Sibeya Yazdehê ji Êlûna sala 2001 Z. di dîroka cîhanê bi seranser de sibeyek awarte bû, bi taybetî di dîroka Emerîkayê de, Nûzdeh kesan Çar balafirên sivîl revandin û êrişek birin ser navendên reha Emerîkî, Du balafir her yek ji wan tûşî kelehên cêwî ji navenda bazirganiya cîhanî li Niyoyorkê hatin, û balafira Sêyem li orta avahiya pêntegonê ket (Wezareta berevanî) li Waşinton, Ema balafira Çarem – û ya ku berê wê ber bi koşka sipî bû – li eyaleta Binsilvaniya hate herifandin piştî berxwedaneke ji hêla bînekan ve, wê demê ziyanên canî hatin pêşbînî kirin derdor Sê Hezar cangorî û bi hezaran ji birîndaran. Emerîka bi lez tiliyên tawanê ber bi tevgerên îslamî yên cîhadîst û tunderew kirin ku bi nûnertiya rêxistina Qa’dê li Torabora Efxanî têne nasîn, ya ku di bingeha wê de tevgera Talîban a îslamî kontirol dikir, rêxistinê zû yan bi şêweyekî rasterast li xwe negirt, lê ne nadarkirina wê û nepejirandina desthilatên Efxanî ji radestkirina serkirdeyên wê re di wê demê de hişt ku tawanbarkirinên Emerîkî werin çespandin, û ji vi de têgeha terorê bi şêweyekî berfireh di alavên ragihandina cîhanî de bi derket meydanê, û bi karhatina wê heya ku rastî têgîn bi îslama radîkal a tunderew hat û tevger û rêxistinên ku vê nerînê dipejrînin. Dibe ku sala 1979an salek awarte bû di dîroka tevgerên îslamî de, ew sala birêketina van tevgeran û piyadekirina wê ji îslama siyasî re bû, ku di wê salê de hate ragihandin ku li gor têwirwana “Tekoşîna pîroz” li dijî yekîtiya sovyêtî ya ku Evxanistan dagîr kir, herwiha şoreşa îslamî ya Îranê giha deselatê piştî rûxwendina şahê ku alîgirê Rojava bû, û wisa rêyên nû û siyasetên nû di Rojhilata Navîn de xuya bûn.
Siyasetên navdewletî piştî bûyerên Êlûnê
Bi şêwana wêneyê misilmanan li cem civaka sivîl a Rojhilat siyasetên Rojavayî hewl dan ku alternatîvekî guncaw pêşkêş bike. Lewre, têgîna “Îslama miyanre” bi hevsengiya têgîna “Îslama tunderew yan terorîst”, û li ser wê ezmûna gihiştina partiya dadmend û geşepêdanê ya Tirkî, ku xwedî nerînek îslamî miyanrewe, yek ji ezmûnên serkirdayetiya dewletê ye, bi taybetî bi nûçdana wê ya pêşber bi rêberê wê yê giyanî re Necmedîn Erbekan re, û bi tunebûna nûnerekî rastîn û serkirdayetiyeke rastîn, ku rast were derbirîn, ayînza ya sinî bi hevsengiya ayînza ya Şî’î hevgirtineke zêdetir heye ji aliyê serkirdayetî û pabendbûna ku tiştê rêpêşanderê bilind ji pêkhateyê re, di ayînza ya sinî de şahsamana erebî ya Si’ûdî bi rola xwe nelîst – tevî hembêzkirina wê ji cihên îslamî yên pîroz re – rola ku pê hatiye hilpesartin, û tevî Misirê jî ku serpereştiya kombenda dewletên Erebî ye û kongireya îslamî û tevî hebûna Ezherê têde, herwiha tevgera ixwana misilmanên cîhanî – bi belavbûna basik û serkirdayetiya wê – wan nikarîbûn bi wî rolî rabin û bilîzin, hemû tiştên ku me xuya kirine hiştin ku alîkariya partiya dadmend û geşepêdanê ya Tirkî bikin, û bi piştgîriyek Rojavayî veşartî jêre, di cîbicîkirina rola wê ya ku pê hatiye hilpesartin de bi temamî, û bi rastî di sala 2002an de ew partiya giha serkirdayetiya dewleta Tirkiyê, û ew ezmûna Yekem bû ji Tirkiyê re li hember Rojava dema ku Tirkiyê nehişt Emerîka bingeha Încirlîk a girêdayî peymana Bakurê Etlesî (Nato) ji lêxistina Iraqê re bikar bîne, û wê hişt ku gedek di navber Tirkiyê û hevpeymanên wê di peymana natoyê de peyda bike.
Lêxistina Iraqê di dîroka Rojhilata Navîn de yek ji nîşanderên ciyawaz bû, û ew weke kevirê bingehîn bû ji guherîna pêveçûnên xaknîgariya wê, ev hemû di rêya hinartina têgîna “Serberdayetiya xwezayî” û lêderkirina nexşerêya siyasî û xaknîgarî ya nû di bin navnîşana “Rojhilata Navîn ya nû” li ser zimanê wezîrê derve yê Emerîkayê wê demê Kondelîza Rays sala 2006an de, herwiha Buhara gelan li Bakurê Ifrîqaiya û Rojhilata Navîn, û yê ku serok û hikûmetên bi binyad di rêvebirina welatê xwe de rûxwendin, ji ber ku giha astekê ew diramiyan ku deselatê radestî zarokên xwe bikin, Herwiha li Lîbiya û Misirê, û hinek din ku mîratgirê deselat kirin û yek ji wan dewletan Sûriyê bû.
Xala herî werêç bi destpêka serdema niha re, û ya ku hêmanek nişkav di hundir xwe de hildigirt, ew pêngavên Çîna gelêrî bûn di derbarê geşepêdana aborî de û talana wê ya aborî ji sûkên Cîhanê re bi tevahî û parzemîna Ifrîqaiya û Rojhilata Navîn bi taybetî, û dest bi derbasbûna rastîn di dozberiyeke rasteqîn bi qeraseyê Rojavayî re nûnertiya wê Emerîka dike, û herwiha berzbûna stêrka Rûsiya yekgirtî weke hêzeke leşkerî li ser paşmayên Yekitiya sovyêtî ya herifî bi dawiya serdema borî re, di siya tunebûna tu roleke Ewrupî rasteqîn di xêzkirina siyasetên navdewletî de, tevî gavên wê di derbarê yekîtiya xaknîgariya Ewrupî de, û xurtkirina hevpeymana wê ya leşkerî bi nûnertiya hevpeymanan Bakurê Etlesî, û xurtkirina hêza wê ya aborî di rêya pêşinyarkirina diravek hevbeş re, lê bi xurtkirina amedebûna Rojhilata Sosyalîst – Komonîst û destpêkirina derbasbûna wê di siyasetên navdewletî de, û şikestina şêweyê cemserê Yekem di rêvebirina Cîhanê de, di vê derbarê de Rojava bi şêweyekî lezgîn dest bi pêşbîniyê kir, û hewl da ku di rêya teknolojiya û zanistiyê xwe bi pêş bixe, bo nimûne dema şerê Tîrmehê ji sala 2006an ve di navber Israyîl û Hizbe Elah ya Libnanî li Başûrê Libnanê Israyîlê pêşbînî kir ku şerê kilasîk û derbasbûna nav xaka Libnanê wê ziyanên canî mezin û beloq di nav rêzên wê de bi şêweyekî rasterast peyda bike, lê di dema şerê dawiyê de ya ku di navber herdu aliyan di sala borî de hate gerandin ji çavdêran re pêgeha serkeftina Israyîlê di vî şerî de hate xuya kirin, ku koma êrîşê ya hemetê li ser êrîşa ji dûr ve bi rêya rûkêtên zîrevan, û teqandina alavên pîcerê, û binpêkirina hawargîriyê di nav rêzên partiyê û serkirdeyên wê yên bilind de, di dema ku koma berevaniyê ya (Hizbe Elah) hemetê li ser bawerî û kolandina xendekan dike, û di çêtirîn rewş de hemetê li ser rûkêtên katyûşa ya navinciya pêgehê dike, û ya ku armancên wê kêm pêk
tên.
Li hemberê, Emerîka şiyanên xwe yên çekdarî yên pêşketî xurtkirin, û balafirên cengî saz kirin, û wisa li beramberî pozberê xwe di ordîgeha Rojhilatî de bi serket, herwiha bi rêya birêkaran re hemet li ser şer kirin, wek ku çawa li Ukraniya û hin dewletên din, bi rêya hevparin xwecihî, wisa sûd ji ezmûnên nûçdayî di derbasbûna şer bi şêweyekî zindî û rasterast, wek ku çawa li Evxanistan û Iraqê, û ziyana Tirilyonan ji dolaran di şerên bêhûde de ku tu sûd têde tune ye ji bilî parastina cîhanê ji terorê li ser jimêryariya hemwelatiyên wê û aboriya wê ya netewî û Stratîcî.
Serokên Emerîkî û siyasetên wan ji bûyerên Êlûnê
Serkirdayetiya Emerîka bi dorê serokatiya herdu partiyên sereke, komarî û dîmoqratî dikin, û bi şêweyekî giştî çerx û demên serokên komarî bi şer û tundiyê derbas dibin, li hemberê çerx û demên serokên dîmoqratî jî bi şêweyekî ji hêminiya siyasî derbas dibe:
Jeorge Boş: Serokê ku bûyerên Yazdehê Êlûnê di dema serokatiya wî ya Yekem de rûdan, û berteka wê di wê derbarê de bi lez bû di ne dilovaniyê de li herdu welatên Evxanistan û Iraqê.
Barak Obama: Serokê dîmoqratî yê ku di dema serokatiya wî de lihevhatina newewî bi Îranê re hate kirin, û li gor wê xelata nûpêl a aştiyê wergirt.
Donald Tiramp1: Çerxa wî ya Yekem bi nakokiyên zêde hate nasîn ku bandora wê ya rasterast li siyasetên Emerîkî û bi taybetî yên derveyî, wî lihevhatina newewî ya bi Îranê re hatibû kirin tunekir, û destên hevpeymanên xwe gihand gelek herêman di cîhanê de (Wek bûyerên ku bi kurdên Sûriyê re di herdu bajarên Serê Kaniyê û Girê Sipî de hatin rûdan), û yê ku hişt gelek serkirdeyên wî yên wê demê dest ji karê xwe berdin, û dem û çerxa serokatiya wî ya Yekem bi çerxa serokê Emerîkî ferman û biryarên xwe di rêya toreyên civakî re dide, û bi taybetî (Tiwîtera wê demê) heya berî ku bi şêweyekî fermî bi derkeve.
Co Baydin: Serokatîya wî weke (Serokatîya mezintirîn serokê bi temen di Emerîkayê de) bi hêdîbûn û xemsariyê tê nasîn, û tevî rûdana pevçûn û pêşhatên wê demê, dibe ku wek bijardeyeke bê alternatîv jêre bi hebûna pozberekî komarî Donald Tiramp yê ku gelêriya wî daket bi sedema tevlihevî û kêmbûna ezmûna siyasî li cem wî û şêwirmendên wî, lê – li gor pispor û şopîneran – hilbijartina Co Baydin jî ne serkeftî bû, daku şûnmayîna wî di vekişîna ji hilbijartinên borî de ji bo cîgira wî Kamêla Harîs yek ji sedemên sereke bû yên ku hişt ziyana dîmoqratiyan di hilbijartinên dawiyê de rûbide.
Donald Tiramp2: Dibe ku ji berztirîn pesnên ku yek ji şirovekarên siyasî pesiniye ewe ku “Serokê Emerîkî yê Yekeme ku Du jin têkbirin”, û wisa xuyaye heya ku di civaka Rojavayî de hîn mijara cenderiya ganawî di hin korukombûnan de bi rolekî sereke dilîze, û bi taybetî ya siyasî. Piştî derbasbûna kêmtir ji salekê di ser dema serokatîya wî ya Duwem re çavdêr dibîne ku wêkneçûnek xuya di siyasetên wî yên hundirîn û derveyî de heye, bi dihêndanek mayinde li tîmên ku vê nêzîk ew jî aborî û komkirina kelûpelane, û pîvana wî ya mayinde ye di nirxwendinê de ew jimêryariya pêgeha (Qezenc û zirarê ye), ji wê zêdetir hewlên wî di standina xelata Nopêl a aştiyê de li ser rêbaza yê berî wî Barak Obama, û xuya kir ku di dema lihevhatina dawiyê di navber Ermîniya û Ezerbêjane de, û hewlên wî di gihiştina çareseriyên navîn di navber Rûsiya û Ukraniya de, û hewlên wî yên şermok bi fişara li ser serkirdeyên Israyîlî yê ku derdorî Du salan serpereştiya cengê li Xezê dike. Bi tevahî çerxa wî ya Duwem – heya niha – bi rengekî ji çeşinek Emerîkî ya bengî tê nasîn di rêya rêvebirina qeyranên navdewletî de daku jêre çareseriyên bingehîn peyda bike.
Rojhilata Navîn û (Sûriyê) di istratîciya Emerîkî de:
Berêz Ebdulah Ocelan tekez dike ku cenga cîhanî ya Sêyem, bi şêweyê wê ya nûjen, di piratîkê de bi operesyona girtina wî re li paytexta Kîniya (Nîrobî) di dawiya serdema borî de dest pê kir, daku bûyer bi şêweyê xwe yê demî û cihî de li pey hev werin, wek bûyerên Yazdehê Êlûnê sala 2001ê de li Emerîka, û cenga Iraqê, û bûyerên Buhara gelan a ku derbasî Bakurê Ifrîqaiya û Rojhilata Navîn bûn, û cenga Rûsî – Ukranî, ta dighê cenga Israyîlî û Filistînî li Xezê.
Di istratîciya Emerîkî de girîngiya Rojhilata Navîn wek girêkek navber a xaknîgariya girîng di navber hersê parzemînên (Asiya, Efrîqya û Ewrûpa) de tê nasîn, û guhdana Emerîkî di cenga sar a bi ordîgeha Rojhilatî re pê zêde bû, Emerîka zalîyetî li ser dewletên herêmî yên girîng kirin weke Tirkiyê û Urdinê û dewletên kendava erebî û Îranê di dema Şah de, di dema ku ordîgeha Rojhilatî Sûriyê û Iraq û Misira lerzîn kontrol dikirin di navber herdu ordîgehan di peydakirina hevsengiyê de ji bo komkirina hevpeymanan, herwiha girîngiya aboriyê di rêya bazirganî û weberhênan re berz xuya dikin, ku hinardeyên Emerîkî ji Rojhilata Navîn re derdorî (52) Milyar dolar, di dema ku dahate gihan (36) Milyar dolar, û piraniya wê di pertol û enerêjî û jêrxane û Weberhênanên xanûberan û xizmetgûzariyên balafir û teknolojiya û pêşezaiyên bergîriyê weke çekan û xizmetên diravî û her wekî din.
Li Sûriyê istratîciya Emerîkî û nerîna wê bi guherîna serokan re di navber dîmoqratî û komariyan de hate guhertin, weke mînak di dema dîmoqratiyan de Barak Obama, û bi rêketina bûyerên li Sûriyê û lezbûna şêwazê wê, û bikaranîna rêjîma Be’sî hêz û çekên giran di kovkirina bûyeran de, nerîna rêveberiya Emerîkî piştgîriya rikberiya siyasî û girûpên leşkerî yên çekdar ji rûxwendina rêjîmê re, di dema komariyan de Donald Tiramp tekez kir, di çerxa xwe ya Yekem de, li ser şerê terorê û tunekirina wê, piştre dîmoqratî Co Baydin vegeriya û di destpêka dema serokatîya xwe de tekez kir li ser dorpêçkirina pêdeçûnên Îranê û lawazkirina destê wê di herêmê de, û tekez dike piştî şerê Rûsî – Ukranî li ser hebûna Rûsî li Sûriyê û armancên wê yên istratîcî têde, û niha bi xuleya Duwem a serok komarê niha Donald Tiramp dîmena siyasî hîn alaoze, Emerîka hewl dide ku carina bi alternatîvê niha re danûstandinê bike û hin cara jî bi rêya navbênkarên herêmî re fişarê li ser bike, û bi taybetî Şahsamana Erebî ya Si’ûdî ya ku bi şêweyekî rastîn hewl dide ku hêştina rêveberiya nû ya Şamê bimîne ji ber pirensîba sinî ya hevbeş, û ji bo dûrxistina Sûriyê ji tewereya şî’î ya Îranî û Tirkiyê, û wisa nerîna Emerîkî ji rewşa Sûrî re di van bijardeyan de tê xuya kirin:
– Hiştina her tiştî weke xwe herwiha rêvebirina doseyê ji dûr ve, û berdana mijaran weke xwe bimeşin.
– Tekezî li ser ne vegera pêdeçûnên Îranî, û sînorkirina rola wê ya deselatî ji dewletên herêmî yên nû re û di serî de Tirkiyê.
– Parastina hevpeymanên kurd, û xwediyên vê nerînê dibînin ku hiştina van hevpeymanan ji çarenûsa wan re wê nerîn û wêneyekî din li hemû dewlet û hevpeymanên din peyda bike ku Emerîka ne hevpeymanekî istratîcî ye ku bawerî pê were kirin, û wê wêneyekî ne aram li cem wan di herêmê de peyda bike.
– Parastina berjewendiyên hevpeymanê Israyîlî û pêkaniya vegerandina peywendiyan bi Sûriyê re dibin fişarê de daku wazhênanên zêdetir pêşkêş bike, û dûvre vekirina derî li hember dewletên erebî yên din.
– Tekezî li ser ne vegera terorê ya ku bi nûnertiya Da’işê ye, bi taybetî bi hebûna zîndanên taybet bi hêmanên Da’iş, û hebûna kampa Holê, û yên weke bombeyên demnîşankirî li Bakur û Rojhilatê Sûriyê.
Bi her hawî, ji rêvebera Emerîkî ya nû tê xwestin ku helwesta xwe destnîşan bike û danîna nerîneke istratîcî diyar ji doseya Sûrî re, û heya ku Rojhilata Navîn, bi taybetî bi hebûna daxuyanî û delandinên di derbarê merema nehiştina peymana Saykis Pîko yan bidawîkirina wê û xêzkirina nexşeyên nû ku li gor rewşa heyî bimeşe, û taybetmendiyên civak û netew û ayînaz û tîreyên ku di herêmê de bi hevre dijîn divê di ber çavan re were girtin.