ANALÎZ

Bandora Şerê Rûsya û Ukranyayê li Dewletên Rojavayî

Putin, yê ku van salên dawîn xwe weke serokê bihêz yê ku zalîtiya Rûsyayê mînanî hêzeke mezin li qada navdewletî vegerand pêşkêş dike, ji metirsiyên berfirehbûna “Nato”yê ber bi aliyê rojhilat ve ne bê agah bû. Çimkî bi vê berfirehbûnê, Rûsya okyanûsa xwe ji dest dide. Wekî tê zanîn Natoyê heta niha 11 welatên nû tev li refên xwe kirine û Rûsya bi amadebûna xwe ve hindekî lawaz bû û bandora xwe ya gelêrî li hin dewletên derdorê (Ukranya) ji dest da. Hemû xalên navbihûrî êdî dibûne jêdera gefan li ewlekariya neteweyî ya Rûsyayê. Loma Putin ji bilî gurkirina leşkerî li hember dewletên rojavayî tu çareyên din nedîtin û bi vî awayî da ku derbine din nexwe, êrîşî Ukranyayê kir.

Di heman dema ragihandina şer de, Natoyê dest bi liv û tevgerê kir û ji bo ku rê li êrîşa Rûsyayê bi ser dewletên Natoyê de bigire, eniya rojhilatî bi çekan bar kir. Lê Nato yekser nekte şer de û Ukranya bi tenê li pêş Rûsyayê hêla. Natoyê bi tenê sizayên aborî li ser Moskoyê sepandin û piştgiriya leşkerî ji bo Kiyêvê pêşkêş kir. Lê belê ev sizayên ku Nato dibêje ku dê karîn û şiyana Moskoyê ya şer pûç bikin, ne di wê asta cidî de bûn ku bandorê li Moskoyê bikin. Çimkî li gor berjewendiyên dewletan yên aboriyî bi Moskoyê re û tirsa wan ji berteka Rûsyayê ku dibe ku bandorê li aboriya wan bike, dijwariya van sizayan di nav dewletan de jev cuda bû. Li milekî din hin dewletan spandina sizayan li Moskoyê red kir.

Lê, madem ji mêj ve serokê Rûsyayê bi xwe didît bê çawa dewletên derdora Rûsyayê tev li Natoyê dibin, gelo çima bi taybet di vê demê de dest bi şer kir û Ukranyayê ji xwe re kire armanc?

Putin bîra metirsiyên tevlêbûna dewletên rojhilatê Ewropayê li Natoyê dibir û dizanî ku ev gav gefê li ewlekariya neteweyî ya Rûsyayê dixwe, lê ew hêza wî nebû ku li hember dewletên rojavayî bisekine û nehêle ku dewletên nû tev li refên xwe bike. Lê li bendê ma, heta ku eniya xwe ya hundirîn xurt kir û sûd ji kirîzên Rojhilata Navîn girt da ku Rûsyayê li qada derveyî bi hêz bike. Çimkî kirîza Sûriyeyê rê ji Rûsyayê re vekir ku di Deryaya Spî de cih bigire û Sûriyayê ji xwe re bike baregeheke leşkerî (Baregeha Himêmîmê ya Ezmanî, Baregeha Tertosê ya Deryayî) li hember Natoyê. Her wiha têkliyên xurt bi wan dewletan re danîn ku gazê hinarde dikin û têkilî bi wan dewletan re danîn ku gazê ji Rûsyayê dibin, Almanya û Tirkiye, ku ew bi projeyên aborî ve (Lehiya Bakur 2, Lehiya Tirkî) girê dan û bi vî awayî rêyên gaza Rûsyayê yên ber bi dewletên Ewropayê ve parastin. Dema ku Rûsya derbasî Rojhilata Navîn bû, projeyên rojavayî yên veguhastina gazê ji Rojhilata Navîn ber bi Ewropayê ve rawestandin. Dewletên Ewrobayê heta vê gavê nikarin dest ji gaza Rûsyayê berdin, lewre nikarin helwesteke xurt li hember êrîşa Rûsyayê bi ser Ukranyayê de bigirin. Lê dixuye ku şerê Rûsya û Ukranyayê zû gur dibe û dewletên rojavayî duqat rijd in ku sizayan li Rûsyayê bisepînin. Çimkî gelek dewletan ezmanê xwe ji ber firokeyên Rûsyayê girt û hin dewletan jî benderên xwe li pêş tevgera keştiyên Rûsyayê girtin. Her wiha çend bankên rûsî (heta niha 7 bank in) ji pergala Swîftê hatin dûrxistin û kompaniyên herî mezin yên petrol û gazê wekî “Şil, Pîtroliyom” ji Rûsyayê vekişiyan. Derketina van kompaniyan dê bandoreke mezin li hilberîn û veberhênana petrol û gazê bike û bi vî awayî dê aboriya Rûsyayê jî derbeke mezin bixwe; çimkî dahata petrol û gazê 36% ji budceya giştî pêk tîne; ev bê ku behsa sizayên din bê kirin. Lewre û ji ber van sizayan Serokê Rûsyayê, Fladîmêr Putin, “hêza astengdar” (ku çekên nukler jî di vê hêzê de cih digirin) di artêşa Rûsyayê de xiste rewşa amadebaşiyê ku li gor wî dewletên rojavayî helwestên “dijminane” li dij welatî wî nîşan didin.

Hêsan e şer dest pê bike, lê pir zehmet e ku were rawestandin û dijwarkirina sizayan li Moskoyê dike ku mijar aloztir bibe. Bi vî rengî dibe ku Rûsya hinardekirina gaz û petrolê bo Ewropayê rawestîne; jixwe tiştê ku dewletên Ewropayê jî jê ditirsin ev e. Lewre tevî sizayên dewletên rojavayî û tevî ku kompaniyên mezin yên petrol û gazê ji Rûsyayê vekişiyan jî, lê hinardekirina gaz û petrola Rûsyayê nakeve ber van sizayan de ku heta niha Rûsya pişta xwe bi petrol û gaza xwe li hember dewletên rojavayî xurt dike.

Aliyê ku herî zêde ziyanê ji şerê Rûsya û Ukranyayê dibîne, Dewletên Yekîtiya Ewropayê ne. Li aliyekî nirxê gaz û petrolê li seranserî cîhanê biha bû û ev dewlet ketin ber rehma gaza Rûsyayê, li milekî din tûşî pêleke penaberiyê tên ku jixwe berî niha dewletên Yekîtiya Ewropayê janê ji vê pirsgirêkê dikişînin; her wiha çarenûsa veberhênanên aborî di navbera her du aliyan de ne diyar e. Dewleta ku sûda mezin ji vî şerî digire Amerîka ye. Çimkî dê di demeke nêzîk de berhemên sizayên ku li Rûsyayê hatin sepandin biçine û dibe ku bi vî rengî Rûsya êdî ji hevrikiya Amerîkayê bikeve û nema bimîne cemsera duyem (mirov dikare êrîşa Rûsyayê bi ser Ukranyayê de bi şerê Îraqê li dij Kiweytê bimînîne ku çawa di encamê de Îraq cihê xwe weke hêzeke herêmî ji dest da). Li milekî din vî şerî kir ku hîn bêhtir dewletên Ewropayê xwe bi Amerîkayê ve girê bidin ku tekane alî dikare ewlekariya wan ya neteweyî biparêze, Amerîka ye. Lewre dirêjkirina dema cengê dê rajeya Amerîkayê bike ku dewleta herî bihêz li Cîhanê bimîne û dê şiyan û karînên Rûsyayê yên leşkerî û aborî lawaz bike. Bi vî awayî û heke Rûsya nekarî di şer de bi ser bikeve, Amerîka dê di demeke nêz de ji Çînê re vala bibe. Wextê ku Amerîka bi tenê sizayên aborî li Rûsyayê disepîne û leşkerên xwe ber bi rojhilatê Ewropayê ve dişîne û naxweze ku danûstandinê bi Rûsyayê re bike, naxwe tekez dixwaze dema şer dirêj bike. Çimkî halê hazir, heke dewletên mezin tev li wa.n nebin, danûstandinên Rûsya û Ukranyayê nagihin tu encaman. Ne tenê wiha lê tersî wê, dê şer dom bike û Ukranya (weke Almanyayê) ber bi parçekirin û cudakirinê ve here. Dibe ku Ukranya bibe du beş; beşa rojhilatê Çemê Denîberê di gel beravên Deryaya Reş li jêr kontrola Rûsyayê û beşa rojavayê Çemê Denîberê li jêr parastina dewletên rojavayî û heke Rûsya bikeve Kiyêvê de, dibe ku da ku dewletên xwe ji êrîşên Rûsyayê biparêze, Nato qedexeya firînê li rojavayê Çemê Denîberê deyne. Her çi qas ev parçebûn dê bandorê li Ewropayê bike jî, lê dê bibe peleke xurt di destê Amerîkayê de ku sizayan li ser Rûsayayê bidomîne û ji Çînê re vala bibe.

زر الذهاب إلى الأعلى