Gotar li gor nerîna nivîskar e
Tirkîya di sedsala 21ê de di qonaxeke dîrokî re derbas dibe ku rûdeymên lîstina cyosiyasî tê de ne weke sedsala borî ne. Di demekê de ku Enqera dixwaze hebûna xwe ya weke bingeheke herêmî ya bikêr tekez bike, xwe dibîne wa bi nexşeyeke din a hevpeyman û hêzdarîyan dorpêçkirî ye; ji Qubrisê dest pê bike ku ji alîyê siyasî ve ber bi Ewropayê ve diçe û paşê Yûnan ku dibe baregeheke pêşketî ji bo Waşintonê û heya tu bigihêjî herêma Qoqazê ku bûye qada rikberî û pêşbazîyê ya welatên rojavayî û Israîl li hember Tirkîya. Êdî dîmenê cyosîyasî yên derdora Tirkîya dişibe mamikeke aloz a hêzên têkelbûyî.
Di vê atmosferê de, Tirkîya ji alîyê cyosiyasî ve li ser çerxerêyekê ye; ji alîyekî ve guhertinên hêzan û ji alîyê din ve sazkirina hêza herêmî.
Eger em hinekî bi paş de vegerin, em ê bibînin ku têkilîyên di navbera Tirkîya û Israîlê de yek ji hevpeymanên herî stratejîk ên li herêmê bûn. Van têkilîyan bi awayekî fermî di avdara 1949an de dest pê kir. Wê hingê Tirkîya yekem dewlet misilman bû ku danpêdanê bi Israîlê dike. Lê piştî ku AKPê di sala 2002yan de gihaşt desthilatê, ev têkilî bi paş de vegerîya. Piştî êrîşa israîlî ya bi ser keştîgelên “Azadîyê“ yên ku ber bi Xezayê ve diçûn, kir. Vê jî hişt ku têkilî hema hema ber bi qutbûyîna diplomatîk ve biçin.
Em zêde nakin dema em bibêjin ku nakokîyên di navbera Tirkîya û Israîlê de li ser hêzdarîyê ne. Tirkîya dixwaze behra şêr ji aborî û xaknîgarîya Rojhilata Navîn wergire. Ev yek ji rola wê ya xerabkirina herêmê (alozîya Sûrîyê) xuya ye. Xwestek û tematîyên tirkî yên desteserkirina Sûrîya (dixwaze cihê îranî li Sûrîyayê bigire), gefan li ewlekarîya neteweyî ya israîlî li herêmê dixwe. Vê jî hişt ku şerekî nerasterast di navbera her du alîyan de li ser xaka sûrî çêbe.
Di van deh salên borî de Israîl hevpeymana xwe bi Yûnan û Qubrisê re xurt kir da ku li Tirkîyayê teng bike. Vê jî rehendeke stratekîk ya nû li hevkêşeya herêmî zêde kir.
Ji alîyekî din ve Tirkîya rastî rûbirûyên mezin li rojhilatê Deriyaya Spî tê. Piştî ku lêkolînên zanistî çespandin ku tu gencîneyên binerd (xaz û betrol) di ava herêmî ya tirkî di Deriyaya Spî de tune ne, ew hewil dide rê li ber hewildanên yûnanî û qubrisî yên veberhênana di gencîneyên herêmê de bigire.
Her wiha Tirkîya rastî rûbirûyên aborî yên mezin ji hundir ve jî tê. Bilindbûna nirxan gihaştîye astekê ku ev bîst salan wisa nebûye. Lîreya tirkî gelekî li hember diravên biyanî daketîye. Ji alîyekî din ve erdheja ku di 2023yan de li başûrê rojhilatê Tirkîya xist, rûxandin û wêrankirineke mezin di jêrzemîna wê de pêk anî. Lêçûna ji nû ve avakirinê bi qasî sed milyar dolarî hatîye pêşbînîkirin.
Ji bo ku li hember van rûbirûyan raweste, Tirkîya stratejîyeke berferehkirinê (li şûna stratejîya aştîyê) meşand da ku hêzdarîya xwe ya herêmî û rola xwe ya dijminane biparêze. Bi rêya vê siyasetê(siyaseta bragmatîk) Tirkîya dixwaze di vê rewşa şerê rûsî-ukraynî de siyaseta hevsengîyê di navbera Mosko û welatên Rojavayî de biparêze. Her wiha sazîya diplomatîk a tirkî dixwaze têkilîyên fermî di navbera xwe û alîyên di de hinekî sererast bike, nexasim bi Misrê re. Her wiha li hin derfetên aborî bi dewletên erebî re digere, her wekî Siûdîyê û dewletên Kendavê.
Eger em kûrtir biçin, em ê bibînin ku Tirkîya dê di qonaxa bê de rastî bijarteyên zehmet were, ya herî girîng di nav wan de, tenahî û alozbûna rewşa aborî ye, ji ber vê yekê dixwaze rola xwe ya herîmî ya mayî li herêmê xurt bike.
Rûbirûyên hundirîn û derveyîn û siyaseta ku Tirkîya dimeşîne dê –heya asteke mezin- cihê Tirikîya di nexşeya cyosîyasî ya herêmî de di van salên bê de diyar bike.
Bipêşveçûnên siyasî ya dawî di hundirê Tirkîyayê de amaje dikin ku eger pêngava levhatina bi PKKê re (ku ev yek beşek ji hizir û stratejîia tevgera kurdî ye) bi ser bikeve, dê alîkarîya Tirkîya bike ku vê qonaxa zehmet ya xwecihî û herêmî derbas bike. Jixwe biserketina vê pêngavê girêdayî derbaskirina Tirkîya ji siyaseta xwe ya nijadperest re ye.
Rastî hemû destpêşxerîyên aştîyê ji hêla PKKê ve hatin lê her tim faşîzma tirkî sedema sereke ya binkeftina van destpêşxerîyan bû. Lê guhertinên ku li herêma Rojhilata Navîn pêk tên hiştin ku Tirkîya ber bi pêngava aştîyê ve biçe. Jixwe bidawîkirina şer û nakokîya ku 40 salî dom kir, şertekî sereke yê serkeftina vê destpêşxerîyê ye. Bê guman pêwîstîya vê yekê bi guhertina demokratîk a rastîn li Tirkîya heye. Pêwîstîya vê yekê jî bi çeksazîyên destûrî û dadwerî heye. Helbet ev yek dê bandoreke erênî li jîngeha siyasî û aborî ya Tirkîyayê bike û derfetên Enqere yên anîna veberhênanan û başkirina têkilîyên xwe yên bi welatên rojavayî re xurt bike.
Li gor vê stratejîyê, gerek e Tirkîya hewil bide nimûneya neteweperest a hişk ku şerê kurdî-tirkî encam de, derbas bike û gerek e ew ber bi nasnameyeke niştumanî ya berferehtir û giştîgir ve here, danpêdanê bi cihêrengîyê bike û bîrdanka niştumanî ya kurdî-tirkî ji nû ve damezirîne.
Bê guman bidawîkirina şerê hundirîn dê hin kaxezên hêzdarîyê li ser asta herêmî û navdewletî bide Tirkîya. Bi rêya bidawîkirina vê dosyeya ewlekarî ya giran, Tirkîya dê ji bendekî mezin rizgar bibe ku rê li ber rola wê di gelek qadên hundirîn û derveyîn de digire. Ev yek dê rê bidiyê ku berjewendîyên xwe yên aloz bi Waşinton û Mosko re bi awayekî nermtir bi rê ve bibe.
Helbet pêngava aştîyê ya serkeftî dê rewşa Tirkîya li ba Yekîtîya Ewropî û Amerîkayê xurt bike û levhatin di têkilîyan de çêbe û hevkarîya di biwarên aborî û ewlekarî de xurttir bibe.
Tevî vî wêneyê bedew ê aştîyê jî lê helbet dê kelem li hember wê hebin.
Gelek dipirsin ka gelo Erdogan, ji bo ku levhatina demokratîk a rastîn pêk bîne, dikare dev ji alavên xwe yên desthilatî û zordarîyê berde ku desthilata xwe li ser wan avakirîye (her wekî bikaranîna dadwerîyê û desteserkirina ragihandinê).
Bê guman dîroka pêngava aştîyê ya bi PKKê re gelek caran rastî binkeftinê hatîye, çimkî Enqere xwe jê dida alî. Dibe ku derenghiştina pêkanîna çeksazîyan an jî xwesistkirin an jî vegera ji sozan, rewşê vegerîne xala zîroyê.
Em tekez dikin ku pêngava levhatina bi PKKê re eger biçe serî , dê ne tenê navgîneke bidawîkirina têkoşîna çekdar be lê belê ew ê stratejîyeke giştgir ji bo derbaskirina Tirkîya ji vê qonaxa zehmet re be û dê qonaxeke nû dest pê bike ku tê de Tirkîya bingeheke herêmî ya bikêr û hedar be. Ev yek jî dê rûdeymên nexşeya hêzan li herêmê ji bo dehên salan ên bên, diyar bike.








