Em baş nizanim bê çi qasî sûda peymaneke wiha ya ku li şûna miletê Suweydayê ku piranîya wan durzî ne û li başûrê Sûriyayê ne, pêk hatiye. An ku; peymana ku bi serpereştîya amerîkî bi niwênerîya Tom Barak, serpereştîya erebî bi niwênerîya Urdunê û wezîrê wê karê derve Eymen El-Sefedî û beşdarbûna wezîrê karê derveyîn ê Sûriyayê Eshed El-Şêbanî, pêk hatiye. Di vê peymanê de niwênerên durzîyan ên mîna Şêx Hikmet El-Hicrî yan jî komîteya zagonî ya bilind a parêzgeha Suweydayê, beşdar nebûne. Diyar e ku peyman weke berdewamkirina lihevhatinên ewlekarî yên di navbera ferwerîya El-Şeri ya demkî û ferwerîya Israîlê de ye, ku aniha li serê xebat tê kirin, da ku bi Israîlê re peymanê girê bidin, lê belê hîn nehatiye ragihandin. Tê pêşbînîkirin ku di rojên pêşîya me de derkeve holê.
Tunebûna beşdarîya Şêx El-Hicrî di peymanê de, gumanan li derdora wê çêdike. Xuya ye serkeftina ku jê hêvî dikin, dê bi dest nexe. Belkî jî ji ber ku mercên guncav hîn bi dest neketine, nemaze têkildarî ferwerîya Sûriyayê ya demkî û nehilbijartî, ku bi serê xwe û bêyî xwe bispêre makezagoneke herdemî kar dike. Her wiha li gor daxuyanîyeke makezagonî kar dike, ku tu rasteqînî û hevsengî tê de peyda nabin. Jixwe ferwerî bê parlemen û bêyî hilbijartinên eşkere û li gor pîvana El-Şeri (Colanîyê berê), kar dike. EL-Hicrî û niwênerên xwe di peymanê de beşdar nebûne û li serê îmze nekiriye; çi ku piranîya bendên ku sedestîya desthilata Sûriyayê li ser parêzgeha Suweydayê tekez dikin, bawerî bi wan kêm e û di navbera her du alîyan de bawerî tune ye. Ev jî ji ber komkujî û binpêkirinên ku komikên biyanî û hêzên ewlekarîya giştî yên ferwerîya El-Şeri jî tê de beşdar bûn. Her wiha sorkirina ku El-Şeri bi xwe ji êlan re dike, ku li jêr navê “Hawar”ê pêk tîne û ji bîr kiriye ku durzî bi xwe jî beşeke resen a gelê Sûriyayê ne.
Êdî; miletê Suweydayê ev peymana sêalî ya di navbera Barak, El-Sefedî û El-Şêbanî de bi temamî red kiriye û li gor wê weke referandomekê ji bo mafê danîna çarenivîsê, li dar xist. Her wiha bêtirî deh navendên îmzeyan vekirin û pê re belge danîn ku derbirîna dengê miletê durzî yên parêzgehê dikin. Dibe ku mercên navdewletî û herêmî aniha ne guncav bin; ku veqetîn an jî serxwebûna xwe ragihînin, lê belê ev derbirînek der barê mafê danîna çarenisînê, aramî û daxwaza jiyana birûmet de ye. Dibe ku rêveberîya xweser a miletê Suweydayê guhertinekê di ferwerîya El-Şeri ya demkî de çebike û li gor wê berê wê bide avakirina ferwerîyeke nû li Sûriyayê li gor biryara navneteweyî (2254); ku dibêje bila ferwerîyeke nû ya guhêzî çebibe, hilbijatinin zelal werin lidarxistin û parlemenekî hilbijartî û makezagoneke domdar hebin. Dibe ku komîteyên navdewletî hebin ku tê de ferwerîya Sûriyayê ya demkî beşdar bin, da ku lêpirsînê di komkujî û sûcan de bikin; lê belê ev komîte ji alîyê Binemala Marûf (Benî Marûf) ve ne cihê bawerîyê ne, çi ku li ser destên hêzên ewlekarîya giştî û komikên bêserûber rastî revandin, destdirêjî û dîlgirtinê hatin, her wiha rûspîyên durzî û temenmezin rastî riswakirin, kuştin û destdirêjîya li ser simbêl û rihan, hatin. Êdî; bawerî nema bi vê ferwerîya nerewa ku xwedî paşxaneyeke cihadî ya tundrew e, vedigere, ku hemû derdên wê razîkirina Amerîkayê, dewletên ewropî û dewletên kendavê ye. Di peymanê de bednek der barê encumena parêzgehê ya Suweydayê de hatiye zimên, ku tê de niwênertîya hemû herêman hebe, mîna Şehba, Selxed û ji bilî wan. Her wiha behsa pevguherîna revandî û dîlan di navbera her du alîyan de hat kirin; weke ku her du alî ne sûrî bin. Bendek jî heye; ku behsa polîsên xwecihî dike, ku divê ji zarokên parêzgehê bi xwe bin û hemû pêkhateyên din, mîna xiristiyan, êl û ji bilî wan, tê de hebin, da ku pirrengî û hevbeşî (li gor gotinên wan) pêk werin. Her wiha behsa pêşkêşkirina alîkarîyên mirovî û bijîşkî, qerebûkirina ziyandîtîyan û gelek sozên xweş ên têkildarî aramîyê, jinûveavakirinê û anîna veberhênanan hat kirin; ku hemû jî li derdora wan gelek guman hene. Hêjayî gotinê ye ku; eger ne ji pêşketinên di danûstandinên bi Israîlê re yên der barê başûrê Sûriyayê de, di nava wê de Suweyda ya ku hevsînorê Israîlê ye; dê ev peymana sêalî ya ku berîya çend rojan hat ragihandin, pêk nehatiba. Êdî; pêdivîya çarekirina rewşa başûrê sûrî -ku berê me amaje pê kiriye- di pileya yekem de pêdivîya amerîkî bû. Li gor wê; El-Şêbanî bi hevaltîya Tom Barak serdana Waşintonê kir, da ku di pileya yekem de peymana di navbera Sûriya û Israîlê de bigihîne serî, her wiha sizayan ji ser Sûriyayê rake. Nemaze zagona “Qeyser” a ku zehmet e El-Şebanî û Barak bikarin ji ser Sûriyayê rakin; çi ku zagon têkilîya wê bi Kongrêsê re heye, ne desthilatê cîbicîkar ên Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê. Bi rêya vê peymanê em dikarin van bînin zimên:
- Ferwerîya Sûriyayê di peymana bi Urdun û Amerîkayê re ne jidil e; eger jidil ba dê kuştin, dorpêç û komkujî nedomandibana, her wiha dê bang li Şêx Hikmet El-Hicrî yan jî komîteya zagonî ya bilind a Suweydayê bikira û hinek gavên ku bawerîyê xurt dikin, biavêtana; ew jî bi rêya serbestberdana jinên revandî.
- Peymana ku El-Şêbanî derxistiye ji peymana girêdayî Suweydayê ya ku El-Sefedî derxistiye, cuda ye. Ew jî bi rêya malpera wezareta derveyîn a Urdunê. Êdî; ev yek gumanan di rasbêjîya El-Şêbanî û niyetên wê yên nesaxlem de, çêdike.
- Tişta balê dikişîne ew e ku; peyman ji alîyê Amerîka û Israîlê ve hatiye sepandin, ew jî weke pêdivîyekê ji bo peymaneke girîngtir. An ku; peymana bi Israîlê ye.
- Tişta balê dikişine jî ew e ku; gel bawerî bi ferwerîya Sûriyayê ya demkî nema tîne. Êdî ev yek bi rêya name, referandom û xwestekên serxwebûnê, hat diyarkirin.
- Komîteyên navneteweyî yên nexwerû hatin avakirin, da ku lêpirsînê di komkujî û binpêkirinan de bike. Tê zanîn; ku durzî naxwazin ferwerîya Sûriyayê beşdarî komîteyên navdewletî û navneteweyî bibe.