Gotarên nêrînan

Kurd Faktoreke Sereke ya Guhertinê ne

Kurdiyar Dirêî

Di vê rewşa pêşveçûnên dramatîkî li Sûrîya û herêmê de, êdî babeta çareserkirina alozîya Sûrîyayê li gor hişmendîya hikûmeta Şamê û dewletên herêmê, gelekî zehmet e. Bo nimûne, Tirkîya –dewleta herêmî ya herî zêde ku ji destpêka alozîya sûrî destwerdanê tê de dike- heya ku jê tê û bi rêya cemserên hikûmeta Şamê yên ku ji alîyê saxlogerî ve girêdayî wê ne, hewil dide rê li ber hemû rêkeftin û levkirinên ne li gor ejindeyên xwe, di navbera Rêveberîya Xweser û hikûmeta Şamê de bigire. Jixwe Tirîya dixwaze Rêveberîya Xweser û HSDê ji hev bixe û pergaleke navendî ya ixwanî ku girêdayî ejindeyên osmanî yên nû be, li Şamê ava bike. Ev projeya tikrî ya ku ji bo wê Tirkîya bi dehan operasyonên leşkerî li dijî HSDê û Tevgera Azadîya Kurdistanê pêk anîn, tevî ku gelek herêm dagir kirin jî lê armancên xwe pêk neanîn. Di demekê de ku hin dewletên erebî yên mîna dewletên Kendavê (Siûdîyê) dixwazin vê rêjîma heyî li xwe bigirin û dergehên rojavayî û amerîkî li pêşberî wê vekin da ku veberhênaneke mezin li Sûrîya pêk were û heya astekê dûrî Tirkîyayê bikeve, hin dewletên din hene ku ew jî weke Tirkîya li ser rêjîmên xwe yên dektator û giştgir ditirsin loma dixwazin Sûrîya weke berê dewleteke navendî û nedemokratîk be da ku ev yek xizmeta dewletên wan jî bike.

Hêzên navdewletî jî ji bo hêzdarîya li Sûrîyayê di nakokîyan de ne, her wekî nakokîyên siyasî, aborî û bazirganî. Amerîka ku xwe dispêre siyaseta veberhênanê li Şamê da ku komên terorîst û cîhadîst ji hev bixe û rê li ber vegera hêzdarîya îranî bigire, dilê hikûmeta Şamê xweş dike û jê re dide diyarkirin ku ew cezayan li ser wê radike û navbeynkarîyê di navbera wê û Israîlê de dike da ku hikûmeta Şamê rêkeftinên ibrahîmî bipejirîne û li hember mayîna vê hikûmetê di desthilatê de ewlekarîya Israîlê dabîn bike; ji ber vê yekê navê Colanî û wezîrê hundirîn Enes Xetab ji nav lîsteyên terorê hat rakirin.

Rûsîya jî ku bi binkeftinê li Sûrîya hîs dike û pê dihise ku bûye qurbana fêlbazîya tirkî, êdî li hin rêyan digere da ku baregehên xwe li Perava Sûrî biparêze û berjewendîyên xwe li Sûrîyayê  dabîn bike; ji ber vê yekê behsa metirsîya Rêveberîya Xweser û rêkeftinên dîrokî yên bi Sûrîyayê re û projeyên aborî pê re dike.

Israîl jî pêvajoya ji nû ve xêzkirina rûdeymên Rojhilata Navîn bi rê ve dibe, ji ber wê jî xwe weke parêzvana kêmîneyan nîşan dide û hewil dide hevsengîyekê bi hêzdarîya tirkî re çêke ku hêzdarîya wê di nav komên islamî de zêde dibe; ew jî bi rêya xwenêzîkirina ji elewî, kurd û dirzîyan. Lê bêyî ku rasterast bikeve pêsîra Tirkîyayê de û bêyî ku dergehê danûstandinê bi Şamê re bigire yan jî rasterast wê weke dijmin nîşan bide, lê di rastîyê de ew ji peydabûna komên islamî yên cîhadîst li ser sînorê xwe yê bakur, di fikaran de ye. Wate, ew hewil dide dosyeyan li gor nerîna xwe ya ji nû ve dariştina herêmê, bi rê ve dibe û fişarê dike da ku Şam daxwazên wê pêk bîne ku ew daxwaz jî ev in: tawîzbûna ji Colanê, avakirina herêmeke bêçek li başûr û qedexekirina bidestxistina Sûrîya ji çekan re an jî avakirina artêşeke nû; nexasim ku piranîya endamên vê artêşê ji selefî û ixwanan in. Îcar Isralî dê nehêle hêzdarîya tirkî li ser sînorê wê hebe û dê nehêle ev komên girêdayî Tirkîyayê li wir hebin. Wate, ew ê li şûna hêzdarîya îranî ya têkçûyî li Sûrîyayê, hêzdarîyeke tirkî û cîhadîst nepejirîne, nemaze li başûrê Sûrîyayê.

Di nav van şer û nakokîyan de, Tirkîya, Amerîka, rêjîma Sûrîyayê û Ewropa behsa pêwîstîy pêkanîna rêkeftina 10ê avdarê dikin ku di navbera Ceneral Mezlûm Ebdî û Colanî de hatibû îmzekirin. Di demekê de ku her kes dizane ku ji bo ev rêkeftin pêk were gerek e destê Tirkîya ji nav Sûrîyayê derkeve, cîhadîst ji nav artêş û hikûmetê derkevin, destûr ji nû ve were dariştin û  hikûmeta demkî ya ku hemû gavên wê yekanî bûn û pêkhateyên herêmê paşguh kirin ji nû ve were sazkirin, ev yek tê wê wateyê ku her alîyek ne li gor pêwîstîyên Sûrîyaya nû ku êdî nema diktatorî û rêjîma neteweperest û rêjîmeke islamî ya neteweperest û nijadperest li ser hesabê mafên gelê sûrî dipejirîne lê belê li gor berjewendîyên xwe li wê rêkeftinê dinihêre.

Serdan an jî amadebûna Ceneral Mezlûm Ebdî û birêz Ilham Ehmed di Kongira Mîbis li başûrê Kurdistanê, tekûzkirina projeya demokratîk a HSDê û Rêveberîya Xweser bû ku dibêje gerek e Sûrîya ji bo hemû sûrîyan be û pergala navendî careke din venegere û ji bo ku hin peyaman bigihîne Tirkîya û Şamê ku tu çareserî bêyî pirrengî û nenavendîyê tune ne û gerek e Tirkîya di vê derbarê de erênî be. Ceneral Mezlûm Ebdî dizane ku Tirkîya danûstandinê li Şamê bi rê ve dibe û destê wê di nav artêşa sûrî ya nû de dirêj e; çi bi rêya komên yekser girêdayî wê ne (hemzat û emşat) çi jî bi rêya kesayetên ku di nav HTŞê de hene û girêdayî saloxgerên tirkî ne. Her wiha Mezlûm Ebdî dizane ku projeya aştîyê  û civaka demokratîk a rêber Ocelan, dibe ku Tirkîya bixe pêşberî çerxerêyekê û di encamê de dê li hember du bijarteyan be; yan doza kurdî bi awayekî aştîyane û demokratîk çareser bike yan hjî bikeve davka hêzên rojavayî û ber bi jihevketin û tevlîhevîya hundirîn ve biçe. Lê tevî wê jî hişmendîya toranî ya tirkî û xwestekên Erdogan yên kesayetî dibin kelem li pêşberî vê yekê û hêvîya wî jî ew e ku bi vê derenghiştina çareserîyê dibe ku rewşa siyasî li herêmê biguhere yan jî helwesta Hevpeymana Navdewletî li hember HSDê biguhere da ku Tirkîya careke din vegere siyaseta zordarî û mandelekirinê. Ji ber vê yekî Tirkîya rê li ber çareserîyan li Sûrîyayê digire û heya jê tê hewil dide HSDê bi rêya girêdana rewşa wê bi projeya aştîyê ya li Tirkîyayê ve neçar bike ku çekên xwe deyne û şert û mercên Şamê yên tevlîbûnê bipejirîne. Her wiha hewil dide Rêveberîya Xweser tu şêweyekî nenavendîyê bi dest nexe da ku qebareya daxwazên kurdî li bakurê Kurdistanê jî lawaz bike. Lê di rastîyê de Partîya Tevgera Neteweyî ya hevalbenda sereke ya Erdogan baş dizane ku Tirkîya êdî nema dikare doza kurdî mandele bike û dizane ku dem zû derbas dibe û gerek e nema pêkanîna aştîyê bi PKKê re paşguh bike û dereng bihêle,

Ji alîyekî din ve, dewletên herêmî û navdewletî êdî dizanin ku hêzên kurdî (çi li Bakur û Rojhilatê Sûrîya/Rojava bin çi jî li parçeyên din bin) bûne lîstikvanên sereke di ji nû ve sazkirina Rojhilata Navîn de û nema tenê weke kaxezeke veberhênana demkî ne. ji ber vê yekê çav tev berê xwe didin kurdan û dixwazin wan bibin alîyê xwe. Her wiha kurd bi xwe jî êdî serwextî vê hevkêşeyê bûne, nexasim Tevgera Azadîya Kurdistanê û Rêxistina Hêzên Kurdî ku têkoşer Ocelan ji alîyê ramanî, felsefeyî û projeyî ve ji xwe re dikin lêveger. Ji ber vê yekê her gaveke wan bi baldarî tê avêtin çimkî ev qonaxa dîrokî ya ku dê şêweyê Rojhilata Navîn û rewşa kurdan diyar bike, pir hestîyar e.

Di nav vê pêşveçûna dramatîkî, nimûneya Rojhilata Navîn a nû dê li gor Sûrîya, çareserîya wê û şêweyê dewletê tê de, were diyarkirin. Jixwe piranîya daneyan amaje dikin ku Sûrîya û herêm ber bi nenavendîyê ve diçin (çi bi awayê rêveberîyên xweser be çi jî bi awayê fedralîyan be) û dê tu şêweyên dewleta neteweyî nemîne û dê rola kurdan di van guhertinan de dînamîkî be.

زر الذهاب إلى الأعلى