).

Çespandina Hêzdarîya Tirkî li Bakur

Siyaseta Tirkî ya niha li ser çespandina hebûna wê li Bakurê Sûrî yê dagîrkirî ye, ev herêm di nerîna wê de herêmeke ji hêzdarîya Tirkiyayê ye, ji encama piştguhkirina civaka navdewletî ji guherînên demoxrafî re yên ku Tirkiyayê pêk tîne, herwiha ji encama hebûna xal û baregehên leşkerî yên Tirkî yên ku li ser xaka Sûriyayê ava kirine, û niha bi gavek domdar ve diçe ji bo parçekirina Bakurê Sûrî yê dagîrkirî ji Şamê, bi rêya: Berdewamî di siyasetên guherîna demoxrafî li herêmê, û nehiştina vegera koçberên Efrînê li herêmên xwe, tevî ku lihevkirinek bi devkî di navber cinêral Mezlûm Ebdî û Ehmed El şer’ de di derbarê vegera penaberan de heye, û piştgiriya nandozên wê û têvedana ber bi firehbûnê bi rêya tevlêbûna wan di nav artêşa Sûrî ya nû de, ku têde nandoz Ebo Emşe weke serokê tîma 25 li Hemayê, û nandoz Hatim Ebo Şeqra serokê tîma 86 li herêma Rojhilatî, ev destnîşankirin ji aliyê wezareta berevaniya Sûrî ya nû ve hatine kirin dihêlin ku gûmanan peyda bike, ji ber ku ew xwedî dîrokek reşin di binpêkirin û tawanên li dijî mafên mirovan de, û peywendiyên wan bi rêxistina Da’şê re hene, û di lîsteya sezayên Emerîkî de ne, lê ev destnîşankirin dibe ku bi fişarên Tirkiyayê bin ji bo ku hêzdarîya xwe di Sûriyayê de zêde bike, û ewê bihêl ku lêkeftin bi Israyîlê re were kirin ya ku deselatewiya Îranî di Sûriyayê de bidawî kir heya ku xwe lawaz dît li hember deselatewiya Tirkî ya zêde li Sûriyayê, û metirsiya Tirkiyayê ne kêmtirî metirsiya hêzdarîya Îranê ye, bi taybetî ku Tirkiyayê xwedî dîrokek zengîne di peywendiyên xwe yên bi rêxistinên terorîst re (Êxwan Elmûslimîn û rêxistina Da’ş a terorîst û rêxistinên cîhadîst ji şîşan û eyxor û turkistanî û bi qa’dê re li rex birêkarên wê ji nandozan), ku Israyîlê kar ji bo rawestandina deselatewiya Tirkî di kûrahiya Sûrî de, bi rêya armanckirina baregehên leşkerî li herêma Tudmirê ku Tirkiyayê bi armanc bû di guherîna wê ber bi baregeheke Tirkî piştî serdana şêwirmendên leşkerî yên Tirk ji wan baregehan re.

 Piştî têkçûna wê li hember Israyîlê di kûrahiya Sûrî de, Tirkiyayê dest bi fişarên zêdetir kir û bi rêya nandozên xwe re peymana agirbestê di navber Hêzên Sûriya Demoqratîk û Şamê de binpêkirin, û nameyên gefê ji herêmên rêveberiya xweser û Hêzên Sûriya Demoqratîk re şandin, bi hêviya ku hêzdarîya xwe li Rojhilatî Firatê zêdetir bike li ser cîgehên neftê, bi taybetî li Dêrezorê bi rêya nandozên xwe (Ehrar Elşerqiyê) yan tîma 86 ya ku nandoz Hatim Ebo Şeqra serokatiya wê dike eger operesyonek dujminane li dîjî herêmên rêveberiya xweser pêk anî. Tirkiyayê ji bo parçekirina Bakurê Sûrî yê dagîrkirî kar dike, çi bi rêya nehiştina vegera serweriya Sûrî li herêmê, û Idlib jî dinav de, û herwiha bi rêya piştgîriya çekdar û nandozên xwe yên ku strî ya siyasetên wê yên berdewam di guherîna demoxrafî û sazkirina baregeh û xalên leşkerî jêre, ji bo misogerkirina desteserkirina wê ya leşkerî li ser herêmê, li rex nehiştina guherîna şêweyê rêjîma desthilatdar li Sûriyayê (Pergala nenavendî) û yê ku di xizmet siyasetên wê de li Sûriyayê, û herwiha xizmet hewlên wê di bidawîkirina rêveberiya xweser li Bakur û Rojhilatê Sûriyayê, bi rêya operesyonek hovane wek ku çawa li Efrîn û Girê Sipî û Serê Kaniyê kirin, sereta ku tevlî herêmên dagîrkirî bike.

Lewre Tirkiyayê, û piştî têkçûna wê di kûrahiya Sûrî de li hember Israyîlê, kar dike ji bo parastina herêmên deselatewiya xwe li Bakurê Sûrî yê dagîrkirî, herwiha ji bo firehkirina alanê xwe kar dike daku bighê herêmên rêveberiya xweser ji ber ku weke Siwêdayê parastina Israyîlê li ser wan herêman nîne, û di wê baweriyê deye ku dikare lihevkirinekê bi Eyaletên Yekbûyî yên Emerîkî re bike û çira kesk bistîne ji bo pêkanîna operesyonek leşkerî di van herêman de. Tevî ku ew hevpeymanê Eyaletên Yekbûyî yên Emerîkî û Israyîl û Rojava ye lê Tirkiyayê dimîne ku dewletek bawerî pê nabe, derketina wê ji rêza xêzkirî jêre gefê ji berjewendî û istratîciyên van dewletan re peyda dike.

Bidawîkirina Hêzdarîya Tirkî

Komên çekdar, bi hemû reng û şêweyên xwe, gedek dûr mewda ye çi ji Eyaletên Yekbûyî yên Emerîkî yan Rûsiyayê yan Çînê yan Israyîl û heya bi hin dewletên erebî, û bawerî bi wan nayê ji ber ku ew birêkarên Tirkiyayê ne li Sûriyayê, û piştgiriya hêzdarîya Tirkî dikin, û ramana wan hildigirin. Û ji ber ku rêjîma Sûrî ya nû hewl dide ku rewabûna navdewletî bidest bixe, û çespandina xwe di deselatê de pêk bîne, û desteserkirinê li ser hemû xaknîgariya Sûriyayê bike, ew dihêle ku Hêzdarîya van çekdaran (Nandoz) û bi piştgiriya Rojavayî, Rûsî, Israyîlî û heya bi hundirîn.

Ehmed Elşer’, serokê demkî ji Sûriyayê re, bi hemû rêyan hewl dide ku di dema niha de deselata xwe biçespîne û navê xwe ji lîsteya sezayên Nerwêj bi derxîne, ku Çîn û Rûsiyayê xwedî helwestek dujberin ji rakirina navê Ehmed Elşer’ (Ebo Mihemed Elcolanî yê berê) ji lîsteya sezayên netewî, bi sedema şervanên biyanî (Eyxor û şîşan û ozbek û yên din ji rêxistinên cîhadîst yên têkildar bi wan re). Û ji encama  xweçimandina Ehmed El şer’ û desteya rizgariya Şamê (Hikûmeta demkî) ji hêzdarîya tirkî re, ji ber ku biryarên ku tên standin bi fişarên derveyî tên standin û ew bi neyênî li ser deselata wî dike, û nikare kontirolê li ser artêşa Sûrî ya nû bike, ku li gor peykerek lawaz û bi fişarên herêmî hate damezrandin, û di nav rêzên wê de (Nandoz û cîhadîstên biyanî) yên girêdayî bi ejindeyên derveyî hene, û heya komên çekdar ên ne displînkirî jî nikarin kontirolê li ser wan bikin, ew jî gefekê li ser deselata Elşer’ li Sûriyayê dike di dema rûdana tu pêşhatên li ser doseya Sûrî, û ji encama fişarên Emerîkî û Israyîlî ji bo pêkanîna aramiyê li Sûriyayê ew jî li tersî fişarên Tirkiyayê tê, êrîşkirina operesyonek leşkerî li dijî Hêzên Sûriya Demoqratîk, û ji encama cudahiya pîvana hêzan di navber Eyaletên Yekbûyî yên Emerîkî, û Rojava û Israyîl jî bi wan re, û xuya kir ku pença fişarên Rojavayî ji fişarên Tirkî bi hêztire, û wisa nakokî di navber Tirkiyayê û deselata Şamê de bi derdikevin, û tevî ku Elşer’ siyasetek biragmatî di dema niha de girtiye li beramberî dewletên peywendîdar bi doseya Sûrî re, lê ew deselata wî lawaz dike.

Pevçûnek ne xuya li ser qada Sûrî di navber hêzên herêmî û navdewletî de (Tirkiyayê û Israyîl û Rûsiyayê û Eyaletên Yekbûyî yên Emerîkî) de hene, û Tirkiyayê – tevî desteserkirina wê li ser Bakurê Sûrî yê dagîrkirî – ew xeleka herî lawaze di navber van dewletan de ji ber rêçavkirinên hundirî û derveyî, Israyîl dibe ku heya niha bi serketibe di nehiştina belavbûna Tirkî di kûrahiya Sûrî de, herwiha hebûna leşkerî ya Rûsî li berava Sûrî rêgiriyê li ber belavbûna Tirkî peyda dike, herwiha Eyaletên Yekbûyî yên Emerîkî dayîna çireya kesk nadar dike û rê nade ku Tirkiyayê operesyonek leşkerî li dijî herêmên rêveberiya xweser bike, û nandozên wê jî di lîsteya sezayên Emerîkî de ne, û ew gefekê di pêşerojê de li ser rêjîma Sûrî ya nû peyda dikin, û ji ber guhertinên li herêma Rojhilata Navîn dibin (Pirojeya Rojhilata Navîn a mezin), û rola Israyîlê ya berz bi dawîkirina kîjan dewletek navendî ku gefê li armancên wê di herêmê de bike. Û ji ber ku Tirkiyayê gefê ji Israyîlê re di Sûriyayê û Rojava de peyda dike û Rûsiya jî di nav de, û ji arezûya deselata nû di desteserkirina li ser Bakurê Sûrî yê dagîrkirî, û dûbarekirina sepandina rewşa ewlehî û leşkerî û aborî têde, ev rêjîma hêzek leşkerî ya displîn kirî li cem nîne ku hemetê li ser bike di dûrxistina rêxistinên ku li derveyî deselata wê de, û dûbarekirina yekîtiya Sûriyayê di bin deselatê xwe de.

Eger danûstandin bi şêweyekî erênî di navber Hêzên Sûriya Demoqratîk û rêjîma Sûrî ya nû de berdewam bikin – ne dûre ku dûbare peykerkirina artêşa Sûrî û danîna dendikekê ji artêşa Sûrî re ku di xizmeta berjewendiyên niştimanî yên Sûrî de be, û hemetê li ser Hêzên Sûriya Demoqratîk bike,  û yên ku dinav rêzên wê de encûmenên leşkerî ji piraniya herêmên Sûriyayê hene, di şerê terorê de û paqijkirina Bakurê Sûrî yê dagîrkirî ji birêkarên Tirkiyayê (Nandoz) û dûbarekirina herêmê ji dayena Sûrî re, herwiha fişarên Rojavayî li ser Elşer’ ji bo misogerkirina mafên pêkhateyan (Kêmîneyan), û şerkirina terorê, û pêkanîna dîmoqratiyê li Sûriyayê, ji Hêzdarîya Tirkî li Sûriyayê kêm dike.

Û hêzdarîya tirkî bi mercdayî ya mewda ya serbixwebûna biryara siyasî û leşkerî li Şamê, û ew dibe ku bandorê li ser serweriya Sûriyayê bike, ji girîngtirîn sedemên rûxwendina rêjîma Esed ê nemayî ewe ku nikarîbûna derketina ji bin pêşta Îranî bi derkeve, ya ku hemû hevparên dewletê kontirol dikirin, ji encama deselatewiya siyasî û leşkerî û aborî yên mezin li Sûriyayê, û ew dibe ku li ser deselata nû ya Şamê pêk were ji aliyê hêzdarîya tirkî ya zêdetir. Elşer’ hewl dide ku hevsengiyekê di navber dewletên têkildar di qeyrana Sûrî de bêyî ku nêzî xêzên sor ji van dewletan re bibe, û ew jî dibe zehmet be ku li pey were meşandin ji encama tersbûna pirojeyên van dewletan li Sûriyayê û tevî ku ew dewletên hevpeymanê (Tirkiyayê û Israyîl û Eyaletên Yekbûyî yên Emerîkî) ye li rex hebûna Rûsî, ji wê zêdetir bi şûnveçûna rewşa aborî li Sûriyayê.

Lê pirosêsa aştiyê ya ku ramend Ebdulah Ocelan ji zîndana xwe ya li Îmraliyê li Tirkiyayê birêxistibû wê bandorê li ser siyaseta Tirkî ya derveyî û pirojeyên wê yên dagîrkerî li herêmê, ji aliyê veguherîna demoqratîk li Tirkiyayê, û bandorên wê li ser hawîrdora wê ya herêmî bi şêweyekî erênî, û yê ku bibe rawestgeheke sereke ber bi sivik kirin û bidawîkirina qeyranên Rojhilata Navîn.

Siyaseta ku Tirkiyayê li hember destpêşxeriya aştiyê bigre û bi taybetî piştî ku Partiya Karkerên Kurdistan gavin mezin avêtin, û ya herî dawiyê vekişandina şervanên xwe ji hundir Tirkiyayê bû, ewê çarenûsa dewleta Tirkiyayê destnîşan bike wek hêzeke herêmî li herêma Rojhilata Navîn, û wek çareseriyeke mayinde li beramberî pêşhatên ku li herêma Rojhilata Navîn (Pirojeya Rojhilata Navîn a mezin), wê bertekên erênî di hundir Tirkiyayê de peyda bike, û beramberî doseya Sûrî, û berjewendiyên xwe li Sûriyayê bi şêweyekî taybet û li herêmê bi şêweyekî giştî.

Eger ne wisa be wê bayê guherînê bighê Tirkiyayê, û ewê di gêjengekê ji şerên navxweyî keve û qeyranên aborî wê bandorê li ser payeya wê ya herêmî bike û wê têkeve berjewendiya dewletên herêmî û navdewletî.

زر الذهاب إلى الأعلى