Ji destpêka mirovahîyê de şer di navbera xêr û şer û hêz û lawazîyê de heye. Tê zanîn ku şerê lawiran zikmakî ye û girêdayî xwesteka aliyekî ku sax bimîne bi rêya tunekirina alîyê din. Dibe ku ev rêbaz, rêbazekî xwerû lawirî be da ku aliyek li ser hesabê alîyê din sax bimîne (jixwe zagonek an jî tiştekî yasayî ku vî rêbazî bi rê ve bibe tune ye). Bê guman a ku mirovan ji lawirên din cûda dike, têgihiştin e. Tevî wê jî ji destpêka mirovahîyê ve (weke ku di dîroka nivîskî û ya zargotinî de naskirî ye) şer û nakokî di navbera mirovan de hebû. Sedema vî şerî jî ne tu tişt e ji bilî xwesteka zikmakî ya bidestxistina tiştên zêdetir e. Jixwe mirov berê jî dizane ku ew çi bi dest bixe dê tenê demeke kurt û dîya rkirî sûdê jê wergire; ew dem jî temen û jîya na mirov a ku jê re hatiye terxandin. Tevî wilo jî heya dema îro, hê jî mirov xwe bi desteserî, bikaranîna kwsên ku li vav wan jîyan dike û hezkirina qezenckirinê ve girêdayî ye. Carinan ew vê yekê bê têgihiştin dike û gelek caran jî bi zanebûn dike. Paşmayî û şûnwarên mirov palpişta tekane ne (heya niha) ku wî û pilansazîya wî ya dem û cih li ser rûyê erdê dinirxînin. Di encamê de, şûnwarnas û lêkolînên dîrokî yên der barê van şûnwaran de û şîrovekirin hêmayên wan, ew tenê qasîya pêşketina mirovan di raman, têgihiştin û danûstandina wan de dîyar dikin. Ziman jî navgîna pêwendî û têgihiştinê ya sereke ye ku mirov pêwendîyê bi hev re bikin, her wiha ew rêbazekî pêwendî û têgihiştinê ye ku mirov karibe pêwendîyê bi lawiran re jî bike.
Ji kesekî ne veşartî ye bê çiqasî ev mijar ji Rojhilata Navîn re girîng e, nexasim ku piranîya şûnwarên ku ji bo cîhanê tên vedîtin, tekez dikin ku jîyan ji vê xaknîgarîyê û derdora wê hatiye der. Bi pêşketina mirovan re, hêdî hêdî pêşketin di alîyê şer û nakokîyên li ser desthilat, hêzdarî û dewlemendîyê jî bi çend şêweyan hate der; her wekî şêweyên çêkirina xwedawend, ol, îdyolojî, hizirîna felsefî …
Li Rojhilata Navîn û cîhanê, hêz navenda endamîyetê ya tekane ye:
Piştî ku welatên Rojavayî (piştî serdemên navîn) bûn navenda hêzê û piştî ku xwe di alîyên zanînê yên cûr bi cûr de bi pêş xistin, wan ol û dewlet ji hev başqe kirin û dest bi serdema ronakbîrî û felsefeyê kirin. Hin yan jî piranîya dewletên Rojavayî hewil dan ku hêzdarîya xwe berfereh bikin, ew jî bi rêya dagirkirinên rasterast a xaknîgarîyên derveyî xak û parzemîna xwe. Rojhilata Navîn jî ji nav wan mêtingerên ku hatin dagirkirin bû. Dewletên dagirker hewil dan ku pirojeya xwe ya parvekirinê li gor netewe û nijadê li ser herêmên dagirkirî bi cih bînin. Birîtanya pêşenga vê projeyê anku parvekirina nû bû di destpêka sedsala 19 de. Bi giştî, sîyaseta ʺjihevdûrxistin serkeftin eʺ sîyaseta herî zêde dihat bikaranîn; çimkî bikaranîna wê hêsan bû û encamên wê jî misoger bûn. Ya ku alîkarîya Ewrûpayê kir da ku vê sîyasetê bimeşîne, çar sedsalî ji sîyaseta dektatorî û çewsandin û nezanîyê ya ku ji ber serdema dagirkerîya osmanî de belav bûn. Her wiha sîyaseta çewsandina azadîyê û xurtkirina çanda nezanî û peyrewîyê û desteserîya dîktatorîyê di bin sîwana ol û xîlafeta islamî de. Li ser tu kesî ne veşartî ye ku rêkeftina di navbera serokwezîrên berîtanî (Mark Saykis) û yê fransî (Corc Bîkot) de ku bi navê rêkeftina ʺSaykis- Bîkotʺ tê nasîn, di dîroka Rojhilata Navîn de xala guhertinê bû û bi rêya wê herêm bi awayekî ne dadmend di navbera pêkhateyên herêmê de hat parvekirin, jixwe gelê kurd û filestînî di serê lîsteya gelên herêmê ku zêde zîyan gihaşte wan. Di encamê de, dibe ku ew (bi taybet kurd) gelê herî zêde amade ne ku pêngava guhertinê bi rê ve bibin, ew jî dam hêza wan peyda bibe. Dibe ku wateya hêzê di dema me ya îro de, gelek nerîn û pênase jê re hebin, lê dawî jî hêz ew e ya ku destwerdanê di reftar û kiryarên mirovan de dike.
Şerê Israîlî-Filestînî di dîmenê xwecihî, herêmî û navneteweyî de yê herî berbiçav e:
Bê guman Rojhilta Navîn berî heftê cotmeha 2023 nema dibe weke berî wê. Dibe ku ev rastiyek be û her kes wê dizane. Dibe ku peydanebûna çareserîyê yek ji sedemên sereke yên tiştên qewimîn û diqewimin be. Her wiha ji ber ku hêzên cîhanî û herêmî peydakirina çareseriyeke navîn dereng dihêlin, ev tiştên qewimîn û diqewimin, rû dan. Dibe ku analîzkirina encaman ji lêkolînkirina sedemên tiştîn qewimî, girîngtir be. Gerek e alîyên sûdwergirtî û yên zîyan gihaşte wan, werin dîyarkirin (ne xasim ji ber ku tewereyên herêmî hene); çimkî ev alîyên herêmî hewil didin ku kêşeyên xwe yên hundir (nexasim qeyranên aborî) derxin derve. Ew jî di bin sîwana şoreş, berxwedan û dirûşmên balkêş. Jixwe mebesta me jê Tirkî weke alîyê sîyasî û Qeter weke alîyê aborî yê birêvebirina van alozîyan e. Êdî li ser tu kesî ne veşartî ye ku ev gava ku Hemas bi awayekî bê ser û ber pê rabû, bi piştgirîya Tirkîyê ya rasterast bû; nexasim piştî ku Îranê (eşkere û veşartî) xwe ji her tişta ku diqewime bêrî dike.
Li hember wê, dibe ku êdî pêwîst be alîyê tundrew ê filestînî ku bi tevgerên islamî tê nimandin, were tunekirin; nexasim Hemas û Cîhada Islamî. Her wiha gerek e êdî tundrewîya israîlî jî ku bi rastgirê tundrew tê nimandin, were tunekirin da ku rewş û atmosfer ji bo çareserîyê werin amadekirin (ew çareserîya ku gerek e ne demkî be lê domdar û mayînde be).
Sîyasetên dewletên cîhanî yên mezin li Rojhilata Navîn
Emerîka: Ji ber ku xwe asayîşa parastina ewlehî û aştîya cîhanî dibîne û ji ber ku piranîya nivîsgehên NY li ser xaka wê ne, ew pabend e ku dozên sereke yên ku cîhanê mijûl dikin, bişopîne. Lê ji ber ku ew di danûstandina bi dozên bêçare re bêalîbûnê nameşîne, ew asoyên çareserîyê dereng dihêle. Emerîka îro bi hilbijartinên serokatîyê mijûl e. Tevî ku ew dewleteke sazûman e, lê hilbijartinên wê tekez mijara sereke ye ya ku di ser her bûyerên cîhanê yên dîtir re ye. Piştî ku serokê Partîya Demokratîk ê niha ʺCo Baydinʺ xwe vekişand (ji ber fişarên li ser û ji ber rewşa wî ya tenduristî û temenê wî yê mezin ku alîkarîya wî di pêkanîna peywiran de nake), cîgira wî (piştî piştgirîya Partîya wê), niha hilbijêra herî bihêz ku şensê serkeftin wê ji kêsê hemberî wê anku Donal Trump (hilbijêrê Partîya Komarî û serokê berê) bêtir e. Jixwe encamên van hilbijartinan çi be jî, xuya ye ku piranîya pirsgirêkên Rojhilata Navîn ên ku nehatine çareserkirin, dê li cem wezareta derve ya Emerîkî de bimînin, heya ku sîyaseta serokê nû were dîyarkirin.
Rûsîya : Piştî şerê wê yê bi Ukrayînyayê û berdewamîya vî şerî heya weke îro, rola Rûsî di sîyasetên derve de ber bi paş ve diçin. Ev yek li wan deverên ku berê hêzdarîya Rûsî ya sîyasî û leşkerî li wan hebû baş dîyar e. Şerê Ukrayînyayê û çawanîya komkirina wize û piştgirîya sîyasî, leşkerî û aborî ji bo vî şerî, diar dike ku li ba Rûsîyan ew yek ji tiştên herî girîng û pêşîn e. Ev yek baş di liv û tevgera serokê Rûsî Filadîmîr Potîn de eşkere ye ku carekê berê xwe dide Çînê û cara din dide Kûryaya Bakur. Lê ji bo Rojhilata Navîn û bi taybet ji bo Sûrîyê, xuya ye tenê hirçê Rûsî dixwaze bigihêje ava germ li rojhilatê Deryaya Spî û bendera Sûrî bi giştî desteser bike.
Çîna Gelêrî: Dibe ku navberkarîya Çînî di navber Siûdîyê û Îranê de, gava yekem û ya herî girîng be ku Çîn ji derveyî mijarên aborî di sîyaseta xwe ya derve de diavêje. Bi vî awayî ew bi awayekî xurt derbasî alîyê sîyasî bû da ku lingê xwe di vî alî de bi cih bike. Ya ku vê yekê tekez dike, Çîn weke navberkar ket di navbera komên filestînî (di serê wan de Hemas) da ku gotara filestînî bibe yek ji bo ku piştre vêca navberkarîyê di navbera wan û Israîlê de bike. Ev tiştên navborî tekez dikin ku pêşketina aborî ya çînî di van her bîst salên borî de, dihêle ku ew karibe lingên xwe bi awayekî xurt di xêzkirina sîyasetên cîhanî yên ayînde de bi cih bike.
Almanîya û Fransa: Dibe ku ew her du weke hêzên aborî yên herî xurt in ku Yekîtîya Ewrûpayê bi rê ve dibin. Ji ber ku parzemîna Ewrûpayê ya herî zêde zîyan ji ber şerê Rûsî-Ukrayînya dît, ev her du dewlet pabendên xurtkirina aştîya cîhanî ne, lê tu rola wan a yekser û bibandor di Rojhilata Navîn de tune ye ji bilî ku ew di nav Hevpeymana Navneteweyî ya şerê li dij sawkarîyê de ne. Her wiha ew her du (bi taybet Fransa) dijberên tevlîbûna Tirkîyê di Yekîtîya Ewrûpayê de ne; ew jî ji ber navê wê yê nebaş ê der barê sîyasetên giştî û taybet de û dozên din ên li Tirkîyê, di serê wan de doza kurdî û mafê kurdan e.
Sîyasetên dewletên herêmî li Rojhilata Navîn:
Îran: Îran ji alîyê dîrok, şaristanî û xaknîgarîyê ve, yek ji dewletên mezin li herêmê ye. Ew bi roleke sereke di gelek dosyeyên germ de dilîze. Gelek şaxên wê hene ku dosyeyên sereke li welatên xwe bi rê ve dibin. Li Sûrîyê bi taybet ew bûye lîstikvanekî serke di vê dosyeyê de û ew derbasî sazîyên dewletê mîna penceşêrê bûye û bi awayekî tam ew desteser kirine û bandorê li wan dike. Li gor rapor û agahîyên saloxgerî, Îran dixwaze tevahî dosyeya sûrî ji destê Rûsyayê bikişîne û ew alîyên girêdayî Rûsyayê bi awayekî kesayetî ji nav dibe. Dibe ku kuştina şêwirmenda serokkomarê sûrî ʺLona Şibilʺ beşek ji vê rêzekuştinê be. Bi giştî, Îran hewil dide ku xwe dûrî şerê rasterast bi welatên Rojavayî û hevalbendên wê yên li herêmê (Israîl) re bike. Ev yek baş dîyar bû di daxuyanîyên wê yên fermî de ku ew ne serpereşta êrîşa dawî ya Hemasê ye û ne piştgirê wê ye. Her wiha mirina serokê Îranî di rewşeke nezelal de û gihaştina serokekî nû ji desthilatê, nermbûna sîyaseta Îranî û dûrbûna wê ya ji şerên yekser di rojên bê de dîyar dike.
Qeter: Lîstikvanê herî xerab li herêmê ye. Ew dosyeyên nehênî li odeyên tarî bi zanebûn û hostetî bi rê ve dibe da ku pilanên xwe yên ku li odeyên saloxgerîyê yên Berîtanî tên ristin, pêk bîne. Em dikarin bibêjin ku Qeter xizmetkar anku li herêmên ku wizeyên welatên Rojavayî li herêmê pêk tîne mêtingerê herî metirsîdar e. Ev yek dîyar bû dema ku wê danûstandinên di navbera Emerîka û tevgerên tundrew ên Efxanî de (Tevgera Talîban) bi rê ve dibirin. Jixwe dawîya van danûstandinan jî levikrineke veşartî bû ku di encama wê de Emerîka bi awayekî trajedîk ji Efxanistanê vekişîya . Her wiha Qeter piştgirîya diravî pêşkêşî tevgerên tundrew dike. Jixwe li vir mebesta me Tirkî ye ku ew serpereşta sereke a tevgerên çeteyan li Bakur û Rojavayê Sûrîyê ye û van çeteyan belavî tevahî cîhanê dike.
Tirkî: Ji ber ku valahîyeke erebî li qada herêmî hebû (nexasim Siûdîyê û Misir) û ew bi roleke girîng weke hêzeke herêmî nelîstin û lawazî di birêvebirina wan a cîhana islamî de (bi taybet a sinî) hebû û piştî ku AKP gihaşt desthilatê û bû nûnerê islama sîyasî, êdî rewş ji bo Tirkîyê guncav bû ku hêzdarîya xwe li ser herêmê bi cih bike û dest bi sîyaseta ʺsifir pirsgirêkʺ bi cîran û cîhanê re kir. Her wiha wê guh da aborîya hundir û derve û berê xwe da pirsgirêkên hundir (di serê wan de doza kurdî) û hewil da wan çareser bike. Lê bi destpêkirina ʺbuhara gelanʺ re li bakurê Afrîka û rojhilatê Deryaya Spî, kaxez tev li hev bûn û terazû û pilan hatin guhertin û êdî Tirkî – weke her car- li dij pilana ku jê re hatiye nîgakirin tev gerîya û wisa ket serê serokê tirkî rdoga ku hêz û dîroka impiratorîya Osmanî ji nû ve vejîne û cîhana islamî û xîlafetê ji nû ve bi rê ve bibe, nexasim piştî ku hêzên navborî bi rola xwe ya dîrokî ranebûn. Di encama vê siyasetê de partîyê hat perçekirin. Ev perçebûn ji hêla serkirdeyên wê ve pêk hat, her wekî Ebdela Gul, Elî Babacan û Ehmed Dawûdoxlo. Bi derketina şepêlên islamî yên tundrew li Sûrîyê û berxwedana kurdan li hemberî wan li Kobanê ku hêzên navneteweyî berê xwe dan kurdan, vê yekê sultanê osmanî bêzar kir û hişt ku sîyaseta wî ya derve were guhertin. Vê sîyaseta wî jî bandor li rewşa hundir a sîyasî û aborî li Tirkîyê kir. Vê jî hişt ku girtinên sîyasî zêdetir bibin, rewşa aborî û lîreya tirkî lawaz bibe. Ji bo mijara vegera têkilîyan di navbera rêjîmên sûrî û tirkî de, dibe ku amaje be ku Tirkî bêhêvî bû ku ew ê çareserîyeke bi dilê xwe bi welatên Rojavayî û hêzên navneteweyî re bibîne. Jixwe bê guman çareserîya bi dilê Tirkîyê ew bû ku sabareke (statû) kurdî li Rojava çênebe û tiştên li Başûr jî hatine bidestxistin, tune bibin. Bê guman zêdebûna xalên tirkî li Başûrê Kurdistanê ku bi erêkirina Bexda û Hewlêrê ne, tekez dikin ku Tirkî dixwaze ezmûna kurdî li Başûr jî beravêtî bike.
Sûrî li gor rewşa ku niha diqewime:
Sûrî û xaka wê niha bûye mîna dika şanoyê ji bo bûyerên ku niha lê diqewimin. Rêjîma heyî mîna zilamê ku miriye lê tenê dilê wî dijene. Di encamê de ne kes çac li ser diniqîne ji ber ku hê tam nemiriye û ne jî şêwra wî dikin ji ber ku nema bikêrî tiştekî tê. Ew bi xwe ji dema serxwebûna Sûrîyê û heya destpêkirina tevgera sûrî di sala 2011 de, tu şerekî yekser di navbera Partîya Basê û tevgera kurdî de tune bû. Tevgera sîyasî ya kurdî ji destpêka partîya yekem a kurdî ve di sala 1957 de, ew her tim doza mafên sîyasî û mafên çandî û zimanê kurdî dike. Di nivîsarên yek partîya sîyasî ya kurdî de tune bû ku doza serxwebûnê ya jî rêveberiyeke xweser an jî tu rêveberiyeke xwecihî bike. Wê her tim xwe beşek ji Sûrîyê didît. Bi destpêkirina tevgerê di sala 201 de, beşek ji kurdan haydar bûn bê çiqasî lîstika sîyasî li Rojhilata Navîn mezin e. Kurd û ereb di rewşeke dîyar de di bin sîwana bûyerên bilez ên ku diqewimîn de dijîn. Di encamê de kurd û ereb bûn sê beş; beşek bûn bi rêjîmê re, beşek bûn bi tevger anku şoreşê re û beşek bi xeta sêyem girtin da ku bûyeran bişopînin û bibînin ka ber bi kû ve diçin.
Dûrî jihevhesabxwestinên navneteweyî û herêmî yên li ser vê xakê, gerek e hemû pêkhateyên herêmê serwext bibin ku jîyana hevbeş çarenşsa wan e, lewma gerek e li gor wê bi gîyanê biberpirsîyarîyê her kes tev bigere. Her wiha gerek e tê bigihêjin ku hewildanên tunekirina pêkhateya din, alîyê din û ola din êdî ne bi kêr tê û ne pêkan e. Her wiha sîyaseta yekzilam, yekal û yekwelat di vê rewşa pêşketinê ya ku cîhan tev tê re derbas dibe, nema bi kêr tê; çimkî cîhan tev bûye gundekî biçûk û bi ekraneke biçûk tê birêvebirin û êdî navendîya teng û bîrokratîya hêdî pê re bi kêr tên.
Kurd alîyê herî nerm in ku vê pirojeyê bi rê ve bibin; dibe ku ne tenê li Sûrî lê belê li herêmê bi giştî. Ji aliyekî din ve pirojeya ʺNeteweya Demokrtîkʺ li gel parastina her pêkhateyekê ji ol û taybetmendîyên xwe re û rêzgirtina alîyê din, dibe ku bibe nimûneya herî baş di dema me ya îroyîn de, lê gerek e li gor guhertin û bûyeran ew bi pêş bikeve da ku bi wan re bigunce; çimkî nepêşketina bawerî û îdyolojîk û tundrewî û nijadperestîya ramanî, di vê demê de, bi kêrî çareserîyê nayên, lê belê nermbûn û guhertina domdar ew in ên ku çareserîyê dê ji bo rewşa Rojhilata Navîn a niha bînin.