ANALÎZ

Şerê dewleta Tirk a dagirker bi ser kurdan de

Di 18ê gulanê de, Navenda Rojava ya Lêkolînên Stratejîk diyalogek bi rêya bernameya “Zoom” li dar xist. Ev diyalog li jêr sernavê ” Şerê dewleta Tirk a dagirker bi ser kurdan de” bû. Civînê ev tewereyên li jêr girtin dest:

  1. Rêbaz û bandorên operasyonên leşkerî yên dagirkeriya tirk (li başûrê Kurdistanê û bakur û rojhilatê Sûriyeyê).
  2. Rêkeftina Milî û borîna sedsalî di ser Lozanê re.
  3. Koçberkirina bi darê zorê, ji nû ve bicihkirin (biwarkirin) û guhertina demografîk li bakur û rojhilatê Sûriyeyê.

Ji bo ku ev mijar werin gotûbêjkirin, Navendê ev mêvan vexwend in:

  • Azad Bariş: Birêveberê giştî yê Navenda Raman û Lêkolînan.
  • Eyûb Berzanî: Çalakvanekî siyasî ye.
  • Teyib Temlî: Çalakvanekî siyasî ye.
  • Cemal Şêx Baqî: Sekretêrê Partiya Demokrasî Kurdî li Sûriyeyê.
  • Kamîran Berwarî: Endamê Kongira Neteweyî ya Kurdistanê.
  • Sirûş Helebçe: Şêwirmendeke zagonî û Çalakvaneke siyasî ye.
  • Ekrem Hiso: Endamê desteya cîbicîkar di KNKê de.
  • Amed Dicle: Çalakvanekî siyasî ye.
  • Silêman Ilyas: Navenda Feratê ya Lêkolînan.
  • Mihemed Nasir Sêmayî: Doktorê zanîngehê ye- derûnasî.

Destpêkê Dr. Heval Fatimê (endamê Navenda Rojava ya Lêkolînên Stratejîk)bi navê navendê gotinek pêşkêş kir.

Her wiha birêz Azad Barîş jî behsa van xalan kir: operasyonên  dewleta Tirk a dagirker li dijî kurdan, bikaranîna wê ji tevahî cûreyên çekên kîmawî re, hewildanên wê yên cidî yên tunekirina kurdan û çawa ew bêdengiya navneteweyî ji bo van armancan bi kar tîne. Barîş amaje bi bo rêjîma tirkî kir û da diyarkirin bê wê di dîroka xwe de çiqas sûc li dijî gelek gelan kirine. Dewleta Tirk çûye kû, hêza bêserûber û siyaseta herî tund ji bo pêkanîna armancên xwe bi kar aniye. Nimûneya vê yekê jî, komkujiyên wê yên ku der heqê gelê ermenî de pêk anine.

Şerê dewleta Tirk li dijî kurdan, ne şerekî li dijî mezhebeke kurdî yan partiyeke kurdî ye, lê belê şerê wê şerê hebûn û tunebûnê li dijî tevahî kurdan e.

Eyûb Berzanî jî da diyarkirin ku piştî rêjîma tirkî bû rêjîmeke komarî, dijminatiya wê ya li dijî kurdan dijwartir bû. Lê bi giştî, sîstema desthilatê li Tirkiyeyê çawa be jî, her û her stratejîka wê ya tekane, tunekirina kurdan û kuştina wan e.

Berzanî tekez kir ku nêzîkatiya kurdî û danûstandina wê ya bi vê rêjîmê re, ji beşekî Kurdistanê heya beşekî din cuda ye. weke nimûne, danûstandina hikûmeta başûrê Kurdistanê bi rêjîma Tirkiyeyê re bi wî awayî ye ku hemû rêyan li pêşiya wê vedike da ku wê bixe bin kontrola xwe. Armanca hikûmeta Kurdistanê jî ew e ku hukm di destê wê de bimîne û parastina hebûna xwe bike, bêyî ku rêbazê danûstandina rêjîma Tirkiyeyê bi beşên din ên Kurdistanê re di ber çavên xwe re bigire. Ji ber wê jî hikûmeta başûrê Kurdistanê gihaşt astekê ku êdî nema dikare tu xwestekên dewleta Tirk red  bike û nema dikare li hemberî xwestek û siyaseta wê raweste.

Birêz Teyib Teml jî behsa sedemên bêdengiya navneteweyî li hemberî vî şerê tirkî yê li dijî gel û xwezaya kurdî kir. Her wiha behsa bandorên vî şerî li gelê kurdî kir û amaje bi aliyên ku alîkariya rêjîma tirkî dikin di şerî wê yê li dijî kurdan kir. Şerê dewleta Tirk ne şerekî leşkerî tenê ye, lê belê gelek teşeyên wî şerî hene. Weke mînak, dema dewleta Tirk bi awayekî leşkerî derbasî deverekê dibe û bi salan li wir dimîne û paşê derdikeve, ew gelek paşmayan li pey xwe dihêle her wekî hiştina gelek kesên alîgirên wê û hiştina gelek bandorên neyînî li ser civakê.

 Li vir kurd radihêjin beşekî ji berpirsiyariyê, çimkî hin partî û kesayetên kurd hene ku bi awayekî ji awayan alîkariya dagirkeriyê dikin. Ji ber wê jî gerek e kurd yekrêz bin da ku bandorên demdirêj ên ku dewleta Tirk wan li her çar aliyên kurdistanê diçîne û li pey xwe dihêle, sivik bikin

Dr. Kamîran Berwarî jî behsa Rêkeftina Milî kir. Berwarî got ku rêkeftina Milî ya ku dewleta Osmanî ew afirandiye, niha bê rewabûn maye çimkî dewleta ku ev rêkeftin girte xwe û piştgiriya wê kir, niha tune ye.jixwe mebesta me jî dewleta Osmanî ye. Lê divê çavê xwe ji ser hewildanên Erdogan ên bicihanîna vê rêkeftinê negirin. Ev ji bilî xweasteka rêjîma Erdogan a dagirkirina her çar parçeyên Kurdistanê û desteserkirina wan. her wiha Berwarî amaje kir ku dewleta Tirk bi awaekî cidî hewil dide Kurdistan, hin dewletên Rojhilata Navîn û başûrê Afrîkayê dagir bike. Lê buhaneyên wê yên gelek ji bû dagirkirina deveran ne rast û ne durist in. Weke mînak ew bi buhaneya şerê li dijî PKKê dixwaze Kurdistanê dagir bike, lê di rastiyê de ev buhane ne rast û durist e.

Der barê mijara guhertina demografîk û siyaseta dewleta Tirk a di vê biwarê de, çalakvana siyasî Amed Dicle li ser girîngiya vê mijarê û metirsiya wê li ser kurdên her çar aliyên Kurdistanê tekez kir. Ji ber wê jî wê got ka gelo çi ji kurdan tê xwestin da ku li pêşiya van pêvajoyên guhertina demografîk rawestin?. Tirkiye bi çend rêbazan siyaseta guhertina demografîk dimeşîne?. Ew bi çekan herêman dagir dike, paşê siyaseta erda şewitandî (tundiyê) bi kar tîne û paşê wê herêmê li gorî siyaseta xwe ji nû ve vejîn dike. Mînaka vê yekê ya herî zêde li ber çav jî, Efrîn, Serê Kaniyê û Girê Spî ye. Dewleta Tirk piştî ku ev herêm dagir kirin, her tiştî di wan de diguhere. Jixwe tişta ku berî niha Tirkiye li Qubrisê kir, mînakeke zelal a armanc û siyasetên dewlet Tirk li herêmê ye. Dewleta Tirk û tevahî desthilatdarên wê her tim gelê kurd bê vîn û armanc hiştine û her tim gelê kurd pêrewê xwe hiştiye.

Di dawiya dîdarê de, kesên beşdar hejmarek pêşinyar û qewitî pêşkêş kirin da ku kurd karibin li hemberî siyasetên dewleta Tirk û kiryarên wê yên li dijî kurdan bi taybet û li dijî herêmê bi giştî li ber xwe bidin.

زر الذهاب إلى الأعلى