ANALÎZ

 Tirkîya di Hevkêşeya Sûrî de

Tirkîyaya nû ku di 1923yan de piştî hilweşîna dewleta Osmanî bi rêya Komeleya Itîhad û Tereqî li ser destê Birîtanya, Fransa û cihûyan hat avakirin, rê li pêşberî avakirina dewleta Israîlê li Filestînê vekir. Tirkîya yekem dewleta islamî bû ku piştî salekê ji damezirandina dewleta Israîlê, dapêdan pê kir. Her wiha yekem serokê islamî ku Qudist weke paytexta Israîlê dît, Erdogan bû. Komara Tirkîya ya duyem anku komara AKPê bi serkêşîya Erdogan, li ser destê Brîtanya, Fransa û Israîlê hat avakirin da ku xizmeta ejindeyên wan bike.

Nakokîyên girêdayî dosyeyên Rojhilata Navîn de, di navbera Tirkîya û Israîl de, tenê nakokî li ser berjewendî û zêdekirina behr û herêmên hêzdarîyê ne. daxuyanîyên Erdogan ên dijberî Israîl û alîgirê ereb û doza filestînî û misilmanan, tenê probogenda ne ku bi rêya wan xizmeta ejindeyên osmanî li herêmê dikin.

Tirkîya hêza duyem a herî bihêz e di NATO de. Tevî destwerdana wê ya di karûbarên hundirîn ên dewletên herêmî de ku qasîya hêzdarîya wê nîşan dide, lê di rastîyê de ew xeleka herî lawaz a sîstema cîhanî ye çimkî astengîyan ji ber rewşa xwe ya hundirîn dikişîne; sedema vê lawazîyê jî dijminatîya wê ya bi kurdan re û lawazîya aborî ye. Komara ku di qonaxa avakirinê de ber bi şerê kurdan ve li ser destê ingilîzîyan hatibû avakirin, dê xwe di astengîyeke gelekî mezin de bibîne ku sedema wê jî dijminatîya wê ya ji kurdan re ye ku dîsa bi rêveberîya ingilîzan û alîkarîya amerîkî pêk hatiye.

Daxuyanîyên Trump  û dîdarên ku bi serokên dewletan re çêkirin, nexasim li Rojhilata Navîn, girîngîya herêma Rojhilata Navîn ji bo rêveberîya amerîkî nîşan didin; çi ji ber girîngîya wê ya stratejîk be ku rê li ber berferehbûna çînî digire, çi ji bo rola israîlî ya nû piştî heftê cotmehê be, çi ji ber girêdana wê bi projeya Rojhilata Navîn a mezin ve be û çi jî ji ber hin sedemên kesayetî yên girêdayî Xelata Nobelê ya Aştîyê be.

Trump hewil dide -li gor daxuyanîyên wî- aştîyeke mayînde li herêmekê  saz bike ku di her demê de di alozîyan de bû lê bi şêweyekî nû ku tê de qonaza Sayx-Pîko bi dawî bibe. Alozîya Xezayê di pêşiya van alozîyan de ye. Trump nexşeyeke aştîyê pêşkêş kir ku ji çend xalan pêk tê û hejmarek dewletên ereb jî tê de beşdar bûne û komîyetek serpereştîya wê dike ku bi serkêşîya serokê wezîran ê birîtanî yê berê Tonî Bilîr e. Ev komîye dê di bin serpereştîya wî bi xwe de be. Ev nexşe alozîyên sûrî, libnanî, iraqî û heya îranî û tirkî jî dihewîne.

Li hember wê jî, Erdogan karîbû piştî çend hewildanan serokê amerîkî bibîne da ku daxwazên xwe yên girêdayî Sûrîyayê pêşan bide, nexasim der barê Rêveberîya Xweser û HSDê de lê hevdîtin ne li gor pêşbînîyên Erdogan bû, nexasim piştî ku Trump ew tewan bar kir ku kes nikare weke wî hilbijartinan sexte bike. Ev jî tê wê wateyê ku rewatîya Erdogan li ba Amerîkayê cihê gumanê ye. Ji bilî gotina Trump ku Erdogan karîbû xewna xwe li Sûrîyayê pêk bîne û ew bi roleke sereke di rûxandina rêjîma Esed de lîst û Tirkîya karîbû bi rêya wekîlên xwe (çeteyên wê) Sûrîya desteser bike, mijara Sûrîyayê negirte dest. Dibe ku ev daxuyanî bi awayekî nerasterast were fêmkirin ku ew amajeyê bi wê yekê dike ku Tirkîya berpirsa wan komkujî û binpêkirinan e ku li dijî pêkhateyên sûrî pêk tên.

Lê çavê Tirkîya di Sûrîyayê de ye û ew hevalbenda Amerîka di NATO de ye û ew xwedî wê rolê ye ku mirov nikare piştguh bike. Tirkîya xwest ku hêzdarîya xwe di kûrahîya Sûrîyayê de dirêj bike û wê bixe nav pencên xwe de lê ev yek rastî redkirineke israîlî ya mezin û toparandinekê hat. Israîl vê yekê weke metirsîyê li ser ewlekarîya xwe ya neteweyî dibîne. Ew baş metirsîyên berferehbûna tirkî di kûrahîya sûrî de û desteserkirina biryara siyasî û leşkerî di Sûrîyayê de ji hêla Tirkîyayê ve dizane. Ew dizane ku ev metirsî ne kêmî metirsîya berferehbûna îranî ye.

Lê ji ber ku her du dewlet (Israîl û Tirkîya) têkilîyên aborî, leşkerî û ewlekarî yên xurt di navbera wan de hene, helbet Israîl û Amerîka dê vê yekê di ber çavan re bigirin û beşekî ji kêka sûrî bidin Tirkîye (bakurê Sûrîyayê yê dagirkirî) lê bê guman bêyî hember û berdêl, ew ê tu tiştî bi dest nexe.

Şerê rûsî-ukraynî:

Bi awayekî balkêş û ji nişkan ve, Turmp rêbaza xwe guhert û da xuyanîkirin ku Ukrayna dikare tevahî xaka xwe ya ku Rûsîya desteser kirîye, vegerîne. Rûbera wê xakê jî bi qasî pêncyekek ji xaka Ukraynayê ye. Ev guhertina ji nişkan ve piştî binkeftina wî ya pêkanîna aştîyê li Kuraynayê pêk hat. Jixwe wî berê gotibû ku derfeta bidawîkirina şer û pêkanîna aştîyê heye lê li hember wê divê Kêf dev ji herêmên ku Rûsîya li rojhilatê Ukraynayê dagir kirine, berde.

Lê eger em li nexşeya şerê rûsî-ukraynî binihêrin, em ê bibînin ku karîna artêşa ukraynî ya rizgarkirina tevahî herêmên ku Rûsîya dagir kirine, hema hema ne pêkan e lê eger piştgirîyeke mezin ji hêla NATO ve were pêşkêşkirin, dibe ku artêşa ukraynî karibe wan xakan vegerîne.

Lê ji alîyekî din ve her çiqasî daxuyanîyên ku Ziliniksî şok hiştin, ji hêla Trump ve derketibin jî, di rastîyê de Trump naxwaze rageşîyê li dijî Rûsîya zêde bike. Ew dibîne ku girtina rê li ber dahatên rûsî dê bêtir karibe rûsan neçarî rûniştina li ser maseya danûstandinan bike.

Amerîka dibîne ku Tirkîya dikare guhertinên mezin di şerê rûsî-ukraynî de pêk bîne; ji bi rêya piştgirîya Kêf ji alîyê leşkerî ve çi jî bi rêya rawestandina kirîna betrol û xaza rûsî û qutkirina rêli ber dahatên rûsî. Jixwe Trump li ser vê yekê dixebite û hewil dide Tirkîya neçarî vê yekê bike, bi taybet piştî rageşîyên di navbera Rûsîya û Tirkîya de piştî ketina rêjîma Esed û tewanbarkirina Mosko ji Enqere re ku wê xiyaneta wê di dosyeya sûrî de kir.

Tirkîya nikare di siyaseta xwe ya bragmatîk de bidome (bikaranîna alîyê rûsî û rojavayî). Ji ber wê jî gerek e bi awayekî neçar vegere tewereya  rojavayî û daxwazên wê yên girêdayî Rûsîya pêk bîne (sepandina cezayan, nekirîna xaz û betrola rûsî).

Ji alîyekî din ve nakokîyên Bexda û Erbîlê hatin çareserkirin û ji nû ve betrol ji başûrê Kurdistanê di nav xala tirkî de ber bi bendera CÎhan ve hat hinardekirin. Dibe ku ev berdêla kirîna betrola rûsî be.

Ji alîyekî din ve dibe ku Amerîka cezayan li ser Tirkîyayê rake û girêbesta balafirên F35 û hin girêbestên din jî yên neçareserkirî mane, girê bide.

Lê hin daxwazên Tirkîya yên din jî hene ku girêdayî rewşa sûrî ne û girêdayî Rêveberîya Xweser in. Erdogan hê jî di wê hêvîyê de ku destûr ji bo wî were dan da ku şerekî bejahî bi ser herêmên Rêveberîya Xweser de pêk bîne; yan jî bi kêmanî sîstema navendî li Sûrîyayê biparêze û HSDê weke kes ne weke komekê tev li artêşa sûrî bike.

Girîngîya rojhilatê Feratê:

Herêma rojhilatê Feratê (herêmên Rêveberîya Xweser) ji hemû herêmên din ên sûrî cudatir e; ew jî ji ber cihê wê yê cyosiyasî. Ev cih dihêle ku ew karibe bi roleke siyasî ya mezin di Sûrîyayê de bilîze, çimkî ew jêdera xwarina sûrî ye û bêyî wê ewlehîya tîmarî li Sûrîya pêk nayê. Her wiha bi gencîneyên binerd ên mîna betro û xazê dewlemend e. van dahatan gelek pereyên zêde bi ser rêjîma rûxiyayî de dirijandin û tevî wilo jî ne di budceya giştî ya dewletê de bû,

Ji alîyekî din ve rêyên bazirganîyê yên ku rojhilat bi rojava ve girê dide hene; her wekî rêya M4 a stratejîk ku dikare rêya lûleyên xaz û betrolê yên di navbera Iraq û Sûrîya bi hev ve girê bide û bigihîne bendera Banyasê û paşê Ewropayê.

Her wiha ev herêm xwedî cihêrengîyeke çandî û nijadî ye ku wê bi welatên derdorê ve girê dide. Ji alîyekî din ve hêzeke leşkerî ya birxistinkirî û pispor heye ku hevalbenda Hevpeymana Navdewletî ya li dijî Daişê ye.

Kesê ku ev qas binemayên hêzê di dest de hebin, dikare biryara siyasî li Şamê kontrol bike bêyî ku derbasî kûrahîya hundirê Sûrîyayê bibe û bêyî ku bigihêje paytextê.

Ji bo Tirkîya girîngîya herêma Rêveberîya Xweser ji ber girêdana wê bi du dosyeyan ve tê:

  1. Rê li ber bidestxistina kurdên rojavayê Kurdistanê bigire da ku mafên xwe yên destûrî nestînin, nexasim piştî ku kurdên Başûr mafên xwe standin.
  2. Piştî ku wê nikarîbû derbasî kûrahîya Sûrîyayê bibe û destwerdanê di biryara siyasî li Şamê de bide, dît ku bi rêya dergehê rojhilatê Feratê, belkî karibe destwerdanê di biryara siyasî ya sûrî de bide; nexasim ku berê çavê xwe berdaye herêmê û ev yek girêdayî “rêkeftina Milî“ ye.

Ji ber wê jî Erdogan gelek caran xwestîye erêkirinê ji Amerîka bistîne da ku êrîşî herêmê bike (weke ku berî niha êrîşî Efrîn, Girê Spî û Serê Kanîyê kiribû) lê belê hewildanên wê rastî derkirina amerîkî û israîlî hatin.

Herêmên Rêveberîya Xweser di terazûya hêzê ya herêmî de:

Amerîka û Israîl bi tematîyên Erdogan ên desteserkirina biryarên siyasî û leşkerî li Sûrîya piştî ketina rêjîma Basê dizanin. Her wiha ew dizanin ku Erdogan dixwaze bi wê rolê rabe ku berê Îran berî ketina rêjîmê li Sûrîya pê radibû. Her wiha ew dizanin ku her berferehkirineke tirkî ya nû li Sûrîya dê bandorê li hevkêşeya sûrî ya niha bikin. Her du dewlet (Israîl û Amerîka)  ejindeyên wan ên girêdayî rêjîma sûrî ya nû hene (di serê vê rêjîmê de Şeri) (jixwe gelek pirs derdikevin holê ka gelo çi rol ji bo  HTŞê hatîye dan û ji bo çi desthilata Şamê dane wê). Dibe ku ev ejinde girêdayî Sûrîya bi giştî bin û girêdayî levhatina sûrî-israîlî bi taybet bin. Dibe ku ew xwedî roleke herêmî der barê mezheba sinî ya selefî de be jî.

Ji bo rola tirkî ya nû di Sûrîyayê de jî, dibe ku ew xwedî bandoreke yekser li ser wan ejindeyan be, bo nimûne Tirkîya kelema herî mezin e ku rê li ber rêkeftineke ewlekarîyê di navbera rêjîma nû û Israîl de digire. Ew fişarê li rêjîma nû dike da ku rêkeftineke ewlekarîyê bi Israîlê re girê nede bêyî ku daxwazên wê di ber çavan re werin girtin. Jixwe daxwazên wê jî girêdayî HSD û Rêveberîya Xweser û şêweyê desthilatê li Sûrîyayê û destûra sûrî bi xwe ne jî.

Piştî ku Erdogan nikarîbû derbasî kûrahîya sûrî bibe û baregehên leşkerî ava bike û destwerdanê di biryara siyasî ya Şamê de bike, berê xwe da rojhilatê Feratê û dest bi gefan kir û dem ji bo pêkanîna gefên xwe nîşan dan. Rêjîma sûrî jî pê re beşdarî vê yekê bû û da diyarkirin ku eger HSDê daxwazên wê pêk neanîn, ew ê şerê wê bike.

Rojhilarê Feratê berdêla tirkî ya li şûna kûrahîya sûrî ye. Ev ji bilî xwesteka wê ya pêkanîna rêkeftina Milî û girêdana her du qeraxên Feratê bi hev ve û girêdana wan bi hêzdarîya tikrî li başûrê Kurdistanê ve. Eger Tirkîya rojhilatê Feratê desteser kir, ew ê karibe biryara siyasî li Şamê jî desteser bike; ew jî bi rêya kontrolkirina wê ji dahat û gencîneyên binerd re ku pêwîstîya rêjîma sûrî ya nû bi wan heye da ku hukmê xwe xurt bike. Eger Tirkîya rojhilatê Feratê dagir bike, dê rewşa wê bibe weke ya bakurê Sûrîyayê yê dagirkirî ku tu desthilateke rastîn a rêjîma nû ya sûrî li ser tune ye. Ev yek jî dibe ku metirsîyeke mezin li ser Israîl û stratejîkên Amerîka li herêmê pêk bîne.

Îcar, herêmên Rêveberîya Xweser xwedî giranîyeke cyosiyasî di hevkêşeya sûrî û dewletên bibandor de ne.

Rewşa herêmên Rêveberîya Xweser di hevkêşeya sûrî de:

Berdewamîya alozîya sûrî, heta piştî ketina rêjîma Basê jî, girêdayî destwerdana tirkî ya yekser di karûbarên hundirîn ên Sûrîyayê de ye. Her ku biryarek an jî bûyereke girêdayî rewşa hundirîn a sûrî hebe, tevgera diplomatîk bi awayekî zêde di navbera rêjîma nû û Tirkîyayê de çalak dibe. Sedema vê yekê ew e ku rêjîma nû di bin bandora hêzdarîya tirkî de ye û nikare bêyî erêkirina Enqere tu biryareke siyasî bistîne.

Fişarên tirkî li ser rêjîma nû hene da ku herêmên Rêveberîya Xweser bixe nav danûstandinên xwe yên bi Israîlê re û vê yekê bixe weke şert. Wate, ji bo ku rêjîma nû rêkeftineke ewlekarîyê yan jî levhatinê bi Israîlê re bike, divê Israîl destûrê bide artêşa sûrî û bi alîkarîya tirkî da ku şerê herêmê bike.

Ji bo erêkirina israîlî jî pêwîst e were zanîn ku rewşa herêmên Rêveberîya Xweser ne weke rewşa Siwêdayê ye (ev ji alîyê asta destwerdana israîlî ve), çimkî tu têkilî, girêdan û alîkarîyeke israîlî ji bo herêmên Rêveberîya Xweser û HSDê tune ye. Her wiha Israîl vê herêmê naparêze heta ku dev ji parastina wê bo rêjîma nû berde. HSDê girêdayî Hevpeymana Navdewletî ye û tu têkilîya wê bi Israîlê re tune ye. Ji ber wê jî daxwazên rêjîma nû yên girêdayî rojhilatê Feratê û HSDê dê  ne xwedî tu giranîyê di danûstandinan de bin, çimkî ev herêm û HSDê girêdayî Amerîka û Hevpeymana Navdewletî ne.

Her çiqasî Tirkîya bixwaze rola xwe ya nû di şerê rûsî-ukraynî de bi kar bîne û dwazwazên amerîkî pêk bîne, Amerîka ji ber du sedeman nikare bazarê li ser herêmên Rêveberîya Xweser û HSDê bi Tirkîyayê re bike: sedema yekem girêdayî rêjîma nû ye ku xwedî hizrekî selefî û cîhadîst e. Tevî ku Şeri dixwaze şêweyê xwe biguher û xwe weke kesekî bi ser welatên rojavayî de vekirî bide nîşandan lê di nerîna welarên rojavayî de ew her kesekî di lîsteya terorê de tê hesibandin. Ne tenê ew lê belê komên wî yên çekdar û çekdarên biyanî yên pê re jî hê xwedî hizreke cîhadîst in. sedema duyem jî girêdayî ewlekarîya Israîlê ye. Amerîka nikare kaxezên fişarê yên bi hêz li dijî Israîlê bide Tirkîya. Ew jî ji ber girîngîya cyosiyasî ya ku herêmên Rêveberîya Xweser cuda dike.

Ji alîyekî din ve, HSDê ji komên çekdar ên sûrî yên dîtir bi serxwebûna biryara xwe ya siyasî tê cudakirin, nemaze biryarên girêdayî herêmên Rêveberîya Xweser û parastina pêkhateyên herêmê ji çeteyên tirkî û artêşa sûrî ya nû û Hêzên Ewlekarîya Giştî ku di demeke kin de bûne xwedî lîsteyeke berfereh a binpêkirin û komkujîyan.

Îcar hemû tevgerên tirkî û amajeyên wê ku wê erêkirin standîye, weke fişar in ku Enqere li ser Amerîka û Israîlê pêk tîne.

Gelo xewna Tirkîya ya desteserkirina Sûrîyayê pêk hatîye?

Daxuyanîya serokê amerîkî dema got ku Tirkîya xewna xwe di desteserkirina Sûrîyayê de pêk anî, dibe ku tevahî xaknîgarîya sûrî nahewîne, lê belê dibe ku tenê girêdayî bakurê Sûrîyayê yê dagirkirî be. Erdogan rastî jî bakurê Sûrîyayê dagir kirîye û tu desthilata Şamê li ser tune ye. Ew bi rêya xal û baregehên leşkerî hebûna xwe ya leşkerî li bakurê Sûrîyayê diçesipîne; her wekî desteserkirina balafirgeha Kiwêrs a leşkerî û veguhestina wê balafirgehê ber bi baregeheke leşkerî ya tirkî ve. Her wiha ew heman rêbaza bapîrên xwe dimeşîne ku guhertina demografîk a ku Atatork ji sala 1925 ve dest pê kirîye, didomîne. Erdogan bakurê Sûrîyayê ji niştecihên wê yên resen (kurd û hin ereban) vala dike da ku vê herêmê tev li wîlayetên tirkî bike.

Dibe ku mebest ji daxuyanîya Trump ew be ku bi awayekî nerasterast erêkiriê bide Erdogan da ku operasyoneke leşkerî li dijî HSDê pêk bîne; ne ji bo bidawîkirina Rêveberîya Xweser û HSDê lê -weke ku Erdogan texmîn dike- lê belê dibe ku weke davekê be ji bo ku Tirkîya bixe pirsgirêkekê mîna pirsgirêka rêjîma nû li Siwêdayê. Wê hingê Şeri û rêjîma wî jî ji we ye ku erêkirina israîlî bi dest xistine lê di encama wî şer û komkujîyên ku rêjma nû li dijî Siwêdayê de, Siwêda gavine mezin ber bi avakirina rêveberîyeke xweser li başûrê Sûrîyayê ve avêtin.

Rêveberîya Xweser li Bakur û Rojhilatê Sûrîyayê û HSDê bûne rastîyek di hevkêşeya sûrî de lê ev nayê wê wateyê ku herêmên wê ji şerekî leşkerî dûr in; çi ji hêla Tirkîya û çeteyên wê ve be yan jî rêjîma sûrî ya nû ve be.

Ev êrîş -eger pêk were- dibe ku ji bo pêkanîna hin destkeftîyan be ku girêdayî Bendava Tişrîn û Gola Esed bin (da ku av û kehrebeyê bi dest bixin) yan jî girêdayî rojhilatê Dêra Zorê bin (ji bo desteserkirina bîrên xaz û betrolê).

Hebûna leşkerî ya rûsî jî dibe ku xwedî rolekê di vê çarçoveyê de be. Tê zanîn ku hêzdarîya rûsî baş kêm bûye û tenê baregeha Himêmîm, Bendera Tertûsê û Balafirgeha Qamişlo di dest de mane. Tevî girîngîya hebûna wê ji bo Amerîka û Israîlê, ji ber hewildanên berferehbûna tirkî li perava sûrî û ji ber ejindeyên israîlî yên ku Rûsîya weke dewleteke mezin dibîne, lê eger Tirkîya herêmê desteser bike, dibe ku gefan li hebûna rûsî bixwe; nexasim piştî ku têkilîyên di navbera her du alîyan de nebaş bûne û Amerîka dixwaze Tirkîya vegerîne tewereya rojavayî.

Ji ber wê jî eger êrîşek ji hêla dewleta Tirk û çeteyên wê bi ser herêmê de pêk were, dibe ku Rûsîya bi roleke tewereyî bilîze û li kêleka HSDê raweste û pişta peravê bigire da ku rêveberîyeke xwe ya xweser çêke da ku hebûna xwe ya leşkerî li Sûrîyayê biparêze.

Dibe ku serdana serokê erkanên giştî Elî Nesan bo Mosko ji bo pêşkêşkirina garantoyan bo Rûsîya be û li hember wê jî Rûsîya xwe bide alîyekî û li kêleka HSDê nesekine (eger şer çêbe).

Serkeftinên ku dewletên Rojhilata Navîn ji alîyê derveyî û hundirî ve di bin desthilata rêjîmên xwe yên neteweperest û faştîst de pêk tînin, tenê serkeftinine demkî ne ku serê pêşîn xizmeta welatên rojavayî dikin û piştî demeke kin dibin binkeftin û bandoreke neyînî li rewşa wan a hundirîn dikin. Ev yek di dîroka nû de hatîye çespandin (doza filestînî, berferehbûna îranî li herêmê, rêjîma sûrî ya rûxiyayî û ya nû û hemû dewletên di alozîyê de ên herêmê). Jixwe çerxa binkeftinan hê berdewam e û dê bigihêje Îran û paşê dewleta Tirk jî.

Pêşeroja Sûrîya di vê rewşa heyî de:

Pêşeroja Sûrîya girêdayî hejmarek faktor e ku bandorê lê dikin; hin ji wan hundirîn in ku  girêdayî siyaseta rêjîma nû ne û hin jê herêmî ne ku girêdayî Israîl bi awayekî yekser in. Ew jî xwe dispêre rêkeftineke ewlekarîyê ya ku xizmeta berjewendîyên Israîlê dike û girêdayî danpêdana rêjîma nû bi serwerîya Israîlê li ser Colan, parastina xalên stratejîk li Çiyayê Şêx û herêmên desteserkirî û avakirina herêmeke bêçek ku di bin kontrola wê de be, nexasim li Siwêdayê da ku Sûrîya li gor wê bimeşe. Her wiha mijar girêdayî Tirkîyayê ye jî ku di paşê em ê behsê bikin. Hin ji wan faktoran jî navdewletî n ku bi awayekî yekser girêdayî  stratejîka amerîkî li Sûrîya û Rojhilata Navîn e.

Yekem- Siyaseta amerîkî ya niha li ser wê bingehê ava bûye ku tev li tu şerî nebe û tenê piştgirîyê pêşkêş bike û çekên asîmanî li dijî dijminan bi kar bîne.

Duyem- Divê em ji alîyê girîngîya hebûna wan ve, cudahîyê bixin nav hêzên leşkerî yên xwecihî de; di navbera HSDê  ku şerîka Hevpeymana Navdewletî ya şerê li dijî Daişê de û çeteyên Tirkîyayê yên ku ji bo xizmeta ejindeyên tirkî dixebitin û piranîya endamên wê ji Daiş in û fermandarên wan di lîsteyên terorê de ne (jixwe ev wekîlên Erdogan in weke ku Trump da diyarkirin) û di navbera artêşa sûrî ya nû de ku komên HTŞê û çekdarên biyanî dihewîne ku tev jî xwedî hizrekî cîhadîst in.

Ji ber wê jî tiştekî asa ye ku hin hêzên leşkerî hebin ku civaka navdewletî karibe xwe bispêre wan di şerê rêxistinên terorîst de (her wekî rêxistina Daişê û komên weke wê). Ji ber vê yekê jî HSDê bi rêxistin, pisporî û amadekarîyên wê yên leşkerî parêzvanê Sûrîya û herêmê bi giştî ye. Êdî ev rastîyek e ku civaka navdewletî baş wê dizane.

Tevî hebûna nakokîyên hundirîn di navbera HSDê û hikûeta Şamê de lê destwerdana tirkî bi piştgirîya qeterî di karûbarên Sûrîya yên hundirîn de, dê bihêle danûstantinên heyî zehmet bibin û dibe ku bibe sedema şerekî hundirîn ku dewletên herêmî sûdê jê bigirin, her wekî Israîl û Tirkîya.

Tişta ku niha li Dêr Hafir û Bendava Tişrînê diqewime, diyar dike ku rewşa hundirîn ber bi rageşîyeke leşkerî ji hêla rêjîma nû û Tirkîyayê ve diçe. Nemaze piştî ku Erdogan û Şeri ji New Yorkê vegerîyan û di bawerîya wan de ye ku wan erêkirin ji Amerîkayê bi dest xistîye.

Lê di rastîyê de hebûna du hêzên mezin li Sûrîyayê (Tirkîya û Israîl) dê bihêle nakokîyên mezin di navbera her du alîyan de çêbin. Jixwe ji alîyekî din ve hizrê cîhadîst li Sûrîyayê zêde dibe. Ji ber wê jî dibe ku hêzdarîya tirkî mîna ya îranî kêm bibe, çimkî ev mesele girêdayî ewlekarîya neteweyî ya israîlî ye. Ev kêmbûna hêzdarîya tirkî jî girêdayî pêngava aştîyê ye ku birêz Ocelan pêşkêş kirîye.

Di encama siyaseta ku rêjîma nû der heqê pêkhateyên sûrî de meşand û rijdbûna wê li ser yekrengî û ji ber encamên vê siyasetê li Perav û başûrê Sûrîyayê, Sûrîya ber bi sîstemeke ne navendî ve diçe li gel mana HSDê weke hêzeke serbixwe (her çiqasî tev li artêşa sûrî jî bibe) çimkî şaneyên Daişê hê çalak in û di bin sîwana vê rêjîma nû de her roj metirsîya wê zêdetir dibe.

Tirkîya û derfetên rizgarbûna wê ji projeya Rojhilata Navîn a Mezin:

Di bergîna pêncem de, rûpela 492 ramanger Ocelan tekez dike ku komara cîhanxwaz û neteweperest ango komara yekem (CHP) rê ber bi Israîlê ve vekir; ew jî di salên bîstan ê sedsala bîstem de. Bi hetina salên 2000î re, komara duyem (AKP) li ser destê Amerîka, Ingiltira û Israîlê ava bû. Xwedîyê hizrên radîkalîya islamî dixwazin wê bixin komareke islamî ya nerm ku neteweyên îranî û erebî ji çarçoveya metirsîya li ser Israîlê derxin. Her wiha bihêle netewebûna şîî ya îranî û islamîtîya radîkal a erebî û netewebûna cîhanxwaz a erebî li gor xwe bi rê ve bibin û tevan bixin bin kontrola sîstema desteser.

Tirkîya xeleka herî lawaz di sîstema heyî de ye (ji ber neçareserkirina doza kurdî) lê hêza wê di karîna wê ya nûjenkirina hevpeymanên ku serdema şerê serxwebûnê belav bûn ku ew jî li ser zemîna neteweya demokratîk ava dibe. Lê belê hişmendîya wê ya şofînîzm û nijadperest ew hevpeyman tune kirin û girêdana dîrokî ya di navbera kurd û tirkan de qut kir. Jixwe hewildanên wê yên helandina kurdan di nav tirkan de, bidawîkirina doza wan û pêkanîna operasyonên leşkerî bi navên cûr bi cûr li dijî kurdan, bi ser neketin; nemaze piştî damezirandina PKKê ku Tirkîya nikarîbû wê ji nav bibe.

Tevî ku PKKê zêdeyî carekê hewil da rêkeftina aştîyê bi rêjîma tirkî re girê bide (di salên 90î û salên 20an ên vê sedsalê û dawî jî destpêşxerîya birêz Ocelan a bidawîkirina şerê çekdarî û pêkanîna aştîyê) lê nijadperesta tirkî û hizrên toranî yên faştîst dihêle pêkanîna aştîyê bibe tiştekî gelekî zehmet.

Tirkîya baş dizane bê metirsîyên projeya Rojhilata Navîn a mezin çi ne û baş dizane ku her çiqasî tê de weke lîstikvanekî be jî lê ew ne ji derveyî vê projeyê ye. Jixwe ev yek li ser zimanê Erdogan hat gotin. Îcar ew ne alîyekî desteser di vê projeyê de ye lê belê weke alavekê di destê welatên rojavayî de ye ji bo ku ejindeyên wan pêk bîne. Vê jî hişt pêşewayê Tevgera Neteweyî ya nijadperest “Behcelî“ piştî heftê cotmehê û rola israîlî, doza vekirina rûpeleke nû di biratîya kurd û tirkan de bike û doza bidawîkirina şerê çekdar û pêkanîna aştîyê bike û berê xwe bide Ocelan ji bo pêkanîna vê mebestê.

Rêveberîya tirkî, nexasim Behcelî, hêza biratîya kurdî-tirkî li hember ejindeyên derveyîn baş dizane. Vê biratîyê berî niha bi roleke tewereyî di rizgarkirina xaka tirkî ji dagikerîya rojavayî de lîst (1919-1922) û berî wê jî di şerê Melazgird (1071) û berî wê jî şerê Çaldîran (1514) û şerê Merc Dabiq (1516) û Rêdanîye (1517)

Lê belê derbeya li dijî vê biratîyê, rijdbûna li ser mandelekirina rastîya kurdan û bikaranîna siyaseta tundî û çewsandinê hişt ku Tirkîya ji hundir ve lawaz bibe û bi hêsanî ji hêla dewletên rojavayî ve were kontrolkirin.

Destpêşxerîya birêz Ocelan xwe dispêre biratîya kurd û tirk û ereban û li ser bingeha civaka demokratîk a pirreng ava dibe ku ev civak gelek çandan dihewîne û aştî û hedarîya herêmî dabîn dike û herêmê ji şer, kumkujî û tirajîdîyan diparêze.

Siyaseta ku rêjîmên Rojhilata Navîn meşandine (çi şerê wan ji gel û demokrasîyê re be çi jî nedana mafên destûrî bo pêkhateyên xwe çi jî  parastina sîstema xwe ya navendî ku li ser destê Brîtanîya, Fransa û cihûyan di destpêka sedsala bîstem de ava bûn), derfet û hincetê dide dewletên rojavayî ku destwerdanê di karûbarên hundirîn ên dewletên Rojavayî de bikin û wan ji bo xizmeta ejindeyên xwe bi hinceta belavkirina demokrasîyê bi kar bînin.

Pîwîstîya destpêşxerîya birêz Ocelan bi kesayetine tirkî yên niştumanperwer heye ku karibin  biryarên çarenûsî yên ku xizmeta gelê wê dikin, bistînin. Lê rêjîmên wê yên desthilatdar xizmeta ejindeyên rojavayî dikin û baş metirsîya projeyên derveyîn li ser herêmê dizanin. Lê belê dewleta Tirk tevî ku xizmeta pêkanîna armancên rojavayî dike jî ew dê beşek ji vê projeyê be. Ew hê bi rola xwe ya mayî li Sûrîya radibe ku nahêle ber bi demokrasîyê ve biçe û li şûna wê alozîyan diafirîne; ev yek jî dê bandorên neyînî di demeke nêz de bi ser wê bi xwe de bîne.

Xewnên dewleta Tirk ên mandelekirin û çewsandina doza kurdî dê bi ser nekevin. Ji alîyekî din ve rijdbûna wê li ser venebûna bi ser kurdan de û pêkneanîna aştîyê (jixwe ew di wê hêvîyê de ye ku guhertinên siyasî yan jî leşkerî pêk werin ku xizmeta siyasetên wê yên nijadperest bikin) dê tu xizmetê jê re neke. Dema Tirkîya xwe di nîvê çirava alozîyê de bibîne, wê hingê welatên rojavayî dê biryara xwe der heqê wê de bistînin.

Daxuyanîya şandeyê amerîkî Tomas Brak der barê Rojhilata Navîn de ku dewlet li ser bingeheke êlî ji hêla Fransa û Brîtanîya ve di destpêka sedsala bîstem de hatin avakirin, ji daxuyanîya wî ya der barê Sayx-Pîko de ne cuda ye. Ev jî diyar dike ku rêjîmên nenavendî dê di van dewletan de werin avakirin bi bihaneya ku gelên herêmê mafên xwe yên destûrî bistînin.

Eger rêjîmên desthilatdar bi vê rolê rabûya (rola ku dê welatên rojava pê rabin) û demokrasî pêk banîya, helbet dê ev rol ji ya rojavayî li herêmê cudatir bûya û dê Rojhilata Navîn  bixista cihê wê yê layîq di qada navdewletî de.

Lê rêjîmên faşîst û nijadperest ên ku welatên rojavayî li herêmê çandin, sedema van alozî û şerên herêmê ne û alavek in di destê welatên rojavayî de ne ku bi rêya wan gel û çarenûsa wan kontrol dikin. Piştî ku rola wan di sedsala bîstem de bi dawî bibe, êdî qonaxa ketina wan dest pê dike çimkî rêjîmên navendî êdî nema dikarin bi rola ku tê xwestin li gor guhertinên navdewletî yên nû rabin lê belê bûne mîna bargiranîyekê ku bandoreke neyînî li wan dikin.

Ji ber wê jî ji alîyên ku ew avakirin tê xwestin ku wan bidawî bikin û rêjîmine nû ava bikin. Jixwe ev yek rastî jî bi rûxandina rêjîma iraqî dest pê kir, paşê ya lîbî, yemenî, tûnisî û misrî.  Pişî heftê cotmehê jî qonaxeke nû dest pê kir ku tewereya wê Israîl e, ku ji Hemas û Hizbulah dest pê kir, paşê rûxandina rêjîma Basê li Sûrîyayê û bidawîkirina hêzdarîya îranî li herêmê. Paşê ber bi Libnan û Iraqê ve çû heya ku bigihêje Îran û Tirkîya.

Tirkîya heya niha hê alaveke sereke di vê projeyê de ye, siyaseta wê ya faşîst û xewnên wê yên osmanî alava pêkanîna vê pilanê ne. Ev rêjîma desthilatdar bi serewrîya AKP û Erdogan li ser destê Amerîka, Brîtanîya û Israîlê ava bû. Dema wextê wê were, dê bi dawî bibe. Dibe ku ev yek jî girêdayî Îranê û derxistina wê ji hevkêşeya Rojhilata Navîn be.

Siyaseta wê ya derveyîn ku ev bîst sal in dewstwerdanê di karûbarên dewletên derdorê de dike ku vê yekê weke serkeftinan dibîne, bandoreke neyînî lê dike û her çiqasî endameke NATO ye jî lê dê Tirkîya weke dewletên derdorê parçe bibe û dê di çavê dewletên rojavayî de dewleteke nepejirandî bimîne ku bawerî pê nayê û wê tev lê xwe nakin û divê were bidawîkirin da ku dewleta Israîl weke dewleta navendî li Rojhilata Navîn bimîne ku hemû dewlet li dor wê dizivirin.

Eger Tirkîya vê derfeta dîrokî bi kar neyîne û careke din biratîya kurd û tirkan venegerîn û demokrasîyê pêk neyîne, berdewamîya siyaseta wê nijadperest dê wê tune bike.

Dawî jî hemû rêkeftinên ku Tirkîya berî niha bi Îran, Iraq û Sûrîyayê re girê dabûn da ku doza kurdî bi dawî bike yan jî şerê wê bike, tevî ku tenê armanc ji wan şerê kurdan e lê ew gefan li Israîl dixwein. Tirkîya dixwaze weza kaxezên xwe li pêşberî Amerîka, Brîtanîya û Israîlê giran bike lê ji ber siyasdtên sîstema cîhanî ku di van her du sed salên borî de maşendin, nikare hêvîyên xwe pêk bîne.

Ji ber wê jî yan dê Tirkîya li gor sîstema cîhanî bimeşe yan jî dê encamên kiryarên xwe wergire (her wekî ku li Iraq û Îranê pêk hat). Meşîna wê li gor sîstema cîhanî tê wateya ku bi kurdan re li hev bike û têkilîyên xwe yên bi Sûrîya û Îranê re biguhere. Lê eger ew vê yekê red bike û li tewereyên nû bigere, gerek e ew baş bizane ku dê rastî rûdaneke mîna ya Iraqê were.

Îcar, gerek e Tirkîya doza kurdî bi rêbazên demokratîk û aştîyane çareser bike û bi kêmanî rêveberîya xweser bide wan. Ev jî tê wateya pêkanîna hevpeyman û hevalbendîyeke rastîn mîna ya qonaxa rizgarîya niştumanî (1923) û berî wê jî di şerê Melazgird (1071) û berî wê jî şerê Çaldîran (1514) û şerê Merc Dabiq (1516). Ev yek jî wê ji dewleteke di bin desteserîya sîstema cîhanî de ber bi dewleteke herêmî ya bihêz ve bibe ku bibe hêzeke cîhanî ya ku dikare li hember desteserîya israîlî, amerîkî û birîranî raweste.

زر الذهاب إلى الأعلى