ANALÎZ

?YEKÎTÎYA NETEWEYÎ DI SÛRÎYÊ DE

Kurdyar DIRÊ`Î

Ji 2011 ve Sûrîya ketibû nava guhertinên bingehîn de, di navbera civaka Sûrî û rêjîma netewperest de, tu bawerîya bihevrejîyankirin nemabû, perçebûn di nava civakê de jî berferih bibû, li ser bireya olî, tîreyî, nijadî û neteweperestîyê, sûrîyayê hatibû dabeşkirin, kuştin û talanîyên mezin hatibûn kirin, di heman demê de qada sûrî bibû meydana hevrakêşandineke herêmî û navneteweyî (Rûsîya, Emerîka, Qeter, Siûdîyê, Tirkî û Îran), êdî bi giştî Sûrîya bibû qadeke ku mîna tevnapîra hêzên navneteweyî, herêmî û xwecihî, tevî kom û tevgerên cîhadî tev li hev bibû, di rewşeke wiha de, di navbera Rêjîm û civakê de hevrakêşan nemabû, lê wergerîyabû hevrakêşandineke di navbera rêjîm-civak, civak-civak, hêzên herêmî, hêzên xwecihî û hêzên navneteweyî ku di asta hundirîn de civaka sûrî bibû perçe perçe.

Piştî hilweşîna rêjîma Esed di cotmeha 2024 de, mijara yekîtîya neteweyî û derbaskirina serdema jihevketinê, belavbû û beramberîya hundirîn ketiye rojevê, alîyên navneteweyî û herêmî, ta rerwerîya nû ya HTŞ di Şamê de û HSD jî, doza yekîtîya neteweyî kirin, wek çareserî ji kirîza ku zêdeyî 14 salan berdewam kiriye re, lê tevî hemû daxwaz, pêşnîyaz û hewildanên navneteweyî, herêmî û xwecihî jî, mijara yekîtîya neteweyî maye wek dirûşm an jî bangeşeyeke ji bo hin armancên ramyarî, aborî û demikî.

Giringîya yekîtîya neteweyî :

Ji peymana Saykis-Pîko ve (1916) û ta roja Îro, dîyar bûye ku ew pergalên di rojhilatê derîya Spîde de hatin avakirin, nikarîbûn yekitiyeke neteweyî di nava sînorên xwe de ava bikin, çimkî ew sînorên hatin danîn, ji derveyî vîn û daxwaza gelan hatine xêzkirin, guh nedane avahîyên civakî, çandî, olî û nijadî ku di encamê de bi dehan kirîz rûdane, wek pirsgirêka Kurdî di nava çar dewletan de, pirsgirêka Filestînî û Israîlî, pirsgirêka sinî û şîîyan, misilman û xirîstîynan, Êzîdî û misilmanan û hwd, lewma di nava van welatan de nakokî, şer û kirîz bi dawî nebûne, nimûneya netew-dewlet dane pêş ku vê nimûneyê bi xwe re qirkirin, talanî û tunekirina pir çand û gelan aniye, bi taybet di derbarê doza kurdî de, bi dirêjahîya 100 salî, di Iraq, Tirkîya, Îran û Sûrîya de ji bo ku kurdan bikin Ereb, Tirk û Faris, hemû şêweyên pişaftinê pêk anîne, ( komkujî, guhertina demografî, hilandina çandî û mandlkirina hebûnê bi xwe), daxwazkirina kurdan ji mafên xwe re wek têkbirina yekîtîya neteweyî bi nav dikirin! Anku yekîtîya neteweyî di van welatan de, dihat wateya yek dewlet, yek gel, yek al, yek tîre û yek ziman! Ev jî tê wateya ku tu yekîtîyeke neteweyî resen nehatiye avakirin, sepandina hişmendîya dewlet-netewê û xwendina wê ji yekîtîya neteweyî re, hatiye pêkanîn.

Yekîtîya neteweyî ya durist, ji bo pêşketin, aramî, wekhevî, biratî û geşepêdanê re; bingeh e, di welatekî mîna Sûrîyayê de ku ji 2011 di nava şerekî navxweyî, tîreyî û hevrakêşandineke herêmî û navneteweyî de ye, yekîtîya neteweyî pir giring e, him ji hundirê Sûrîyayê re û him jî ji herêma derdorê re bi giştî.

Ji alîyê hundirîn ve:

Yekîtîya neteweyî ji van mijaran re bingeh e: Hevgirtina civakî re, xurtkirina hevgirêdan bi welat ve, pêşketina pirojeyên aborî, çandî û civakî re, xurtgirina sazîyên rêxistinî, xizmetguzarî û rêvebirî, peydakirina aramîya ramyarî û civakî, derbaskirina metirsîyên ji nakokîyên tîreyî, nijadî, rêgiritina li ber gef û destwerdanên ji derve, misogerkirina peydakirina pêşerojeke pêşketî ji welat û gel re, her wiha bingehê avakirina welatekî nûjen datîne.

Ji alîyê derve ve:

Yekîtîya neteweyî di nava welat de dibe sedema aştî û aramîyê, jixwe hebûna aramî û aştîyê di hundir de, derfeta aştîyê ji derdora xwe re jî vedike, çimkî dema aramî û aştî di welatekî de tune be, teyisandinê li derdora xwe jî dike, hebûna yekîtîya neteweyî tê wateya hebûna wekhevî, biratî, mafdarîyê ye ku ew welat nabe metirsî li ser derdora xwe, çimkî nebûna yekîtîya neteweyî dihêle ku nakokî an jî kirîzên di welêt de derbasî welatên derdorê jî bibe, lewma hebûna yekîtîya neteweyî ne tenê rajeya hundirê welat dike, lê her wiha rajeya aramî û hedana derdora xwe jî dike.

Yekîtîya neteweyî ji alîyê Bas û HTŞ ve, çawa hatiye xwendin ?

Yekîtîya neteweyî li ba Bas û HTŞ, tê wateya civakeke hevseng, di alîyê dîtaneyî de yekîtîya neteweyî bi awayê hevseng ew e ku di nava sînorê yek welatî de hemû gelê heyî, bi giyanekî hevbeş, wekhev, bê cûdahîya tîreyî, nijadî, neteweyî, çandî û bîrdozî, bi hev re jîyan bikin, hemû jî wî welatî wek welatê xwe bibînin û pê ve girêdayî bin, hest bikin ku ew welat parastina wan û misogerîya pêşeroja wan dike, anku cûdahîyên çandî, nijadî û tîreyî û hwd, li pêşîya biratî û wekhevîya wan di nava sînorê wî welatî de, nabin asteng.

Ji avabûnê Sûrîyayê ve, her dem basa yekîtîya neteweyî bûye, ne ku cara yekeme, lê belê di nava sînorên vî welatî de, gelo bi rastî hemû pêkhateyên heyî, bi hemû cûreyên xwe, ev welat misogerîya jîyaneke hevbeş, wekhev û biratîyê dîtine? Her wiha di hemû dewletên ku Saykis-pîko avakirine de, çi ji pîvanên yekîtîîya neteweyî, di wan de peyda bûne? Mînak dewleta Tirkîya, Iraq, Îran û hwd.

Di Sûrîyayê de bi taybet ji hatina partîya Bas (1963) li ser serdestîyê, di bin navê komara erebî de, yekîtîya neteweyî ew bû ku hemû pêkhate, netewe û kes bêjin em ereb in! Ku li dora rêjîmê yek bin, parastina raman û armancên Basê bikin, daxwaza çareserkirina doza kurdî tê wateya cûdekarî û xîyaneta bi welat re! Yekitîya neteweyî dihate wateya yekrengkirina hemû pêkhateyan di çarçova erebkirin û Baskirinê de. Di 2011 de, bi destpêkirina buhara gelan re, dîyarbû ku ew yekîtîya neteweyî ku basa wê dikirin, mîna neqişkirina li ser xîzê bû ku bi peşkên baranê re hilweşîya.

Di hatina rêjîma HTŞ de jî ya di 8 cotmeha 2024 de, yekîtîya neteweyî di çarçova xweradestkirina tevaya civaka Sûrî, ji hişmendî, tîre, pergal û vîna HTŞ re hate xwendin, lewra ne ji xweber ve dîyar kirin ku ew dewleteke umewî ava dikin, anku dewleteke erebperstî, sinî û yek lêvegera zagonî ye ku ew jî şerîete, jixwe navê komarê jî dubare b û komara erebî û pêwist e li ser daxwaza piranîya sinîyan, tevaya pêkhateyên Sûrîyayê xwe sînordar bikin û şaneyên van tiştan jî ji despêka hatina wan li ser serdestîya Şamê dîyar bûye, kongira serkeftinê (29 çileya 2025), kongreya gotûbêja niştimanî (24-25/sibata 2025) û ragihandina destûrî (13 adara 2025), tev jî tu hewildaneke rast ji bo yekîtîya neteweyî di wan de dîyar nebûye, rêjîmeke erebperst, navendî, tîreyî û takekes ava kiriye, cûdahîya wê ji rêjîma Bas ew e ku hişmendîya Bas û islama sîyasî kiriye yek ku di dîyarkirina helkeftên neteweyî di Sûrîyayê de asta Basê derbas kiriye ku ne cejna neteweyî ya kurdn û ne jî yên xiristîyanan pejirandiye. Ji xwe ferwerîya Şamê dîyar dike ku yekîtîya neteweyî pêkhatiye û bi tenê bermahîyên rêjîm, HSD û Dirzî ji ber pilanên navneteweyî û Israîlî, ji derveyî yekîtîyê mane, bêyî ku bêje ji ber hişmendî û pilanên yekalî yên ferwerîya wan ku bawerî bi wan ve nema tê, ji derveyî lihevkirina bi Şamê re mane, lê belê HSD, Dirzî, Elewî û beşeke mezin ji xiristîyan û Sine  yên nerim, her wiha demokratîxwaz, yekîtîya neteweyî di Sûrîyeke nenavendî, demokrat û pejirandina mafê hemû pêkhateyan de dibînin.

 

 Hêzên navneteweyî, herêmî û yekîtîya neteweyî :

Di nava pilana hêzên navneteweyî û herêmî de, tu wateya wekhevî, dadmendî û sincên mirovahîyê tune ye, eşkere dîyar dikin ku ramyarî berjewendî ne, serokê HTŞ Elcolanî; Emerîka 10 milyon dolar terxandin kirinbû, ji bo diyarkirina cihê ku lê dimîne, lê bi hilweşîna Elesed re, ew 10 milyon bûn dûman û bi ezmanan ketin, serokê Emerîka bi destan ew silav kir û li ser daxwaza Qeter, Siûdî û Tirkîyayê, soza rakirina sizayên li ser Sûrîyayê da! Ji xwe nûnerê Emerîka Tom Birak dîyar kir ku tu rê li ber HSD tune ye ji Şamê pê ve! Tevî ku mercên Emerîka û Rojavhîyan, ji bo piştgirîya bi ferwerîya Şamê re pêk nehatin jî, mîna tunekirina hebûna bîyanîyan di nava artêşê de, tevlêkirina hemû pêkhateyan di ferwerîyê de, şerkirina li himber Dayîşê û hwd, lê belê gavên ferwerîyê yên sereser erênî pesend kirine, her wiha komkujîyên li ser elewî û dirzîyan, tevî şermezarkirinê jî; lê belê mebesta baş ya ferwerîya Şamê ji bo hesabxwestina ji tewanbaran û avakirina komîteyên serser ji bo şopandina wan tewnbarîyan, pesend kirine, her wiha giringîya yekîtîya neteweyî dane pêş, mîna ku bêjin çarenûsa gelê sûrî ew e ku bi ferwerîyeke netewperest û tîreyî ku ji dehan komên tundrew pêkhatiye bipejirîne? Berjewndî di jora her tiştî re ye? Hêzên navneteweyî baş dizanin ku HTŞ nikare yekîtîyeke neteweyî li gor ku ji hişmendî û komên çekdar yên pê ve girêdayî dîyar dibe, pêk bîne, ne jî dikare pirrengîya di Sûrîyayê de bipejirîne û ne jî piştî komkujîyên li ser elewî, dirzî, xiristîyan û nêzîkatîya wan ji kurdan re, ne gengaz e yekîtîyeke neteweyî bi Elcolanî re pêk were, tevî wilo jî her dem hêzên navneteweyî dîyar dikin ku pêwist e ferwerîya Şamê hemû pêkhateyan himbêz bike, her wiha ji pêkhateyan hêvî dikin ku ferwerîya Şamê bipejirînin, anku ji bo Sûrîyayeke ber bi çareserîyên rastî ve; ne jidil bi biryar in, ev jî girêdayî bidawînehatina şêweyê pilan û pirojeyên wan li ser deverê, bi taybet ku hîna sazkirina nû ji Rojhilata Navîn re berdewam e ji alîyê Israîl ve û Îran û baskên wê hîna tune an jî yekser bê bandor nekirine.

Israîl yekîtîya neteweyî di perçekirin an jî avakirina herêmên xweser û navendeke lawaz de dibîne, lewra ji ber ku bi Xeza û beramberîya bi Îran û baskên wê ve mijûl e, sîyaseta gef, lêdan, danûstendin, anku lîska pisîk û mişik bi ferwerîya Şamê re dilîze û di heman demê de gefa cûdakirina pêkhate û kêmjimaran bikar tîne, ferwerîya Şamê di nava nearamî, nehedan û metirsîyan de dihêle.

Tirkîya jî yekîtîya neteweyî di avkirina ferweriyeke navendî û tevlêbûna hemû pêkhateyan bi mafine jirêzê, di nava pergala Şamê de dibîne, bi taybet di jevketina HSD, sazîyên Rêveberîya Xweser û serwerîya Şamê li ser tevaya axa Sûrîyayê û nepejrandina çi şêwazî ji şêwazên nenavendîyê de dibîne.

Hin dewletên Erebî yekitîya neteweyî di avakirina pergaleke navendî bi beşdarkirina pêkhateyan de di nav de wek welatî dibînin.

Di nava van hemû nerînan de danûstendin, hevrakêşandin, lihevgefxwarin berdewamin, êdî tevî hin agahîyên ku dîyar dikin ku Sûrîya ber bi aramî û çaraserîya nakokîyan ve diçe, lê belê di rastîyê de maratoneke pir dirêje, hevnegirtineke di nerînan de pir heye û hemû alî negihiştine wê bawerîya ku dema bi dawîkirina kêşeya Sûrîyayê hatiye, ji ber ku nehêzên navneteweyî û ne jî yên herêmî, di hevparkirina hêzdarîyê de negihiştine wê lihevkirinê.

Ji bo Sûrîyê bê Parastin Yekîtîyeke Neteweyî Çawa Çêdibe?

Daxwazkirin an jî bangeşeya li ser giringîya pêkanîna yekîtîya neteweyî di Sûrîyayê de, ji aliyî çi hêzên hundirîn be, çi dewletên navneteweyî an jî yên herêmî be, bi şêweyekî jirêzê an bi sepandinê nabe, ferwerîya Şamê dîyar dike ku wan di vê derbarê de pir gav avêtine, mîna kongira serkeftinê, gotûbêja niştimanî, ragihandina destûrî û hilbijartinên perlemanê, her wiha rawestandina şer û pêşxistina gotûbêjê di çareserkirina nakokîyan de û bi van gavan bi raya navneteweyî diaxive ku ew Sûriyayeke nû ava dikin û hemû pêkhate û beşên civakê himbêz dikin, lê belê ji encamên van gavan em dizanin ku li himber elewîyan komkujîyên mezin pêk anîn, bi derbasbûna artêşa wê di Siwêda de, li himber dirzîyan komkujî û talanî pêk anîn, li himber Rêveberîya Xweser û kurdan êrîş, reşkirin, talanî û guhertina demografî (bi taybet di Efrînê de) ranewstîyane, dagirkerîya Tirkîyê ji deverên kurdî re bi dawî nekirin, çimkî di wan hemû gavên ku basa wan dikin de, tu mafên kurdan, pêkhateyan û beşdarbûna, hevbeşîya wan tune bû, anku yekîtîya neteweyî wiha ava nabe, pêkenîn an jî xwexapandinike ku bi van gavên nedurist li şûna pergala Esed, pergala Colanî bisepînin.

Lewma ji bo yekîtîyeke neteweyî ya durist, pêwist e bingehên avakirina wê durist bin:

  • Pêwist e ku çi ferwerîya li Şamê be, zanibe ku Sûrîya ne tenê Erebî ye… Sûrîya Erebî ye, Kurdî ye, Elewî ye, Dirzî ye, Êzîdî ye,Ermenî ye, Suryanî ye û hwd; rengareng e xwedî pirçand û hebûna ne, pêwist e tev jî werin pejirandin û di welêt de hevbeş bin.
  • Nabe ku welat li ser bingeha yek netewe, yek tîre û bîrdozî ava bibe, anku pêwist e welat bê alî be û li himber hemû pêkhateyan wekhev be, anku welatekî demokrat be û ol ji derveyî sîyasetê be û welatîyeke wekhev serwer be.
  • Bizanibe ku netew-dewlet bûye sedema kirîz û qirkirinan, navendîbûn bûye sedema paşguhkirina gel, civak û wêrankirina welêt, pejirandina pergala nenavendî û pejirandina mafê pêkhateyan, her wiha çareserkirina doza kurdî (nenavendîya sîyasî, fedral, konfedral, li gor lihevkirinan).
  • Danîna peymaneke civakî ya hevbeş, nûjen, li ser lihevkirin û dîtina mafê jin wek xaleke sereke di yekitîya neteweyî de.
  • Dûrxistina perwerdeyê ji armancên pêşdayîna olekî, tîreyekê, neteweyekê, an jî tevgerekê û misogerkirina azadîya ramanê.
  • Avakirina artêşeke neteweyî ya fedral ku her herêmeke parastina xwe bike û bi hev re parastina tevaya welêt bikin.

Bêguman pir xalên din jî hene mîna destûreke giştî ya hevbeş û li ser lihevkirî û pir xalên din ku bi şêweyekî rast basa yekîtîîya neteweyî bibe, were pêkanîn û sûriyeke nû ava bibe .

Rewşa heyî û yekîtîya neteweyî

Diyar e ku di asta navneteweyî, herêmî û xwecihî de, xwendina ji mijara yekîtîya neteweyî re cûda ye, her xwendineke girêdayî berjewendî, rojev û pergala wan ya taybet e, tiştê hevbeş di navbera hemûyan de ew e ku pêwistî bi beşdarkirina hemû pêkhateyan di nava pergala heyî de, lê şêwazê beşdarbûnê jî di nerînên wan de, ne yek in! Hêzên navneteweyî dîyar dikin ku Şamê hin gav avêtine lê bes nakin, hêzên herêmî mîna Tirkîyayê astengîyê di HSD de dibîne ku wê tewanbar dike, anku peymana 10 adara 2025 ya di navbera R. Mezlûm Ebdî fermandarê giştî yê HSD û serokê demekî Elcolanî de pêk nayine, Israîl di mijara yekîtîya neteweyî de, tu hêvîyê jê nabîne û başûrê Sûrîyayê, devereke giring ji bo ewlekarîya xwe ya neteweyî dibîne, ku napejirîne tu hêzên ferwerîya Şamê li wir hebin, her wiha parastina dirzîyan ji erkê xwe dibîne û piştgirîya xweseriya wan dike, Sûrîyayeke hevgirtî napejirîne, Emerîka lihevkirina di navbera HSD û Şamê de, ji bo yekîtîya neteweyî giring dibîne, lê dizane ku Sûrîyayeke navendî nema pêkane, her wiha ferwerîya Şamê dikişîne ber bi peymanên Ibrahîmî û şerê bi Dayîşê re, yekîtîya neteweyî di lihevkirina di navbera HSD û Şamê de dibîne. Ferwerîya Şamê ya Elcolanî jî baş dizane ku bêyî tevlêkirina HSD di nava artêşa xwe de û vegirêdana herêmên Bakur û Rojhilatî Sûrîyê bi Şamê ve, dê nikare be ne ramyarî, ne aborî û ne jî wek desthilatdarî li pêş keve an jî xwe mayinde bike, lewma mîna sîyaseta Tirkîyayê dixwaze bi dayîna mafên herî piçûk, bi gefan, bi xwexurtkirina bi Tirkîyayê û piştgirîya hin dewletên Erebî mîna Siûdî û Qeterê, HSD bikşîne xwedaxistinan, Rêveberîya Xweser û HSD, ji bo yekîtîya neteweyî, him di nava gotûbêjan de ye û him jî xetên xwe yên sereke hene ku jê venagere, tevî fişarên Şamê, navneteweyî û herêmî, mîna parastina desksftîyan, pejirandina nenavendîya siysî, tevlêbûna HSD di nava artêşê de wek yeklaş, mafên pêkhateyan, jin û vegera koçberan, êdî bi giştî di mijara yekîtîya neteweyî di Sûrîyayê de, hemû alî erênî dibînin, lê di şêweyê pêkanîna wê de li hev nakin.

Di nava rewşeke wiha de, dîyar dibe ku, ji bo pêkanîna yekitiyeke neteweyî di Sûrîyayê de nerijdbûneke navneteweyî û herêmî heye, heger rijdî hebana, bê guman Emerîka di serî de û pê re jî rojavayî, dikarin fişarê li Tirkîyayê, Qeter û Siûdîyê bike ku destwerdanê di danûstendinên di navbera sûrîyan de nekin, her wiha rojevên xwe li ser Şamê nesepînin, fişarê bikin ku jidil Şam komên bîyanî ji nava artêşê derxe, kesayetên tewanbar ji fermandarîya artêşê bavêje, gotûbêjeke neteweyî ya jidil bi beşdarbûna hemû pêkhateyan li dar bixîne, hilbijartinên demokratî û destûreke an jî peymaneke civakî ya nû û demokratî pêşkêş bike, doza kurdî û nenavendbûna Sûrîyayê bipejirîne, ta ku rijdîya wan zelal bibe, lê belê anîna HTŞ bi xwe li ser serdestîya Sûrîyayê dîyar dike ku ne ji bo bidawîkirina kirîza Sûrîyê ye, lê belê ji bo pêkanîna rojevên xwe, ji wan jî peymanên Ibrahîmî, lawazkirina Îranê, ewlehîya Israîlê û Sûrîyê bigihêje asta ku ji nû ve pêkhateyên wê nikaribin bi hev re jîyan bikin û Sûrîyayê bikin welatekî nenavendî, xweserîya herêman hebe û navendeke lawaz birêve bibe, anku welatekeî ji rajeya rojevên di deverê de erkdar be.

Wek encam

  • Yekîtîya neteweyî di Sûrîyayê de bi şêwazê hişmendîa HTŞ, Tirkî û hin dewletên erebî, nepêkane, her wiha rêjîma islama sîyasî ya li Şamê ya ku neteweperestîya Bas di nav de heye, ne ji taybetmendîyê wê ye ku karibe yekitiyeke neteweyî ya demokratî ava bike û ne jî di rajeya xwe de dibîne, hişmendîya wê navendîbûn, tîreyîbûn û netewperestîbûn e.
  • Şêwazê ku hêzên navneteweyî pêşkêş dikin ji bo yekitiyeke neteweyî di bin serkêşîya Elcolanî de û bi tevlêkirina HSD di nav de, lîska bi demê re ye, dizanin ku hişmendîeke demokratî ya HSD û Rêveberîya Xweser bi hişmendîeke islamî, nijadperestî û paşdemayî re; xwe nagire, lê maratona danûstendin û belavkirina tewanbarîyan li ser hemû alîyan; di nav de jî rojevkirina komkujîyên li dijî elewî û dirzîyan, ewlehîya Israîlê, metirsîyên Tirkîyayê û hwd. Rêvebirina nakokîyane, ne çareserkirina wan e, çimkî mijara Îran û baskên wê her wiha dîyarkirina şêweyê pergala nû di Rojhilata Navîn de; hîna dîyar nekirine.
  • Elewî, Dirzî, Kurd, Xirîstîyan, bawerîya wan bi ferwerîya Şamê nayê û tu hêvîyan jî jê nakin, daxwazkirina nenavendbûn, fedralkirin, xweserbûn, di rojeva hemû pêkhateyan de ye ku yekîtîyeke neteweyî bi Şamê û hişmendîya islama sinîya sîyasî re pêkan nabînin.
  • Li gor pêşketinên di deverê de, Sûrîya di bin serdestîya islama sîyasî de dê nikaribe rengînî û pirbûna çand û civakan bipejirîne, lewma dê nikaribe berdewam jî bike û ji bo pirojeya Rojhilata Navîn ya nû ku Israîl serkêşîya wê dike, yekîtîyeke neteweyî dê ava bibe, lê li jêrpergaleke demokratî, nenavendî û zanistî de ku dê bibe nimûneya ji tevaya deverê re.
  • Ji bo Rêveberîya Xweser, wê wek xwe bimîne û girêdayî Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratî; wê di nava pergaleke fedral de girêdayî navendê bibe, bi şêweyekî nêzîkî şêweyê Başûrê Kurdistanê, lê ne wek fedraliyeke netewperestî.

 

 

 

زر الذهاب إلى الأعلى