ANALÎZ

Serdana Şeri ji bo Waşintonê

Piştî beşdarîya wî di Komeleya Giştî ya NY de, ev serdana Şeri a duyem e ji bo Amerîkayê.  Lê weke serdane yekem a ji bo dîdara serokê amerîkî Trump tê hesibandin. Ev serdan pêk hat piştî ku Trump dema serdana Siûdîyê kir û Şeri bi navbeynkarîya Siûdîyê li wir dît,  Şeri ji lîsteya terorê rakir. Ev serdan gelek pêşbînîyên siyasî, leşkerî û aborî dihewîne, her wekî şerê li dijî terorê, parastina kêmîneyan, rakirina cezayan ji ser Sûrîyayê, ji nû ve avakirina Sûrîya, levkirina ewlekarî bi Israîlê re. Tê pêşbînîkirin ku Ehmed Şeri piştî bidawîbûna serdana wî ya li Waşintonê, serdana Enqere bike. Jixwe ev yek bûye tiştekî asayî ku hikûmeta demkî Enqera agahdarî her tişta ku li Waşintonê çêbûye, bike û rênimayan ji Enqere wergire.

Şeri hewil dide xwe weke serokekî ku bi ser rojava ve vekirî ye û nema weke berê pêşewayê şepêleke selefî ya cîhadîst e, bide diyarkirin. Her wiha dixwaze hin dosyeyan bi dawî bike û hin rêkeftinan îmze bike ku di wan de ewlehîya Israîlê û berjewendîyên wê di Sûrîyayê de werin parastin, nexasim li başûrê Sûrîyayê. Her wiha berjewendîyên aborî û stratejîk ên Amerîkayê li Sûrîyayê werin parastin (her wekî qedexekirina vegera hêzdarîya îranî li Sûrîya û ji bilî van berjewendîyan ku mirov dikare wan bi Hizbulaha libnanî ve girê bide…). Her wiha tevgera baregehên rûsî (baregeha Himêmîm û Tertûsê) sînordar dike. Şeri dixwaze kirasê xwe biguhêre da ku xwe weke serokê Sûrîyayê di qonaxa piştî veguhestinê biçesipîne. Her wiha dixwaze desthilata xwe li Sûrîyayê bi piştgirîya welatên rojavayî ve xurt bike bêyî ku guh bide dengên pêkhateyên sûrî û hewil bide bi wan re li hev were.

Girîngtirîn dosyeyên ku dê li ser wan were levkirin:

Hejmarek dosyeyên sûrî hene ku gerek e werin guhertin, çimkî ew xwedî girîngîyeke mezin in ku bandorê li rewşa Sûrîyayê ya hundirîn dikin (her wekî ji nû ve avakirina mala sûrî li gor nerîna HTŞ) û bandorê li rewşa herêmî dikin. Ev serdan ji bo danîna xalan li ser tîpan e û ji bo ku dosyeyan (rênimayên amerîkî) pêk bîne, ne nîqaşan wan bi serokê amerîkî re bike. Ew dosye jî ev in:

  1. Dosyeya rêkeftina ewlekarî: Ev dosye girêdayî levhatina sûrî-israîlî ye. Piştî ketina rêjîma Esed, danûstandin di navbera desthilata nû û Israîlê de gavine mezin avêtin. Gerek e rêkeftina ewlekarîyê bi Israîlê re bihata îmzekirin lê daxwazên israîlî yên nû yên girêdayî dosyeya Siwêdayê, rê li ber rêkeftina dawî girtin. Lê xuya ye ku Şeri ji bo ku desthilata xwe li Şamê biçesipîne, hewcedarî vê rêkeftinê ye. Ji bo ku xwe nede diyarkirin ku wî dev ji Colan û herêmên ku artêşa israîlî wan desteser dike, berda, dibe ku rêkeftina agirbestê ya sala 1974an were sererastkirin. Ew jî bi vî awayî: artêşa sûrî bi awayekî sembolîk li wan xalên stratejîk ên di bin desteserîya israîlî de hebe, li gel hebûna artêşa israîlî û amerîkî; her wekî rewangeha Çiyayê Şêx û hin xalên din. Her wiha yek ji wan sererastkirina ew e ku herêma başûrê Sûrîyayê bêçek be. Israîl dê dev ji wan herêman bernede yên ku desteser kirine. Hebûna sembolî ya artêşa sûrî dê tu tiştî di hevkêşeyê de neguhêre madem leşkerekî israîlî yê tenê li wan herêman heye. Ev rêkeftin dê gava destpêkê ya levhatina giştî bi Israîlê re be.
  2. Dosyeya terorê û tevlîbûna Sûrîya di Hevpeymana Navdewletî ya li dijî Daişê: Ev yek ji dosyeyên aloz e ji bo desthilata nû li Şamê, çimkî ew bi xwe (Cebhet elNusre, Cebhet Fetih elŞam, HTŞ) berê beşek ji Qaide ne û paşê ji Daişê cuda bûne. Gelek çekdarên HTŞê, bi taybet ên biyanî, xwedî hizrekî cîhadîst in û tu rêkeftina bi Amerîkayê re napejirînin û têkilîyên wan bi dewletên herêmî re hene. Ji ber wê jî dosyeya şerê terorê û tevlîbûna Sûrîya di nav Hevpeymana Navdewletî ya li dijî Daişê de, dê nakokî û cihêbûnan di nav refên HTŞê de peyda bike. Rûsîya dosyeya şervanên şîşanî li ba wê hene, Çîn dosyeya eygor û Partîya Islamî ya Tirkistanî li ba wê hene, Tirkîya çeteyên ku kontrola Şamê li ser wan tune ye, heye û Amerîka dosyeya şervanên biyanî û endamên Daişê li ba wê hene. Ev dosye hem hêza HTŞê ne hem jî lawazîya wê ne di babeta çespandina hukmê xwe di Sûrîyayê de. Lê pêwîst e ev desthilata li Şamê şerê van teroran bike da ku karibe rewatîyeke neteweyî bi dest bixe û ceza li ser werin rakirin û cihê xwe li Şamê xurt bike. Dibe ku tevlîbûna Sûrîya di nav Hevpeymana Navdewletî de, weke derbeyeke leşkerî li dijî HTŞê, her kesê desthilata Şeri sînordar dike û her alîyekî ku xwedî bandor e li ser rewatîya wî ya navdewletî be.

Ji ber wê jî ev dosye gelek pêşbînîyan dihewîne û mirov nikare binase ka dê di pêşerojê de çi pêk were; nemaze di nav dewletên hevpeyman (Israîl, Amerîka û Tirkîya). Îcar gelo ji bo dûrkirina ji nakokîyên der barê berjewendîyan de li Sûrîyayê, heye careke din siyaseta tawîzan li gor ejindeyan li Sûrîyayê derkeve holê; her wekî ku rê bidin Tirkîya (dewleta serpereşta terorê) ku baregehên leşkerî di kûrahîya sûrî de ava bike da ku li hember wê dev ji çete û komên terorîst berde, nemaze şervanên biyanî, yan jî wan (bi hevrêzîya amerîkî, tirkî, israîlî û sûrî) di şerê li dijî Hizbulaha libnanî de bi kar bînin, çimkî heya niha Hizbulah naxwaze çekên xwe radestî dewleta libnanî bike.

  1. Dosyeya parastina pêkhateyên sûrî (kêmîne): Rêjîma sûrî ya nû şaşîtîyeke mezin kir ku bandor li rewşa sûrî ya hundirîn kir. Wî komkujî li dijî pêkhateyên dirzî û elewî pêk anîn. Wî dikarî van komkujîyan pêk neyîne û yekîtîya tevna sûrî ji nû ve ava bike lê hizra di serê vê rêjîmê de û lawazîya desteserîya wê ya li ser komên çekdar (çeteyên Tirkîyayê) û girêdana wan bi ejindeyên tirkî ve ku dixwaze elewîyên sûrî lawaz bike çimkî bandora wan li ser elewîyên li Tirkîyayê heye…ev faktor tev xwedî bandoreke neyînî li ser rastgoya rêjîma nû bûn. Her wiha komkujîyên li dijî dirzîyan, rastîya vê rêjîmê li ba civaka navdewletî kuşt û êdî civaka navdewletî doza parastîya pêkhateyên sûrî dikir û bi awayekî nerasterast doza pergala fedralî dikir da ku mafên van pêkhateyan werin parastin. Ji ber wê jî û di encama van komkujîyan de tu kaxezên ku bi rêya wan pergala navendî biparêze, li ba Şeri tune ne. Di encamê de gerek e bi pergala nenavendî yan jî ya fedralî razî bibe. Ji ber wê jî gerek e daxwazên amerîkî yên girêdayî parastina mafên pêkhateyên sûrî, bipejirîne.
  2. Dosyeya aborî: Sûrîya qeyraneke aborî ya mezin dijî û tu rêyên başkirina rewşa aborî li ba rêjîma nû tune ne. Ev li gel rewşa ewlekarî ya ku bandorê li rewşa aborî dike, li gel cezayên ku li ser Sûrîyayê hatine sepandin. Rêjîma nû heya asteke mezin xwe dispêre alîkarîyên erebî-kendavî lê ev dosye û ji nû ve avakirina Sûrîyayê girêdayî hin dosyeyên din in û girêdayî vebûna amerîkî ya bi ser Sûrîyayê ve ne. Ji ber vê yekê rakirina cezayên li ser Sûrîyayê piştî erêkirina kongirêsa amerîkî, dibe ku rewşa aborî baş bike û ev yek bibe destpêka derbasbûna beşgehên amerîkî û rojavayî bo Sûrîyayê; her wekî aktîvkirina xeta betrolê ya Kerkûk-Banyas, her wiha hin pirojeyên din ên girêdayî xaz û ji nû ve avakirinê. Tirkîya hewil dide sûdê ji vê dosyeyê bigire da ku hêzdarîya xwe ya aborî li Sûrîyayê zêdetir bike lê karîna wê aborî têrê nake ku hêzdarîya xwe berferehtir bike. Ji ber wê jî pêwîstîya wê bi peredaneke derveyîn heye; ew jî bi rêya destpêkirina bi bernemayeke taybet bi alîkarîya Sûrîyayê ku di bin serpereştîya Komîteya Domdar a Hevkarîya Aborî û Bazirganî ya girêdayî Rêxistina Hevkarîya Islamî “Komsîk“ de be.

Bandorên vê serdanê li ser Sûrîya û derdora wê ya herêmî:

Ev serdan ji bo pejirandina rênimayên amerîkî (di nav de yên israîlî) pêk hat. Dibe ku Şeri bi rêya wan karibe cihê xwe tekûz bike û dema serokatîya xwe bo piştî qonaxa veguhêz dirêj bike. Lê dibe ku tişta Şeri li ser wan erê bike, bertekên dijber di hundirê Sûrîya de û ji hêla alîgirên herêmî (Tirkîya) ve derkevin holê. Dibe ku ev yek jî nakokîyan di navbera komên leşkerî yên alîgirên Şeri û yên alîgirên Tirkîyayê de û komên cîhadîst de ku hemû rêkeftinên bi Amerîkayê re red dikin, derxe. Ji ber ku hêza Şerik têrê nake ku li hember van rûbirûyan raweste, dibe ku doza piştgirîyê ji welatên rojavayî bike da ku xwe ji armancgirtin û derbeyên leşkerî biparêze,

Hin bandorên vê serdanê li ser Sûrîya û derdora wê ya herêmî:

  1. Rêkeftina ewlekarî bi Israîlê re dê destpêka qonaxa levhatina giştî pê re be û dê li ser rêkeftina ibrahîmî îmze bike. Bi vî awayî dê Sûrîya bi awayekî rastîn ji “tewereya berxwedanê“ derkeve û tenê Libnan û Iraqê dê tê de bimînin lê ew jî piştî ku ji destên îranî yên di Libnan û Iraqê de xelas bibin, dê bidin pey şopa Sûrîyayê. Her wiha dê başûrê Sûrîya bêçek bibe û Israîl bi serbestî tê de here û were lê ev yek dê bi hevrêzîya bi Şam û Amerîkayê re pêk were. Ev jî tê wê wateyê ku hin xalên hêzê ji bo Siwêda dê werin pêşkêşkirin da ku ber bi rêveberîyeke xweser ve here. Bi vê rêkeftinê li gel parastina dirzîyan û avakirina rêveberîyeke wan a xweser, dê Sûrîya ber bi qonaxeke nû di dîroka xwe de biçe ku ew jî pergala nenavendî ye.
  2. Piştî tevlîbûna Sûrîya di Hevpeymana Navdewletî ya li dijî Daişî de, dosyeya komên çekdar ên ji derveyî kontrola Şamê û komên cîhadîst dê bi dawî bibe. Ji bo ku Sûrîya tev lê bibe, gerek e hevrêzîyeke tam bi HSDê re bike (HSDê hêza bejahî ya tekane ye ya Hevpeymanê). Ev jî tê wê wateyê ku HSDê dê weke komeke hevgirtî tev li artêşa sûrî bibe. Bi vî awayî dibe ku HSDê bibe navoka artêşa sûrî ya nû ya taybet bi şerê li dijî terorê li Sûrîyayê.
  3. Piştî bidawîbûna rola wê, dosyeya çeteyên Tirkîyayê dê bi dawî bibe. Dibe ku şerekî sinî-şîî li herêmê dest pê bike da ku Hizbulah li Libnanê were tunekirin û paşê jî milîsên îranî li Iraqê. Ya ku vê yekê piştrast dike, tekezkirina wezîrê berevanîyê yên iraqî Sabit Ebas ku wezîrê şer ê amerîkî ew agahdar kirîye ku operasyoneke leşkerî yan nêz li herêmê heye. Wî jê xwest ku nehêle komên iraqî tev li şer bibin û da nîşankirin ku bersiva amerîkî dê dijwar be heke destwerdanek ji hêla wan girûpan ve pêk were. Ebasî da diyarkirin ku amerîkîyan tekez kir ku operasyon dê li Sûrîyayê bin û dan zanîn ku berî deh rojan ev hişyarî ji bo wan hat pêşkêşkirin. Tevî ku ev komên han li ser lîsteyên cezayan ên amerîkî ne jî lê heya niha Amerîka tu operasyoneke leşkerî li dijî wan pêk neanîye. Ev jî dide nîşandan ku pêwîstîya vê rêjîmê bi van koman di qonaxa bê de heye.
  4. Jidestdana Tirkîya ya ji çeteyên xwe re (ji ber ku ev kom di lîsteya cezayên amerîkî de ne) û her çiqasî Tirkîya karibe hin baregehên leşkerî yên nû jî ava bike lê dê hêzdarîya xwe ya leşkerî di pêşerojê de ji dest bide. Baregehên leşkerî yên tirkî bi qasî ku dê di şerekî pêşbînîkirî yên di navbera Israîl û Îranê de werin bikaranîn dê ewqasî sûdê negihînin Tirkîya bi xwe. Di encamê de ev baregeh –kêm zêde- bi bidawîbûna rola tirkî ya di projeya Rojhilata Navîn a mezin de dê bi dawî bibin. Rûsîya ku dewleteke gewre ye, hêzdarî û baregehên xwe li Sûrîyayê ji dest dan û eger welatên rojavayî bixwazin wê tune bikin dê tune bikin îcar dewleteke weke Tirkîya dê çawa karibe xwe li ber wan bigire. Ev çete eger bimînin dê li ser Amerîka û Israîlê cihê metirsîyê bin loma dema rola wan bi dawî bibe dê bi dawî bibin çimkî ew bi yek carê girêdayî Tirkîyayê ne; jixwe nakokîyeke veşartî di navbera Israîl û Tirkîyayê de heye ku mirov nikare paşguh bike. Hin nîşaneyên vê nakokî û rikberîyê di Sûrîyayê de piştî ketina rêjîma borî û rola israîlî ya nû li Rojhilata Navîn hatin xuyakirin.
  5. Tirkîya bi yek carê naxwaze pêkhateyên sûrî mafên xwe yên destûrî bistînin û Sûrîya ber bi pergala nenavendî ve biçe çimkî ev yek dê bandorê li neteweya kurdî li Sûrîyayê bike (li gor angaşta wê). Jixwe ew şerê Rêveberîya Xweser dike û naxwaze ku ew projeya xwe ya demokratîk li Sûrîyayê pêk bîne. Li gor Tirkîya her gaveke rêjîma nû ya sûrî ber bi nenavendîbûn an fedralîyê ve dê qutbûyînekê di navbera Tirkîya û rêjîma nû de pêk bîne, ji ber wê jî Tirkîya hewil dide hêzdarîya xwe ya siyasî, leşkerî û aborî li Sûrîyayê xurt bike ; ew jî bi rêya rêkftinên ku bi rêjîma nû re îmze dike.

Xuya ye piştî hatina vê rêjîma nû, Sûrîya ji dewleteke hevalbenda Rûsîya ber bi hevalbenîya welatên rojavayî ve diçe û ejindeyên wan li Sûrîya û herêmê pêk tîne. Jixwe berî vê rêjîmê Tirkîya jî bi hatina Erdogan û partîya wî re (AKP) bûn beşek ji pêvajoya guhertina Rojhilata Navîn (weke ku wî bi xwe gotîye). Xuya ye Sûrîya –tevî nepejirandina hin dewletên herêmî- dê ber bi sîstema nenavendî ve biçe (eger ne ber bi fedralîyê ve be). Lê dibe ku ev guhertin hin bandorên siyasî û leşkerî bi xwe re bîne; her wekî operasyoneke leşkerî li dijî HSDê ji bo razîkirina Tirkîya lê helbet encamên wê dê ne bi dilê Tirkîya bin; wate, Rêveberîya Xweser û HSDê dê bi dawî nebin çimkî ev rêveberî û hêz bûne tiştekî rasteqîn di jiyana siyasî û leşkerî ya sûrî de. Hin herêmên din jî hene ku gavên bilez ber bi damezirandina rêveberîyên nenavendî li Sûrîyayê ve avêtine. Ji alîyekî din ve piştî tevlîbûna Sûrîya di rêkeftina ibrahîmî de, şerê israîlî-erebî anku tewereya berxwedanê ber bi dawîya xwe ve diçe. Dema destên îranî li herêmê qut bibin, dê ev şer bi dawî bibe. Jixwe ev yek jî beşek ji projeya Rojhilata Navîn a mezin e. Ev proje (Rojhilata Navîn a mezin) dê derbasî qonaxeke nû bibe dema Tirkîya bibe beşek ji vê projeyê. Anku mirov dikare bibêje Tirkîya eger çeksazîyên hundirîn pêk neanîn ku bi rêya wan karibe xwe ji bandorên vê projeyê biparêze, dibe ku ew bibe qonaxa dawî ya vê projeyê.

زر الذهاب إلى الأعلى