ANALÎZ

Projeya neteweya demokratîk têkbirina projeya osmanîya nû ye

Ev serê duzdeh salan e Sûrî û dever di tirsê da dijîn ew jî piştî ku bihara erebî derbasî bakurê Afrîkayê û Rojhilata Navîn bû. Dibe ku bextreşîya vê deverê ew e ku li ser sînorê dewletekê mîna Tirkîyê ye. Tirkîya ku ji dawîya Şerê Cîhanê yê Yekem û ketina împeratorîya Osmanî ve kaosek di nav gelên deverê de çêkir û ew neçar kirin ku peymana Lozanê îmze bikin. Dever di navbera dewletên rojavayî yên serkeftî de li gor erdnîgarîya xwezayî dûrî exlaqan û nirxên mirovî hate levakirin û bi zanebûn erdnîgarîya mirovî û dîrokî ya gelên dêrîn  ku li ser erdnîgarîya xwe dijîyan û hîn jî dijîn hat piştguhkirin. Gelê kurd herî zêde zîyan ji vê gavê dît û li çar beşan hate dabeşkirin ku ev kiryar ne li gor mafên mirovan yên jîyaneke azad e.

Tirkî û kurdofobya bi giştî û fobîya Rêveberîya Xweser ya Demokratîk li bakur û rojhilat Sûrîyê bi taybet:

Hîn jî desthilatên tirk di her boneyê de wê yekê dibêjin ku şaştîyeke dîrokî bû dema herêma başûrê Kurdistanê li bakurê Îraqê hat ragihandin û wê hingê li pêş ranwestîyan û may tê nekirin herwiha dibêjin ku rêjîma îraqî û fermandarên îraqî jî şaşîtîyeke dîrokî kir dema xweserîya kurdan li herêmê di destûrê da nas kirin û dan pê dan ku ev yek bûye handerk ji bo parçeyên din yên Kurdistanê da doza mafên kurdan yên rewa bikin. Li bakur û rojhilatê Sûrîyê bi serkêşîya Tevgera Azadîya Kurdistanê, li şaşîtîyên kurdan yên dîrokî ji bo bidestxistina mafan û lipeyçûna derew û sozên aşopî hay bûn. Li gor wê û bi destpêka tevgera gel re li Sûrîyê bi giştî, kurd jî tev li tevgera aştîyane bûn û doza azadî û rûmetê kirin. Dema ku şoreşa aştîyane ji rê derket û ber bi leşkerbûnê ve çû, hêzên radîkal yên îslamî ku alîyên herêmî piştgirîya wan dikin derketine pêş, hêzên demokratîk û  laîk bala xwe dane kaosa ku hin alî dixwazin Sûrîyê berev biajon. Lewra tevgera azadîyê ya kurd xeta sêyem ya neteweya demokratîk şopand; neteweya demokratîk xwe dispêre ramanên birêz Ebdula Ocelan di pêkanîna azadîya civakî û serkêşîya civakê de ku civak xwe bi xwe bi rê ve bibe. Li gor wê projeya rêveberîya xweser ya demokratîk bi her du beşên wê yên teorîk û piratîk hate pêşkêşkirin û li ser erdê hat bicihkirin û ji bo hemû pêkhateyên deverê netewe, ol û nijad jî di nav de hat şirovekirin da tev lê bibin û bi xwe bigirin.

 

Bihevketina projeya demokratîk û aşopên projeya dagiker:

Hîn jî Tirkîya nû ya ku ji împeratorîya Osmanî hatîye, xwe weke mîratgira wê ya rewa û tekane dibîne û hewl dide heyamên artêşa inkîşarî vegerîne û ber bi rojhilat û rojava ve berfireh bibe herwiha dîyar dike ku peymana Lozanê şaşîtîyeke dîrokî bû û divê piştî bîranîna sedsalîya wê pûç bibe. Tirkî peymana milî mîna çareya herî baş ji bo zivirandina serkeftinên wan heyaman dibîne û çavê wê li xeta sînor e ji Heleba Sûrîyê heta Mûsil û Kerkûkê ku ji bo wê armancê zîyanê li xakê û gelan dike bi tenê da ku xwesteka xwe ya berfirehbûnê têr bike û aşopên wî kesê nexweş yên vejandina xîlafeya îslamî û serkêşîya cîhana îslamî ya sunî bi cih bîne û wî mîna leheng û Şêrê Sunîyan yê bê dîyar bike û ji bo ku di rûyê dijminê dîrokî de “împeratorîya faris” û berfirehbûna mezheba “şîî” biskine. Lê hemû xewn û xeyalên rêjîma tirkî ya nihayî yên wî kesê ku di destpêka rêwîtîya wî de hemû hevrêyên wî dev jê berdan, li ketwara Rêveberîya Xweser ya Demokratîk ket ya ku bi rastî jî dest di bicihanîn û pêşkêşkirina çareya berdêl ji bo Sûrîyê û deverê kir. Bi vê gavê dijminatîya bakur û rojhilatê Sûrîyê dest pê kir, ew jî piştî ku danûstandinên bi kurdan re li bakurê Kurdistanê ji bo dîtina çareya demokratîk ji arîşeyên Tirkîyê re bi bin ketin. Li vê gorê dest bi pişgirîya komikên îslamî yên radîkal kirin mîna rêxistina El-Qaîde û şaxê wê yê li Sûrîyê Cebehtu-Nesre Ehle-Şam ku bi Dewlta Îraqê ya Îslamî re li jêr navê Rêxistina Dewleta Îslamî li Îraq û Bîladi-Şam “Daiş” bû yek. Gelek wêne, belge û vîdyo hene wê yekê piştrast dikin ku destê rêjîma tirkî tê de heye. Ev piştgirî êdî hew ji kesî tên veşartin, pişgirîya lojstî, hêsankirina tevgera leşkeran li ser erda xwe ku erda Tirkîyê bûbû mîna tranzîtê ji bo komikên terorîst ji bo çûna û hatina di navbera Sûrî û dewletên din de. Tirkî cihê plandanîna gelek êrişên terorîst bû ku li dewletên ewropayî û rojavayî pêk hatin herwiha cihê danûstandina bazirganî bû ku di navbera her du alîyan de pêk dihat ji bû dizîya xêr û bêra Sûrîyê û veberhênana wê û biperekirina karên terorîst. Bipêşveçûna tecrubeya demokratîk ya kurdî, ne bi dilê wan bû; çimkî piştî serkeftina dîrokî ya Keleha Berxwedanê Kobanî li hember rêxistina terorîst ya herî xurt, dinya neçar ma rêzê li vê hêzê  ku ji dêl dinyayê tevî ve şer dikir bigire û piştgirîya wê bike; lewra dijminatîya Tirkîyê li hember kurdan û doza kurdî zêdetir bû.

Hinardekirina kirîzên hundirîn û berfirehkirina kirîzên derveyî:

Piştî ku AKP û hevbendên wê di hilbijartinên Tirkîyê de bi ser ketin (ku jixwe guman di wê serkeftinê de hebû), kirîzên hundir û derve hatine pêş û gelê tirk êdî ji sîyasetên bêkêr yên birêvebirina welat li ser asta sîyasî û aborî bêzar bû. Çimkî bandorên paşveçûna aborîyê êdî li ser hemweltîyê tirk dîyar bûn, bi taybet pişt şikestina lîreya tirkî ku dewletên ewropayî û yên kendavê jî ji parsa bedewam ya serokê rêjîma tirkî li ber derîyê wan bêzar bûn bi bihaneya piştgirîya koçberan û hewandina wan, lê belê ew pere di projeyên berfrehbûnê de bi kar tanîn û piştgirîya komikên xwe li ser enîyên hundir û derve bi wan kir, herwiha destê xwe di çend pirsên herêmî de kir mîna Lîbya, Misir, Îraq, Yûnan û Azerbîcan … hwd. Bi erkdarkirina zilamê îstixbaratan yê yekem re ku weke “zilamê di sihê de” dihat nasîn “Heqan Fîdan” mîna wezîrê derve, sîyaseta dijminane ya Tirkîyê xweşik zelal bû. Çirku Fîdan bi rengekî fermî peywira xwe wergirt, dest bi gera xwe kir û serî li dewletên alîgir da ku berjewendîyên hevbeş yên sîyasî di navbera wan de hene da ku erêkirinan li ser wan planên berê hatine danîne bistîne da ku nexşeya herêmê li gor xweşa rêjîma tirkî biguhêre. Di encamê de êrişî axa parastina rewa û Tevgera Azadîya Kurdistanê bi hemû çek û gurzên ku li ser asta navneteweyî qedexe ne kirin. Herwiha şer û pevçûna azerî û ermenî han dan û bi rengekî yekser pişgirîya lojstî û sîyasî dan Azerbîcanê. Dawîyê jî erîşî binesazîya bakur û rojhilatê Sûrîyê kirin ku şerê dijterorê ji xwe re kirin bihane; terora ku bi tenê di xeyala Tirkîya nexweş de heye.

Çima bakur û rojhilatê Sûrîyê? Û ev bêdengîya navdewletî ji ber çi ye?

Ji sîyasetmedaran nayê veşartin ku berjewendîyên navdewletî têkilîyên dewletan kontrol dikin, lewra û li vê gorê ev bêdengîya fermî ya navdewletî di çarçoveya durûtîyeke navdewletî ya bi zanebûn de ye ku xwe dispêre berjewendîyan dûr ji nirxên mirovahîyê û exlaqan. Lê tişta ku mirov nikare li ser neskine, bêdengîya rêxistinên civaka sivîl, rêxistinên mafên mirovan û rêxistinên parastina sivîlan di şer de … û hwd e. Ev rêxistin herî kêm vê êrîşê şermezar nakin û bi belge nakin û ji bo alîyên peywendîdar naşînin.

Amerîka mîna alîyekî sereke li ser xaka sûrî û wek serperişta Hevpeymana Navdewletî ji bo şerê terorê anku şerê Daişê, ji ber van sedeman, çavê xwe ji binpêkirinên Tirkîyê li dij deverên Rêveberîya Xweser ya Demokratîk digire:

– Razîkirina Tirkîyê, hevalbenda wê ya NATOyê û duyem hêza  leşkerî ya herî mezin tê de.

– Tirkiye ji hembêza hirçê rûs bi yekcarî derxe.

– Derxistina Tirkiyê ji nav welatên hevpeymana Warsoyê ku hevrikê Rêxistina Peymana Atlantîka Bakur (NATO) ye.

– Zextê li Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) û Mecilsa Sûriyeya Demokratîk (MSD) bike bi behaneya dûrxistina wan ji Partiya Karkerên Kurdistanê.

– Zextê li Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) bike ji bo cîbicîkirina ajandayên taybet ên Amerîkayê ji bo têkbirina rola Îranê û milîsên wê li Sûriyê û şerê li dij wan.

– Çêkirina hevsengiyekê di navbera her du hevalbendan de; Tirkiya di NATOyê de û Hêzên Sûriyeya Demokratîk di çarçoveya hevpeymaniya navdewletî ya şerê li dijî terorê de.

Rûsya wek lîstikvaneke sereke ku bi xurtî li ser xaka Sûriyê bi cih dibe, hewl dide ji ber van sedeman, rola hêzê biafirîne:

– Dûrxistina çavan ji meydana Ukraynayê û mijûlkirina cîhanê bi dîmen û pevçûnên din.

– Razîkirina Tirkiya hevbend û hevkar di platforma Astanayê de ji bo dûrxistina wê ji tewereya rojavayî.

– Zextê li Rêveberiya Xweseriya Demokratîk û saziyên wê bike ji bo tawîzan bidin, teslîm bibin û bi rejîma Şamê re rûnin.

Tirkî jî çend sedemên êrîşên wê yên hovane yên li ser herêmên Rêveberiya Xweser li Bakur û Rojhilatê Sûriyê hene, yên herî girîng ev in:

– Veşartina têkçûna xwe ya navxweyî, di warê siyasî û aborî de.

– Veşartina têkçûna bilez a lîreya tirkî, buhabûna li welêt û nerazîbûna gel a li hember nakokiyên pûç ên ku ji aliyê hikûmeta Dad û Geşepêdanê û hevalbendên wê yên neteweperest ên tundrew ve tên afirandin.

– Razîkirina hevalbendên Partiya Dad û Geşepêdanê di hikûmetê de ji bo ku ew ji koalisyona heyî dernekevin.

– Veşartina têkçûna alavên xwe li zindana Gwêranê û fitneya vê dawiyê ku hewl da di navbera eşîrên ereb û Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) de li Dêrezorê çêbike.

– Xurtkirina dorpêça aborî li Rêveberiya Xweseriya Demokratîk di peydakirina pêdiviyên jiyanê yên rojane yên şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de bi rêya lêdana binesaziyê û bi vî rengî di navbera rêveberîyê û gel de dûrbûn û alozî çêbe.

– Armancgirtina projeya neteweya demokratîk, destkeftiyên wê û rewşa qebûlkirina pêkhateyên herêmê bi vê modelê ji bo çareseriya pirsgirêka Sûriyeyê bi giştî.

– Afirandina atmosferke tirsê û nearamîyê di nav gel de û bi vî awayî koçberkirina wan weke cureyekî siyaseta şerê taybet.

– Sedemên taybet bi kesayetiya nakok a serokkomarê Tirkiyê, ku dibe sedema çêkirina wêneyekî wî wek şêrê îslama sunî li herêmê.

– Îhtîmala wergirtina çiraya kesk ji hêzên mezin ên ku li ser erdê çalak in, ji bo ku êrîşa bejahî li dij herêmê pêk bîne û ji xêr û bêra wê sûdê wergirin, wek ku li Efrîn, Serê Kaniyê (Ras al-Ayn), Girê Spî (Tal Abyad) diqewime û bajarên din ên Sûriyê yên di bin dagirkeriya Tirkiyê û çeteyên wê yên Sûriyê de ne.

Di puxteyê de û li gorî zanyariyên li ser erdê, em ji van xalan: Êrîşa li ser Koleja Leşkerî li Humsê, û şerê berdewam li Xezayê, piştî êrîşa vê dawiyê ya Hemasê li dij Israîlê, û zêdekirina êrîşên rêjîmê û Rûsyayê li dij rojavayê Feratê û komên Îslamî û komên bi navê Artêşa Azad an Niştimanî, em tê dierdixin ku ji bo herêmê bi giştî tiştine nû hene û dibe ku ev bibe destpêka şerekî berfireh, wek ku birêz Abdullah Ocalan di parêznameyên xwe yên li ser Rojhilata Navîn de amaje kirîye û îhtîmal e ji nû ve veqetandin û dabeşkirina wê li ser bingehên netewî, olî, nijadî û mezhbî. Tişta ku di êrîşa hovane ya vê dawiyê ya Tirkiyê de ji dûr û nêzîk de eşkere bûye, ew e ku gelên herêmê îro û zêdetir ji berê bi xaka xwe ve girêdayî ne û ji milê exlaqî ve pabend e bi xwîna zarokên xwe ku li ser vê axê û ji bo wan hatine rijandin. Gelê Kurd li gel birayên xwe yên Ereb û pêkhateyên din li dijî dagirkeriya dewleta Tirk di nava şerê gel ê şoreşgerî de ye. Dibe ku avakirina têkilîyên dostaniyê û hevsengîyê li ser bingeha berjewendiyên hevpar bi hêzên mezin re sûdmend be, lê bi her halî ne mimkûn e ku mirov ji bo bidestxistina mafên gelên bindest baweriya xwe bi kesî bîne an jî pê ve girêdayî be, û tekane rêya li pêş van gelan ji bo bidestxistina azadiya xwe û bidestxistina mafên xwe, ew e tiştên herî  biqîmet û giranbuha feda dikin.

زر الذهاب إلى الأعلى