Gotarên nêrînan

PAŞ VE VEGERÎYAYE LÊ JI HOLÊ JÎ NEHATIYE RAKIRIN

Kurdyar Dirêî

Paş ve vekişîna HSD ji deverên Dêrhafir, Meskene, Dêrazorê û Reqayê û bi pêşdehatina artêşa ferwerîya Şamê ta sînorên Hesekê ku di encamê de peymana 29. 1. 2026 di navbera HSD sû Şamê de hate morkirin, bibû kêliyeke giring di rêveçûna Rojavayê Kurdistanê de ku di nava şerê Sûrîyayê û mercên awarte de, Xweseriyeke demokratî ava bibû. Pirojeya Rojavayê Kurdistanê bi xwe re pirojeyeke ramyarî û civakî hilgirtibû ku armancên wê ji sînorên erdnîgarî yên Rojava derbas dikir. Em nikarin vê kêlîya xwevekişandina HSD ji wan deveran, wek bûyereke bi tenê ramyarî bixwînin, lê belê pêwist e ku em vê kêlîyê di nava guhertinên herêmî û navdewletî yên berfirehtir de bixwînin û van guhertinên ku hevsengîya hêzê li Sûrîyayê û Bakurê wê ji nû ve xêz kir, tê bighêjin.
Bi salan fişarên giran li ser Rojavayê Kurdistanê
Paşdevekişîna leşkerî ya HSD, ne ji encamên şaştiyeke tektîkî an jî lawazîya hêzê bû, lê belê ji encamên rêveçûneke demdirêj ji kombûna fişarên li ser pirojeya Rêveberîya Xweser û Rojavayê Kurdistanê bû ku piştî hilweşîna rêjîma Esed û hatina Heyettehrîrûşam (HTŞ) li ser serdestîya Şamê, gihiştibû lûtkeya xwe ya herî bilind û sê karîgerên sereke di wan pêşketinan de, roleke pir mezin lîstin:
– Berdewamîya pikana Tirkîyayê ya êrîşkar: Ji despêka rêzgarbûna deverên Rojavayê Kurdistanê, di nava salên 2012 – 2014 de û avabûna Xweserîya Demokratî, Tirkîyayê piroje wek metirsiyeke stratîcî nirxandibû, Rojavayê Kurdistanê û Xweserîya Demokratî wek bingeha têkbirina ewlehîya xwe ya neteweyî dîtiye, ji xwe mebesta Tirkîyayê ji ewlehîya neteweyî jî, doza kurdî bû. Avabûna sabareke kurdî di Rojavayê Kurdistanê de, dihat wateya ku wê teyisandinê li ser doza kurdî ya li Bakurê Kurdistanê de jî bike, lewma her dem hewil daye ku him leşkerî û him jî ramyarî pirojeyê lawaz bike, biçûk bike û têk bibe, Tirkîyayê ji nebûna helwesteke astengkar ya navneteweyî, sûd girtiye û ta roja îro ji wan fişarên xwe venegerîyaye.
– Nebûna piştgirîya navdewletî ya bi hêz: Rola Emerîka û Hevpeymana Navdewletî, her di çarçova birêvebirina dosyaya ewlehî ya Daişê de sînordar mabû, tu sîwaneke ramyarî ji bo parastina Rêveberîya Xweser an jî Rojavayê Kurdistanê, peyda nekiribû, lewma jî her dem Rojavayê Kurdistanê di bin gef û fişaran de hiştibû, derfet nedabû ku pirojeya Xweserîya Demokratî bighêje bidestxistina rewabûneke navneteweyî.
– Vegera rola rêjîma Sûrîyayê piştî hilweşîna Esed: Di nava lihevkirineke herêmî û navdewletî de, HTŞ di dawîya 2024 de hatiye li ser desthilatdarîya Şamê û bi piştgirîya Tirkîya, Qeter û Sîûdiyê, dergehê rewkirina navdewletî li pêşîya serokê HTŞ Mihemed Elcolanî ku bi navê Ehmed Elşeri bûye serokê demikî yê Sûrîyayê; hate vekirin, di encamê de û ji ber guhertinên di pêşînîyên navneteweyî de, di asta navdewletî de dan û stendin bi Şamê re hate kirin, wek alîyê ku dikare tevlihevîyan kontrol bike, rê li ber hêzdarîya Îranê bigire, her wiha Şerê Daişê jî birêve bibe, ji xwe Şam jî wek endamekî Hevpeymana Navdewletî hatiye ragihandin. Bê guman ev pêşketinên ku çêbûn, li ser hesabê mafê pêkhate, demokratî û Xweserîya Demokratî bûn, ji ber van mercan, berdewamîya belavbûna leşkerî ya li ser erdnîgariyeke berfireh a HSD ne gengaz bû ku berdewam bike, lewma jî vekişîna ber bi Hesekê ve ne tenê vekişîneke ji neçarî bû, lê belê ji ber ku Hesekê di roja Îro de, navenda rêvebirî û sazûmanî ya herî girîng ji Rêveberîya Xweser re ye, girêdaneke erdnîgarî û mirovî ( Kurd) ya nazik heye, girêdayî Başûrê Kurdistanê û xala têkilîyê ya rasterast bi dewleta Sûrîyayê û Hevpeymana Navneteweyî re temsîl dike. Kombûna li Hesekê veguherîna Rojava ji qonaxa destpêşxerî û berfirehbûnê, ber bi qonaxa parastina ramyarî û rêxistinî ve nîşan dide ku parastina hebûna wê ji berfirehkirina wê girîngtir dibe, bi taybet pişî pêşketinên ku me li jorê anîbûn ziman, ji encama pêşketinan jî peymana 29.1. 2026 bû
Peymana 29.1.2026, metirsî û giringî
– Em dizanin ku peymana bi Şamê re ya 29.1. 2026, di bin mercên nehevsengîya hêzê ya eşkere de pêk hat. Wê şaş be ku em Peymanê wek serkeftinekê an jî têkçûnekê şîrove bikin, ji ber ku peyman rê dide rawestandina tevgera leşkerî û pêşî li êrîşên nû digire, parastineke rêjeyî ji gelê me re di deverê de peyda dike, pileyeke sînorkirî ya rêveberîya herêmî diparêze û herêmê ji şerekî berfireh rizgar dike. Ji aliyekî din ve jî, peyman gefê li hilweşîna potansiyel a pirojeya Rêveberîya Xweser di warê ramyarî de dixwe, serxwebûna wê ya ewlehîyê kêm dike, rê dide vegera navendîbûna dewletê bi rêbazên xwe yên kevneşopî û dibe sedema windakirina hin destkeftîyên deh salên borî. Bi vî rengî, peyman dikare wek lihevkirinek bi zorê were binavkirin ku ji bidestxistina destkeftîyên stratîcî bêtir armanc dike ku demê bi dest bixe. Em dikarin Peymanê wek pevçûneke paşxistî jî binirxînin, ji ber hin karîger hene ku dûbare pevçûnan bîne holê, mîna nakokîyên ku hebe di pêşerojê de dîyar bibin yên li ser ewlehî, bicîkirina ciwanan di nava erkê xweparastinê de û çavkanîyên aborî ku dikarin bibin sedema alozî an pevçûan heger hevsengîyên herêmî biguherin.
Bingehên hêvî û parastina deskeftîya n
Tevî piçûkbûna erdnîgarîya xwe, lê ezmûna Rojava yê Kurdistanê ( Xweserîya Demokratî ) pir tiştên giring bi xwe re anîye
– hişmendiyeke ramyarî ya nû di nava civaka Kurd û gelên herêmê de peyda kiriye ku li ser bungehê mafê jin, demoqrasî, parastin û hevjîya nkirina hevbeş ya gelan û demoqrasîyê dabû avakirin û ne mumkune ku di nava demê de bi çi sîstemeke ne demoqrat razî bibin.
– Modeleke rêveberîya herêmî ya nenavendî û bîranînek kolektîf ku bi fermanên leşkerî zehmet e ku were jêbirin pêk aniye .
– Her wiha dîroka gelê Kurd fêrî me dike ku windakirina axê nayê wateya windakirina dozê, bi taybet di nava mercên ku civak were parastin û birêxistinkirin.
Wek encam
Rojavayê Kurdistnê û Rêveberîya Xweser piştî peymana 29.1.2026, ne wek berê ye, piroje paş ve vegerîyaye, lê ji holê jî nehatiye rakirin. Îro ew bi ezmûneke mayînde ya ramyarî, ne leşkerî û bi pirseke bingehîn re rû bi rû ye: Gelo ew dikare têkçûna xwe ya erdnîgarî veguherîne berxwedana civakî ya demdirêj? Bê guman bersiv ne tenê bi peymanan wê were destnîşankirin, lê belê bi Karîna hêzên Rojavayê Kurdistanê ve jî girêdayî ye, heger karibin bi şêweyekî piratîkî, nirxandina rewşê bikin, refên xwe bikin yek û li kêleka vaca şer, ewlehî û xurtkirina hêzê, parastina yekitîya civakê û nasnameya neteweyî jî bidin pêş.

زر الذهاب إلى الأعلى