Ji ber ku dewletên dagîrkerên Kurdistanê her dem di metirsiya pêşketin û bilindbûna asta doza kurdî de ne, ji bilî wan peymanên navneteweyî yên weke Saykis-Pîkot 1916 û Lozan 1923, wan dewletan di navbera xwe de jî peymanên qirêj li hember gelê kurd Îmze kirine, ji wan jî Peymana Seed Abad 1937 ya di navbera Tirkya, Îran, Iraq û Afganistanê de, ya ku bi serperştîya Brîtanya hatibû îmzekirin, yek ji armancên wê yên sereke armancgirtina doza kurdî bû. Di sala 1963 de jî di navbera rêjîma Iraq û ya Sûryayê de peymaneke qirêj li himber şoreşa başûrê Kurdistanê hatibû lidarxistin, ku di encamê de Sûrya beşek ji artêşa xwe şandibû Mûsilê û li hember Kurdan şer kiribû. Her wiha di sala 1982 de di navbera Tirkya û Iraqê de peymanek hatibû îmezekirin ku maf dabû Tirkyayê ta 5 km. derbasî nava xaka Başûrê kurdistanê bibe, ew jî bi bihaneya şerê li hember Tevgera Azaiyê. Bi kurtasî; çendîn nakokî di navbera dagîrkerên Kurdistanê de hebin jî, lê belê di derbarê doza kurdî de, her dem bûne yek û her aliyeke ji wan dagîrkeran li gorî metirsiya xwe nêzî peymanan bûye.
Yek ji peymanên ku herî metirsîdar û bê insaf e, ku di derheqê Rojavayê Kurdistanê de ye jî, peymana Edenê 1998 bû, ku di navbera Tirkya û Sûryayê de hatibû Îmzekirin. Armanca sereke ji peymana Edenê, doza kurdî û rêgirtina li ber pêşketina şoreşa PKK di bakurê kurdistan de û ferzkirina xwespartinê li ser Sûryayê bû. Em dizanin ku di sala 1978 de partiya karkerên kurdistanê PKK hatibû damezirandin. Di salên heşêyî de di navbera Tirkya û Sûryayê de pir nakokî hebûn, ji wan nakokiyan mijara ava çemên Dicle û Feratê, pirsa Îskenderonê, her wiha hebûna du sercemên li beramber hev, Sovyêt û Emerîka, ku Sûrya hevalbendê Sovyêtê bû û Tirkya jî hevalbendê Emerîkayê bû; lewma Sûrya hebûna PKK weke zextekê li ser Tirkyayê didît, her wiha PKK jî hewcdarî hebûna xwe ji derveyî sînorê Tirkyayê didît, ku dûrî pencên artêşa Tirkyayê be û xwe ava bike, PKK ji nakokiyan sûd werdigirt û di qada lubnanê de (El-biqa) xwe bi cî kiribû.
Bi hilweşîna sovyetê re di 1990 de, Sûrya jî lawaz bûbû, piştevanê xwe ji dest dabû; lewma; di nava planên guhertina Rojhilata Navîn û ferzkirina siyasetên Emerîka û Nato li ser deverê de, plana dawîlêanîna li PKK hatibû danîn, di bin pêşengtiya Nato de Tirkyayê di 1998 de gefên dagîrkirinê li Sûryayê xwaribû û ew gefên cidî bûn; di encamê de R.ocelan ji Sûryayê derketiye û pê re jî peymana Edenê li ser Sûryayê hatiye ferzkirin. Di navbera rêjîma Şamê û Tirkyayê de di sala 2002 de bi hatina AKP li ser serdestiyê re, siyaseta “sifir pirsgirêk” daye pêş, têkiliyên baş û dostaniyeke mezin bi Sûryayê re daniye, ji hingê de zextên li ser Kurdan û alîgirên tevgera azadiyê pir giran bûbûn, hevrêziyeke ewlehî di navbera xwe de avakirine û Rojavayê Kurdistanê kiribûn zindaneke vekirî, bi taybet piştî serhildana Rojava (Qamişlo) di 2004 de. Bi despêkirina buhara Erebî di Sûryayê de di 2011 û pêşketina geşedanên wê de, herdû dewlet, Tirkiya û Sûriya, dûbare bûne dijber, hewildanên Tirkyayê ku peymana Edenê bi rêjîma Elesed re nû bike bi ser neketibûn, piştî hilweşîna rêjîma Elesed di dawiya 2024 de, careke din Tirkya peymana Edenê xistiye rojevê de û dixwaze bi rêjîma Sûryayê ya nû re (Colanî) peymanê nû bike. Gelo peyman çi ye? Armanc ji vê peymanê û nûkirina wê çi ye? Çi metirsiyan li ser Rojavayê Kurdistanê peyda dike? Bandora helwestên navneteweyî û kurdan çi teyisandina wê li ser peymanê heye?
Peymana Edenê çiye?
Piştî diyarbûna cidiyeta Tirkyayê ku dê êrîşî Sûryayê bike, Di navbera Sûryayê û Tirkyayê de serokê Misrê Hisnî Mubarek, wezîrê karê derve yê Îranê yê wê demê, Kemal Xerazî, û bi rêya serokê komeleya erebî, Emir Mûsa, nûnerê herdû welatan di 19-20 Cotmeha 1998 de li Edenê (bajarekî tirkî ye) civandin, peymana Edenê hatiye imzekirin, tevaya bendên peymanê li dijî PKK bûn ku di nava axa Sûryayê de xebatê neke, were qedexekirin, piştgiriya wê neyê kirin, endamên wê werin radestkirin, R.Ocelan were derxistin û benda herî metirsîdar jî ew bû ku Tirkya dikare di xaka Sûryayê de ta 5 KM derbas bibe([1]) û bidû endamên PKK bikeve, ev benda han, bendeke ku her dem Tirkya û her wiha Sûrya jî li gorî rewş û mercên siyasî ji bo xwe bi kar anîne, him weke gef li Rojavayê Kurdistan û him jî weke rewabûna dagîrkirina Tirkyayê ji xaka Rojavayê Kurdistanê re. bendên sereke jî ev bûn: (Sûrya dê PKK weke tevgereke teror ragihîne, hevkariya ewlehî di navbera herdû dewletan de wê hebe, xebata PKK li ser axa Sûryayê wê qedexe be, û Tirkya dema ku pêwist bibîne, heta 5 KM dikare derbasî nava xaka Sûryayê bibe. Li gorî peymanê jî; di navbera her du welatan de wê pirsgirêkên sînor nemînin, anku tu daxwazên Sûryayê ji bo Îskenderonê dê tune bin, anku Tirkya serçimandina Sûryayê ji xwe re derfet dîtibû ku mijara Îskenderonê jî bi dawî bike, Sûrya jî ketibû wê rewşê de ku ew nikare daxwazên Tirkyayê red bike, artêşa Tirkyayê bi piştgiriya Nato amade bû ku Sûryayê dagîr bike. Ji xwe garentorê peymanê jî (Misir, Îran û hin aliyên erebî weke serokê komela Erebî) bûn.
pymana Edenê di fermiyetê de, di navbera Sûryayê û Tirkyayê de bû, lê di rastiyê de ew peyman ya Nato bi Sûryayê re bû, peymana xwesipartin û xweradestkirinê bû, girêdayî plana jinûdîzayînkirina Rojhilata Navîn û amadekirina Tirkyayê ji erkan re bû; lewma bi derketina R. Ocelan ji Sûryayê re tora plana dîlkirina wî dest pê bû, ku hemî riyên parastinê jê re nema bûn û di encamê de di Kînyayê de 15 Reşmeh/Sibata 1999 de ji bo Tirkyayê hate revandin.
Bikaranîna peymanê li himber Rojavayê Kurdistanê
Piştî imzekirina peymana Edenê, Tirkya weke nêçîrvanekî ku nêçîra xwe xistibe bin kontrolê de xwe dîtiye, Sûrya nema basa iskenderonê kiriye û di hundir de zextên pir mezin li ser alîgirên Tevgera Azadiyê û Kurdan bi giştî kiriye, kadroyên tevgerê radestî Tirkyayê kiriye, li ber çalakvanên siyasî û civakî yên Kurdan û bi taybet yên nêzî Tevgera Azadiyê deriyê zindanan vekiriye, di heman demê de Tirkya merc û daxwazên xwe li ser Sûryayê ferz kirye û di navbera her du welatan de têkilî ne têkiliyên du cîranan bû, lê belê têkiliyên serdest û bindestekî bûn.
Piştî hatina AKP li ser serdestiya Tirkyayê di sala 2002 de û siyaseta “sifir pirsgirêk” daye pêş, têkiliyên her du dewletan di derbarê ewlehî, bazerganî û siyasî de wergeriyan dostanî û hevrêziyeke mezin, lê tevî ku asta têkiliyan sînorên têkiliyên normal derbas kir jî û di navbera serokwezîrê Tirkyayê Erdogan û Elesed de gihişte asta malbatî; lê benda peymana Edenê ya girêdayî ewlehiyê weke xwe ma û her weke şûrekî li ser serê Sûryayê hiştye, ev rewşa han ta sala 2011 berdewam kiriye.
Bi despêkirina buhara Erebî re di Sûryayê de Adara 2011, têkiliyên her du welatan ber bi alozî û dijberiyê ve çû, di despêkê de Tirkya weke dostê Sûryayê doza guhertinên siyasî li Elesed kiribû, di pey re doza xwevekişîna ji serokatiya Sûryayê li Esed kirine û di asta dawî de jî doza hilweşandina rêjîma Elesed kirine. Di Cotmeha 2012 de, perlemana Tirkyayê daxwaza erêkirina rabûna artêşê bi çalakiyên leşkerî di nava xaka sûrî de pejirandiyê, û di 2013 de serokwezîrê Tirkyayê, Erdogan, diyar kiriye ku pêwist e armanca derbasbûna leşkerî di Sûryayê de hilweşîna rêjîma Elesed be, li ser bingehê peymana Edenê rewabûn dida xwe, di 2014 de perlemana Tirkyayê destûr daye artêşê ku derbasî nava Sûryayê û başûrê kurdistanê bibe, di 2016 de di bin navê “Mertala Feratê” de Tirkya derbasî nava xaka Sûryayê bûye, bajarên Cerablus û Bab dagîr kiriye, ew jî bi armanca ku herêmêm kurdî di rojhilat û rojavî Feratê de neghêjin hevûdû, û bi buhaneya parastina ewlehiya xwe ya neteweyî û li ser bingehê peymana Edenê, tev geriyaye. Di 2018 de Efrîn di bin navê “Şaxê zeytûnê” de û di 2019 de jî GirêSipî û Serê kaniyê di bin navê “kaniya Aştiyê” de dagîr kiriye.
Rêjîma sûrî jî, tevî nakokiyên bi Tirkyayê re, lê her peymana Edenê weke şûrekî li ser serê Kurdan aniyê rojevê, ew jî bi mebesta kontrolkirina daxwazên Kurdan û lawazkirina tevgerkirina wan di Sûryayê de, her wiha ji bo ku ji Tirkyayê re bide diyarkirin ku ew dikarin dûbare bi hev re li himber doza kurdî hevalbend bin, û li gorî peymana Edenê sînor were parastin. Bê guman; Elesed li ser hesabê kurdan, dixwest Tirkyayê razî bike û di kirîza sûrî de wê bêalî bihêle, Sûrya Peyman weke kaxezeke fişarê li ser Kurdan bi kar aniye, her wiha Rûsya jî wiha dikir bi wateya (an hûnê weke me bikin û an jî em destûrê li ser bingehê Peymanê didin Tirkyayê ku deverên we dagîr bike!).
Hewildanên nûkirina peymanê bi Elesed re
Di 2016 de Rûsya di navbera Sûrya û Tirkyayê de hewildanên lihevkirinê kiriye, û civînên leşkerî û siyasî di navbera wan de li dar xistiye; ku di 2017 de ([2]) bi serpereştiya Rûsya, Îran û Tirkyayê, dest bi hevdîtinên Astena hatibû kirin, pir caran mijara Peymana Edenê ketibû rojevê de, ku Tirkyayê doza berfirehkirina benda derbasbûna leşkerî di Sûryayê de dikir, ku ji 5 KM bibe 30 km û zêdetir, jixwe dûrxistina hêzên YPG ji sînorê tirkî di 2019 de, ji lihvkirinên li ser berfirehkirina asta derbasbûna leşkerî ya tirkî di sûrî de ne dûr bû; anku nûkirina Peymana Edenê, heger devokî be jî, çimkî her dem Tirkya diyar kiriye ku ew li ser bingehê Peymana Edenê derbasî Sûryayê dibe, ew bingeheke zagonî dîtiye ku dikare bi Sûryayê re li hev bike, anku doza nûkirina peymanê dikir ku bendên dagîrkeriyê firehtir bike.
Ji 2022 de Tirkya hewildanên nûkirina peymanê kiriye, lê belê Sûrya jî nûkirin li ser bingehê ku Tirkya ji axa Sûryayê vekişe û piştgiriya girûpên çekdar neke, amadehiya xwe destnîşan kiriye. Daxwazên Tirkyayê yên nûkirina peymanê û nêzîkatiya Rûsya, Sûrya û Îranê ji van daxwazan re her dem girêdayî du mebestan bû: gefxwarina li kurdan (Rêveberiya Xweser), û kişandina Tirkyayê ber bi xwedaxistin û destberdana ji girûpên çekdar bû. Rûsya di hewildanên nûkirina Peymanê de di 2024 de roleke mezin lîstibû ([3]), rojevkirina peymanê ne tenê pêkanîna wê bû, lê belê nûkirina li gorî daxwazên Tirkyayê û destnîşankirin an jî razîbûna Rûsyayê bû, ku hêviya hin xwedaxistinan ji Tirkyayê dikir li gel Îranê, Tirkya jî ta ku peymanê nû bike deskeftî dixwestin. ([4])
Ta 2024 û ketina Elesed jî Tirkya nûkirina peymanê bi dest nexistiye; him ji ber helwesta Elesed ku nûkirin bi dawîanîna li dagîrkeriya Tirkyayê ji xaka sûrî re girê dida, him jî ji ber bilindbûna asta hêza Kurdan û Rêveberiya Xweser û redkirina peymanê, her wiha ji ber rewşa tevlihev ya pirbûna hêzdariyan di Sûryayê de û nakokiyên wan; anku nehvgirtina armancên Rûsya, Îran, Emerîka, Tirkya û Nato. Heta beriya ketina rêjîma Elesed bi çedn demjimêran jî Tirkya ji Elesed daxwaz dikir ku bi hev re rûnên, yek ji armancan jî nûkirina peymana Edenê bû; da ku Tirkya şêwayekî zagonî bide dagîrkirina xwe ji xaka Rojavayê Kurdistanê re.
Di 8 Cotmeha 2024 de rêjîma Elesed hilweşiya, tevî ku Tirkyayê di çalakiya hilweşînê de xwe bê alî nîşan dida jî, lê diyar bû ku ew faktor û kartêkerê sereke û destê li ser serê HTŞ û girûpên pê ve girêdayî bû.
Hilweşîna Elesed û rojevkirina peymana Edenê
Piştî hilweşîna rêjîma Elesed û desteserkirina Tirkyayê ji xaka sûrî re, ew jî bi rêya HTŞ ku piştgiriya herî mezin ji Tirkyayê wergirtiye ([5]), xewnên vejînkirina împertoriya Osmanî di serê serokê Tirkyayê, Erdogan de, dûbare vejîn bûye, piştrast bûbû ku Şam ketiye jêr serdestiya wî de û behsa bajarên sûrî yên ku pêwist bû ku di çarçova sînorê Tirkyayê de bana, kiriye. Tirkya ketibû wê baweriyê de ku Sûrya bûye cihê hêzdarî û vîna wê, û dê karibe Kurdan jî têk bibe ku yekser Sûryayê di jêr serdestiya wê keve([6]). li ser hewildanên têkbirin û dagîrkirina herêmên Xweseriya Demoqratîk bi rêya Artêşa qaşo (artêşa neteweyî ) bi çalakiya “Berbanga Azadiyê”, ku ew yekser girêdayî istixbarata tirkî ye, Tirkya hêvî dikir ku kelema doza kurdî û hêzên HSD ji pêşiya xewnên xwe rake([7]), lê bi ser neket û çalakiya “Berbanga azadiyê” li ber bendava Tişrînê sînordar ma û nikarîbû ava Feratê derbas bike.
Bê guman; piştî hilweşîna Elesed, pir rewş hatin guhertin, demildest Îsraîlê hemî baregehên rêjîma Elesed kir armanc û tev de wêran kir, her wiha Îsraîlê diyar kir ku ewê li şûna hêzdariya Îranê di Sûryayê de, hêzdariya tirkî nepejirîne û nehêle ku girûpên tundrew li ser sînorê wê bi cih bibin. Raste Rûsya û Îran di sûriyê de hatin şikandin, û Tirkya qada Sûryayê li ber xwe vekirî dîtiye; lê belê Îsraîl ketiye ser xetê û napejerîne ku berhemên çalakiyên xwe bi destê Tirkyayê de berde, lewra planên Tirkyayê ta asteke baş hatine astengkirin, hewildanên wê hebûn ku baregehên xwe, bi taybet balefirgehan di Sûryayê de, ava bike, lê belê ew ji aliyê Îsraîlê ve hatin bombebarankirin, her wiha mijara Bakur û Rojhilatê Sûryayê û dostaniya bi Kurdan re ketibû rojeva Îsraîlê de; ev bi xwe metirsiya herî mezin ji Tirkyayê re bû. Di 17. 6. 2025 de Îsraîlê êrîşeke berfireh bi ser Îranê de pêk aniye, û gef li Tirkyayê jî xwariye ku pêkan e ew ji Îsraîlê re bibe armanc.
Armancên bingehîn yên Tirkyayê ji nûkirina peymanê
Ji avabûna komara Tirkyayê 1923 de, doza kurdî bûye xewrevîna rayedar û berpirsên Komarê, ew komareke çêkirî ye, li ser du lingan hatiye avakirin (Kurd – Tirk) lê belê zuhniyeta Toranî ya komarê, hewildana avêtina lingê Kurd kirinye û li ser yek lingî xwestine xwe bidin jiyankirin. bê guman; Kurd bi vê çarenûsê razî nebûne, ew hevbeşê Komarê ne, an jî heger nebe, ewê jî komareke xwe ava bikin, û li ser vê dualîtiyê, beramberiya Tirk-Kurd ji 1923 de berdewam kiriye.
Tirkya siyasetên qirkirin, dîmografîguhertin, çand û zimanê kurdî asmîlekirin û kurdistan wêrankirin daye pêş. her wiha Kurdan jî, berxwedan, şoreş, xweparastin û çand û zimanê xwe vejînkirin dane pêş, her çendî Tirkya di siyasetên xwe de serkeftinên mezin pêk anîbe jî, lê belê Kurdan jî – tevî hemî derfetên kêm – serî neçimandine, bi taybet piştî derhatina şoreşa Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK), Kurd derbasî serdema vejîn û şikandina çembera tunekirinê bûne, ta di salên 90 de bûne metirsiya herî mezin ji komara tirkî re; ku li ser banga serokwezîrê wê demê Turkot Ozal, ku bi şêweyekî bi guman jiyana xwe ji dest dabû, ku Tirkya neçarî daxwazkirina aştiyê û çareseriya aştiyane ji doza kurdî re bike, paşê Tirkya jî ketibû serdemeke nû de ku dê di nûdîzayînkirina Rojhilata Navîn de ji aliyê NATO û Emerîkayê ve bihata erkdarkirin; lewra komploya navdewletî li ser R. Ocelan dane meşandin, ku di encamê de jî peymana Edenê bi Sûryayê Dane îmzekirin, her çendî peyman di navbera her du welatan de di nava rewakirin û nerewakirinê de mabû jî, û hewildanên nûkirina wê bi ser neketine, di dema îro de bi hatina rêjîma nû di Sûryayê de ya HTŞ re, Dûbare Tirkya dixwaze – bi van armancên li jêr – Peymanê nû bike:
- Rewakirina hebûna hêzên xwe bi Şêweyekî zagonî di nava axa Sûryayê de, li himber hêzên cuda yên mîna Îsraîl, Emerîka, Kwalisyona navneteweyî, Rûsya û HWD.
- Têkbirina çi statûyeke kurdî hebe ku di Rojavayê Kurdistanê de ava bibe.
- Berfirehkirina mafê derbasbûna nava xaka Sûryayê ta 30 -50 KM; ku tê wateya tevaya sînorê Rojavyê Kurdistanê.
- Pêkanîna zextan li ser HSD û hiştina wê di nava metirsiyan de; ew jî bi armanca lawazkirina helwesta wê li himber Şamê û daxistina asta daxwazên Kurdan ta asta herî nizim, ku destkeftiyên kurdan di Rojavayê Kurdistanê de ji bo Bakurê kurdistanê nebe nimûne.
Tirkya behsa peymana Edenê dike ku tiştê bi rêya Elesed pêk neanî, bi rêya rêjîma HTŞ pêk bîne, bi taybet di rewşekê de ku metirsîya Tirkyayê ji wê yekê heye ku Rêveberiya Xweseriya Demoqratîk di Bakur û Rojhelatê Sûryayê de (Rojava) fedralîzimê an jî nenavendbûneke siyasî bi dest bixe. her wiha hêzdariya Îsraîlê di Sûryayê de xurt dibe û hemû pêkhate rêjîma HTŞ red dikin, di heman demê de Rûsya jî dixwaze beregehên xwe yên di berava sûrî de misoger bike; anku Tirkya dixwaze bi rêya HTŞ cihê lingê xwe di Sûryayê de mayînde bike, kaxetên xwe yên danûstendinan bi hêzên navneteweyî û herêmî re xurt bike û di diyarkirina çarenûsa Sûryayê de lîstikvanekî sereke be.
Ji xwe pir raporên nûkirina Peymanê di serdema rêjîma nû ya di Sûryayê de derketine, û weke gef li Xweseriya Demoqratîk û HSD dane diyarkirin, her wiha li hember alîkariyên leşkerî û ewlehî, Tirkya nûkirina peymanê xistiye rojevê de ([8]). Ji xwe ragihandina tirkî jî behsa nûkirina peymana Edenê kiriye û xistiye rojeva xwe.
Metirsiyên ji nûkirina peymana Edenê
Di demeke veguhêz de, ku Rojhilata Navîn tê de, li ber guhertin û veguhertinên mezin e, di milekî de li ser maseyên navnetewî nûdîzayînkirina Rojhilata Navîn di rojevê d ye, li ser bi destxistina hêzdariyê di Rojhilata Navîn de hêzên navdewletî û herêmî di nava pêşbirkê de ne, peyman, lihevkirin û planên mezin li ser parvekirina Rojhilata Navîn ji aliyê projeyên aborî û bazirganî di asteke bilind de ye, her wiha doza kurdî ji dorpêça siyasî û ji nav pencên dagîrkerên kurdistanê rizgar dibe û ber bi asoyên diyarkirina çarenûsa xwe ve diçe. Tirkya di nava vê gelemşeyê de, tevî ku mîna dewletên herêmî yên sereke xwedî projeyên aborî, bazerganî û xwefirehkirinê ye jî, anku xwestekên wê yên desteserkirin û bidestxistina hêzdariyê di Rojhilata Navîn de hene, lê di heman demê de jî di nava metirsiya ku ew bi xwe bibe armanca guhertinan di Rojhilata Navînde ye, û guhertunê an jî têkçûna xwe di biserketina doza kurdî de dibîne; lewra bê navber bi taybet bi destpêkirina buhara erebî re 2020-2011 û pêşketina doza kurdî di Sûryayê de, ji 2015 de bênavber şerekî berfireh li himber kurdan daye meşandin, pir metirsiya wê ji Rojavayê Kurdistanê heye; lewra peymana Edenê 1998 di sînga Rojavayê Kurdistan û serweriya Sûryayê bi xwe de xencerek bû, di dema îro de ku behsa peymanê tê kirin û doza nûkirina wê dikin, ev yek ne ji bo Sûryayê û nejî ji bo Rojavayê Rurdistan û doza kurdî erênî ye:
- Serweriya Sûryayê her dem dixe nava metirsiyan de, an jî ji wateya wê derdixe û her dem di bin gefên Tirkyayê de dimîne, her wiha dagîrkirin û destwerdana di Rojavayê Kurdistanê de rewa nîşan dide, metirsiyeke cidî çêdike û derî li ber qirkirinan vedike.
- Li hember Sûryayê her dem wê were bikaranîn, û li ber çi lihevkirinên demoqratîk di navbera Şam û kurdan de dibe astengî.
Lewra; heger rêjîma HTŞ di Sûryayê de peymanê nû bike û derfetên cîbicîkirina wê guncaw bin, dê aramî û çareserîyeke mayinde ji tevliheviya di Sûryayê de nebe; çimkî cibicîkirina wê û derbasbûna Tirkyayê 30-50 KM di nava Rojavayê Kurdistanê de, dê were wateya şerekî hebûn û nebûnê û ew şer dê di Sûryayê de sînordar nemîne.
Heger em li peymana Edenê binêrin, emê bibînin ku ev peyman ne di navbera du dewletên wekhev, cîran, sûdgirtina wek hev û normaal de ye, em dikarin bêjin ku ev peymaneke yekalî ye, alîyekî tenê ku ew jî Tirkya ye, merc û daxwazên xwe li ser Sûryayê ferz dike, di rewşekê de hat ku Sûrya neçar bû wê peymanê îmze bike; anku ferzkirina dagîrkerî û desthilatdariyê ye, di nava peymanê de mafê Sûryayê di Îskenderonê de tune bûye, axa Sûryayê li ber Tirkyayê vekirî ye, ewlehîya beşeke ji civaka sûrî ji bo Tirkyayê hatiye radestkirin, her wiha bi wê yekê peyman destnîşan dike ku heger ew nekevin rewşa neçarî û tengaviyê de, dagîrkerên Kurdistanê li ser zuhniyeta çareseriyên ewlehî ji kirîzên xwe yên hundirîn re, bi taybetî doza kurdî, berdewam in.
Derfetên rakirn, bidawîkirin û astengkirina peymanê
Dema îmzekirina peymana Edenê, hemî rewş û geşedanên di Rojhilata Navîn û cîhanê de li aliyê tirkî bûn; yekîtîya sovyetê hilweşiya bû, Emerîka û Nato amadekariyên guhertina Rojhilata Navîn dikirin û rola an jî erkên Tirkyayê jî dihate xwestin, tevgerên çepger û dewletên sosyalist hin ji wan hilweşiya bûn û hin jî lawaz û bêdeng bibûn, hesabxwestina ji sîstemên girêdayî sovyetê dihate xwestin; anku Sûrya nikarîbû li ber xwe bida, biryara xweradestkirin û desthildanê li ser ser Sûryayê hatibû girtin, jixwe ev rewşên me anîne zimên di dema îro de hatine guhertin.
Rojhilata Navîn, nema ew Rojhilata beriya buhara ereban e; rêjîmên berê hilweşiyan, şerên navxweyî xwe dane pêş, hêzên navdewletî berê xwe dane Rojhilata Navîn, projeyên siyasî, aborî û bazirganî yên navdewletî û herêmî li himber hev in, di Sûryayê de rêjîma Elesed hilweşiya û di navbera pir hêzên xwecihî, herêmî û navdewletî de hêzdarî li ser xaka Sûryayê hatiye parvekirin, piştî hilweşîna Elesed Îran û Rûsiya di Sûryayê de lawaz bûne, lê li şûna wan Emerîka û Îsraîlê xwe ferz kirine, anku; lawaziya Îran û Rûsyayê di Sûryayê de, nayê wateya ku Sûrya ma ji hêzdariya tirkî re. Rast e Tirkya hevalbendê NATO ye, lê belê projeya di Rojhilata Navîn de bi serkêşiya Îsraîl û piştgiriya Emereîkayê tê meşandin û birêvebirin; anku Îsraîl bi dîzayînkirina Rojhilata Navîn hatiye erkdarkirin, jixwe heger em li daxuyanî, proje û tevgerkirina Îsraîlê di deverêde binêrin, diyar dibe ku Rojhilata Navîn ber bi dewletên lawaz, di nva xe de mijûlkirin, guhertina sîstemên navendî ber bi sîstemên nenavendî ve, xwe birêvebirina pêkhate, kêmnetew û mezheban û ji Îsraîlê re xwe daxistin ve dibe, hingê jî; gelo hebûna dewleteke mezin, navendî û bihêz ku xwe di hêzdariyê de hevbeşê Îsraîlê bibîne, gelo dê di xizmeta projeyên guhertina Rojhilata Navîn de be? Her wiha em dizanin ku PKK li ser banga R. Ocelan projeya Aştî û Civaka Demoqratîk daye pêş, û Tirkya jî wê yekê erênî dibîne û behsa bi dawîkirin an jî çareserkirina doza kurdî bi şêweyekî ji şêweyan dike; lê gelo wê gefxwarina li dijî Rojavayê Kurdistanê, nûkirina peymana Edenê û berdewamkirina hebûna leşkerî ya tirkî di Rojavayê kurdistan û başûrê kurdistanê de, derfetê bide çareseriyan bi PKK re, an jî PKK û R.Ocelan, ku her dem diyar kirine ku Rojavayê kurdistanê xeta wan a sor e, dê siyasetên Tirkyayê li ser Rojavayê Kurdistan bipejirînin? Gelo hêza Tirkyayê ya leşkerî, civakî, aborî û siyasî, guncaw e ku bi kurdan re têkeve şerekî berfireh de? Gelo Hêzên navneteweyî û Îsraîl amade ne ku şerekî herêmî yê berfireh di navbera kurdan û Tirkyayê de rû bide û deverê bi giştî vegerîne nava şer, tevlihevî û jinûvederhatina Daîş û tevgerên cîhadist di deverê de? Gelo Kurd bi xwe li her çar perçeyên Kurdistanê negihiştine wê baweriyê ku Rojavayê kurdistanê kilîta çareseriya tevaya doza kurdî ye, û dê li himber Tirkyayê bêdeng nemînin, ku ji nû ve kurdan ji holê rake? Ji bo avakirina Sûryayeke nû, gelo mayîna peymanên mîna Edenê nayê wateya necidiyeta çareserkirina kirîzan û ji wan jî doza kurdî di Sûriyê de? Naxwe heger rewş û mercên beriya hilweşîna Elesed li himber kurdan berdewam bikin; dê çawa Sûryayeke nû ava bibe? Lewra; pir astengî û derfetên tunekirin û rakirina peymana Edenê hene:
- Pêkanîna peymana Edenê, tê wateya tunekirina pirojeyên aştiyê bi Tirkyayê re û çûna kurdan ber bi avakirina dewleteke serbixwe ve.
- Kurd nema kaxeteke bazara ne; ew bi xwe bûne lîstikvanek ji lîstekvanên di Rojhilata Navîn de, serdema paşguhkirin û bêbandorkirinê derbas kirine.
- Dagîrkirin an jî desteserkirina Tirkyayê ji Rojavayê kurdistanê û Sûryayê re, nakeve xizmeta projeya jinûdîzayînkirina Rojhilata Navîn de.
- Sûrya ber bi sîstemeke nenavendî ve di çe; ev sîstem peymanên weke Edenê napejirîne, çimkî li dijî pêkhateyeke serke ji pêkhateyên sûrî ye û li dijî serweriya sûrî bi xwe ye.
- Heger proseya aştiyê berdewam bike û bighêje encaman, PKK xwe fesix dike, naxwe ji bo Tirkyayê tu wateya bikaranîna hebûna PKK li Sûryayê namîne; heger ne wiha be, xwefesxkirina PKK bê wate dibe û nepêkan e PKK rewşeke wiha bipejirîne:
- Îsraîl serkêşiya guhertina Rojhilata Navîn dike, jixwe ew guhertin vegerandina Împeretoriyan napejirîne, dewletên biçûk, nenavendî û lawaz, yên wezîfedar amade dike.
Lewra; çendîn Tirkya behsa peymana Edenê û nûkirina wê bike jî, lê serdem ne ew serdema ku karibe li gorî daxwaz û armancên xwe tev bigere; anku peymana Edenê û pir peymanên mîna wê, dê werin rakirn û peymanên nû, peymanên pêkanîna Rojhilata Navîn ya nû dê têkevin meriyetê de, mîna peymanên Îbrahîmî û hevjiyana demoqratîk di nava gelan de, bi sîstemên nenavendî, fedral, an jî konfedral.
Encam :
Peymana Edenê ne rewa ye, di navbera du dewletên dagîrkerên Kurdistanê de bi awayekî veşartî hatiye îmzekirin û ew ne zagonî ye, tu dem û dîrokeke wê ya bidawîanînê tune ye, Peyman li dijî gelê Kurd û Rojavayê Kurdistanê ye. Lewra; pêwist e hemî tevgerên siyasî, gel û rêxistinên sivîl û yên civakî li dijî wê derkevin û wê nepejirînin, rastiya siyasetên qirkirinê dîşîfre (eşkere) bikin, yek ji mercên lihivkirina Rêveberiya Xwesr di Rojavayê Kurdistanê de di danûstendinên bi şamê re, rakirina peymanên dagerkeran be, mîna ya Edenê; jixwe cîbicîkirin an jî nûkirina peymanê, dê were wateya berdewamiya zuhniyeta ewlehî li himber doza kurdî, her wiha encamên wê dê ne tenê zirarê bi kurdan bighîne, lê belê dê deverê bigiştî ber bi komkujî û qirkirinên mezin ve bibe, ku dê aramî li Rojhilata Navîn nebe. Lewra; di dema ku Rojhilata Navîn ya nû têye avakirin de, ne ji berjewndiyên navdewletî û herêmî ye ku kurd, weke kartêkerê pêkanîna hevsengiyê di Rojhilata Navîn ya nû de, ji holê werin rakirin, an jî bê statû bin; kurdan serdema metirsiya jiholêrakirinê derbas kirine, Lozaneke nû li himber kurdan dê neyê pejirandin û pêkanîn.
[1] Tevaya bendên peymanê dikarin di rojnemeya Elşerq E lewset de bixwînin, https://aawsat.com/home/article/1561746/%C2%AB%D8%A7%D9%84%D8%B4%D8%B1%D9%82-%D8%A7%D9%84%D8%A3%D9%88%D8%B3%D8%B7%C2%BB-%D8%AA%D9%86%D8%B4%D8%B1-%D9%86%D8%B5-%D8%A7%D8%AA%D9%81%D8%A7%D9%82-%D8%A3%D8%B6%D9%86%D8%A9-10-%D8%AA%D9%86%D8%A7%D8%B2%D9%84%D8%A7%D8%AA-%D9%85%D8%AA%D8%A8%D8%A7%D8%AF%D9%84%D8%A9-%D8%A8%D9%8A%D9%86-%D8%A3%D9%86%D9%82%D8%B1%D8%A9-%D9%88%D8%AF%D9%85%D8%B4%D9%82
–
[2] https://www.bbc.com/arabic/articles/cyx5y7xynqgo
- جولة في تاريخ العلاقات التركية السورية منذ 2011 وحتى الآن -ريم الشيخ – بي بي سي عربي
“أضنة” جديدة على مسار التطبيع بين أنقرة ودمشق اندبندنت عربية 7-ايلول 2024
https://www.almasryalyoum.com/news/details/3331312
المصري اليوم, تقارير إيرانية وبريطانية: «أردوغان يريد استعادة الإمبراطورية العثمانية فى سوريا»17-1-024
euro news 15-12-2024
[8] Li gorî rapora Bloombergê, danûstandin ji bo dabînkirina alavên leşkerî, di nav de wesayîtên zirxî, dron û pergalên parastina hewayî ji bo Sûriyeyê didomin, li hember berfirehkirina destwerdana leşkerî ya destûrdayî ya artêşa Tirkiyeyê bo bakurê Sûriyeyê ji 5 kîlometreyan bo 30 kîlometreyan ji bo şopandina çekdarên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK). Ev kûrahî dê bi qasî kûrahiya herêma ewle ya ku di navbera bajarên serêkaniyê û girêsipî de di bin rêkeftineke Amerîka-Tirkiyê ya di dawiya sala 2019an de hatiye damezrandin be.
اتفاق أضنة بين سوريا وتركيا… ماذا يعني “توسيع نطاقه”؟ مجلة المجلة 18-10-2025






